ZİLAMÊ
KU ÊDÎ NEDİXWEST
TİŞTEKÎ ZANİBE
"Ez
naxwazim êdî tiştekî
zanibim", got zilamê ku êdî nedixwest tiştekî
zanibe. Zilamê ku êdî nedixwest tiştekî
zanibe, got: "Ez naxwazim êdî tiştekî
zanibim."
Gotin
hêsan e.
Gotin
hêsan e.
Û
niha telefon lêdixist.
Û
ji dêvla ku tiştê
hewcebû bikira, kabloyê ji dîwêr biqetîne, ji ber ku ew êdî
nedixwest tiştekî
zanibe, rahişt bihîstokê
û navê xwe got.
Ew
ê din got: "Roj baş"
Û
zilêm jî got: "Roj baş."
Yê
din got: "Îro hawa xweş
e."
Û
zilêm negot: "Ez naxwazim vêya zanibim," tewrê wî got:
"Bêgûman, îro hawa pirr xweş
e."
Û
paşê yê din hinek
tiştên din got.
Û
paşê zilêm jî hinek
tiştê din gotin.
Û
paşê bihîstokê bi
çiqilkê telefonê ve kir û pirr hêrs bû, ji ber ku ew niha fahm
kiribû hawa xweş e.
Û
niha wî kabloyê ji dîwêr qetand û qîriya: "Ez naxazim vêya
jî zanibim û dixwazim ji bîr bikim."
Gotin
hêsan e.
Gotin
hêsan e.
Lewre
roj ji pacê dida hûndir û ku roj ji pacê bide hûndir, meriv
dizane ku hawa xweş e.
Zilêm panjûran girt, lê niha roj ji navbera (qelîştekên)
panjûran xûya dikir.
Zilêm
rahişt kaxezan bi camên
pacê ve zeliqand û di tariyê de rûnişt.
Û
ew wanî demeke dirêj rûnişt,
jina wî hat û kaxezên bi camên pacê zeliqandî dît, tirsiya. Wê
pirsî: "Ev çi ye
îcar?"
Zilêm
got: "Ev wê rojê asteng bike."
Jinikê
got: "Ew çax tu yê
bê ronahî bimînî."
Zilêm
got: "Ev ji vê hêlê ve dezavantajek e lê wanî çêtir
e, lewre ku qet tava min tune be, her çiqasî
ez ê bê ronahî bimînîm jî, lê bikêmanî ew çax
ez ê nizanibim ku hawa xweş
e."
Jinikê
got: "Çi yê te û
hewa ya xweş li hember
hev heye? Hewa ya xweş
mirov kêfxweş dike."
Zilêm
bersiv da: "Tiştekî
min yê li dijî hewa ya xweş
be nîne, bi tu awayî tu tiştekî
min li dijî hewa yê jî nîne. Tenê ez nexwazim zanibim ew(hewa)
çawa ye."
Jinikê
got: "Ew çax qet
nebe bişkoka çira
yê bizîvirîne." û jinik xwest ew wê bizîvirîne, lê zilêm
lempê ji sepîtkê qetand û got: "Ez naxwazim êdî vêya jî
zanibim, ez naxwazim qet zanibim ku meriv dikare bişkoka
çirê jî bizîvirîne."
Li
vir jina wî giriya.
Û
zilêm got: "Yanî ez naxwazim êdî qet tiştekî
zanibim."
Û
ji ber ku jinikê nikarîbû rewşê
têbighêje, dev ji girî berda û mêrê xwe di tariyê de hişt.
Û
ew li wira demeke pirr dirêj ma.
Û
mirovên ku hatin serdanê, ji jinikê mêrê wê pirsîn, û jinikê
ji wan re rave kir: "Yanî ji ber ku ew naxwaze tiştekî
zanibe, ew di tariyê de rûdinê yanî, eynî wanî."
Mirov
pirsîn: "Ew çi
naxwaze êdî zanibe?", jinikê bersivand: "Tu tişt,
ew êdî naxwaze qet tiştekî
zanibe.
Ew
naxwaze êdî zanibe, çi
tiştê ku ew dibîne-
yanî hewa çawa ye.
Ew
naxwaze êdî zanibe, çi
tiştê ku ew dibihîse-
yanî mirov çi dibêjin.
Û
ew naxwaze edî zanibe, çi
tiştê ku ew dizane- yanî
çawa meriv bişkoka
çirê dizivirîne.
Ev
eynî wanî ye." got jinik.
Mirov
gotin: " Axx nexwe wanî ye", û careke din êdî nehatin
serdanê.
Û
zilêm di tariyê de rûnişt.
Û
jina wî ji wî re xwarinê anî.
Û
wê pirsî: "Tu êdî çi
nema dizanî?"
Û
wî got: "Ez hîn her tiştî
dizanim", û ew xemgîn bû, lewre ew hîn her tiştî
dizanîbû.
Li
vir jina wî hewl da ku li ber dilê wî bigire û got: "Lê
belê, tu nizane bê hewa çawa
ye."
Zilêm
jî got: " Ez nizanim hewa çawa
ye, lê ez hîn jî dizanim ku ew dikare çawa
be. Hîn rojên bi baranê tên bîra min û hîn rojên bi tav jî
di bîra min de ne."
Jinikê
got: "Tu yê vê ji bîr bikî."
Û
zilêm got:
"Gotin
hêsan e.
Gotin
hêsan e."
