Dem: 17 cotmeh 2007 çar?em(© www.amidakurd.com)Pê?nî?e-1: Ev nivîs dewama nivîsa min e ku di 26ê adara 2007an de hatibû we?andin. (Binêre)Pê?nî?e-2: Ez di nêzikahiya mijarê de hemû Kurdan wekî KIRDE (subject/ozne) dinirxînim. "Em" wekî kirdeyê mijarê, hemû Kurd in; çi akademîsyen, çi pispor, çi zimanzan, çi siyasetmedar û çi yên ji rêzê hyd. tev di nava têgîna "em"ê de cih digirin. ZIMAN -II-A-Ev demeke dirêj e zimanê kurdî di rojeva me kurdan de ye. Em li ser zimanê xwe radiwestin û em dixwazin zimanê xwe bikin zimanê jiyanê. Bê guman em dixwazin bi her awayî zimanê xwe bikin navgîna pêwendî û têkiliyên xwe. Ji lew re, ji mêj ve ye em ji zimanê xwe dûr in. Bi tenê zimanê kurdî di jiyana rojane de mabû ew jî em ne di ferqê de ne lê hêdî hêdî tek diçe. Me di derveyê jiyana rojane de bi zimanên biyanî pêwistî û pêdiviyên xwe pêk aniye. Li Bakurê Kurdistanê tirkî, li ba?ûr erebî, li Rojhilat farisî bûne zimanên me yên pêkanîna pêwîstiyan. Pi?tî ku kurd li dinyayê vebûne, înglîzî û yd. di jiyana kurdan de ji bo pêkanîna pêwîstiyan têne bikaranîn. Her wekî riya ?aristaniyê, riya nûjeniyê, riya xwenûkirin û pê?xistinê di van zimanan de dibore em tevdigerin. Gelo ew ê vê eyba re? û ?erma giran çawa bê pejirandin? Gelê me ew ê çawa viya qebûl bike? Ji bo gelekî azadîxwaz ev ti?tekî gelek zor e. Astengî û bend li pê?iyê hatine danîn. Çawa di hêlên din de helwest û pêkanîneke serbixwe û azadîxwaz bingeh e, di ziman de jî helwesteke rast, lêhûrbûneke ba?, pêkanîneke xwe? û rind divê. Ev jî divê li ser bingeh û zemîneke xurt bê avakirin. Ya rasttir ev e ku têgehî?tineke ba? û rind û ji her awayî de lêkûrbûn û lêhûrbûnek divê li ser hebe.Bingeh û zemîna zimanê me gelek xurt e, kûr e, jidandî ye, bi rêzik e. Zimanê kurdî xwedî pergaleke rind e û bi qasî vê dîrokî ye. Ji bo ku bi her awayî têgehî?tineke ba? li ser vê rew?a ziman bi xwe?î û rindî çê bibe, xebat û lêkolîneke ba? divê. Her wiha serweriya li ser jiyanê serweriya bikaranîna ba? a ziman e. Ragihandina civakî ya pê?verû û nûjen bi tekûzî û sererastbûna ziman dibe. Têgehî?tina hi?mendî û nêrîna Civaka Kurd a ku bi hezar salan e çê bûye, perisiye û hatiye gihî?tiye vê radeyê, di dema îroyîn de vê rastiyê dixwaze.Peyva kin û kurt ev e: Divê berî her ti?tî felsefeya ziman, jîrbêjiya ziman, hi?mendiya ku ziman li ser diperise bê têgehî?tin.Ev ji bo çi divê? Ne ku ji bo zimanê kurdî bê parastin, zimanê kurdî ji wendabûnê bê xelaskirin, xetereyên li ser ziman bêne rakirin! Ji lew re pêwistiya Zimanê Kurdî bi vê alîkariyê tune ye. Ev deh hezar sal e ku ev ziman xwe aniye heyînê, ji pênc hezar salan zêdetir e li ser heyîna vî zimanî êrî?ên cîranên der û dor ên xwedîdewlet hene; lê her tim xwe bi xwe parastiye, wan tev û êrî?