1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. ÇEND MÎNAKÊN JI DÎROKA BIDESTGIRTINA DIJMINAN Û AWIREK LI SER ROJA ME
ÇEND MÎNAKÊN JI DÎROKA BIDESTGIRTINA DIJMINAN Û AWIREK LI SER ROJA ME,çend,mînakên,ji,dîroka,bidestgirtina,dijminan,û,awirek,li,ser,roja,me

ÇEND MÎNAKÊN JI DÎROKA BIDESTGIRTINA DIJMINAN Û AWIREK LI SER ROJA ME

A+ A-

 

Mahabad Felat

Salahaddîn û Richardê Dilşêr (Lionheart - 1192): 

Di pêvajoya sêyemîn êrîşa xaçparîzan de (1189–1192), Salahaddînê Kurdî li dijî serhildanên xaçparêzan şer kir. Tê zanîn ku xwişka Salahaddîn bi xwe jî, bi şûrê fermandarekî Richard ve bi xayîntî û hovîtî hate kuştin. 

Piştî salan û şerên giran ku gelek xwîn rijiya, Salahaddîn û Richard di sala 1192an de bi destê hev girtin û şer ji bo demeka kin bi lihevkirinekê bi dawî bû.

 

Hitler û Stalin (1939): 

Almanyaya Nazi û Komara Sovyetê dijminên hev ên îdeolojîk bûn. Di şerê her du aliyan de, di encama êrîşên naziyan de bêtir ji Sovyetê, ji her du aliyan 35 milyon mirov hatin kuştin. 23ê Tebaxa 1939 de, wekî rêxistinê Molotov-Ribbentrop, Hîtler û Stalîn bi destê hev girtin, li ser peymanekê li hev kirin. Lê Hîtler pê li peymanê kir û di sala 1941î de Sovyetê dagir kir. 

 

Churchill, Roosevelt û Stalin (1943–1945):  

Li gel cudahiya îdeolojîkî ya navbera DYA, Îngilistan û Sovyetê de jî, neçar man li dijî Hîtler hevpeymaneke tevkariya pêk bînin. Di encama vê biryarê de, li Tehranan (1943), Yalta (1945) û Potsdamê (1945), di navbera van welatan de civîn pêk hatin û gelek caran bi destê hev girtin. Di encama vê tevkariyê de jî Hitler şikest, lê piştî serkeftina vê tevkariyê, Şerê Sar ê navbera DYA û Yekîtiya Sovyetê dest pê kir. 

 

Mustafa Barzanî û Saddam Hussein (1970): 

Piştî salên dirêj şerê pêşmergeyên Kurd ê li dijî hukûmeta Beas a Iraqê, di sala 1970yî de, di navbera Mustafa Barzanî û Saddam Hueseyîn de  hevpeymaneka demkurt a xweseriyê hat îmzekirin. Piştî demeka kurt, Saddam pê li vê peymanê kir û şerê Enfalê li dijî kurdan da destpêkirin. Di encamê de nêzî 200 hezar kurdên sivîl bi komî û barbarî hatin kuştin. 

 

Richard Nixon û Mao Zedong (1972): 

Amerîka û Çîn ji ber Şerê Koreyê bûbûne dijminên hev û du. Di sala 1972an de, serokê Amerîkayê Richard Nixon û Mao Zedong li Beijingê bi destê hev girtin. Ev têkilayî bû destpêka têkiliyên dîplomatîkî di navbera her du welatan de. 

 

Celal Talabanî û Saddam Hussein (1991):  

Piştî komkujiyê, hewldanên bazariyê hatine dayîn. Piştî komkujiyên Enfal û Helebçeyê yên bi biryara Saddam pêk hatin, di sala 1991î de, Jalal Talabanî û Saddam li ser hin bazariyan bi hev re têkilî danîn. Mîna hemû carên din, ev hewldan jî encameka baş negirt û Seddam heya di sala 2003an de ket jî, pêkutî û komkujiyên li dijî kurdan domand.

