GENGEŞÎ DIDOMIN!
... Piştî weşandina gotara Wezîrê K’aşaxî ya “Gotineke nû di warê lêger’înên ola kevnar a gelê k’urd – êzdîtîyê da” di t’ora medya civakî da gengeşî û govtûgoyên cihêr’eng ên xwendevanan r’û dan. Û min jî bi hinek kurteşiroveyan va bersîvên xwe ji bo waan nivîsîn û p’arvekirin... Lê piştî demekê pêdivîya hinek nirxandinên berfireh derk’et holê. Û bi wê pêdivîyê min gotara “Di derbarê pirsa jizûva gihîştî da, û bi boneya...” nivîsî. Ew jî di destpêkê da bi r’ûsî û paşê bi k’urdî hate weşandin ( http://www.amidakurd.net/ku/tekst/ DI_DERBARÊ_PIRSA_JIZÛVA_GIHÎŞTÎ_DA_Û_BI_BONEYA ).
... Piştî weşandina gotara Wezîrê K’aşaxî ya “Gotineke nû di warê lêger’înên ola kevnar a gelê k’urd – êzdîtîyê da” di t’ora medya civakî da gengeşî û govtûgoyên cihêr’eng ên xwendevanan r’û dan. Û min jî bi hinek kurteşiroveyan va bersîvên xwe ji bo waan nivîsîn û p’arvekirin... Lê piştî demekê pêdivîya hinek nirxandinên berfireh derk’et holê. Û bi wê pêdivîyê min gotara “Di derbarê pirsa jizûva gihîştî da, û bi boneya...” nivîsî. Ew jî di destpêkê da bi r’ûsî û paşê bi k’urdî hate weşandin ( http://www.amidakurd.net/ku/tekst/ DI_DERBARÊ_PIRSA_JIZÛVA_GIHÎŞTÎ_DA_Û_BI_BONEYA ).
Lê piştî vê jî pirs, gengeşî û govtûgoyên xwendevanan r’anediwestyan. Û di derbarê wan da hinek bersîv û nirxandinên min ên dinê jî hatin weşandin...
Piştî demekê min dît, ku ew nirxandin-bersîvana li vir û wir di nav t’or’a medya civakî da winda dibin, lewra jî min ew hemû gîhandin hev, wergerandin k’urdî û wek nirxandineke giştî amade kir û pêşkêşî bala xwendevanên hêja dikim.
___________________
...Helbet, her kes mafê xwe heye, wisa r’aman bike, wek ku ew têdigihîje, û wê bîne zimên, ya ku ew r’ast dibîne. Ew mafê her mirovekî yê xwezyî ye! Lê hinek pirs û pirsgirêk hene, yên ku bi nêr’înên kesî yên cuda nikarin bên nirxandin û şirovekirin.
Lê, dîsa jî, jîyanê daye xuyan, ku gengeşî, ew çi r’engî dibin, bila bibin, r’ê li pêşîya pêvajoyên lêger’înên zanistî vedikin…
Heya ew pirs û helwest, ên ku em li benda wan bûne jî, dikarin bibin alîk’ar, ji bo ku goveka pirsên ku tên lêger’andin, berfirehtir bibe.
Nêr’îna xwe ya di derbarê vê mijarê da min di gotara xwe ya navborî da diyar kirye.
Lê govtûgo û gengeşî didomin, û pirs û r’aman û nêr’în dertên holê, yên ku pêdivîya xwe bi hinek şiroveyan hene...
Vê carê jî, di şirove û nirxandinên hnek beşdarên gengeşîyê da dîsa heman şêwazê daxwîyanîyên katêgorîkî didomyan, a ku di destpêkê da derk’etibû holê... Li ser vê hîç pêwîst nake jî, ku mirov careke dinê jî bik’eve nava gengeşîyan, lewra ku di gotara min a berî vê da di wê derbarê da hatye gotin, û ezê li vira her li ser hinek pirsan r’awestim.
Pirsa Lalişa pîroz!
