ZINDAN
Tarahî û mirin, ronahî û jiyan…
Dijminê
tarahiyê ronahî ye. Çavkaniya ronahiyê bi xwe, Roj bi xwe ye. Hetanî Roj
hilneyê jiyan dîlgirtî ye. Her wiha; ronahî, Roj, jiyan û azadî di destpêka
serdema nûjenbûna civakê de, wate û hunerên diyarde di nava xwe de dihewînin.
Lewre; di nava zilûmata tarî de, dîtina hilatina Rojê, evîna jiyana pîroz bi
xwe nîn e? Dema zilûmata reş bi ser cîhanê de digire û kêmefamên wê demê hatina
ronahiyê nabînin, qidûmê jiyanê di wan de dişkê. Jiyana bi jan a reşetarahiyê
dihebînin; dibin leşkerên zilûmatê ango, ew dibin şebşebokên reşetarahiyan,
hestîkojên laşxuran!.. Ew dibin qirêja ser laşê baweriyên pîroz. Ew tucar
nebûne bawrî, bi ava pîroz nehatine şûştin. Dema bêhna ronahiyê difûre, ew pêla
çîzeçîza derewan bilind dikin. Ew bi derewan dijîn hetanî ku bijîn. Ew derew
in, derew desthilatdariya wan e, desthilatdarî dewleta wan. Derew; karê di nav
gemara tarahiyê de israr dikin e. Kare kesên dixwazin pêşî li ronahiyê bigirin
e. Roj bi derewan nayê veşartin, Lewre derew karê dewletan e, dewlet encama
derewan. Li tu tixûbên pîvanên mirovahiyê nasekinin derewkar. Çavên wan sor
dibin ku leqayî zelaliyan dibin. Di rastiya xwe de ji ronahiyê, ji rastiyê
direvin. Di şûna ku ber bi ronahiyê ve bimeşin, xwe bi pîroziya ronahiyê bişon,
hevdû ji hevdû re dikin mertal da ku hinekî din jî di nava tarahiyê de biçikin,
xwe ji pîroziya ronahiyê dûr bihesibînin, dûr dikin. Xwe di ber hev re dikin
wekî rawiran da ku çavên wan û Rojê rû bir û nebin. Lewre nikarin li rûçikek
ronî binihêrin. Lê Roja pîroz, di merhaleya xwe de her hiltê û tava ronahiya li
hemû mirovahiyê difûrîne, belav dike bi dayîkane. Ên ku tîrêjên ronahiyê li wan
dikevin, bi pîroziya ronahiyê tên şûştin. Ronahî, wan hemêz dike û ew ronahiyê
hemêz dikin êdî. Evînek nuh diafire. Lê yên ku hê jî di tarahiyê de ne û
naxwazin jê derkevin, gemar in, bê serûçav êrîş dikin, ditirsin êdî. Xwe di
gemariyê de digemirînin. Ew êrîşên mecalşikestî û bêhêvî wek tevgerek delodînî
li hember hemû kesî, li hember rastiyan û li hember mafê jiyanê; li hember hemû
baweriyên pîroz, li hember rastiya jiyanê, weke reşerawiran tavilê didomînin.
Ew bi xwe dîlgirtiyê zilûmatê ne û naxwazin tu kes bigihê ronahiyê; pîroz bibe,
azad bibe…
Ew
bi xwe ji jiyanê ditirsin êdî. Lewre, zindan jî têrî jiyana wan nake. Nizanin
ku zindan zûde têkçûye!.. Zindan bûye sergoyê desthilatdariyê li vî welatî,
desthilatdarî dibe sergo li vî welatî. Lêêê, me yê van rojan jî bidîta!..
Her
tîrêj, parçeyek ji Rojê ne, ronahiyê difûrînini, azadiyê dizên. Dilgirtina wan
ne pêkan e. Ma zincîr li tîrêjan dikeve? Na. Lewre ew, hemû reşetarahiyan
diqelêşînin û jiyanê diafirînin, jiyanê difûrînin her deveran. Ma bê Rojê jiyan
diafire!..? Bê ronahiyê demokrasî, wekhevî û azadî pêkan e, bê Rojê azadiya
jiyanê pêkan e? Na!..
Zindan
tarahî ye. Di deste desthilatdariyê de qeyda dîlgirtinê ye ku avêtiye stuyê
civakê. Zindan, mêjiyê desthilatdariyê ye ku qirêjî bûye, kirêtiyê diafirîne,
kirêtiyê difûrîne di nava zilûmatê de. Zindan, di destê desthilatdaran de, ji
bo radestgirtinê, amûrê gefxurê civakê ye, çeka vînşikestinê ye. Bi taybetî di
pêvajoya veguherîna civakan de, cihê ku îşkenceyên hovane lê têne kirin e
zindan. Zindan, pargala desthilatdariyê bi xwe ye ku wek aşê zilmê civakê
hêraye û dihêre... Di heman demê de, di dema guherîna cikan de zindan, dibe
qada têkoşîna vînî ya herî dijwar. Lewre, vîna azad dîl nayê girtin qet tu
demî!.. Di wir de vîna azadiyê, li hember desthilatdariya zilmê bi awayek rût û
tazî, li hember êrîşên qelaş û hovane, têkoşînek rût û tazî diafirîne. Li
hember hemû êrîşên hovane, serkeftinê bi dest dixîne. Jiyan Ew bi xwe ye, jiyan
Ew e, jiyan Ew e!..
Serkeftina
vînê, wek keda civakî, bi ronkayiya Rojê tê afîrandin, di tarahiya zindanê de.
Ma ne zindan dewlet e dewlet jî zindan!.. Ne dewlet bê zindan dibe, ne zindan
bê dewlet.