1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Mahabad Felat
  4. LI ROJHILATA NAVÎN Û SÛRÎ REWŞA NÛ
LI ROJHILATA NAVÎN Û SÛRÎ REWŞA NÛ,li,rojhilata,navîn,û,sûrî,rewşa,nû

LI ROJHILATA NAVÎN Û SÛRÎ REWŞA NÛ

A+ A-

Li Rojhilata Navîn hemû pêşketin derdikevin ser sê riyan:

1. Pêşketinên bi desteka Bloqa Rojava (DYE, Ewropa, Brîtanya, Îsraîl)

2. Pêşketinên bi desteka Bloqa Rojhilat (Ûrisya, Çîn, Îran, Turkî)

3. Pêşketinên bi pêşengiya hêzên herêmî û serbixwe.

 

PÊŞKETINA DAWÎ YA LI SÛRÎ ÇI BÛ?

Li Sûrî Şerê Navxweyî ku di 16.03.2011’an de dest pê kir:

 

2011

1. Artêşa Azad a Sûrî bi desteka Bloqa Rojava dihat perwerdekirin û biçekirin.

2. Sûrî di serweriya Rejima Esed de li hemberî serhildanê bi desteka Ûrisya, Îran û Çînê li ber xwe dida. Bloqa Rojhilat jî li hemberî Artêşa Azad a Sûrî hêzên xwe yên wekîl wekî El Qayîde, El Nusra, DAIŞ û HTŞ bi cih kir.

3. Kurdên axa wan di bin dagirkeriya Sûrî de bûn bi serê xwe bûn, alî her du aliyan jî nedikirin.

 

 

2011-2014

1. Artêşa Azad a Sûrî li hember Rejima Esed û wekîlên Bloqa Rojhilat têk çû.

* Ne sekuler bûn û di bin bandora siyaseta Rejima Erdogan de bûn.

* Li dijî azadî û mafê Kurdan bûn û ji bo Kurd di vî şerê navxweyî de nebin hêz, enerjiya xwe ya li dijî Rejima Esed gelek li dijî hewildanên xweseriya Kurdan xerc kirin.

* Wekîlên Bloqa Rojhilat El Qayî û rêxistinên ji wê zêde bûn El Nûsra û paşê DAIŞ’ê bajarên di destên wan de ji wan standin.

* Li holê man DAIŞ û Hêzên Parastina Gel (YPG).

 

2014

* DAIŞ’ê li gor stratejiya Bloqa Rojhilat berê xwe da xetereya sereke ya li dijî Bexda, Tehran, Şam û Enqereyê, ku wan axa Kurdan kiriye çar parçe û ji Şerê Rizgariya Kurdistanê ditirsin. Li gor vê stratejiyê li herêma Kurdên Îraqê Mûsil û Şingal stand, berê xwe da Kirkûkê.

* Li nav Sûrî berê xwe da bajarê Kobaê ku di destê YPG’ê de bû.

* Bloqa Rojava ku wekîlê wê Artêşa Azad a Sûrî têk çûbû, piştî ku şerê xurt ê wekîlên Bloqa Rojhilat û hêzên serbixwe yên Kurd dîtin, biryar dan ku YPG’ê destek bikin.

* Ji şerê Kobanê û pê ve li qadê êdî Xeta Sêyem û Bloqa Rojava bûn mitefîq.

* Ji vê dîrokê û pê ve Turkî biryar da ku li dijî vê pêşketinê bi Bloqa Rojhilat re bixebite.

 

2016

* Turkî ku endamê NATO ye, di 15.07.2016’an de bi desteka Ûrisyayê qadroyên NATO’yê bi hinceta wekîlên DYE’yê ye, belav kir.

 

2016-2019

*  Bloqa Rojava bi pêşengiya Qowalîsyona Navnetewî ya dij-DAIŞ û Xeta Sêyem DAIŞ li nav sînorên Mezopotamyayê de qedand. Li Îraqê bi Mûsil û Şingal, li Sûrî Kobanê, Serêkaniyê, Reqa, Tebqa û Hisiça ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin.

* Ûrisya, ji bo Kurd xwe negihînin Derya Spî bajarên Kurdan ên li rojavayê Çemê Firatê Cerablûs, El Bab, Hezaz û Efrîn bi Tirkan da dagirkirin. Paşê vegeriyan li rojhilatê Çemê Firatê Serêkaniyê dagir kirin.

 

2022

* Ûrisya ket Ûqreynayê.

* Ûrisya di şerê Ûqreynayê de roj bi roj lawaz ket û bandora wê ya li nav Sûrî her roja çû kêmtir bû.

 

2023

* Îranê bi destê Hamas, Hizbilah û Hûsiyan li dijî Israîlê şer da destpêkirin. Di vî şerî de jî Hamas û Hizbilah têk çûn.

