Mejiyê kolonyal û xapandina dînî
Hemû welatên kolonyal dema welatekî dagir dikin bi navê şarestanî, dîn û xizmetên cuda qaşo mafdariya dagirkeriya xwe diparêzin. Li gel gelên koloniyan nezan pênasekirinan, ziman, çand û ananeyên gelan jî, mîna zimanê hêr, çand û ananeyên paşverû û ne mirovî“(!?) nîşandidin. Yanê berê hestê xwepiçûkdîtinê bi kotek û rengên cuda di bîra gelan de didin rûniştin û xwe jî wek rizgarkar û hêvîya aqilmediyê pêşkêş dikin. Li ser van bingehên bangaşiyê, iddia dikin ku şarestanî, bîr û baweriya nûjeniyê anîne wî welatî. Hemû serhildanên li dij dagirkeriya xwe jî, weke lîstik û dekbaziyên hêzên kolonyal ên dijberê xwe nîşan didin. Ji bo ku bikanin van rikên xwe bi gel û neteweyên li koloniyan bidin pejirandin jî, li gel hin dekbazî û sextekariyan wehşeteke bêbav wek alavên tirsandin û serî çemandindayînê li ser serê gelê wê koloniyê direqîsînin.
Dagirker piştî vî rengê koloniyên klasîk, ji bo hin bertekên gelên li koloniyan rawestandindayînê, li koloniyan hin saziyên bi xwe ve girîdayî pêkanîne û navê vê dewleta serbixwe danîne. Ew ne serxwebûn, lewra ew bi xwe li paş perdê radiwestin, cehşan bikartînin. Yanê koloniya klasîk guhezandine „neokolonyalîzmê.“ Kwame Nkrumahê Afriqî li ser vê mijara xapandinê wiha dibêje: „Neokolonyalîzm rengê emperyalîzmê ya herî malxirab e. Lewre ne wekî kolonyalîzma klasîk e, ew li paş perdê ne, ti şêlandin û kirinên xirab wernagirin serxwe û dibêjin; „ yê van xiniziyan dikin ne ez im /ne em in,“ ji wê jî, rasterast li dij wê şerkirin gelek dijwar e.....“
Dagirkerên welatê me dagirkirine
Ji ber ku li ser vê mijara metîngerîyê gelek nirxandinên bingehîn û siyasî hene, ezê vê mijarê li vir zêde dirêj nekim, ji bo bibîranînê ev bes in. Em vegerin kolonyalîstên herî wehş yên ji cihana kolonyalîstên cihanê jî der, ango yên ku welatê me, Kurdistana me dagirkirine.
Ew Kolonyalîstên bêbav welatê me weke metîngeh yan jî koloniyeke klasîk jî napejirînin, yanê em ne di statuya kolonyal, ne jî di statuya kêmaran de ne, hê ji wê wêdetir in. Mînak: Dewleta Tirk her çêr û heqaretê li Yunan, Cihû, Ermenî û Roma Sintîyan jî dike, lê ji wan re nabêje; „tu tineyî!“ Di statuya dijmin de jî be, hebûna wan dipejirîne. Yanê dibêje; „tu heyî“ û hin mafên wan dipehirîne. Lê ew heman metîngerê bêbav ji me Kurdan re jî dibêje: „tu tinî, zimanê te tine, welatê te tine....“ Yanê li gel heqaret û çêran hebûna me jî napejirîne. Ew me di statuya gelbûnê de jî nabînin. Çima? Ji ber ku pejirandina Kurdan weke nebûna xwe dibîne, Wekî Apo Musa gotiye; „Wan xaniyên xwe li ser ersa me avakirine!“ Bi gotineke kurt hebûna xwe li ser nebûna me avakirine. Di neva me de kes û komên cehş ên bêşarm afirandine. Heta cehşên wan ên ku bi navê Kurdayetî tevdigerin jî hene. Dema mirov ji şerê Milazgirê bigire were, li gel wê têkiliya Yavuz bi rêya Îdrîsî Bitlîsî bi mîrên Kurdan re danîne bidomîne, li gel we hetanî axaftinên berê Lozanê di meclîsa Tirkan de hatine kirin bibîrbîne, vê rastiyê bi hêsanî dibîne.
