Li dinyayê tevahî pergalek nû tê avakirin, di koka xwe de ev pergal, di serî û dawî de aborî ye. Lê kirasên dînî, netewî û civakî jê re tên dirûtin. Şerê ku niha dibe, şerê rêyên bazirganiyê ne, rêyên deryayî, rêyên girêbend (girêkên) tengavî û girêkên bejahî ku wan rêyan bi hev girê didin.
Di teqîna dawî de, di şewata dawî de, em kurd dê çi alî bigirin û bi kê re hevpeyman bin? Dibe ku pir kes bibêjin, em ê li aliyê xwe bin. Helbet e her kes aliyê xwe digirie, lê çawa û bi kîjan aliyê hevpeyman re? Yên ku guherînên nû baş dişopîne, lê ne tenê bi nûçeyên rojane ku pir caran rastiyên berevajî nîşan didin. Di her şerî de ragihandin yan şerê derûnî dest pê dike da ku rastiyê pêşî bikuje û tiştekî berevajî rewşê hêdî hêdî ava bike. Dinya bi tevahî di nava şewateke mezin de ye, tevî ku tevahiya dinyayê ji me re pêwîst e da ku em têbigîjin li herêma me çi dibe. Li vê herêmê ku nifira cografiyayê em di navendê de, kom kirine, her agirek pêşî me dişewitîne, em di çaviya êtûnê de ne. Xaka Kurdistanê girêka herî pêwîst e, di rêyên aboriyê de, her weha jî bi xêr û bêrên xwe pir zengîn e, ji bo vê yekê jî, dibe meydanek şer ya bingehîn.
Pergala cihanî bi tevahî têk diçe, cihana sibe dê tiştekî cudatir be ji ya îro. Hin dewlet têk diçin, hin gel tune dibin, dewletên nû tên avakirin. Di vê guherîna tûj û bilez de, dê kurd çawa xwe biparêzin û çawa bi ser bikevin?
Bi qasî em rewşa dinyayê dibînin, têkiliyên navdewletî li ser berjewendiyan ava dibin. Dijminê îro dikare bibe dostê sibe û berevajî wê jî rast e. Demokratî jî tenê kirasek e, li ser bingeha berjewendiyan tê dirûtinn û pêşkêşkirin. Dibe ku gelek bipirsin, berjewendiyên dinyayê bi me re çi hene? Welatê me dagîrkirî ye, xêr û bêrên wî di destê dijminê me de ne, em dikarin çi bidin hêzên din? Di vê tenûra ku dişewitînin em hene û di çaviya wê de ne, şewata ku dibe ji bo amadekariya pirojeyên mezin in. Eger em hebin û bê me nikaribin wan projeyan ava bikin, bi awayekî din yan em bibin aliyek ji wan projeyan yan jî metirsiyek ji bo avakirina wan bin. Ew metirsî bibe zerarek bêtir ji xêr û bêrên niha hene û ne di destên me de ne. Yanî bi awayekî din ew hêzên mezin bê me nikaribin projeyên xwe bibin serî û bêçare bibin bi me re ava bikin. Di vê xalê de, em dîsa vedigerin ser yekîtiya kurdan ya netewî ku berê me pir caran li ser nivîsîbû. Kurd amade ne ku hemî rê û rêbazên xwe yên siyasî, olî, civakî, aborî û leşkerî biguherînin û bikin yek û li ser yek armancê û bi yek biriyarê kar bikin. Bi dîtina min kirîza nasnameyê di nava kurdan de rê nade. Hişmendiya kurdan negihîştiye wê radeyê ku bi awayekî dewletî û li ser bingeha dewletbûnê xebatê bi hev re bikin. Ev yek bi xwe ye ku hêzên mezin wan wek hevpeyman nabînin, tenê wan bikartînin û rolên demikî didin wan û di dawiyê de dest ji wan berdidin û dikin pariyên devê hovan. Dîroka şer û cengên Kurdistanê heta niha bi vî awayî derbas bûye? Lê gelo tevgerên siyasî yên kurdan ders ji vê yekê girtine? Yan hîn jî wek eşîr, êl, şêx tevger dikin?