Yek ji beşdarên govtûgoya me, yê bi navê Makho Kurdi, dinivîse, ku Laliş a xrîstîanan bûye, ...kû, wek ku êzdî bi xwe dibêjin, demekê xrîstîan hatine û di wê da bi cî bûne û ew bûye t’enêgeha (manastîr) asorîyan...
Bi r’astî gotinên vî biraaderî bi xwe jî li hev nagirin, ew hem dibêje, ku Laliş a xrîstîanan bûye, hem jî dibêje, ku, wek ku êzdî dibêjin, demekê xrîstîan hatine û li wir bi cî bûne, û ew bûye t’enêgeha asorîyan... Helbet, ev gotinên hanê nû nînin, jizûva hinek wana li vir û wir belav dikin, hemma gotin tiştek e, lêbes r’astî tiştekî dinê ye!
Divê bê gotin, ku Laliş hema di sêrî da pîrozgeha êzdîtîyê bûye. Ew nê’rîn, ku t’êkilîya wê bi ola asorîyan a nestûrî r’a heye, bê bingeh e. Wek ku di gotara min a navborî da hatye gotin, Laliş, wek p’erestgeheke bi wê stîla mîmarîyê va, di K’urdistanê da yeke t’enê nînine. Û îro jî di herêmên cuda yên K’urdistanê da bi dehan p’erestgehên vî r’engî hene – qube, k’umeyt-peykerên ser mezelan, û stîla mîmarîya wan hemûyan jî, dîsa ew e, û îro jî gelek k’urdên misulman diçin ber wan û dua-dirozgeyên xwe pêk tînin...
Û ji bilî vê, ji dîrokê tê zanîn, kû beşekî k’urdan (yên êzdî, zerdeştî) di dawîya sedsala yekem û di destpêka sedsala duyem a serdema me da xrîstîanî p’ejirandine, û êdî di sedsala duyem da dewleteke k’urdî hebûye, û ola wê ya fermî jî xrîstîanî bûye...
Pirs dertê hol, piştî hilweşîna wê dewletê, ew k’urdên xrîstîan k’uda winda bûn? – Bi demê r’a beşek ji wan paşva veger’yane nava r’efên ola xwe, lê yên dinê an xwe dane ber dêra nestûrî ya asorîyan, an a hewarî ya ermenîyan, û bi demê r’a di nav wan gelan da helyane û gelek r’eng û r’ûçikên xwe yên net’ewî-k’urdî dane wan gelan... Û ev pêvajoya jî, wê demê hê zûtir pêş k’etye, dema dest bi îslamîkirina k’ardan bûye û îslam di K’urdistanê da bûye ola desthilatê. Weha, mînakek: net’ewzan (êt’nograf) û ark’êologê navdar ê ermenî yê dawîya sedsala XIX û destpêka ya XX, Lalayan Yê. A. (1864 – 1931) di dema xwe da çi nivîsye: “Poêzîya gelêrî ya aysoran bi p’ir’anî di bin bandora ya k’urdî da ye; stranên wan ên gelêrî p’ir’ hindik in, lewra ku, kevneşopîyek a giştî heye, ku ew stranên k’urdî distirên û ç’îr’okên k’urdan dibêjin”.
Û ev agahîya bi serê xwe yeke t’enê nîne...
Weha zanîyarê sovêtî yê bi nav û deng akadmîk Î. A Orbêlî çi nivîsye: “... Gelo, tê ber heşê k’ê, ku ew Selaheddînê ewqas êş û tengasî gîhandye xaçdaran, k’urd e, ku t’or’inên Dolgor’ûkî (Çepildirêj) yên navdar, ên ku di dîroka Ermenîstanê û Gurcistanê da ne ku t’enê wek serleşker, lê wisa jî wek avak’arên çandê yên navdar, bi eslê xwe k’urd bûne, ku yên Şeddadî, yên ku ji bo avabûna dewletê di Kafkasîyayê da hevr’ikî bi Gurcistanê r’a kirine û di Îranê da deshilatdar bûne, kurd bûne, ku Nîzamîyê helbestvanê mezin, ê ku bi farsî afirandye, di nîvî da k’urd bûye. Evî gelî lawên xwe di nav îranîyan, tirkan, ereban, ermenîyan da windakirne, û navên wan wek navên helbestvan, awazjen (mûzîsyen) û serleşkerên bi nav û deng dîroka gelan dixemilînin (cudakirin a min e. – E. C.)”.
