Şerê Samiyan,şerê,samiyan

Şerê Samiyan

(Îslam – Huzbullah/Ayetullah û Îsraîl.) Çi ji me re?!!!!!!

A+ A-

 

Bawerî, dîn, hêz û bîrdoziyek rastiya wê çi dibe bila bibe, eger serdestiya bîr, mejî û koteka heyî bidestxistibe, rastiya wan xistina berpirsiyariyê jî dijwar dibe, heta kuştina rexnegir, yan jî dijber bi fermaneke xwedayiyê bêdad rewa dikin. Îro li welatê îslamê ji ber serdestiya kotekê ev dada ji dadweriya mirovî û xwedayî dûr sertdest e. Bista mirov rastiya wê li ber çavan raxîne, gişt dibin dijmin, Kujêrên bi navê xwedê (Huzbullah) jî ji bo kuştinê dikevin nava pêşbirkekê.......

 

Hemû tevgerên îslamî tenê Kurd weke hedef girtine

 

 Di serdema belavbûna îslamê de hêzên herêmê Bîzans û Sasan ji ber şerê ku ji sedsalî zêdetir kudandibû, ji xar ketibûn, hêzeke wek çeteyan jî dikanî ew têk bibirana, eger hêza wan ya berê ba, dinek bi navê îslamê jî nedibû. Di wê serdemê de li rojhilat jî, Goktirkan êrişê Sasaniyan dikirin, ji wê Sasanî ji herêmê kişyan, Di heman demê de Patrîkxaneyên Ermeniyan û ya Süryaniyan bi Omer bin Xatap re peymana aştiyê û dostaniyê imzakiribûn. Omer walîyekî jî şandibû Ermenîstanê. Xiristiyanî û cihûtî jî baweriyê Samîyan bûn, ji wê wek bawerî û bingehê îslamê (Heq) dihatin dîtin, lema wam ti zirar ji ârtêşa Omer bîn Xatap nedîtin.  

Kurdên bê rexistinî û bê hêz li ber destê Artêşa Omer bîn Xatabê ku Huzbillah û Ayetullahê yekem û xwînxwarê bêperwa bû, ma. Di wê serdemê de gelek kîlîseyên Ermenî û Süryaniyan her wiha mizgeftên mislimanan li ser avahiyên Mîrgeh û Atêşgedehan hatin avakirin. Di vê warî de li gel piraniya belgehan, bi dehan çîrokên mîna çîroka Teymûs ya li Milazgirê ku bi tevahî li ser rastiyan rûniştine hene. Dîsa hin eşîr, weke eşîra Bilikan xwerû yên Serhedê ji bo neyên kuştin, ji hovitiya artêşa îslamî rizgar bin, bi piranî çûn ketin kîlîseyên Ermeniyan û wisa xilas bûn, lê ew niha xwe wek Ermenî dibînin. Disa mîrîtiya Mîhraniyên li Arena ku niha bajarê Ermenîstanê ye (malbavanê Şîrîna Ferhat) hatin xiristiyankirin. Yanê Kurd û kurdistanî bi aliyekê ve bi darêzorê îslamîzekirin û li aliyê din jî bi xiristiyanizekirinê re rû bi rû mabûn

Bi gotineke kurt:  Li hemberê Artêşa Omer bin Xetap tenê bawermendên Kurdistanî mabûn, yanê seferên wî li hemberê Kurdan bû. Ereban ji ber Ayetên Gataya, bi navê din sûreyên Yasna Avestayê ji baweriya Zerdeştî û gelê Arî re „Gawir“ digotin, Lew re; ji Gata /Yasnayê re „Gawrî gewrî gavurî“ jî dihat gotin. Qesta peyva „gawir“ tenê û tenê bewermendên gelê Arî yanê bav û kalên me bûn. Yanê dema em gawir bibêjin, em ji bav û kalên xwe re çêran dikin. Bi gotineke kurt û kurmancî li hemberê Omerê Ereben (Omer bin Xetap) tenê Bawermendên Kurd mabûn. Ew bi nîyeta islamîzekirina Kurdan jî nehatibûn Kurdistanê, ji bo talan, xwînrijandin û revandina keç û jinên Kurdan hatibûn. Ji ber ku li hemberê wan çandeke herî dewlemend, bîr û baweriyeke li ser bingehê diyardeyên xwezayî rûniştî, bi belge û îspatên hezaran salan reng girtî hebû, ev bûbû tirsa dilê wan. Ji ber vê jî qetla me, malên me, jin û zarên me di bin navê „xenimetê“ de ji xwe re helal kiribûn. Heta zimanê me qedexe kiribûn, zimanê bi sedan Kurdan ji ber ku bi kurdî axivîbûn, bi hovane jêkiribûn. Diketin kijan gund û bajarokê ew der di nava xwînê de dihîştin. Li gel talanê jin û zarok digirtin û dibirin, di bazaran de wekî ajalan difirotin. A dad yanê edaleta Omer bin Xatap /Hizbillahê yekem ev bû. Herkes vê helbesta ku rastiya wê demê tîne ziman (serdema nivîsandina wê ne girîng e, bes wê rastiyê tîne ziman) ji wan serdemên kevn maye û rastiya wê serdemê tîne ziman dizane.