ên wan di nava xwe de helandiye. Di nava pergala xwe ya xweser de wan êrî?an yek bi yek betal kiriye. Dîsa em bibêjin ku zimanê me kurdan, ango Zimanê Kurdî ji parastinê, ji bo xelasiya ji wendabûnê(!) pêwîstiya zimanê me bi tu kesî, bi tu sazî tune ye. Heta neha xwe bi çi awayî parastibe, ji neha û ?ûn de jî dê xwe biparêze. Heta ev gel hebe dê ev ziman jî xwe biparêze. Mirov kare bibêje ku ji bo heyîna Gelê Kurd ziman bi xwe jî pi?tgir û destekekî ba? û rind e. Her wiha Zimanê Kurdî (bi tevahî zaravayan) diya kurdan e, divê em kurd xwe jê xwedî bikin. -B-Mirov dikare bi çend awayan li ser xebat û perwerdeya Zimanê Kurdî raweste. Li gorî min ev jî di binê van çend sernavan de bêne vegotin wê çêtir be. Ji lewre projeya li ber pêvajoya asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê di perwerde û hîndekariyê re derbas dibe.1- Radeya Xebat û Perwerdeya Zimanê Me :Mirov dikare bi du awayan li ser xebat û perwerdeya ziman raweste. a – Xebata li gora hi?mendî û têgehî?tinê: Wekî tê zanîn her çiqas bi zimanê me nebe jî, me li ser rew?a dinyayê, li ser ramyariyê, li ser civakê û hwd. li ser gelek mijaran perwerdehiyê dîtiye û em bi berfirehî xebitîne. Em karin bibêjin ku ji gelek hêlan ve em bûne zana, ji hêla têgehî?tinê ve em pê? ketine ango hi?mendiya me vebûye. Ji bo wî jî dema em li ser ziman xebatê bikin di vê ristedariyê de em ê hi?mendî û têgehî?tina pê?ketî bidin ber çavan û li gora wê pê?nûmaya xwe bi rê bixin. Ango em karin bibêjin ji hêla têgehî?tin û hi?mendiyê ve em wekî xwendekarên akademiyan in. Ji bo wî jî birêxistina xebata ziman jî divê akademîk be. Di vir de em balkê?iyek jî bidin ber çavan; dema akademîk tê gotin her wekî pisporî, ji gel dûrîtî, elîtek mirov bigihîjin hev li ser ziman xebatê bikin, bêjeyên ji rastiya gel dûr derxin, bi zimanek giran diaxifin, gel ji wan fêm nake û hwd. tê hi?ê mirov. Li hember akademîkî pê?daraziyekî ne rast çê bûye. Bê guman ev ji hindava xwe ve çê nebûye. Bingeha wê ya rastîn heye ku di akademiyan de ti?tên ji gel û rastiya gel dûr çê bûne, hatine kirin. Lê ya rast akademî (ango dibistanên zanyarî) û yên li akademiyan dixwînin û dixebitin ji hêla zanyarî, gelêrî û bi her awayî bîreweriyê ve diderbirînin li ser cûr be cûr ?axên zanyariyê dixebitin; dahûrînan û lêkûrbûnan dikin. Dema em jî dibêjin, divê "akademî" ya rastîn bê fêmkirin. Ji bo wê jî li gora hi?mendiya me divê em naverokeke xurt û li rê, te?eyekî ba? û rind bidin vê xebata xwe. Ev jî bi vî rengî ye: Ji hêla hi?mendiyê ve û ji aliyê têgehî?tinê ve, ango zanîn û analîzkirina me divê bi radeyekî akademîk bê ber dest. Çarçoveya wê jî ji yê herî kêm û heta yê herî çê ye. Ji bo wî jî bajena perwerdeya kurdî ya me divê berfireh be. Dîsa ev perwerde ji bo me hemiyan pêwist e. Dixwaze