Û ya balk’êş jî ew e, ku îro jî di nav ermenîyan û asorîyan da nivşên wan k’urdan hene, ên ku di nav wan da hatibûne bişavtin û ew xwemukur’ tên, ku pêşîyên wan k’urd bûne...
Helbet, mirov dikarbû hinek pirsên dinê bida û bi hev r’a bersîvên wan bidîtana… Lê li şûna vê, helwesteke weha ya katêgorîk, r’ûdaneke weha dertê pşîya me!
Û ev jî t’enê mirov matma dike, û pirs dertê holê:
– Û ev hemû ji k’u tê, gelo?!
Û hewla biç’ûkxistin û bêt’erefkirinê!
Wisa jî ew hewl û helwest mirov şaş û matma dikin, dema yek ji beşdarên gengeşîyê – Sîaban Balayêv, ji bo ku wat’eya nêr’îna zanîyar û ezdezanê înglîz ê navdar ê serdema me Êndryû K’ollînz a di derbarê kevnarîbûna êzdîtîyê da biç’ûk bêxe an bêt’eref bike, ewî zanîyarî wek nivîsk’arekî fantast nav dike (Science fiction writer)...
Helbet, tiştên dinê yên bêwat’e dîsa hebûn, lêbelê,..!
Di nav van gengeşîyan da wisa jî gotinên wisa derk’etine pêş, ên ku helwesta bêr’êzîyê li hember her k’urdekî didin xuyan (ew êzdî dibe, misulman an jî xrîstêan, hîç ferq nake!). Ezê li vira hinek gotinên ezdazanê xrîstîanîyê yê destpêka sedsala XX S. V. Têr-Manvêlyan ên di derbarê êzdîyan da bînim, û bila xudanên wan gotinan bixwînin û bi xwe jî bir’yarê bidin, k’a helwesta r’astîn a bêt’eref û ne hevsûd li hember pirsan çawa dibe:
“Kurmancên êzdî, cînarên meye xêrxwaz ên îro, yên ku di destpêka vê berhema xwe ya sade da me di derbarê wan da bi bîr anîn, şaxekî medên cînarên meye demekê yên here bi hêz, peyhatîyên Astîyagê ji binemala Vîştasp in...”
***
“Li ber ç’avan e, peyhatîyên dawîyê yên Êk’batanê –dewleta demekêye gewre (Êkbatan. – p’aytexta P’adşahtîya Medya kevnar bûye. – E. C.), kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola pêşîyên xweye xwezayp’erest da bi zorekê xwe ji t’evkujîyên xwînr’êj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemk’arîyên bêwijdan ên xrîstîanan, p’arastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi ç’avkorî wek gelê bê ol hatine p’ejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman net’ewê va jî, yên ku k’etine hemêza muhemmedîyan.
Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin”
***
“... her çiqas jî êzdî di r’ewşeke giran da ne, p’aşdamayî ne, û bi xwe kêm jî mane, lê dîsa jî ewana bi t’aybetîyên xwe yên bi nirx û hêja va diyar in, ên ku bi giştî li bal peyhatîyên net’ewên gewre hene”. (Bi hûrbînî di gotara “Ezdazanê ermenî yê destpêka sedsa XX di derbarê êzdîyan û êzdîtîyê da”– http://www. amidakurd.net/ku/ tekst/ezdazanê_ermenî _yê_destpêka_sedsala_xx_di_derbarê_êzdîyan_û_êzdîtîyê_da)
Pirsea di derbarê p’eyvên “sult’an” û “xelîf” da.
Kekê Mîroyê Qanat dipirse: “... Ma ne, em ji dîrokê dizanin û ew jî li ber ç’avan e, ku di cîhana erebî da erka Sult’an nînbûye. Ev erka t’enê di nav t’irkan da hebûye”.
