Dîroka Tûranîzmê û Rola wê di Tevgerên Neteweperest de
Tûranî an Tîranî? Vekolîneke Îdeolojîk
Mahabad Felat
Têkiliya dîrokî ya tûranîzmê bi gelên Îranî re, bi taybet bi farisan re, hem tevlihev e û hem jî piralî ye. Ev têkilî koka xwe ji efsaneyên kevnar, danûstendinên çandî û paşê jî ji ramanên siyasî digire.
Di Mîtolojiya Antîk de Tûran û Îran:
Di epîkên farisî de mirov dikare rast li rahên kûr ên têgeha tûranîzmê were. Her wiha di berhema epîk a Şahnameyê ya Fîrdewsî de, "Turan" û "Îran" sembola du hêzên hevrik in.
Ji ber di Şahnameya Fîrdewsî de sembol, bingeh, armanc, dîrok û çîroka Newrozê bi rengekî nîjadperestiya farisî hatiye serobinkirin, Şahnameya Fîrdewsî ji bo min nikare wekî bingeha rastiyên dîrokî bê dîtin û nirxandin, lê ji ber bermayiyeka nivîskî ya kevin e, mînakên wê dikarin hin daneyên berçav jî derxine pêş. Li gor vê, di Şahnameya Fîrdewsî de Tûran wekî welatek li bakurê Îranê tê temsîl kirin ku hin eşîrên ji Asyaya Navîn lê niştecîh in. Li gor hinekan ev eşîrên tirk in, wekî ”mala Afrasiab” û bi dijberiya xwe ya li dijî bi taybet Key Xosrev têne zanîn. Di Şahnameya Fîrdewsî de têkiliya navbera Îran û Tûran, wekî dijberiya navbera şaristanî (Îran) û barbariyê (Tûran) dide der. Tûran di epîkên Farisî de wekî civakeka kaotîk û barbar derdikeve pêş.
Ji aliyê dîrokî û çandî ve, sînorê navbera van her du têgînan ne etnîkî û erdnîgarî, lê bêtir sembolîk e. Gelek gelên Asyaya Navîn bi riya bazirganî, şer û danûstendinên çandî bi farisan re têkilî danîbûn.
Di warê dîrokî de, têgîna "Tûran" temsîla herêmên Asyaya Navîn ên gelên koçer ên wekî Îskît, Masaget û paşê jî eşîrên Tirkan lê dijiyan dike. Van gelan gelek caran bi gelên Îranî û bi taybet bi farisan re têkilî danîne.
Têkiliya navbera Tûran û Îran`ê, heya sedsala 7an a P.Z. jî berdewam kiriye. Faris her tim bi tehdîdên eşîrên koçer ên li herêma "Tûran" dijîn re rû bi rû mane. Ew carinan wekî dijmin lê di heman demê de wekî hevkarên bazirganiyê jî dihatin dîtin. Ev têkilî di nav demê de, bi xwe re bandoreka stratejiya leşkerî û çandî jî afirandiye.
Belavbûna gelên Tirk li Îranê:
Di destpêka sedsala 11'an de, di dema berfirehbûna Selçûqiyan de, gelên Tirk bûne beşek girîng a nifûsa Îranê û rêveberiya wê. Gelek tirk bi çanda farisî asîmîle bûne û zimanê farisî û nirxên îslamî qebûl kirine.
Di sedsalên 19 û 20an de ku Tûranîzm wek îdeolojiyeka siyasî li Ewropa û Asyayê pêş ket, têkiliya wê ya bi Îranê re bû mijareka siyasî. Bi vê re jî, Tûranîzm ji bo gelên bi eslê xwe Tirk in an ji Asyaya Navîn in, bû sembola nasnameyeke yekgirtî. Ev nêrîna nîjadperest bi xwe re xwedîlêderketina erdnîgariya ji seranserê Asyaya Navîn heya bi Seranserê Kurdistanê, Îrana îroyîn û Anatoliyayê anî.