Di van guherînan de, saziyên netewî bi tevahî têk çûne, bûne navên bênaverok. Yekîtiya Netewên Yekbûyî û hemî saziyên girêdayî wê, saziyên mafên mirovan, saziyên leşkerî mîna Nato û yên din lawaz û bêkar bûne, tenê bi nav mane. Di teniştê de hewildanên nû tên kirin ku saziyên cuda ji nû ve ava bibin. Niha li Rojhilata Navîn bi qasî ku xuya dike hevpeymanên nû tên avakirin yan jî hewildanên avakirina wan tên kirin. Israel û hevalbendên wê, Tirkiya û tevgerên welatên sunî û dibe ku di demên pêş de Îran û Şîa jî tevî wê bibin, yan jî hevpeimaniyeke Sunî û Sîî çêbibe, dibe ku hin dewletên europî jî tevî vê hevpeymanê bibin û di serî de Birîtaniya.
Em kurd cihê xwe li ku digirin?
Em dîsa dibin leşkerên islamê û di bin siya mîsaqa milî ya tirkîyê de dimînin? Wek ku berçav niha weha xuya dike, mîsaqa milî li ser kurdan dikeve rê, dibe ku bi awayekî din be, bi navê rêveberiya herêman, bi navê waliyên kurd li van herêman, yan jî bi navên partiyên siyasî, yan bi çi navî dibe bila bibe. Heta niha hêviya min ew e ku kurd ji bo parastina xwe ji bo vê demê vê yekê dikin, yanî li ser wext dilîzin û hêvî dikim ku weha be. Di şerên mezin, yên ber bi guherînan ve diçin divê her alî aliyên bi hêz bigire, yan naxwe di encama şer de têk diçe û dikare bibe komkujiyeke mezintir. Di sed salên derbasbûyî de, nîvên kurdan xwe wendakirine, ji xwe û dîroka xwe ketine û bûne dijminê xwe. Nîvê kurdên li Sûrî dimînin bûne ereb û xwe ereb dibînin. Nîvê kurdên Tirkî bûne Tirk û xwe tirk dibînin. Her weha li başûr û rojhilat jî weha çêbûye.
Pirojeya Mîsaqa milî dîsa dikeve rê
Ev piroje pilana dewleta tirk e, lê dixwaze bi awayekî din li gora demê birêve bibe, vê pirojeyê bi êrîşên daiş dest pê kir. Ji girêbenda Şengalê dest pê kir, ev girêbend ku dikare petrol û gaza Îrakê, Sûrî û Tirkî bi hev girê bide û pişt re jî ya Îranê û Qetrê. Êrîşên daiş berê xwe dan Kerkûkê û tevahiya Kurdistana Başûr û her weha Rojavayê Kurdistanê ve herikîn. Qehremaniya şervanên kurd û di serî de, şervanên apoyî rê li pêşiya vî pilanî girtin heta dema têkbirina daiş. Ji bo ku ev pilan ji nû ve bikeve rê, pêwîstiya Tirkiyê bi têkbirina Rojava hebû. Bi Tirkiyê re di serî de Birîtaniya li ser vê yekê kar dikir. Parêzerê Iblîs jî Barak bû ku di rastiyê de nûnerê Tirkiyê ye bêtir ji Amerîka. Firmên serokê Amerîka, zavayê wî û kurê Ardoxan û hin firmên Amerîkî din û birîtaniyan bi hev re ev piroje birêve birin.
Çi li Rojava kirin?
Niha weha didin xuyakirin ku tevahî siyseta QSD şas bû, biratiya gelan dixwestin, dûrî netewa kurd bûn û apoyî bi tevahî dijminên kurdan e. Ev jî lîstikek mezin e ji aliyê Tirkiyê ve dimeşe. Lê peyayên wan yên kurd pir in, di nav hemî tevgerên siyasî de, bi navên rewşenbîran, bi navê xweparêz û gendelan û piranî jî bi navê kurdên têkçûyî û xwewendakirî.
Helbet e şaşîtiyê QSD jî hebûn. Kesên ku siyaseta kurdî dikin, li hawîrdorên xwe wek ku di nav zeviyeke mayînan de bimeşin, her carekê yek bi wan de diteqe, yan rê li ber wan digire ku şaş herin.