 

„Hurmizgan riman atran kujan

Weşan şardewe gewrey-î gewrekan

Zurkerê Ereb kirdine xapûr

Ce Gineyi Paleyi heta Şarezûr

Jeni û keynekan we dil beşina

Mer-i aza tile wa rû-i hiwina

Rawişt Zerdûştra manewe bê kesayetiya

Bazêka nika Hurmiz we hiç kes!“

 

Daîşê jî di rastiyê de ev xwînxwariya dema Omer bîn Xatap çendbare kir, ji ber vê rastiya dînê îslamê ti mele, lele, muftî, qaşo zana û xwendayên îslaman jî, hîç li dij vê xwînxwariya Daişê derneketin û bi bêdengî piştgirî danê. Heta hin serokên diyanetên wan ev „kirina bêbav“ rast dîtin. Kurdên bûnin misliman jî bi vê têgîhîştin û mejiyê rizî bav û kalên xwe dijmin û qetla wan helal dîtinê mezin bûne. Ti meleyek wek însan yan jî bawermendeke girêdayê xwedê nêzîkê dîn û baweriyên me nabin, tev de mîna ku îpnotizekirîbin li bav û kalên xwe li dîrok û rabirduya xwe dinêrin. Hemû oldarên Ereb, Tirk û Faris kuştina Kurdan mîna fermaneke xwedê be, difermin û şirove dikin. Ew meleyên qaşo Kurd û girêdayiyê PDK jî wisa diaxivin û weke ajanên dagirkeran e. Dîn, bawerî û îmana wan tenê mejiyê erebên talanker, bîra erebên dijminê irz û namûsê derdixin pêş. Heta bi xwe jî êrişên rastiyan dikin.

Mijar bi giştî ev e.

 

Di ronahiya vê de mijara Îsraîl û Ereban, yan jî mislimanan.

 

Hemû berpirsiyar, sergerde û rêberên van kom û komikên nav îslamî (Hizbullah, Hamas, Daîş, Ayettullah û her cûre qaranaqisî û ziqûmên wan) û rêberên Filistînê di peyamên xwe de, rizgariya Kurdistanê, daxwazên Kurdan, mafên Kurdan weke felaket, daxwaziyên di xizmeta dijminên welatên îslaman de ne, nîşan dane û didin. Yanê ew her wekî bav û kalên xwe ne, li aliyê din ji ber naveroka dînê îslamê her xwe wek dijminê Kurd û Kurdistanê dîtine, ango di giyana wan de ev dijminahî wek kod û genekî DNA yê rûniştiye. Heta hinên wan damezrandina Kurdistanê ji ber derketina rastiyan ji bo xwe û derewên xwe mîna karesateke têkçûna xwe dibînin.

 

Mijara Îsraîlê,

 

Belê Îsaraîl, bi naveke din cihû jî ji rastiyên dîrokî, têkiliyên xwe yên qirêj yên bi dagirkerên Kurdistan dagirtine re, xwerû Tirkiyê re, herwiha ji ber dîroka xwe damezrandina Kurdistanê naxwaze, heta hin derdorên wan xaka Kurdistanê jî weke parçeyeke xaka bav û kalên xwe dibînin û hîç naxwazin navê Kurdistanê bibîhîsin. Di mijara girtin û anîna birêz Öcalan de jî rola wan pir baş tê zanîn. Dostaniya wan tenê û tenê berjewendiyê wan e. Heta mirov dikane bibêje; nêzîkatiya wê tenê ji bo bikaranînê ye. Ji ber van rastiyan; divê têkiliyên me yên bi gelan, koman û dewletan re ne bi koranî, tenê li ser bingehê berjewendiyên netewa  Kurd be. Anegorî vê berjewendiyê hemû tevgerên îslamî dijmin in. Yên îsrail jî hetanî berjewendiyên wan li gel me hebe, li rûyê me dikene. Rastî ev e. Dema ew hev dikijin, divê em ti alîgîrî nekin!.. Heta kuştina îslamîstan di berjewendiyên Kurdan de ne. Dewleta tirk jî dema dikeve tengasiyê ji bo kuştin û şuştina tewnên xwe; îslamîstên li welatê xwe heta yên Kurd jî bikartîne. Têkiliya wan û PDK jî li ser vê bingehî ye, Yanê Kurdan li dij Kurdan bikaranîn.

 

Çend peyv:

Gawir gawirî = Ayatên Avestayê yên bi navê Yasna / Gatayê ne û tenê ji bo Kurdan tê bikaranîn.

Kafir = Peyveke Aramî /Akadî ye û tê wateya gundî, lê li ba îslaman HER ÇENDÎ BAV Û KALÊN WAN JÎ „KAFIR“ E YANÎ GUNDÎ NE di wateyke dijminane de tê bikaranîn.

 

Divê hemû Kurd vê rastiyê bizane, Wan meleyên bi mejiyê Daişê diaxivin jî ji welêt biqetînin ku yekitiya me çêbe. Herwiha hevkuştina Îsraîl û mislimanan jî ne pirsgirêke me ye. Bi hêvîya hev bi tevahi qir bikin! Cehşên wan û ê dewleta tirk „Hizbul Kontra û Huda Par“ jî li welatê me bela serê me ne. Divê ew jî ji welêt werin qewitandin.


Gotinên miftehî :