Di vê derbarê da mirov dikaribû çi bigota?
Zanîyarîyên dîrokî di derbarê tiştekî dine da dibêjin: p’eyva “sult’an”, wek p’ir’anîya wan p’weyvan, ên ku îro t’irk ên xwe hesab dikin, t’u p’êwendîya xwe bi t’irkan û zimanê t’irkî r’a nîne!
P’eyva “sult’an” p’eyveke xur’û erbî ye (سلطان sulṭān, ji šulṭānā aramêî tê – desthilat). Ev erka serdaran e di dewletên îslamî da, bi çend wat’eyên dîrokî va. Lê ji serdarên t’irkî-osmanî yê yekem, ê ku erka sult’anîyê li ser bûye, Mûrad ê I bûye (1362—1389)... Sult’anên osmanî hem jî xelîf bûne. Ango, ew hem desthilatdarên laîk, hem jî yên r’uhanî bûne.
Eger em ji vê hêlê va di ola êzîdîtîyê da (lê ne di ya êzdîtîyê da!) li navê sul’tan Êzîd binihêr’in, wê demê “t’emenê” êzîdîtîyê/yêzîdîzmê (lê ne yê êzdîtîyê!) dê bi dused salan jî kurt bibe...
Wisa, eger....!
Pirsa, xwedêgiravî, p’irtûkên pîroz ên êzîdîtîyê (dîsa jî, ne yên êzdîtîyê!) da.
Eger şandeke xwedî nav û erk, a ku kekê Mîroyê Qanat behsa wê dike, çûye Londonê, û ew p’irtûk nedîtine, wê demê ew hemû ç’îr’okên di wê derbarê da, ku, xwedêgiravî, yekî ji yekî dinê bi hejmarek diravan ew p’irtûk destanîne, hinekan ji ber xwe derxistine?! Û, hema, eger ew r’ast be jî, ya yekem, binihêr’in, sernavên herdu p’irtûkan jî ne bi k’urdî ne, ew bi erebî ne (“Meshefa Reş” û “Kitab el-Cilwa”!). Û, ji bilî wê, nivîsarên wan p’irtûkan (têk’st), ên ku paşê hatine weşandin, bûne bingeh, ku lêger’îneran yên êzîdî (dîsa, ne yên êzdî!) şeyt’anp’erest nav kirine.
Û ev jî tiştekî nû nîne – di vê derbarê da lêger’înerên bîyanî êdî jzûva nivîsîne!
Ji sedsalekê zêdetir e, di derbarê wan p’irtûkan da cîhan dizane (hîç sur’ek jî nîne!), wergerên wan hene, lêger’înerên bîyanî di derbarê wan da gotar nivîsîne û îro jî dinivîsin...
Her bala xwe bidinê, k’a sernavê lêger’îna Bîttnêrê zanyarê awstrî çi ye: Bittner M., “Die heiligen Bűcher der Yeziden oder Teufelsambeter (kurdish und arabish)”. Wien, 1913//Bîttnêr M., “P’irtûkên pîroz ên êzîdîyan an şeyt’anp’erestan, Vîêna, 1913”.
Eger mirov bala xwe bide habûna van herdu p’irtûkan, ên bi vî şêwazî û bi vê naver’okê va, wê demê dertê holê, ku p’eydabûna van p’irtûkan an pirojeyeke r’uhanîya îslamê bûye, ji bo ku bi navê êzdîtîyê r’a bilîzin û ewê heya dawîyê r’eş bikin, an jî, eger ew bi r’astî afrandinên Şêx Adî ne, wê demê mirov dikare t’evahîya vê t’orê jî wek projeyekê binirxîne.
Ma ne, têk’nolojîyên cihêr’eng t’eze îro p’eyda nebûne?!
Û, divê bê zanîn, ku ev hemû tiştên dûrî heş û sewdayê mirov t’u têk’ilîyeke xwe bi êzdîyan û êzdîtîyê r’a nîne!