bila bi rengê pisporî, dixwaze bila bi rengê sererastkirina axaftin û nivisandinê, dixwaze bila bi rengê wêjevaniyê nêzik bibin, hemî kes di xebatekê wiha de divê karibin li gora îhtiyaca xwe jê bigirin.b – Xebata li gora jiyana pêkhatî: Perwerde û xebata kurdî hem hêsan hem jî bingehîn e. Li jorê, me gotibû ji hêla hi?mendî û têgehî?tinê ve em wekî xwendekarên akademiyan in. Lê ji hêla Zimanê Kurdî ve, ji hêla xebitandina ziman ve, ji hêla xwendin û nivisandina ziman ve em wekî xwendekarên dibistana seretayî ne. Ji bo wê jî ziman û pêkanîna zimanê me di nava me de pir lawaz e. Divê ev bi bêhnfirehî be. Ji bo vê divê pergalek xurt û saxlem hebe. Teqez dilnizmî û rehetî divê her hebe. Dîsa divê bi nêrînek kûr û dûr ev her tim di rojeva me de be.2- Armanca Xebat û Perwerdeya Zimanê MeArmanca perwerdeya kurdî ne tenê ji bo ku em hînê kurdî bibin û ne tenê ji bo ku em xwendin û nivisandina xwe ya kurdî tekûz bikin… Ji bo çi em hîn dibin? Li ser kîjan pêwistiyan ev xebata hînbûna li ser kurdî pêk tê? Û dê vê xebatê neha û ji neha ?ûn de ji çi re xizmet bike? Bi girîngiya van pirsan dema em nêzik bibin em karin van ti?tan bibêjin:Berî her ti?tî di têgehî?tin û hi?mendiya me de cihê ziman û girîngiya ziman ji bo ku bê dîtin û li gora wê li ser esasên gelêrî û civakî bi nêrîneke rast û durust divê lêhûrbûnek li ser hebe. Ji bo vê jî;Nêrîna ziman di dema îroyîn de divê li ser bingeha gelêrî û neteweyî saz bibe û di hi?mendiyê de pêk bê. Ev ji bingeha dîrokî ku ji dema Neolîtîkê heta neha, nûjeniya civakê tev bi hev re bîne ber çavan li gora wê ferisandin û lêhûrbûn û têgehî?tin divê.Bingeha zimanê kurdî divê ba? bê fêmkirin. Zemîna zimanê kurdî mirov di xwe de û di nava gelê xwe de di dîrokê de û di îro de mirov ba? bibîne û li gora wî mirov hi?mendiya xurt a di kurdî de li ser bingeha civaka kurd di xwe de bibîne û bîne der. Bi vê xebatê re jîrbêjiya gelê kurd a neteweya kurd em ba? fêm bikin. Her zimanek li ser rûyê dinê bi xwe re nêrînek û têgehî?tinekî tîne. Ango her gel, her civak li gora xwe jîrbêjiyek (mantiq) ava dike. Li gora wî jî her gel xwedî jîrbêjî û xwedî nerîneke xweser (orijînal) e. Her kes li gora vê orijînalîteyê tev digere û heye. Kesê endamê vê civakê ango vî gelî bi vê orijîn û kana gelêrî û civakî heye. Em jî bi jîrbêjî û nêrîna kurdî ya orijînal hene. Zimanê me nî?andeka viya ye. Felsefeya kurdayetî nêrîna kurdan çawa ye?Ji mêj ve çawa ava bûye û neha di çi radeyî de ye? Neha felsefeya zimanê kurdî li ser çi ye? Ew qas hezar sal in zimanê kurdî xweseriya xwe bi çi awayî parastiye? Çima di nava kurdan de gelên din dihelin? Zimanên biyan li hember kurdî çima di ber xwe nadin? Û çima zimanê kurdî bi bêje û rêzik û saziya xwe li hember hemû êrî?an xwedî berxwedanekî