Iraqa Sedam ne hêzeke wekîl a Îranê bû. Dema serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ji Îranê re behsa destwerdana plankirî ya Amerîkayê kir, wan bi gotina "bawer nekin" bersiv dan. Pir dixwestin. Bi hêvî bûn ku ev pêvajo dê di demek dirêj de li wan were.
Plan ew bû ku destwerdana Iraqê bikin, dû re li bin ala têkoşîneke dij-emperyalîst Iraq dê biketa bin destê Şîayan. Bi hezaran xwekujên zindî yên di mizgeft û bazaran de xwe teqandin, ji bo vê armancê xizmet dikirin.
Ji aliyekî din ve, Sûriye wekîlê Îranê bû. Di demekê de ku Rûsya, hêza super a li pişt Sûriyeyê, heta sala 2014’an bi dagirkirina Qirimê mijûl dibû, Îran li ser erdê bû ku rê li ber hilweşîna rejîma Esed bigire. Dema eşkere bû ku Îran pêvajoyê kontrol dike, Rûsyayê di sala 2015’an de dest bi tevlêbûna cidî li ser erdê kir.
Gelo destwerdana Îranê ya ku em bi salan e hewl didin pêşbînî bikin, bi heman awayî pêk hat? Gelo Rûsya ji ber ku li Ûkraynayê westiyaye dûr ma? Gelo Çîn dê bêje "Ez nikarim Taywanê jî biparêzim, ma ez dikarim ji bo Îranê çi bikim!"?
100 salên pêşiya me dê ne bi hêvî û armancên kesî belî bibe. Dê bi encamên çi, kengî, çawa û li ku belî bibe. Ne bi “çima?”
Dibe ku çavên Rûsya, Çîn, Koreya Bakur û heta Turkî do tê nedibirî ku piştgiriya Îranê bikin, lê fernsendên sibê ji bo aktorên cûrbecûr jî hene. Ji bo piştgiriya Îranê, Çîn ne hewce ye balafirên Amerîkî li ser Îranê an Kendava Farisî bixe xwarê. Di şûna wê de, ew dikare hilbijêre ku li Taywanê bi Dewletên Yekbûyî re werin hemberî hev di demekê de ku aliyê Amerîkî stokên xwe yên leşkerî xilas kirine û piştî zêdetirî sê mehan plansaziya şer ketiye qonaxek dirêjkirî û neplankirî.
Dibe ku berî Çînê jî Ûrisya surprîzekê bike û şerekî tu kes ne li hêviyê ye bide destpêkirin. Ev rîsk û îhtîmal çend meh berî şerê Ukraynayê eşkere bû û ev yek ji wan sedeman bû ku AUKUS di 15’ê Îlona 2021’an de hate damezrandin - tam ji bo xurtkirina parastina Taywanê, bi zanîna ku NATO dikare ji ber endamên mîna Tirkiyeyê were asteng kirin. Ji xwe di wê salê de, kirîna keştîyên şer, binavî û çavkaniyên din tenê ji bo vê armancê hate ragihandin.
Her çi qas tevahiya Bloka Rojhilat hêviyên xwe bi Çînê ve girêdide jî, ji bo Çînê ne tenê komkirina hêzê girîng e, lê bi qasî wê girîng e ku pencereya stratejîk ji dest nede.
Dema ku Rûsya ket şerê Ukraynayê, divê wê hêvî bikira ku Ukrayna bi tenê nemîne, û dibe ku wê plan kiribe ku barê li cihê ku pêwîst be bi hevalbendên din re parve bike. Dibe ku fikir ew bûya ku pêvajoyek di heman demê de li ser çend eniyan zextê li Rojava dike, avantajtir e. Li dijî stratejiya Rojava ya bidestxistina demê û pêşîgirtina li belavbûna şer, stratejiya Rojhilat a tengkirina demê heye. Ji ber vê yekê, Şerê Pasîfîkê ne tenê bi cih û çawaniya şerkirinê, lê bi kêmanî bi qasî dema ew dest pê dike, dê were destnîşankirin. Di hevrêziya siyasî û leşkerî ya Bloka Rojhilat de, rola Rûsyayê eşkere bûye. Di bin serokatiya Putin de, ev eksena reng digire, ku bi bilindbûna aborî û teknolojîk a Çînê ve tê temam kirin.
Îran, Koreya Bakur, Turkî û Pakistan di vê qada jeopolîtîk a berfireh de wekî aktorên piştgir ên alîgir xuya dikin, di heman demê de Macaristan û Slovakya li Ewropayê girêdanên nazik pêk tînin ku bi mîxwerê re têkilî hene.
Destwerdana li Venezuelayê, mîna avakirina AUKUSê, amadekariyek bû. Dûrxistina welatekî ku xwediyê mezintirîn rezervên petrolê yên cîhanê ye ji bandora Bloka Rojhilat, tê wateya kontrolkirina bikaranîna petrolê û bihayên petrolê di şerê mezin ê pêşerojê de. DYA hîn jî navenda pergala cîhanî ye û divê bi Bloka Rojhilat a bi serokatiya Rûsyayê re rû bi rû bibe. Hêza DYA’yê li ser sê stûnan disekine: pergala darayî (serdestiya dolar), binesaziya teknolojîk û torên hevpeymaniya leşkerî.