 

Masoud Barzanî û Saddam Hussein (1996): 

Piştî şerê navxweyî ya navbera PDK û YNKê, Barzanî li dijî YNKê alîkarî ji Saddam xwest. Saddam di sala 1996an de bi 30.000 leşkeran Erbîl dagir kir û radestî PDK’ê kir. Piştî wê, Mesûd Barzanî û Saddam Huseyn bi destê hev girtin. Ev hevkariya Barzanî bi Saddam re bi tundî hate rexnekirin, lê di encamê de PDK û YNK di sala 1998an de gihiştin hevpeymanekê. 

 

Yitzhak Rabin û Yasser Arafat (1993): 

Piştî şerekî dirêj, serokê Îsraîlê Yîtzhak Rabîn û serokê PLOyê Yaser Arafat di sala 1993an de li paytexta Norveç Osloyê peymana aştiyê îmze kirin. Ev aştî zêde nedomiya û Rabîn di sala 1995an de hate kuştin. 

 

Ronald Reagan û Michail Gorbatchev (1985–1988): 

DYA  û Yekîtiya Sovyetê serkêşiya serdema Şerê Sar dikirin. Li gel vê yekê jî, serokê DYAyê Reagan û yê Sovyetê Gorbatçov pêvajoyeka gotûbêja ji bo aştiyê dane destpêkirin. Di vê çarçoveyê de gelek caran civînên mezin hatin li dar xistin. Di encama van civînan de, di 8ê berfanbara sala 1987an de di navbera her du serokan de peymana INF (Intermediate-Range Nuclear Forces Treaty) hate îmzekirin. Li gor vê peymanê wê her du welat jî hejmara çekên xwe yên kîmyewî kêm bikirana. Peyman heya ketina Yekîtiya Sovyetê sala 1991î domiya. Bi vê re hate gotin ku dawî li Şerê Sar jî hat, lê di rastiya xwe de, ev şerê navbera Rojavayê cîhanê û Rojhilatê cîhanê de hîn jî bi rengên cuda didome û di roja me de ev şer ji aliyê gelek aliyan ve wekî ”Şerê Cîhanê yê 3em tê” binavkirin. 

 

Masoud Barzanî û Recep Tayyip Erdoğan (2013):  

Hevkariya aborî ya navbera Hukûmeta Başûr û bi taybet PDKê û Tirkiyeyê de, bi hevkariya leşkerî û îstixbarî dijmiya û berfireh bû.  Lê ev hevkarî û gelek caran bi destê Erdogan û Îstixbarata tirk girtin, rê li ber dijayetiya dewleta tirk a li dijî Referandûma Serxwebûnê (2017), negirt. Erdogan bi tundî û aşkere, vê dijayetiya xwe bi gefxwarinên giran da der. 

 

Kim Jong-un û Donald Trump (2018): 

Korea Bakur û DYA ji serdema Şerê Koreyê (1950-1953) ve dijminên hev in. Di 12ê pûşpera sala 2018an de serokê DYAyê Trump di civîna bilind a li Sîngapûrê de, bi destê serokê Koreya Bakur Kîm girt. Li gel vê jî, têkiliyên navbera her du welatan baştir nebûn û Koreya Bakur programa xwe ya çekên kîmyewî domand.  

 

Bi destê dijminan girtin, di dîrokê de gelek caran hatiye dîtin. Lewre ev encama xwezaya şer e. Lê gelek ji van bidestgirtinan û lihevhatinan jî taktîkî bûne, ji bo karkirina dem û derfetan hatine kirin û loma jî peymanên hatine îmzekirin jî an bi temamî an bi giranî pêk nehatine û şer an ji ciyê mayî, an jî bi amûr û şêwazên cuda, di navbera aliyan de domiyaye. 

 

Loma jî, di rewşên wiha de, zanîn, agahî, têkilî, xwebirêxistinkirin, amadekarina civakî û leşkerî ji her demê bêtir grîngî digire. Lewre naîfî dikare bibe mirin û têkçûn. Lê hişyarî û xurtî, dikare rê li ber amadekarî û niyetên xirab jî bigire û rê li ber têkiliyên xurt jî veke. 

 

Loma ku dema hevdîtina Mazlûm Ebdî û Colanî tê nirxandin, divê ev hemî xal û mînakên dîrokî li ber çav bêne girtin. Lewre gotin û helwestên nezan û erzan, niyet û armanc çi dibe bila bibe dikarin destê dijminan xurt bikin.