bingehîn û tundrav e?Evan pirsan divê bi têgehî?tinekî rast bêne bersivandin. Raza vana di giyana Gelê Kurd û zimanê kurdî de va?artî ye. Bi vî rengî mirov bibêje ew ê ne çewt be: Zimanê kurdî gencineyekî gelekî dewlemend, kaniyekî avzelal, heyînekî zindî û zimanekî serbilind e. Di nava sindoqekî saxlem û dîrokî de kilîtkirî ye. Ev kilît jî di destên dayikê kurd ango gelê kurd de ye. Zêdeyê dayikên kurdan ango gelê kurd tu hêz nikare vê kilîtê veke… (Mixabin û sed mixabin niha dayikên kurd û dayikiya kurdî jî di faqa bajarvaniyê de têk diçe. Lewma îro oto-asîmîlasyon ketiye rojeva me)Zimanên ku ji kurdî bêjeyan bistînin nikarin bihelînin. Ango bêjeya kurdî here bikeve hindirê diranê mar ê jariyê jî ti?tek pê nayê û orijîna xwe diparêze. Lê dema kurdî bêjeyekî ji zimanekî din digire di demekî kin de dihelîne û dike malê xwe. Ji bo em vê raza hanê ba? bibînin bi çêyî pêk bînin divê em herin xwe bigihîjînin xweseriya kurdî.Pi?tî vana tevan ji bo ku em zimanê kurdî di jiyana xwe de bi sererastî pêk bînin ji bo rengê jiyana me bi kurdiya sade bixemile divê em xebat û perwerdeyekê ku li ser van esasan e bi rê bixin.-C-1- Nêzikahî û Nêrînên Li Ser Zimanê Me:Wekî ku tê zanîn rêzimana kurdî ya nûjen hê nuh e. Nêzî sed sal in ku rêzimana kurdî ketiye rojevê û xebat û anga?ta sererastkirina rêziman di nava kurdan de pê?ketiye. Di vir de mirov kare bibêje ku du rêbaz hene ku nêzikahiyên li ser rêziman xwe der dixin pê?. Tev li dora van her du rêbazan diçin û tênê. Yek jê çewt e, ango ji çewtiyê bêtir kêm û ne li rê ye. Ya din rast e, ango li rê ye û lê lawaz e.Berî her ti?tî nêzîkahiya rast û nêzîkahiya çewt li ser nêrîn û felsefeya mirov der tê pê?. Civaka kurd, gelê kurd esasgirtin ya jî esasnegirtin heye. Di derveyê gel de ji derve bi rêbaz û livbaziyên biyanî li çareseriyê gerîn û sererastkirina ziman heye. Ew ê ku çewt e û em dibêjin kêm e di hîmê gel de di mêjî û hi?mendiya gel de li çareseriyê gerîn bêtir di rêbaza rêzimanên gelên din de bi nêrînên wan li çareseriyê gerîn heye. Ev jî hem ji bo hi?mendiya zimanê me xeter e û hem jî ji çareseriyê re nabe bersiv. Ti?tê ku îro li ser bi kêmnêrînî bi rêbaza li gorî zimanê kurdî ku li ser serê zimanê kurdî tê hunandin hêza xwe, vejena xwe ya neçê (negatîf) ji vir digre. Bêtir yên ku li dibistanên biyanan xwendibin tu bikî nekî li ser nêrîna wan a ziman hi?mendiya biyanî bêtir giran e û ristedar e. Îro li Kurdistanê du tewr dibistan hene. (Duh jî hebûn îro jî hene û sibê jî ew ê hebin.) Yek jê dibistana gel e, ya din jî dibistanên biyanan e. Dibistana gel yek bi tenê ye. Li kîjan go?eyê Kurdistanê bibînî rêbaz, ?