Û
ew di tariyê de ma û jina wî rojane ji wî re xwarinê anî û
zilêm li teyfikê nerî û got: "Ez dizanim ku ev patat in, ez
dizanim ku ev goşt e û
ez keleriman jî nas dikim; û ev qet bi kêr nayê, ez ê tim her
tiştî bizanibim. Û her
gotina ku dibêjim, wê dizanim.
Û
dema ku jina wî neqla din ji wî pirsî: "Tu hîn çi
dizanî?", ew jî got: "Ji dema berê pirr tir tişt
dizanim, bi tenê nizanim ku hewa xweş
û hewa ya nexweş çawa
ye, lê ez niha jî dizanim, ku hewa qet tune be, ev çawa
ye. Û ez dizanim ku bi tevahî bibe tarî jî, ev tarîtî hîn jî
wê tim têr neke."
Jina
wî got: "Lê tiştek
heye ku tu wê nizane."
û xwest here, dema ew wê sekinand, jinikê got: "Yanî tu
nizanî bi çînî navê
'hewa xweş' çi
ye," û ew çû û
derî li du xwe girt.
Zilamê
ku êdî ne dixwest tiştekî
zanibe, li vira ket nava fikaran. Ew bi rastî jî çînî
nizanî bû û qet fêde ya vêya ji wî re tune bû ku bibêje: "
Ez naxwazim edî vêya jî zanibim", ji ber ku ew vêya qet
nizanî bû.
Zilêm
qîriya: "Divê ez berê bizanibim ku ez naxwazim çi
zanibim", û kaxezên li ser camên pacê çirand
û panjûran vekir, li ber pacê baran dibariya û ew li baranê
nerî.
Paşê
ew çû bajêr, ji bo ku
ji xwe re pirtûkên bi çînî
bikire û ew paşde
vegeriya û bi dirêjahiya hefteyan rûnişt
van pirtûkan xwend û nîşanên
nivîsa çinî li ser
kaxezan xêzkir.
Û
ku mirov dihatin mêvandariyê û ji jinikê mêrê wê dipirsîn, wê
digot: "Ango ev wanî ye, ew niha fêrî çînî
dibe, eynî wanî ye ev."
Û
mirov êdî nehatin mevandariyê.
Lê
ev bi mehan û bi salan domiya, heta zilêm fêrî çînî
bû, û axir dema ew bi çinî
zanî bû, wî got: "Ez hîn jî tim têra xwe baş
nizanim.
Divê
ez gişî zanibim. Tenê
ew çax ez dikarim bêjim,
ku ez naxwazim vana hemû
zanibim.
Divê
ez zanibim, tehma şerabê
çawa ye, tehma şeraba
xerab û tehma şeraba
qenc.
Û
ku ez petatan bixwim, divê ez zanibim, meriv wan çawa
diçîne.
Divê
ez zanibim, heyv çawa
xûya dike, ji ber ku ku ez lê binerim, demek dirêje hîn jî
nizanim, ew çawa xûya
dike û divê ez zanibim, meriv çawa
digihêje heyvê.
Û
divê ez navê ajalan jî zanibim û ew çawa
dixûyin û ew çi dikin û
ew li ku dimînîn."
Û
ew ji xwe re pirtûkek li ser kîvroşkên
kovî* kirî û pirtûkek li ser mirîşkan
û pirtûkek li ser ajalên li daristanê û pirtûkek li ser
kêzikan.
Û
paşê ew ji xwe re
pirtûkek li ser kerkedanê hindê** kirî.
Û
ev kerkedanê hindê bi wî xweşik
dihat.
Ew
çû bexçê
heyvanan wî li wir dît, ew di hûndirê qefeseke mezin de disekinî
û xwe ne dilivand.
Û
zilêm bi baldarî dît, çawa
ev kerkedanê hindê hewl dida ku bifikire û hewl dida ku tiştekî
bizanibe û ew dît ku vêya çawa
pirr zehmetî dida wî.
Û
her cara ku tiştek dihat
aqilê kerkedanê hindê, ji kêfan baz dida, du, sê caran li
hûndirê qefesa mezin dizîvirî û pê re jî ku çi
hatibû aqilê wî ji bîr dikir. Ew çax
demeke dirêj sekinî dima-saetekê, du saetan- û ku tiştek
bihata aqilê wî, dîsa baz dida.
Û
ji ber ku ew tim piçekî
zu dest bi bazdanê dikir, di rastiyê de qet tiştek
nedihat aqilê wî.
Zilêm
got: "Min dixwest ku ez kerkedanekî hindê bûma., lê ez dibêm
qey niha ji vêya re pirr derenge."
Pişt
re ew çû malê û li
kerkedanê xwe fikirî.
Û
ew li ser tiştekî din
nepeyivî êdî.
Wî
got: "Kerkedanê min î Hindê pirr hêdî difikire û pirr zû
dest bi bazdanê dike, rastî ya wî ev e", û ew bi vê yekê
re jî, ji bo êdî nexwaze tiştekî
zanibe, çi tiştê
ku ew dixwest zanibe ji bîr kir.
Û
ew jiyana xwe ya ku berê çawa
bû wanî domand.
Bi
tenê, ew niha çînî jî
dizanî bû.
Peter
Bichsel, navê çîrokê yê resen: (Der Mann, der nichts mehr
wissen wollte) ye.
Wergera
ji elmanî: Sadedîn Çira
*Navê
ev ajala bi elmanî "Kaninchen" e, hinek cûre ne têde, ji
cûre yê kîvroşkan tê
hesêb, loma me jêre kivroşka
kovî got.
**Bi
îngilîzî: Indian rhinoceros, tê wate ya kerkedanê Hindê; bi
elmanî: Panzernashorn, tê wateya kerkedanê bi zirx.