Tûranîzm bi taybet di sedsala 20`an de bi pêşketina neteweperestiya farisan re, wekî îdeolojiya dijberî neteweperestiya farisî jî hate dîtin.
Neteweperestiya farisan armanca serdestiyê li ser hemû gelên "Aryenî" dikir. Ev armanc di nav farisan de ne nû bû bê guman, armanca serdestiya bi taybet li ser gelên Aryenî, ji dîroka kevnar a farisan ve heye.
Têkiliyên Ziman û Wêjeyî:
Di serdema xanedanên Tirk ên li Îranê, yên wek Gaznewî û Selçûqiyan de, Farisî bûye zimanê dîwanxane û edebiyatê û tirk gelek caran di nav çanda farisan de asîmîle bûne û çand û kevneşopiyên cuda bi vî awayî li nav hev ketine. Bi pêşkeftina ola îslamê re, faris û tirk bûne xwediyên çand û kevneşopiyên îslamî jî. Her wiha, li gel îdeolojiyê, berjewendiyên hevpar, rêyên bazirganî û ev danûstendinên çandî di nav wan de dîrokeka hevpar jî afirandiye. Ango Têkiliya Tûranîzmê ya bi Farisan re bi dualîteya nakokî û hevkariyê ve girêdayî bi pêş ketiye.
Pêdiviya bi Îdeolojî û Xwedîbûnê:
Di serdemên tevlîhev û guherînê de, mirov li hestên xwedîbûnê û li wateyekê digerin, ku pir caran bi riya îdeolojiyên ku nasnameyek hevbeş û ravekirina cûdahiyên civakî û çandî pêşkêş dikin, têne rave kirin. Îdeolojî rola şîrêzê dilîzin, mirovan bi xwe û bi hev ve şîrêz dikin, girêdidin, çîrokên hevpar ên paşeroj, niha û pêşerojê diafirînin û projeyên siyasî û yekitiya çandî, netewî û ya xwedîtiyê bi pêş dixin. Di şert û mercên ku netew-dewlet tên avakirin an jî ji nû ve tên avakirin de, bi taybet pêdiviya bi nasnameyeke xurt û hevpar derdikeve pêş. Tûranîzm, bi têgihiştina xwe ya civakeka etnîkî û çandî ya ji Çiyayên Ural heta Çiyayên Altayê dirêj dibe, mînaka îdeolojiyeke wiha ye. Bi taybetî li Tirkiye û Macarîstanê hem wekî hêzeke yekkirina çandî û hem jî wekî amûrek seferberiya neteweperestiyê xebitiye.
Pêşketina Turanîzmê:
Tûranîzm li Macarîstanê wekî îdeolojîyek derketiye holê ku di navbera gelê Macar û komên Asyaya Navîn de têkiliyek dîrokî çêbike. Neteweperestên Macarî ji bo bikaribin hestên nasnameya neteweyî ya ji çandên Almanî û Slavî cudatir bi pêş bixin û xurt bikin, Turanîzmê wekî amûr bikar anîn. Di sedsalên 19 û 20an de, dema ku neteweperestî li Ewropayê zêde bû, Turanîzm wekî ”rêyek ji bo afirandina yekitiya çandî û xurtkirina berxwedanê li dijî hêzên derve yên emperyalîst” dihat dîtin.
Di destpêka sedsala 20an de rêxistina nîjadperest a bi navê ”Jon Tirk” (Tirkên Ciwan) vê îdeolojiya Turanîzmê ji Macaristanê anîn Tirkiyeyê, li civaka tirk anîn (adaptation) û li dijî gelên bermayiyên dewleta Osmaniyan û bi taybet jî li dijî gelê kurd wekî amûr û çekeka man û nemanê bikar anîn. Împaratoriya Osmanî ya ji gelên cuda û li ser bingeha feodalîzmê pêk dihat hilweşiyabû. ”Tirkên Ciwan” wê demê, pêdiviyeke mezin bi îdeolojîyekê didîtin ku bikaribe komên etnîkî yên mayî di bin nasnameyeke yekgirtî de bicivîne ku ev ”nasname” jî nasnameya tirkîtiyê bû. Bi bikaranîna Tûranîzmê re, ku li ser bingeheke hevpar a Asyaya Navîn radiweste, Tirkên Ciwan karîbûn li ser kavilên împaratoriyekê, bingeheke neteweperest a ji bo nasnameya Tirkî ya nû biafirînin.