êwaz, nêrîn û dîn (diyîn) yek e. Ji ber ku bingeh yek e û hîm û giyana gel e ev ristedar e li ser yekîtiya nêrînê û dîna zimanê vê dibistanê. Mamoste û wanedarên vê dibistanê di giyan û hi?mendiyê de ji rayekî xwedî dibin ku ew jî dayik in. Hemû xwendekar û ?agirtên vê dibistanê wek hev in. Wekî hev li pirsgirêkan dinêrin û çareseriyan dibînin. Tevekî bi jiyên sazkirî deng didin tembûra jiyana kurdî. Cudahiya dengan tune ye ji wê bêtir ciyawaziya dengan heye ev jî sazkirî ne. Ji ber wê jî hem ahengekî li rê di nava wan de heye, hem jî tev bi hev re guncan in. Wekî tembûrekî akordkirî. Lê dibistanên biyan ne yek in, gelek in. Di derveyê Gelê Kurd de ji hêla ziman ve çiqas gelên din di dinyayê de hene tev biyan in. Biyanî ne zelal e. Her gel xwedî dibistana xwe ye, û li gora bûyîn û giyana xwe vê dibistanê saz kiriye. Me berê gotibû her gelekî li gorî xwe li ser gerdûnê xwedî nêrînekî xweser e. Her gel li gora vê nêrîna xwe te?e dide zimanê xwe. Ev cudahî û ciyawaziyên gelên dinyayê ji hev re bi xeter nîn in. Li hember hev nîn in. Lê biyan in ji hev re. Ji ber vê jî dibistanên biyanî li Kurdistanê her tim bi neyartî û dijminî hebûne. Qet li ser bingehekî dostanî tune bûne. Kurdên ku li van dibistanan xwendibin ji raya gel qut bûne, bi avjîna biyanan, bi raya biyanan xwedî bûne. Zêde têgehi?tina gelêrî bi wan re tune ye. Ev jî piranî serdestên kurdan in. Lê gel bi xeteriya ji "?aristanî" û "nûjeniyê" dûrmayîn be jî zarûkên xwe li dibistana xwe mezin kiriye û perwerdeya xwe daye wan. Lê yên din ango serdest ji bo ‘"?aristanî û nûjenî"yê (!) ji gel qut bûne. Ango raya gel bi qurbana ?aristaniyê bûye. Dibistaniya gelêrî gorî bûye ji bo "nûjeniya biyanî". Di vir de mirov bi ?ênberî kare li ni?timana kurdan qala çar dibistanên biyan bike. 1- Dibistanên biyaniya tirkî, 2- Dibistanên biyaniya erebî, 3- Dibistanên biyaniya farisî, 4- Dibistanên biyaniya Imperyalî (Ewropî û Amerîkî û her yên din). Evana di rêbaz û tekûzkirina ziman de li ser zimanê kurdî çawa biyaniyê tînin em hinekî li ser vê jî bisekinin.Em neha li ser tirkî û bandor kirina wî zimanî bisekinin ew ê ji bo yên din jî bibe nimûne. Wekî me got Zimanê Tirkî wekî gelên dinyayê yên din li gora hi?mendî û mêjûya tirkan çêbûye û perisiye û bûye xwedî rêz û rêçikên xweser. Pergala rêzimana tirkî li gorî wî hatiye der. Pisporên zimanê tirkî jî rabûne li gora xwe îzahekî jê re anîne û giramera tirkî bi pergal kirine. Ba?, neba?, pê?verû yan jî pa?verû, bi fa?îzanî yan jî bi civakdarî nêzik bûne ne mijara me ya niha ye. Bi çi awayî be zimanê tirkî bi pergal kirine. Em nirxandina ba?