* Hêza Îranê jî ya li Sûrî lawaz ket.

 

2024

* Ûrisya, Îran û Turkî ji bo Sûrî bi tevahî nekeve destê Xeta Sêyem û mitefîqên wê, di 72 saetan de Sûrî radestî El Qayîde/HTŞ kirin.

* Bi vî rengî berî Israîl hesabê şerê Hamas û Hizbilahê ji Îranê bipirse û ev bibe sedema Sûrî têkeve destên din, Îran û Ûrisya ji Sûrî derketin, Sûrî ket bandora Turkî ya ku li ser kaxezê endamê NATO ye.

 

NASNAMEYA HÊZÊN LI QADÊ

 

APOÎST

* Xwe di navbera Bloqa Rojhilat û Bloqa Rojava de, di navbera Marqsîzm û Qapîtalîzmê de wekî XETA SÊYEM bi nav dike.

* Li cîhanê bi piranî wekî PKK tên naskirin. Serokê wê yê avakar Abdullah Ocalan ku wekî “Apo” tê naskirin, pêşengê vê Îdeolojiyê ye. Partiyên Apoîst li Îranê PJAK, li Sûrî PYD, li Turkî PKK, li Îraqê PADÊ û PÇDK û wekî partiya jinan jî PAJK heye.

* Azadiya Kurdan û Kurdistanê ji dagirkeriya Îran, Sûrî, Turkî û Îraqê armanc dike.

* Sîstemek bi navê Modernîteya Demoqratîk armanc dike.

* Di girseya wê de jin nîvenîv cih digirin û ji 30 hezarî pirtir hêzên wê yên ji jinan pêk tê heye.

* Dîktatoriya Proletarya û hemû cure dîktatorî, pergalên otoqratîk û otorîter red dike.

* Têkoşîna Çînayetiyê wekî bingeha demoqrasiyê nabîne, li gor Apoîzmê cihê çînayetî û rêveberiya wê hebe otorîte û dewlet jî lê heye.

* Utopyaya cîhanek bêdewletî diparêze, ku jê re dibêje Modernîteya Demoqratîk.

 

XETA SÊYEM

* Di nexşeyê de bi rengê zer xuya dikin.

* Serkêşên wê Apoîst in.

* Hêza sereke Kurd in, yên din hindikahiyên herêmê wekî Asûrî û Ermenî ne. Kurdên ne Misliman ên Êzdî jî li bin vî banî ne.

* Erebên ji zilma Rejima Esed reviyan Sûriyek Demoqratîk dixwazin li bin vî banî ne.

* MSD yasadan.

* HSD artêş.

* AANES rêveberiya vê xetê ye.

* Sîstemek bi navê Modela Modernîteya Demoqratîk armanc dikin.

* Azadiyan diparêze.

* Mafên 60 milyon Kurdên di dagirkeriya Îran, Îraq, Sûrî û Turkî de nas dikin.

* Mafên civatên ne Misliman diparêzin.

* Jinparêz in.

 

HÊZÊN CÎHADÎST

 

* Ji hemû kesên cîhadîst ên ji Qafqasan, Çeçenan, Tirkmenan, Ereban û Afganan pêk tên.

* Li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê Şerîeta Îslamî armanc dikin.

* Cîhadîst bi sînorên netewî ne bisînorkirîne, ew xeta gerdûnî ne.

* El Qaîde û rêxistinên jê zêde bûne hemû (El Nûsra, DAIŞ, HTŞ) Cîhadîst in.

 

ÎSLAMÎST 

 

* Di nav sînorên dewleta xwe de, li bin banê netewe û zimanê xwe Şerîeta Îslamî armanc dikin. Bi piranî di nav Artêşa Azad a Sûrî de hebûn, niha sîwanek wan a xurt tune.

 

ÇI LI PÊŞIYA SÛRÎ Û HERÊMÊ YE?

 

* Hikûmeta Nû ya Sûrî ji aliyê HTŞ’ya Cîhadîst ve hat avakirin.

* Tê mayîn ku HTŞ li ser Îraq û dora xwe vê xetê xurtir bike û herêmê pirtir têxe bin banora xwe.

* Ji ber ku Îranê şûna xwe bê şer jê re hişt, têkiliya 800 hezar milîsên Îranê yên li Libnan, Sûrî û Îraqê bi HTŞ’ê re dê çawa berdewam bike?

* Dê HTŞ û Israîl li hemberî hev çawa tevbigerin?

* Dê HTŞ çi qasî Xeta Sêyem ku bi navê AANES/Rojava tê naskirin qebûl û tehamûl bike?

* Dê HTŞ û Rejima Erdogan ji bo DYE’yê ji Sûrî û Îraqê derxin çi bikin?

 

Qedera Sûrî û Herêmê di bersiva van pirsan de ye.