Li ser xaka me mînakên gelek ecêv hene. Ziya Gökalp berê li ser giramera Kurd dixebite, lê piştî dikeve nava Juntirkan û serê wî yê gulle xwarî tê şûştin, (Z. Gökalp di bistsaliya xwe de teşebûsê xwekuştinê dike, gulle berdide serê xwe, lê namire, gulle di hestiyê serê wî de dimêne, belkî sebeba ixaneta wî jî ev e) bi vê serî şutin yan jî gulle xwarinê re dibe hîmekî Jöntirkan. Dîsa mijara Hasan Hayrî gelek balkêş e, ew di axaftineke xwe ya dema pêvajoya Lozanê de wiha dibêje: „Em Tirk û Kurdan ji hev naqetinin, ev komara me herdu gelan e, M. Kemal jî soz daye, wê wisa be!(!?)“ belê, sozê bêbavan. Ango mirov vê rastiyê bi hêsanî di her xalên têkiliyên bi kolonyalîstên Tirk re hatine danîn de dibîne. Bi taybetî bi kemalîzmê re wan nijadperestiya xwe di van hersê şiyarên dewletbûnê de dane rûniştin:
„Yek netew, yek welat û yek ziman“ /netewek, welatek û zimanek“(!?)
Li ser vî bingehî wan bi giranî di peymana Lozanê de hemû kêmarên li Anatoyayê pejirandin, bê neteweya Kurd. Mînak dibistanên Ermeniyan û yên Rûman ti car nehatin girtin, lê dibistanên nûjen cih bihêle, hemû medreseyên kurdî (weke Medreseya Sor...) hatin qedexekirin. Nijadperestiya vê pêkhateya nû ya sosret li ser dijminahiya Kurdan dan rûniştin.
Ji bo nijadperestiyê di genên neteweya bi navê „Tirk“ de bidin rûniştin, wan ev kirin:
1 - Di destpêkê de ji bo piştgiriya Kurdan werbigirin, ji Îttahat Teraqî hetanî Kemalîstan her û her bi armanca xapandina gelan mijara ometê derxistin pêş, bê navber gotin; „em tev îslam in, em li dij gawiran welatê xwe yê îslam diparêzin!?“ Itahat Teraqî û kemalîstan di destpêkê de xwerû ji bo xapandina Kurdan ev weke şîyarek bikaranîn, hê jî îslamê wan di bin navê „Dîn qardêşî“ /birayê ometê de mijara ometê wekî morfîna xapandinê bikartînin. Keyxudayê wan ê îslamî (Diyaneta wan) jî ji dîn betir alava vê bangaşiyê ye. Mixabin ku aliyê Kurdan ya herî melûl jî ev jehra ometê ye. Heta qanuna bingehîn ya 1921 an jî li ser vê bingeha jehra omatê (xwerû ji bo xapandina Kurdan) hatibû amadekirin, lê piştê îmzakirina „Peymana Lozanê“ jî, hima qanuna bingehîn ya 1921 an îptalkirin û qanuna bingehîn a 1924 derxistin, hemû mafên civakî yên Kurdan bikarîna sûd jê werbigirtana jê derxistin û li Kurdistanê dest bi komkujiyan kirin. Jixwe di 1925 an de jî komkujiya serhildana di bin navê Gorbihuşt Şeyx Seid de tê zanîn destpêkir.