î û neba?iya vê deynin hêlekî din, ev rastî heye ku pergala Zimanê Tirkî bi rê ketiye û hatiye pejirandin. Hemû kesên Tirk li gora vê pergalê zimanê xwe di dibistanên xwe de hîn dibin. Hi?mendiya xwe bi vî awayî di ser ziman re û bi vê pergalê nif? bi nif? diajon û domdar dikin. Dibistana gel, dibistanên fermî yên dewletê û yên taybet tev di xizmeta vî karî de ne. Ev mafê wan e. Kes nikare ji viya re li pê?iya tirkan bibe asteng. Xwediyên vî karî li gora nêrîn û felsefeya xwe evî karî bi rê dixin. Ev kar bêtir li xwendegeh û zanîngeh û dibistanan dibe. Heta vira gotinên ku em ê li ser bibêjin tune ye. Lê vî karî li welatê me, li ser xaka Kurdistanê û bi perwerde û amojkirina zarokên kurdan ve bê kirin em ê gelek ti?tan bibêjin. Di nava gelê me de ji bo amojkirin û perwerdekirinê van dibistan û xwendegeh û zanîngehên wan hebin (dixwazî bila bi xwe?î be û dixwazî bila bi zorî be) em ê gelek ti?tan bibêjin. Li ser vî karî gelek gotin û peyvên me wê hebin. Pê?iyê em ê ji xwe re ango ji kurdan re gelek gotin û peyvan rêz bikin. Ji ber ku van dibistanan bi Zimanê Tirkî û li gora pergala Zimanê Tirkî û hi?mendiya tirkî rêz û rêzik diborin; em kurd di van dibistanan de ya hi?mendiya xwe ya ku li ser xweseriya kurdî saz bûye hinda dikin; ya hi?mendiya me ya xurt dikeve xizmeta wan; ya jî em hem ji hi?mendiya xwe dibin û hem jî em hi?mendiya wan nagirin. Ango em "hem ji kerikê hem jî ji perikê" dibin. Kurdên ku li van dibistanan bixwînin çi pir çi hindik ew ê vê hi?mendî û têgehi?tina wan li ser xwe bibînin. Wê çaxê di nêzikahiya Zimanê Kurdî de û di sererastkirina Rêzimana Kurdî de tu bikî nekî van kesan çi qas pispor bin çi qas zimanzan bin jî ew ê di vî karê kurdî de nexwe?î û lawaziya xwe nî?an bidin. Yekê birîndar heta birîn li ser la?ê wî hebe nikare bijîjkiyê bike. Nikare birînan ba? bike. Nikare dermanan amade bike. Ji lew re hemû nexwe?în û birînan wekî birîna xwe dibîne. Û dibêje qey birîn û nexwe?înên hemû dinyayê weka birînên wî ne…Kurdên ku li van dibisanan xwendibin sibê roj rabin bibêjin em ê zimanê kurdî sererast bikin haya wan jê heye an jî tune ye; lê ew ê li gora hi?mendiya dibistanên ku lê xwendine saziyek ava bikin. Heta neha jî lêhûrbûn û xebatên li ser rêzimana kurdî hatine kirin ên ku kirine ji ber vê pirsgirêka hanê di sererastkirina ziman de binketî mane, lawaz mane. Û em îro dibînin ku gelek nîqa? û nakokî di nava "bipergalkirina Zimanê Kurdî" de heye. Bi gelemperî mirov kare ti?tek wisa bibêje yên ku îro li ser zimanê kurdî xebata bipergalkirinê dikin ya li medreseyan xwendine ku ew li ser hi?mendiya erebî saz bûne; ya li dibistanên dewletê xwendine (ku ew yên dewleta tirk, dewleta îranê û dewleta Sûriyê û îraqê ne) ku ew jî li gora hi?mendiya fermî ya biyanî saz bûne; ya jî hem li medreseyan hem li dibistanên fermî û hem jî derketine Ewrope û li wan deran dibistanên bilind xwendine ku ev jî hi?mendiyekê têkel û biyan bi xwe re saz dike. Di van mercan de bi du awayan rê dertê pê?iya me. Yek jê her kes li gora hi?mendî û têgehî?tina ku girtiye