Di sala 1939an de faşîst û xwînrijê alman, tewanbarê mirovahiyê Adolf Hitler, Polonyayê dagir kir û 2.Şerê Cîhanê da destpêkirin
Dem: 1 Îlon(Çiriya
pêsîn) 2007 şemî
Di sala
1939an de faşîst û xwînrijê alman, tewanbarê mirovahiyê Adolf Hitler, Polonyayê
dagir kir û 2.Şerê Cîhanê da destpêkirin.
Neteweyên
Yekbûyî (NY) ji bo car din şerekî weha ku bûye sedema kuştina bi milyonan
mirovan, wêrankirina bi sedan bajarî neqewime, di sala 1946an de vê rojê, ango
1ê îlonê, Roja Aştiya Cîhanê îlan kir.
Lê li gor îstatîstîkên
fermî, ji sala 1946an û vir ve seriya 25 milyon mirov di şeran de mirine ji 40
milyonî zêdetir mirov jî, ji cî û war û welatên xwe bûne û koçber bûne, an bi
zor hatine koçkirin. Her wiha dîsa li gor hejmarên fermî, li cîhanê li beramberê
her dolarekî ku ji bo aştiyê tê xerc kirin, ji bo çekan 2 hezar dolar tê
xerckirin.
Li her çar
parçên Kurdistanê û bi taybet li Bakurê Kurdistanê jî şer ranaweste. Di van demên
dawî de hîn germtir bûye. Çekên hovane yên li dijî mirovahiyê bi kar tînin.
Dijminên koka me bi şervanên azadiyê re, xweza me jî dişewitînin heya bigihêje
ajelên welatên me, bi van çekan tune dikin. Qêrîna dayikan ji kuçe û kolanên
welatê me kêm nabe. Kuştin her para me ye dîsa. Dilê me disojin!..
Li Başûr, hîn
dengê hewar hewara komkujiya Şengalê nehatiye birîn, hîn xwîna zarok, jin, mêr,
kal û pîrên kurd li kuçe û kolanên kavil ên Şengalê ziwa nebûye.
Li Rojhilatê
Kurdistanê devê tifinga dijmin ji ser eniya me nehatiye rakirin, benê li destê
wan ji qirika me nehatiye deranîn. Her roj bombebaran e. Dîsa gund vala dibin,
dîsa xweza tê wêrankirin.
Li Başûrê
Rojava, hîn doh bû em di serîhildanan de şehîd bûn. Hîn jî bi tu awayî em nayêne
naskirin û ne xwedî tu mafî ne.
Di rewşeke
weha de aştî?!
Lê dîsa jî
em bê hêvî nînin. Dê rojek kevoka aştiyê li ser asoyên welatê me jî bifire, bi
per û baskên xwe li ser me baweşîn bike û em ji kelekela şer hênik bibin û car
din xweşî, evîn, biratî û dewlemendî bibe para me jî.
1ê Îlonê
Roja Aştiya Cîhanê li hemû mirovahiyê pîroz be.
Mahabad F.
Arda