2 – Mijara „Dijminê der û yên hundir /navxweyî“ ji qada perwerdeyê bigire hetanî leşkerîyê, çîrok û romanan ev têgîhîştin weke raman û erkekî bingehîn dane rûniştinê. Tevahiya perwerdeya wan li ser vê bingehî meşiya û dimeşe. Dijminên der; Girêk û qaşo welatên emperyalîst, dijminên hundir jî em Kurd in. Di vê pênaseya wan de dijminê hundir xwedan kesaytiyên fafik, saf, nezan, bê fikar in, ti car nikanin li ser azadiya xwe bifikirin, dijminê der bi hêsanî wan dixapînîn, yanê ew alavên destên dijminên der in. Tirk jî pir baqil in, ti car naxapin!? Hemû dunya ji wan ditirsin,!? Ew şûrê îslamê ne!? Lê belgeyên dîrokî hene, em dizanin ku Mistefa Kemal li Filistînê bi tevê Îngîlîzan li hev kir, yek gulleyek jî neteqand, eskerên xwe bê serî hîşt û bi şûn ve kişiyan. Dîsa Padîşah bi fermana Îngilîzan Mistefa Kemal şand Samsunê ku biçe pêşî li serhildanên li Anatolya û Kurdistanê bigire. Îngîlîzan ji ber ku li Rûsyayê şoreşa sosyalîst pêkhatibû, ji bo ji wan parastina Rojhilata navîn,ev dewleta Tirk dan damezrandin, vê dewleta Tirk ya nijadperest bi cihanê pejirandin û her cûre piştgirî danê. Rusan jî xwestin vê dewleta tirk li dij „qaşo“ emperyalîstan“(!?) bikarbîne piştgirî dayê, heta bajarê Artvîn û Ardahan weke dîyarî dan Tirkiyê. Ango rêvebiriya Kemalîst dewleta Tirk ya li Anatolya bi piştgiriya Îngîlîz û Rûsan hate damezirandin.. Îngîlîzên Iraq û Îran girtibû bin kontrola xwe, rê nedidan Kurdan. Di hemû komkujiyên Kurdan de erêkirina wan dewletan heye. Heta di rojnameyên sovyetê yên wê sedemê de gotarên mîna „tekoşîna dewleta tirk li dij feodalan !?“ hatine weşandin. Di ruxandina tevgera Şeyx Mehmud Berzencî û ya Mihabatê de rola bingehîn Îngîlîzan lîstine, bêgûman bi alîkariya xayînên ku îro jî bela serê me ne. Ji bo mijara ka kê cehşê emperyalîstan e, mînakek balkêş: Dema di salên hefteyî de li Tirkiyê xwendekarên şoreşger li hemberê Amêrîqa û welatên derve di bin serenavê „li dij emperyalîstan“ dimeşiyan serokkomarê demê Cevdet Sunay gotibû; „...hetanî derpêyê we jî ji Amerîqayê tê...“ Her çendî ev rastiyên beloq yên li ber çav hene jî, bi salan hewl dan ku Tevgera 1925 xwerû jî Şêyx Seid weke ajanî u xiniziya Îngîlîzan ragîhînin, lê nekanîn yek belgeyekê jî li pêş çavên gel raxînin. Bi taybetî jî komînîst û çepgirên wan her hewl dan ku vî derewî weke rastî bi cîwanên Kurd bidin pejirandin. TKP hê jî ji faşîstan faşîsttir in. Divê ev rastiyana ti car neyên jibîrkirin.
3 – Da ku bikane te ji rêya serxwebûnê bigire û enerjiya te ji bo xwe îspatkirinê xerc bike, bi hemû kes û saziyên xwe ve dibêje „tu tinî! Zimanê te, welatê te tine, tu nikanî welatê me parçe bikî! Tu cudaxwaz î û û! Eger dixwazî hebûna xwe îspat bikî, keremke îspat bike!“ Yanê te dikşîne nava kemînekê ku tu ji hebûna xwe têkeve gûmanê.