ku ev biyanî ye, îzahekî ji rêziman re bîne ku ev jî ne rêzimanekî standard, ew ê bi xwe re hezar rêzimanan bînê. Ya din jî van hînbûn û têgehî?tin û hi?mendiyên ku li van dibistanên biyan hatibin girtin bi çi awayî bibe alîkar. Ji neyîniyê (negatîvîte) çêyî bê derxistin. Ji bo rêbazên çêtir bên dîtin rêzimana me xurt bibe ev bibin destpêk û pi?tgir. Ango ya em ê ji xwe re biyaniyê bingeh bigirin ku ev dezawantaj e û perçebûyîna ziman e; ya jî em ê vê biyaniyê bikin alîkar û destik, ji bo ku zimanê me û rêzimana me li ser bingehên xwe yên gelêrî û civakî û dîrokî rûnê. Bi vî awayî em ji bo kurdî van derfetan wergerînin çêyî û awantajê.Bê guman mirov çi qas zimanan zanibe ew qas li ser zimanê xwe çêtir fêmdariyek pê? dixe. Zimanê mirov yê zikmakî ji bo hînbûyîna zimanên biyan ji mirov re dibe riya ba? û çê. Zimanê biyan ji bo mirov giyana zimanê xwe yê zikmakî tê bigehîjê û bijî dibe alîkar. Ger ji hêla rêziman ve kêmasî û ti?tên ne li rê hebin zimanên biyan ji bo sererastkirinê û sazkirina rêzimana mirov dibin pi?tgir û alîgir. Em viya esas bigrin.2- Di Zimanê Me De Mijar û Babetên "Ne safî" ango "tarî": Di nîqa? û guftûgoyan de carina tê gotin ku di zimanê me de mijarên "ne safî" û "tarî" hene. Na xêr ev ne rast e. Di kurdî de ji viya bêtir ti?tên ku em tê negehî?tinê hene. Ango raza zimanê me hê ji me re ve?artî ye. Ji lewre me hê kilîta ziman bi destê xwe ne xistiye. Ji bo wî jî em kêmtêgehi?tina xwe, em biyaniya xwe nekin stuyê zimanê xwe yê xwe? û rind. Di vê hêlê de tu gotin li ser ziman nayê gotin. Anga?ta me ev e ku yên bixwazin raza zamanê kurdî hîn bibin ango yên dixwazin têbigehîjin kurdî û hemû zimanên kevn ên mezopotamyayê hîn bibin, kîtabe û belgeyên dîrokî yên nehatine xwendin bixwînin yên wekî sumeriyan, hîtîtiyan û hyd. divê bi esasî bi kurdî ba? hîn bibin. Têgehî?tinekî ba? li ser zimanê kurdî di xwe de çê bikin. Hemû zaravayên kurdî divê ba? bê zanîn ev jî riya dîroka rastîn li me vedike. Riya çand û ?aristaniyên kevn bi ber me dixe. Û berî her ti?tî jî me bi me dide nasîn.Wê çaxê divê mirov çi bike? Ji bo ziman û rêziman çi ji me tê û divê em çi bikin?Di der barê viya de divê pê?î em saziyekê ava bikin. Ya jî em navenda saziyên ziman ava bikin.Bi çi awayî dibe bila bibe li ser riya rast têgehî?tina gelê kurd divê saziyekî ziman ava bibe. Ya jî yên ku hene di zemîna gel de bigehîjin navendiyekî û xebatekî yekdest bime?înin. Ev jî wê dilê gelê me xwe? bike û dilê dostan rehet bike. Bi vî awayî ew ê riya dahatûyek azad û xwe? li pê?berê me vebe. Zimanê me xwe? e. Em çi qas xwe pê xurt bikin, em ê ew qas dilxwe? bibin. Em çi qas jiyana xwe pê bi rê bixin wê ew qas jiyana me bixemile… Azad [email protected] nivîs 212 car hat xwendin. 3660 bêje di nivîsê de hene.