Ji bo bikarin gel, çand, dîrok, çîrok û nasnameyên cuda li dora nasnameya "Tirkî" bicivînin, di nav de bihêrînin û bihelînin, Tirkên Ciwan di nav van gelanan de ketin nava hewldana bicihkirina Turanîzmê û afirandina civakeka homojen li dora vê nasnameya ”tirkîtî” û ”tirkbûn”ê.
Ev adaptasyona Tûranîzmê rê li ber neteweperestiyeka kûr û hoveber vekir ku ji xwe pêştir tu tiştekî din, tu kes, gel û civakeka din, tu nasname û dengekî din nasnedikir, mafê jîyanê nedidayê û yek rêyeka bi tenê dida ber wan; ”yan di nav vê neteweperestiyê de bihele û bibe mîna me, yan jî tune bibe”. Gel û civakên ku vê yekê nepejirandin, an li ber xwe dan, bi her cure awayên hoveber û dermirovahî hatin marjînalîzekirin an perçiqandin, di serî de jî gelê kurd. Ji bo rewakirina çewisandina gelê kurd û hemû gelên din ên ji derveyê vê hişmendiya nîjadperest ku ji bo homojeniya etnîkî ya dewleta nû wek xetere dihat dîtin, ramanên neteweperest ên tûranîst hatin bikaranîn.
Sembola navendî ya Tûranîzmê, bi taybetî li Tirkiyeyê, gurê boz "Bozkurt" e. lewre di nîjadperestiya tirkan de gurê boz wek pêşiyê tirkan tê dîtin. Li gor vê nêrîna ultra-nîjadperest gurê boz nîşaneya hêz û hevgirtinê û rêber û sembola tûranîzmê ye. Tûranîzma tirkan, bi van sembolan û nîjadperestiya tundrew, di nav demê de hestên aîdîyet û hevgirtinê afirand û xurt kir. Li gel ku gelek kurd jî di nav vê çerxa gemar a hoveber de heliyane û wenda bûne jî, lê hema bêje ji bilî gelê kurd, hemû gelên din di nav vê çerxê de wenda bûne û bûne diranekî vê çerxê û hêrandina gelê kurd wekî sedema man û nemana xwe dibînin, wisa tevdigerin. Yan dê kurd jî tune bikin, yan dê ew tune bibin. Bê guman dema mirov li civaka ku îroj ji xwe re dibêje ”tirk” dinêre ka çendî bêbingeh, çêkirî û çelexwarî ye, mirov dikare bibîne ku ev civaka lihevnehatî û çelexwarî dikare bi bayekî re jî berhewa bibe.