4 – Wan bê navber li ser bingehê raporên bi destên serleşkerên xwe daye amadekirin me bi rê ve birine û hê jî dibe. Wek rapora Şark Islahat plani, ya Îsmet Înunu li ser Dêrsimê amadekiribû, anegorî wan raporan welatê me piştî komkujiyan bi rêvebiriya awarte, weke walî û mifetişîya awarte, rewşa awerte bi rêve birin, niha jî li ser heman bingehî bi qayyûmên bi rengên cuda pêşî li xwebirêvebirina me digirin. Heta serokê şaredariya Esenyurta Stenbolê jî ji ber ku Kurd bû, bi kêmî be jî, hetanî radeyekî bi awayê xwe li kurdbûna xwe wedî derdiket, lema ji kar girtin û di cîhê wi de qayyum anîn ser kar.
5 – Ji roja ku ev komar hatiye darezandin ji rêvebiriya şaredariyan bigire hetanê dibistanan her kar û xwerû karên siyasî û îdarî bi talîmatnameyan bi rêve birine, ti car rê nedan rewşeke rewa....
6 – Em weke gel xiniziyên wan bi rengekî din werbigirin jî, rastîya xiniziyên wan tişteke din e. Ew dewlet xwerû kesayetiyên rengê rêvebirî û baweriya gel girtine, dikarin gel bigîhînin rizgariyê, bi navnetewî tên naskirin, dikanin di nava qada navnetewî de ji bo Kurdan rolekê bilîzin, ji kar digirin, kriminalîze dikin, da ku bikanin pêşî li rengê wan ên navnetewî jî bigirin. Hin mînakên balkêş; girtina Selahattin Demîrtaş (ewropê ew bi rengê Kurdî nasîbû). Ev sê dewre ye ku her û her ji serokşaredarîyê girtina Ahmet Tirk ne tişteke ji rêzê ye. Dewleta Tirk têkiliyên navnetewî û rola kesayetiyan baş dizanin. Ji bo bibiranînê: „Serokê Amêrîqa Barak Obama dema hat Tirkiyê xisûsî weke rêveberek Kurd nasînê Ehmed Tirk zîyaret kiribû û bi dostî destê hev girtina wan bi navnetewî hem jî bi navê Kurdan belav bûbû.“ Lema her hewl didin ku di kesayetiya wî de bîra Kurdan bi îhtîmala bi navnetewî were naskirinê kriminalîze bikin. Herwiha di kesayetiya fermandar Mazlum da dijminahiya Rojava jî xwerû ji ber vê egerê ye. Yanî sebebên êrişên li ser Rojava û rêveberiya wê jî ji ber vê egera bi navnetewî nasîna wê ye. Tirsa wan ew e ku ew weke rêveberiyeke Kurd were pejirandin. Berê pejirandinê dixwazin ji holê rakin. Lema jî berê xwestin hin komikan bi navê Kurdan têxin nava Rojava, wan parçe bikin, niha jî bê navber sinyalên dagirkirina Rojava didin. Her wiha gefan li Silêmaniyê jî dixwin, lê ev tirs ji bo Hewlêrê tine, ji ber ku rengê wê ne di vê astêdeye, jixwe bendê wan jî di destê Enqerêde ye.
7 – Dema dikevin tengasiyê jî, her hewl didin ku hin kesînên rasterast bi xwe ve girêdayî û di xizmeta xwe de weke hêvî pêşkêşî gel bikin, yan jî hin kom û komikên bi her awayî birêve dibin û bi xwe ve girêdayî di bangaşiyên van kirinên xwe de bikarbînin. Ji tarîqat û hin komikê li ser bingehên Hizbûl Kontra hatine damezrandin û hevalbendên wan bigire, hetanî hin malbatên naskirî mîna hêvî pêşkêşî gel bikin. Mînak pir in.
8 – Alavêre dalavêreyeke wan ya bêbext jî bê navber di nava eşîr û malbatan de bi rêya kirîn û fesadiyê şer derxistine. Bi vê azînê dixwazin ku gel bihevkevin, bi rêya wê mijara yekîtî û rizagiriyê ji bîr bikin. Her çendi dewleta tirk ev gotina li pey tê, derxistibe pêş jî, tenê ji bo kirinên xwe yê bêbext porkirinê û tewanên xwe li kesên din barkirinê ye. Tirk wiha dibêjin: „Eger li derekî du kes pevbiçinin, sedî sed di wir re îngîlîzek derbaz bûye!“ lê bi dîtina min ev xinizî bêbextiya dagirkerên Tirk e. Mînak pir in. Mînaka herî balkêş bi alîkariya Bedirxaniyan li Seîd Begê xistin, bi alîkariya Yêzdanşêr jî serhildana Bedirxaniyan têkbirin. Ev azîna wan her di mazatê de ye. Egerên nakokiyên li başûr û sînorên Suriyê jî ew in.