Ev çend hevok min dixwest bibêjim ku diyar bikim ne biratiya gelan, ne jî netewa demokratî û ne jî dûrbûna netewî û ne jî pirsek siyasî din bûn ku hişt ew êrîş bê ser Rojava. Bi tevahî berjewendiyên aborî yên hin amerîkiyan, malbata Ardoxan û Birîtaniya bûn. Hêzên din yên navnetewî û herêmî jî li gora berjewendiyên xwe nêzî wan bûyeran dibin. Bi awayekî din ji bilî Tirkiyê kesek ji wan hêzan dijminê me kurdan nîn e, lê ew xwediyên berjendiyan e. Eger dijminekî me hebe perçebûna me ye, nehişmendiya me ye dûrbûna me ji me ye, şerê me yê dînî, eşîrtî û êlî ye ku me êl, dîn, eşîr kirine partî û tevgerên siyasî.
Ev şerê li Rojava hat kirin pilana Tirkiyê ye ku li aliyekî li ser tunekirina PKK û hêzên pê re girêdayî û destpêkirina Misaqê Milî ye. Gavên bi ber vî Misaqî ve diçin:
1. Vegerandina weqfa milî osmanî û her weha vegera milkên axa û paşayên kurd: Ji bajarên mezin wek Şam û Helebê bi weqfê dest pê kir
2. Sibe jî dê li tevahiya Rojava bi milkên osmaniyan yên di destên axa, paşa û muxtarên kurd de, wan zeviyan bike milkê Tirkiyê.
3. Vekirina rêyên tirênê di navbera Sûrî, Tirkî û Îrakê de
4. Ji niha ve bi hezaran barhigirên petrolê ji Îrakê di ser Reqayê re û ber bi Tirkiyê ve dikişîne
5. Vekirina sînorên Tirkiyê bi ser Sûrî û Rojava ve
Di demên pêş de, Sûrî tevî Rojava bi tevahî dibin milkê Tirkiyê, bi rêya şêx, walî û serok eşiran dê birêve herin. Wî wextî Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dorpêç dibin ew jî dikarin bi heman rêyan bibin parêzgehên Tirkiyê. Ne pêwîst e ku ev beş dagîr bibin, dikarin di rêyan aborî de bên dagîrkirin.
Lê çi kelem di vê rê de hene?
Ev awayê şer bi tevahî li hember Israel tê meşandin, lê bi qasî Israel jî li hember kurdan. Kurd di navenda agirê vî şerî de û li ser xaka wan tê birêvebirin. Dibe ku hin alî bibêjin Israel û tirkan jî, li ser vê yekê lihev kirine, lê ev hinekî dûrî rastiyê xuya dike. Tirkiya niha ji hevpeymanekî israelî derbasî dijminekî wê bisûd dibe, bi awayekî din cihê Îrana berê digire. Eger em bipejirînin ku Israel bi Tirkiyê re lihev kiriye jî, em ê çima bibin êzingên şerê wan? Em ê çima xwe û gelê xwe di vî şerî de bişewitînin? Bi qasî ku ji vê rewşê diyar dibe, ne mumkin e ku pirojeyê Tirkiyê bi ser bikeve. Em ê çima xwe bi Tirkiyê re tune bikin? Bi awayekî din eger em nikaribin bi Israel re kar bikin, em ê çima bibin leşkerên Tirkiyê? Ya rast ew e em niha biriyareke weha negirin û hinekî aram bimînin ka rewş bi ku ve diçe. Di projeya aşîtiyê ya bi Tirkiyê re gelek tişt xuya dikin. Tirkiya hîn jî bi israr dibêje tunekirina terorê, lê terora kê, ya dewletê yan ya PKK? Helbet e aliyê Tirkiyê PKK wek teror dibîne û dixwaze wê li her alî tune bike. Eger ew tune bû, kî aliyê kurd dikare li ber xwe bide? Û hema di vir de êrîşên wan yên hov li hember vê tevgerê diyar dikin û teqez dikin û tînin ziman eger me PKK têk bir em dê bi ser bikevin. Di rastiyê de jî, ev heye. Bê hêza PKK kîjan hêza kurdî bi serê xwe dikare li hember Tirkiyê rawest e.