Belê, çand têgîneke abstrakt ango nedîtbar e û bi zanyarî,
tevger û baweriya mirovan û tiştên madî yên li ser van ava dibin ve girêdayî
ye. Her tiştên di jîyana mirovan de, yên mîna ziman, dîtin, kevneşopî, sazî, amûr,
pergalên danîşanan, qanûn, teknîk, berhemên hunerî û her tiştên madî û giyanî, mîna çand têne binavkirin.
Hemû tiştên madî û manewî yên civakî ku ji nifşên berê hatine wergirtin û ji yên
nû re têne hiştin, çand in.
Bi sûdwergirtina ji hewm ango pevcivînên hevbeş ên mirovahiyê
re, ji bo hêsankirina jîyanê, zanyariya nirxandina bûyeran jî, rengekî çandê
ye. Çanda gelemperî heye; mîna şofêriyê an siwariya hespan, bikaranîna çetel,
kefçî û kêr, gudarîkirina muzîkê û hwd. û çanda herêmî heye; mîna lixwekirina
şal û şapik an şalwar, mîna nexd girtin an eşîrî, axa û begîtî û çandên bi van
ve girêdayî û hwd. Bêyî ku mirov hay jê bibe, mirov di bin bandora refleks ango
hînbûniyên civaka ku tê de dijî de dimîne.
Têgîna çandê, cara yekem di sedsala 17yan de ji aliyê Samuel
Von Pufendorf ve hatiye bikaranîn û şirovekirin. Li gor Pufendorf; hemû berhemên
mirovahiyê yên ku di nav girêdaneke civakî de derdikevine holê û li dijî xwezayê
ne, çand in.
Feylosofê Alman Immanuel Kant jî, çandê weha daye nasandin:
Ji ber derûniya mantiqî ya mirovan, hemû armanc û îdealên wan ên ku dê
bikaribin bi serbestî bigihîjinê û bijînin, çand in. Feylosofek din ê Alman
Herder jî, çandê mîna şêwaza jîyana gel an jî neteweyekê şirove kiriye.
Yek ji damezrînerên antropolojiyê Edward Burnett Taylor jî, di şiroveya xwe ya li ser çandê
de weha dibêje: "Çand hevgirtiniyeke tevlîhev e ku ji zanyariyan,
baweriyan, hunerê, exlaqê û hemû kapasîte û hînbûniyên mirovan ên ji ber hebûna
xwe ya civakî girtine, pêk tê.
Bi pêşketina antropolojî û etnolojiyê re, tevlîheviya bûyera
çandê jî, bêtir aşkere
bûye û loma jî pênasî ango tarîfên wê jî zêde bûne. Antropologên amerîkî
A.L.Kroeber û Clyde Kluckhohn, di xebata xwe ya bi navê "Nêrîneke rexnegirî
li têgîn û şiroveyên li ser çandê - 1952" de 164 tarîfên çandê didin. Yek
ji van; "tevgerên hînbûyî" ye, lê ev tarîf têre nake. Lewra di jîyana
ajelan de jî, ji derveyî
tevgerên xwezayî, tevgerên ku paşê hatine girtin ango hînbûn jî hene. Tarîfeke
din; "çand ji ramanên di bîrê de ne tê". Ev jî têre nake, lewra
raman, piştî ku di ziman, tevger û hilberînên hatine afirandin de teşe digire,
dikare bibe xwedî wateyek û bi kêr be.
Çanda Populer:
Pop, tê wateya tiştê ku di nav gel de belav bûye, tê
hezkirin û li gor dilê gelakan e. Çanda populer jî, çandeke bazirganî ye. Li
ser bingeha pêşaniyê şîn dibe û ne mayînde ye. Ji aliyê îndustriya çandê ve tê
afirandin û pêşkêşkirin. Bêyî ku ji gel bipirsin, li gor derfetên xwe ew biryarê
didin dê çi bibe populer. Di çanda populer de her tişt dikare bê kirîn û
firotin. Lê ji ber ku tu çand bêyî dil û hezkirina gel nikare bi pêş bikeve,
divê gel ji xwe parçeyek bibîne, di wê çandê de. Loma jî çanda populer hin
nerazîbûn ango reksiyonên nava gel, bi taybet ên li dijî sîstemê bi kar tîne. Mînak;
gel bi rêya muzîka protest hin nerazîbûnên xwe dide der, lê dema ev muzîk di
nav îndustriya populer de ji nû ve tê çêkirin, ji rastiya xwe tê bi dûrxistin û
dibe muzîka pop. Nerazîbûna li dijî sîstemê bi amûr û derfet û rê û rêbazên sîstemê
bi xwe têne nîşandan, nava wan nerazîbûnan tê valakirin, têne bêesilkirin an jî
xesandin, dikine malên bazirganiyê û car din difiroşine gel. Bi vî rengî komên
marjînal di nav sîstemê de dihelînin û bi sîstemê re dikine yek.