Akinci û AQP
Ji nirxandinên jor jî tê fêmkirin ku tevgera Kemalîst ya li Enqerê bingehê netew-dewletê li ser hîmekî nijadperestî û xwîna gelan daye rûniştin û û li Anatolyayê bi kotekê neteweyeke sunî afirandiye. Lewra gelên li Anatolya ku anegorî lêkolînên genolojîk tenê ji %5 ê wan genê asyayî dihewîne, yanê ji %95 ne ji navenda Asyayê ne, bi gotineke hobûyî ne tirk (!?) in jî. Lê wan bi zora kotekê û asîmîlasyonê tevde helandin û ji wan bi navê Tirk neteweyekê afirandin. Bi komkujî û kotekê hewldan Kurdan jî bihelînin, lê ji ber ku Kurd xwedîyê çandeke qedîm û gelek pêşketî bû, herwiha hêjmara wan jî zêde bû, nekanîn wan bi tevahî bihelînin. Ji ber vê egerê jî, vê netewdewleta sosret ya ku ji faşîzma Hîtler re jî bûbû mînak, li gel komên faşîst weke „Ülkücüler“, komên kotek û afyona omatê (yanê islamî) „Akincilar“ jî birêkxistin û bi taybetî jî hewldan ku wan xwerû li ser xaka Kurdistanê bidin rûniştin. Mîlî Nîzam, Mîlî Selamet hetanî tevgera Erbakan li ser vê bingehî rûniştibû. AQP (akp) bi tevê elemanên îstîxbarat û leşkerî li ser wî bingehî hatiye afirandin. Bi darbeya leşkerî ya sala 1980 re peyderpey ev tevgera bi rengê ometê boyaxkirî derxistin pêş. Ji nava rengên wan ên herî qirêj girtin di nava tevgera Fetullahî de perwerde kirin û ji nava wê û li ser wê têgîhîştinê jî AQP derket. Wan berê ew bi generalên xwe re anîn ser kar. Van saxtekarên qaşo bi rengên ometê li gel dek û dolabên serkarên îslamî yên di dîrokê de, dekbazîyên nû jî xistin qada polîtîkayê, daku bikanin bi serkevin. Em vê rengê polîtîk, bîr û baweriya wan jî xal bi xal rêz bikin, daku rengê wan baştir were têgîhîştin:
1 – Derew û îftîra. „Ne tenê em, herkes dizane ku ew di her warê jiyanê de derewan dikin, ew jî dizanin ew derewan dikin, ew dizanin em û her kes bi derew û dekbaziyên wan dizanin, lê ji bo derew û dekbaziyên berê ji bîrkirin dayîn û heta wan weke rastî di bîran de rûniştindayînê jî, hê derewên mezintir dikin“ method û şiyara wan ya bingehîn a yekem rasterast ev e: „Derew bike, derewên hê mezintir li ser derewîn piçûk zêdeke, hetanî derew wek rastî hatin pejirandin, yan jî hetanî weke tişteke asayî cih girt!...“ Mînak pirrin, Di deryayê de petrol dîtin, derketin fezayê, ji ber pêşketinên wan tevahiya cihanê ji wan re çevnebariyan (kiskanma) dikin û û û....