Bandora Tûranîzmê li ser Nirxên Demokratîk û Mirovî:
Tûranîzm her çend ji hinek aliyan ve weke hêzeke yekitiya çandî û civakî jî di nav hewldanan de bûye, lê ji ber li ser bingeheka neteweperest ava bûye, tu carî nekariye an li gor maf, nirx, rûmet û pîvanên demokratîk tevbigere an jî bi van maf, nirx, rûmet û pîvanan re li hev bike û li hev bê. Dema ji gel, civak, çand, dîrok, kevneşopî, ziman, erdnîgarî, folklor, bawerî û jîyanên cuda neteweyek bixwaze bê afirandin lê ev hemî jî di bin nav û ziman û nasnameyekê de bêne helandin, tunekirin û ev bibe helwesteka man û nemanê li dijî hemû van gel, civak, çand, dîrok, kevneşopî, ziman, erdnîgarî, folklor, bawerî û jîyanên cuda, wê demê prensîbên bingehîn ên demokratîk ên wekî wekhevî û hemû mafên jîyanî yên li ser bingeha rastiya gel, civak û erdnîgarî, di bin metirsiya tunebûnê de ne. Di rewşa îroj de, ango piştî sed salên bi tundî pêkanîna hişmendiya tûranîst, ji bilî kurdan, li ser wê erdnîgariyê tu gel, civak, çand, dîrok, kevneşopî, ziman, erdnîgarî, folklor, bawerî û jîyanên din neman, hemî jî di bin navê tirkîtiyê de, di nav nîjadperestiya tirkîtiyê de wenda bûn. Lewre kiryar, polîtîka û propogandayên tûranîst ên li dijî hemû cudahiyan, di navbera hemû gelên ku îroj li ser erdnîgariya wekî ”Tirkiye” tê binavkirin de dijîn, cudabûneka kûr afirand. Ev nêrîna serdestiya neteweyî, prensîbên mafên mirovî, wekhevî û beşdariya demokratîk têk nebir, lê ji destpêkê ve rê li ber demokrasiyê girt û nehişt şîn jî bibe. Her cara bi bandora pêşkeftinên demokratîk ên li cîhanê nirxên demokratîk zîl didan, lê her carê jî hatin birîn û nehistin şîn bibe, geş bibe. Lewre nîjadperestî û demokrasî, du tiştên dijberî hev in. Hebûna yekî ji wan, lawazî û di nav demê de tunebûna ya din e.
Tûranîzm û Aloziyên Dîrokî:
Tûranîzm wekî îdeolojî li ser têgînên paşverûtiyeka hevpar a Asyaya Navîn disekine, lê ev îdeolojiyeka bê bingeh, çelexwarî û lihevnehatî ye. Lewre daneyên dîrokî yên ji bo nasnameya "Tûranî" ya di navbera komên mirovan ên wekî Macar, Tirk, komên Fîno-Ugrîk û gelên Asya Navîn de qels in, û têkiliyên dîrokî yên di navbera van koman de bi giranî li ser bingeha bazirganî û nakokiyên leşkerî ne, lê ne li gorî têkiliyeka çandî û folklorî ne. Lewre tûranîzma tirkî û macarî, rêbazek e ku ji herikîna neteweperest a sedsalên 19 û 20'an daye der. Loma jî, ev îdeolojiya ku li ser angaşta têkilî û girêdana etnîkî û çandî ya gelên cuda ên asyayî derketiye holê, tu girêdana xwe ya berçav a ew dibêjin, bi rastiyên dîrokî û jîyana van gelan re nîne.
Wek hişmendiyeka çêkirî ya nîjadperest Tûranîzm:
Li gel ku wê demê têkiliyên dîrokî yên di navbera komên etnîkî de qels bûn jî, li Ewropayê di serdema destpêka pêşketina bîr û ramanên neteweyî de jî Turanîzm ji hêla pêşengên neteweperest ve ji bo afirandina nasnameyeka yekgirtî û meşrûkirina projeyên neteweyî û nîjadperestî hate bikar anîn. Li Macarîstanê, tûranîzm ji bo afirandina nasnameya macarî ya ji çanda slavî û almanî cudatir, hate bikar anîn. Li Tirkiyê jî tûranîzm bû îdeolojiya hêrandina hemû gelên di nav împaratoriya Osmaniyan de. Bi vê îdeolojiyê û di bin navê tirkîtiyê de, li ser kavilên Osmaniyan, dewletek bi navê ”Tirkiye” hate avakirin. Bi vî awayî, bi propogandayên ”dîroka hevpar” ên ji bingeha rastiyên dîrokî bi dûr, di avakirina dewleteka neteweperest de bi ser ketibûn.