Di têkoşîna cîhanî ya ji bo hegemonyayê de, YE, Kraliyeta Yekbûyî û Îsraîl ne tenê aktorên herêmî ne, lê belê pirzêkerên girîng in ku kapasîteya stratejîk a Bloka Rojavayî xurt dikin. YE bi giraniya xwe ya aborî, rêziknameya darayî û hêza xwe ya normativ, di heman demê de reflekseke ewlehiyê ya nû li dijî gefa Rûsyayê pêş dixe. Îsraîl li Rojhilata Navîn teknolojiyê, îstîxbarat û şiyanên leşkerî pêşkêş dike ku ji herêmê wêdetir dirêj dibin û di mîmariya cîhanî ya Dewletên Yekbûyî de roleke stratejîk dilîzin. Di nav vê avahiyê de, bloka Rojavayî di bin serokatiya Dewletên Yekbûyî de ne tenê sîstemeke hevpeymaniyê ye, lê toreke hêza cîhanî ya pir-qatî ye ku tê de darayî, teknoloji, îstîxbarat û hêza leşkerî tê de yek dibin. Ji ber vê yekê, di pevçûneke gengaz a Pasîfîkê de, bloka Rojavayî xwedî kapasîteya afirandina zexteke stratejîk a hevdem e, ne tenê bi rêya herêma Asya-Pasîfîkê, lê di heman demê de bi rêya Ewropa û Rojhilata Navîn jî.
Li vir faktora Hindistanê dibe krîtîk. Xêzeke jeopolîtîk li dijî Çînê tê avakirin ku tê de Hindistan her ku diçe wekî giraniyek dij-giraniyê de bi Rojava re tevdigere. Nakokiyên sînor, pêşbaziya li Okyanûsa Hindî û Pasîfîkê û ji nû ve bicihkirina aborî Hindistanê dike lîstikvanek nerasterast lê biryardar di hevkêşeya Pasîfîkê de. Êrîşeke muhtemel a Çînê ne tenê dê li ser Taywanê be, lê dê şikestinek pir-qatî biafirîne ku dê hevsengiya hêzê li Asyayê bi tevahî ji nû ve şekil bide.
Di vê lîstika şetrencê ya stratejîk a mezin de, dem bûye faktora diyarker. Nirxandina Şerê Pasîfîkê dikare di Gulan an Pûşperê de dest pê bike ne xelet e. Ji bo operasyoneke amfîbî, şert û mercên hewayî, pêl û dîtin ji hêla stratejîk ve girîng in. Ew demek e ku hem amadekariyên leşkerî temam dibin û hem jî pencereyên siyasî herî vekirî ne - asteke krîtîk.
Şerekî ku li herêma Pasîfîkê derkeve, dê bi pevçûneke herêmî ya di navbera du hêzan de raweste. Bûyereke wiha dê pêvajoyekê bide destpêkirin ku tê de tengezariyên jeopolîtîk ên ku demek dirêj kom bûne di heman demê de derkevin holê. Ji ber vê yekê, divê Şerê Pasîfîkê ne wekî eniyeke yekane, lê wekî xala destpêkê ya dînamîkeke kaosê ya piralî ya cîhanî were dîtin.
Eger ev xet di heman demê de werin çalakirin, encam dê ne şerekî cîhanî yê klasîk be, lê belê dê pevçûnek cîhanî ya pir-qatî be ku bandorên wê pir dûrtir bin. Ger krîza li Pasîfîkê kûrtir bibe, pir mimkûn e ku Moskow bi careke din danîna eniya Rojhilatê Ewropayê di tevgerê de bertek nîşan bide. Eniya Ewropayê yek ji rêbazên herî bibandor e ji bo parvekirina bala û çavkaniyên Rojava. Di heman demê de, ew ê refleksa ewlehiyê di nav NATO’yê de tûj bike û ji nû ve leşkerîkirina Ewropayê bilezîne.
Îran di vê hevkêşeyê de demek dirêj e wekî "Maka Mêşan" a Bloka Rojhilat derdikeve holê. Gelo Putin, ku bi berdewamî behsa pergala nû ya cîhanê dike, bi rastî ji bo Îranê cihek heye - an jî ew dibîne ku Îranê wekî darekê feda bike û li şûna wê rolên wê bide Tirkiyeyê? Tevger dê biryarê zelal bike. Guman heye ku Îran ji hevkêşeyê were derxistin û Tirkiye li ser navê Bloka Rojhilat rolek çalaktir bigire. Veguhestina teknolojîk a dijwar bo Tirkiyeyê divê di vê ronîkirinê de were dîtin. Xetên tengezariya dîrokî û stratejîk ên Tirkiyeyê bi aktorên wekî Îsraîl û Yewnanîstanê re dikarin bibin pevçûnek berfirehtir. Ya ku bi rastî vê eniyê dimeşîne ne aktorên takekesî ne, lê xwezaya valahiya hêzê ne. Dema ku hevsengiya li Rojhilata Navîn têk diçe, pevçûn dikarin bi lez bibin pir-aktor û bêkontrol - ev aliyê herî nepêşbînîkirî yê şerekî cîhanî ye.
Şerê Ukraynayê xizmeta stratejiya alîyan a westandina hevdu kir, lê şerê Pasîfîkê dê xizmeta şerekî sîstemîk bike. Destwerdana Îranê di navberê de hewldana Rojava ye ji bo afirandina hevsengiyek di navbera van her du şeran de.
Ev wêne Bloka Rojhilat ber bi navendeke yekane ve dibe: Çîn îro ne tenê hêzek aborî ye, lê hilgirê yekane alternatîfa sîstemîk e ku Rojhilat dikare pêşkêşî Rojava bike.
Çîn bilind dibe, lê girêdayî ye. Mezin dibe, lê nazik e. Ew bi biryareke dîrokî re rû bi rû ye: bi entegrebûna di nav pergalê de bilind bibe, an jî ji bo ji nû ve avakirina pergalê bikeve ber dijberiyê. Dema ku vê biryarê dide, çavê xwe li derfetên ku Rûsya û Îran diafirînin digire.
Wergera Kurmancî: Samî Candan