2 – Dema sûçekî dikin, ji bo ku wê sûçê xwe jibîrkirindayînê hê sûçekî ji wê mezintir dikin. Mînakêk herî balkêş; berê li Wan`ê ji bo anîna qayyumê hewldan, nebû, piştê wê li Hekkarî qayyum anî ser kar. Dema vê hewldana wan deng veda, hima ji bo wê jibîrkirindayînê li Esenyurtê qayyum anî ser kar, lê vê olaneke taybetir da, lewra hema hema hemû muhalefet li hemberê vê kirina wan bû yek, ji bo ku wî rewşa dijderketina muhalefetê di nava şovenîzma tirkayetîda fetisandin û hestê dij kurdayetî de jibîrkirindayînê hima qayyum danîn ser şaredayiyên Batman, Halfetî û Merdînê. Çima? Ji ber ku birêz Ahmet Tirk cihana têgîhîştina wî çi dibe bilabibe, kê jê hezdike nake li aliyekê, ew weke sembolekê ye, ew ne tenê li Kurdistan û Tirkîyê bi navnetewî tê naskirin. Me gotibû: Serokê Amerîqayê yê berê Barak Obama ew wek nûnêrê Kurd dîbû û li Enqerê xisûsî ew ziyaret kiribû, ev wêneyê rêzgirtinê di nava qada navnetewî de olan dabû û her kes kesayeta birêz Ehmet Tirk weke nûnêrekî Kurd nas dike. anegorî cihana wan; divîbû li gel kirinên berê jibîrkirindayînê ew teqez bihata kriminalîzekirin.
Di rastiyê de ev jî taybetiyekê wan e. Kurdên bi navnetewî tên naskirin kriminalîze dikin ku, deng û olana wan vala derxînin.
3 – Tim mirovên bê qalîte, ji rewşenbîrî û camêriyê dûr û bê karekter in, derdixin pêş, lewre ev mirovên bê ehlîyet yan jî ne rewşenbîr û camêr bi dek û dolab in, her dem jî dikane werin bikaranin. Mînak: Erdogan dibistana îmamxatîpê jî neqedandiye, bê nivîsên li ser promperê nikane çar gotinan bîne ba hev. (ji bo bibîrxistinê: Birêz Selehattin Demirtaş çend caran ew vexwend gengeşiyeke li ber çavê gel, lê cesaret nekir, lewra ew huner û zanîn di wî de tine.) Serokê diyaneta wan jî wisa ye, hem jî ji têgîhîştin û perwerdeya îslamî dûr e, ji wezîran bigire hetanî derdora wan, bi giştî yên derdixin pêş tev de di vî rengî de ne.
4 – Mijara „texdîrê îllahi“ çi xinizî û sextekariyê bikin, berpirsiyariya wan nagirin ser xwe, mîna ku kesên din kiribin, pêşkêşî gel dikin. Yanê alavêre dalavêre. Heta zam û xetayên xwe jî bi „texdîrê îlahî“ ve girêdidin. Yanê bi têgîhîştina îlahî jî dilîzin.
5 – Jixwe qanunên wan ne qanûnbûn, ew qanûnên heyî jî ji holê rakirine, her girtin, darezandinê bi dek û dolab û fermanan bi rê ve dibin. Yanî ti dad û yasayeke edetî jî, li holê nehîştîne. Her tiştên wan weke çîroka gur û berxê ye. Hem jî li ber çavên hemû cihanê vê dikin.
6 – Hetanê giyana dewleta wan nebêje; „di cihê xwe de rûne,“ ew bi hilbijartinan ti car nayên xwarê, ji ber ku ew li ser çavkaniya hemû sextekariyên hilbijartinan rûniştine. Jixwe ta îro jî bi sextekariyên hilbijartinan hatine ser kar.
7 – Xwerû hin derdoren Kurd yên di nava tewanê de ne girtine bin perên xwe û wan pir baş bikartînin, minak; têkiliya wan hin kom û komikên Bakur ên têkçûyî, partiyeke Başûr û hin komikên Rojava yên navendên wan li Enqerê ne.
Hetanî em Kurd van rastiyan nebînin anegorî wan tevnegerin wê karê me jî dijwar be.