Bandorên Tûranîzmê di Serdemên Nû de:
Îroj di nav hemû civakan de îdeolojiyên wekî tûranîzmê, ji bo entegrasyon û wekheviyê aloziyên mezin diafirînin. Hişmendiya nîjadperest a tûranîzmê, rê li ber cudakarî û nakokiyên etnîkî vedike, diparêze, geş dike û dike nava tevgerê. Komên ku di nav nasnameya ew dixwazin bi pêş bixin de cih nagirin, têne stigmatîzekirin. Di civakeka pirdeng, pirreng, pirçandî de, îdeolojiyên wiha aloziyên civakî diafirînin, rê li ber têkilî û entegrasyonê digirin. Ev îdeolojî, metirsiya herî mezin a li pêş jihevxistina civakên pirreng û pirçandî ne.
Tûranîzm, di nav macar û tirkan de, ji ber armancên avakirina yekitî û nasnameyeka neteweyî bi pêş ket. Ev îdeolojiya nîjadperest her çendî bi rengekî relatîv bûbe sedema yekîtiyeka neteweyî jî, lê di rastiya xwe de ev yekîtî li ser bingeha jihevdexistin, talankirin, înkar û tunekirina gel, civak û hemû reng û dengên cuda hatiya avakirin. Ev îdeolojiya ku li ser bingeha hişmendiya tirkîtiyê hesteka xurt a xwedîtiyê afirandiye, bûye sedema neteweperestiyeka xurt a li dijî hemû mafên demokratîk û mirovî.
Ji ber van maf, nirx û rûmetên demokratîk û mirovî, ku ev nirxên hemdemî yên hevpar ên mirovahiyê ne, girîng e ku mirov bi rexnegirî angaştên tûranîzmê yên derbarê dîrok û çandê de bi zanistî vekole. Îdeolojiyên li ser yekitiya etnîkî şîn dibin, yek ji metirsiya herî mezin ên jihevdexistin û parçekirina gel û civakan in.
Tûranîzm, bi giraniya xwe ya li ser yekîtiya çandî û homojeniya etnîkî, bi hêz û her cure hoveberiya dewletê, nasnameya ”Tirkî” li ser Kurdan û hemû gelên di bin bandora wan û dewleta wan de ye, ferz kirin. Bi vê polîtîkayê ziman, nasname û hebûna kurd hate qedexekirin, tepisandin, înkarkirin. Gelê kurd li gel hemû hebûna xwe ya çandî, erdnîgarî û fîzîkî ve bi qirkirinê re rû bi rû hate hiştin. Lewre ev polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ne tenê bi armancên siyasî û îdeolojîkî ve girêdayî ye, lê bingeha xwe ji vê hişmendî û daxwazên nîjadperest ên yekrengî û “paqijiya neteweyî” ya Tûranîzmê digire.
Loma ku ev hişmendiya Turanîst ji bo rewakirina zordestiya dewletê ya li ser maf, armanc, jîyan û daxwazên gelê kurd, ji bo tepeserkirina gelê kurd û eger pêkan be tunekirina gelê kurd, îroj jî bi tundî, berfirehî û kûrahî tê bikaranîn. Her cure daxwaz û armancên rewa yên gelê kurd, yên wekî ziman, çand, dîrok, kevneşopî, folklor. erdnîgarî, wekî tehdîta herî mezin a li dijî vê hişmendiya tûranîst tê dîtin û wisa jî hewldanên tunekirinê, bi her cure rê û rêbazên tundrew, gemar û dijmirovî tên bi pêş xistin.
Li dijî îdeolojiyên bi vî rengî berxwedan û têkoşîna bi rêbazên hişmendiya neteweyî ên li ser nirxên wekhevî û demokrasiyê şînbûyî, ne tenê parastina nirx, rûmet û nasnameya gelê kurd e lê her wiha parastina nirx û rûmetên hevpar ên mirovahiyê ye jî. Ji bo vê jî, gava yekem zanîn û xwedîlêderketina li ziman, çand, kevneşopî, nasname, dîrok û çîroka xwe ye.
2024-11-25