Û piştî ewqas zanîyarîyan, îro di nava wan kesan da, yên ku xwe r’ewşenbîrên êzîdîyan dihejmêrin (an yên êzdîyan, çawa dixwazin, bila wisa jî niv bikin!), bêdengîyek desthilatdar e, û hemû bi bir’yar hewl didin (bi zanebûn, an bi nezanî, ferq nake!), wê projeya veşartî heya dawîyê bibin sêrî, ya ku ji sedsala XII va destpê bûye – projeya îslamîkirina êzdîyan, û ji bo wê heya derfet û hêmanên hemdemî yên gelê me bik’ar tînin – çapemenîyê, r’adîoyê û têlêvîzîonê. Û herç’ê kêm jî întêrnêt t’emam dike!
Lêbelê, ji bo ku van derewên di derbarê êzdîtîyê û êzdîyan da bên r’edkirin, hemû derfet bi xwe di bîrûbawerîya êzdîtîyê da hene. Û ya sereke jî ew e, ku di ola êzdîtîyê da bi xwe têgeha r’uhê ne qenc û kesayîkirina wî (personification) ninin, ê ku di olên kevneşopî da wek şeyt’an, satana, lyût’sêfêr, antîxrîst tê navkirin...
Demekê min di vê derbarê da ji nûnerên oldarîya êzdîtîyê (ne ku yên êzîdîtîyê/ yêzîdîzmê yên îslamîbûyî!) û hinek r’ûspîyên êzdîyan ên bawermend û zane pirsî, û ewana şaş û matmayî bersîva pirsa min bi pirs dan: “Eger gotina wan di derbarê Xwedê da ye, ma ne her tişt di destê Xwedê da ye, ew Afrandarê cîhana me yê dilovan û mihrîvan e? Û di cîhanê û erşê asmîn da bêyî r’ayê Bînaya ç’avan hîç tiştek jî nikare pêk bê, ya ku Ew haş ji wê nîn be?! Ewî çawa dikaribû, r’uhekî wisa bisêwiranda? Û, wisa bibûya, ku ew neqenca heya di Dîwan Xwedê da – li r’ex wî hebûya?! Na, – ewana digot, – eger tiştekî neqenc heye jî, ew t’enê di nav me – mirovên li r’û erdê da ye!”
Û, eger îro di nav yên êzdî da hinek têgihîştin di derbarê r’ewanê ne qenc da heye jî, ew bi “saya” nûnerên olên kevneşopî bûye, yên ku di dewr û zemanan da cînar, an zordarên wan bûne...
A, hema evê jî ew mirovana nikarin tê bigihîjin, ên ku heya derema dawîyê ya r’uh û mejûyê xwe va bûne t’erefdarên olên kevneşopî yên desthilatdar.
Ya sereke ew e, ku divê mirov ne bi ç’avê nûnerên misulmanîyê, xrîstîanîyê an oleke dinê, lê bi ç’avê k’urdan, an jî bi ç’avê lêger’înerên serbixwe, bêt’eref û ne hevsûd li êzdîtîçyê binihêr’e...
Û, ya here girîng, heya emê nikaribin van herdu ol û bawerîyên ji hev cuda (êzdîtîyê û êzîdîtîyê/yêzîdîzmê) ji hev ferq bikin, wan t’evî hev bikin, emê t’ucar nikaribin r’astîya vê ola kevnar a gelê k’urd tê bigihîjin.
Lê ji bo wan, ên ku her carê wek îzbatî hinek qewl û beytên êzîdîtîyê pêşnîyar dikin, ewên ku bi p’eyv û gotinên erebî û têgehên îslamî va xeşivî ne, ez gotara xwe ya li ser vê mijarê ya yekem ji bo xwendevanên hêja pêşnîyar dikim: “Êzdîtî. Çend r’aman û nêr’în li ser r’astîya vê ola kevnar, r’ewşa wê ya îro, nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî” (http: //www.pen-kurd.org/ kurdi/ezize-cawo/ezditi.html).
Li gel slav û r’êzên xwe,
Ezîz ê Cewo
Hezîrana 2017an