Çanda populer li ser serfkariyê şîn dibe û ji aliyê medyayê
ve tê belavkirin. Loma jî bêtir li ser ciwanan bandorê dike. Lewra ciwan
dikarin bêtir serfkar bin û bêtir nûxwaz in, ji guherînan re vekirîtir in.
Medya jî, li gor daxwazên serfkariya ciwanan a rojane propagande dike. Lewra
her tişt ji bo medyayê malê bazirganiyê ye. Çand û huner û hunermend jî wisa.
Armanca esasî ya medyayê kara zêde ye. Loma jî çanda xwe, çanda
medyayê diafirîne. Çi, çawa dê bê guftûgokirin, medya dîyar dike. Dikarin
rojeva welatekî û bi deh milyonan mirovî, "carnan ev dikare bibe bi dehan
welat û bi milyaran mirov jî", bi kesekî xwedî ne tu taybetî dagirin.
Kesekî ku nexwazin, di rojekê de dikarin bikin dijmin an bikin kesekî herî ketî.
Pîyase tijî bûne "hunermend" û "welatparêz".
Mirov dikevine halekî wisa ku, êdî nikarin lêpirsînan ne ji xwe ne jî ji jîyanê
bikin. Nikarin rexne bikin. Nizanin!.. Nizanin daxwazên civakî bikin. Herkes
her ji bo xwe dixwaze. Loma jî hîn nabin, nagihên, kamil nabin û civak dirize.
Sedema esasî jî, bi îdeolojiya
wî welatî ve girêdayî ye. Sîstem dixwazin civakeke çewa biafirînin?!
Ciwan, li şûna bi tiştên grîngtir re ku jîyana wan, pêşeroja
wan eleqedar dike serên xwe biêşînin, enerjî û kela wan bi tiştên vala tê
serfkirin û sarkirin. Ku ew tişt, tu tiştekî ji bo pêşerojê, ji bo civakê, ji
bo pêşketina jîyanê bi xwe re nayînin. Dizên demê û kesayetiyê ne. Çanda
populer, xortanî û mêrxasiya ciwanan dixesîne, wan nerm dike. Êdî hosteyekî/e
baş dikare li gor dilê xwe teşe bide wan û wan bi rê bixe. Sîstem jî ji xwe re ji wan hevîran keriyên
pez, colên pez diafirîne. Çanda populer, spopa ewlakeriyê ya sîstemê ye.
Di çanda populer de her tişt li ser îmajê ava bûye. Kî ye, çi
ye pir ne grîng e. Medya di aboriyê, sîyasetê, sporê û hunerê de "stêrk"an
diafirîne. Eger dê tiştek bê gotin, bi van kesan didine gotin û ji xwe tiştê ku
dê bêjin ji berê ve hatiye dîyarkirin. Ev nêrîna medyayê ye ku milekî sîstema
kapîtalîzmê ye.
Îdeolojî û çanda Amerîkayê her ku diçe li hemû cîhanê belav
dibe, lewra mîna her tiştî, serdestiya çandê jî bi hêza aborî ve girêdayî ye.
Loma jî zahmet e ku di demeke kin de li dijî îdeolojiya Amerîkayê ya serdest
tiştek bikaribe bê kirin. Li welatên Rojava tevgerên li dijî globalîzmê hene, rêxistinkirî
ne jî û dengê wan jî car caran tê bihîstin, lê ev tiştek ku bi pêşketina
demokrasiyê ve bi sermayê ve girêdayî ye. Di salên 1970yî de UNESCO yê li dijî
Amerîkayê hin biryar girtin, lê UNESCO bi giranî ji aliyê Amerîkayê ve dihate fînanse
kirin. Loma jî biryarên ku hatin girtin, nikaribûn pêk bên.
Çavkanî: 1- Ansîklopediya Ana Britanica 2- "Popüler kültür
ve yüksek kültür" Herbert J. Gans, Weşanên Yapi Kredî Mijareke pir zêde
berfireh û ji gelek şiroveyên cuda re vekiriye. Li ser vê mijarê gelek lêkolîn û
şiroveyên hêja jî hatine kirin. Loma jî dema mirov bixwaze lêkolîneke berfireh
li ser vê mijarê bike, mirov nikare bi tenê bi gotarekê bi sînor bike. Ez jî îddîa
nakim ku ez ê nirxandineke berfireh li ser vê mijarê bikim, lê bi qasî ji hêza
min bê û bikaribim bi du beşan bi sînor bikim, ez ê hewl bidim li ser vê mijarê
û di dawî de rewşa civak û çanda kurd de hin tişt bêjim.
Dê
bidome!..
Mahabad F. Arda
[email protected]