Sendruma têkçûnê
Edî li vê rêvebiriya wan jî sendruma têkçûnê xuya dike, lewra bi sextekariyên xwe ve bi her awayî rizyane û rezîl bûne. Mirov dikane vê sendruma têkçûnê li ser bingehê van xalan şirovebike:
1 – Têkçûna di warê hest û têgîhîştinê de: Di her tevger, raman, axaftin û rengî de xuya dike ku li vê serkariyê di warê hest de têkçûneke berbi çav heye, lewre ew di qilqilîna xwe, rengê xwe, hêrs û aciziyên bedenî ve vê rewşa derûnî didin der.
2 - Têkçûna ji rîçal û hawîrdora xwe dûrketinê: Êdî ji kirinê xwe, ji derdorên xwe yên van kirinên wan tînin bîra wan aciz in, Hin kesên anegorî îdeolojiya wan û rêhevalên xwe bûn jî, ji xwe dûr xistine û dûr dixin, tenê zexel, derdorên ezbenî û yên li pey talanê ne li dor xwe hîştine. Di her warên tevger û leqandinên xwe de şaş û metal in, xeta li ser xetayê dikin, di her derê wan re rezîlî diherike, lema bêperwa êriş dikin.
3 – Têkçûna li ser mijaran kûrbûnê (Konsentrasyonê): Ev aliyê wan bi tevahî wendabûye, li ser ti mijarê kûrnabin, her tiştî tevlihev dikin, di cihê serrerastkirinê de her tiştî diruxînin, gelek caran jî ser û çavên xwe vê re dilewitînin.
Ji bo hê baştir têgîhîştina polîtika wan ya dawiyê em ji fîlosofê Alman Immanuel Kannt dazanîneke bingehîn bînîn, lewra mîna ku birêz Kannt li hemû serkariyên tirk û xwerû jî li ser vê serkariya ji hemû rêgezan der nêrîbe, li ser kûr bûbe û ev nirxandin anîbe. Van hersê xalên weke methodên van serkaran tîne.
1 – Berê xiniziyê bike, dû re lêborîna xwe bixwaze....
2 – Tiştên te kiriye (sûç û şaşiyan) inkar bike....
3 – Dabeşke /ji hev biqetîne û birêve bibe.
Belê tevahiya kirin û têgîhîştina serkarên Tirk ji roja destpêkê hetnê îro ev bû. Bes wehşet û hovitiyeke nayê hiş û aqilan bikartînin.
Encam:
Dema mirov tewan û sûçe nefretê yê bi aliyê serkaran ve di bira netewê de hatine rûniştin vedike, her çendî peyva Hîtler jî derkeve pêş, Hîtler jî M. Kemal weke mamosteye xwe dibîne û di gelek ragihandinan de nijatperestîya xwe li ser têgîhîştinê M. Kemal û netewperestiya Tirkan dide rûniştin. Hîtler li hemberê Cihû û Roma-Sîntî nijadperestiyeke tund derxist pêş û li hembere wan kete nava tewana nefretê, lê bi navnetewî hate cezakirin.
Li Tirkiyê jî her roj li gelek bajarên tirkiyê li hemberê Kurdan tewanên nefretê yan jî nijatperestîyê pêk tînin. Mînak bi komî li xebatkarên Kurd, xwendekarên Kurd dixin, di ser malên Kurdan de digirin, lê ev derdorên nijadperest ji aliyê saziyên qaşo dadê ve nayên girtin û darezandin. Hemû êriş xwerû jî di bin nav û siya terorîzmê de tê tepisandin, jixwe bi navê dadê tiştek nemaye, ti kes jî ji ber van tewanên ji etîka mirovî der, heta ji tewana Hîtler ya li hemberê cihûyan jî wêdetir li hemberê Kurdan tê kirin, dernakeve û dengê xwe nake. Kesên êrişê Kurdên ji rêzê dikin, ti car nayên girtin û cezakirin. Heta ku ev netew û dewlet ji ber vê têgîhîştina tewana nefretê neyê darezandin, wê wîjdana mirovahiyê jî rihet neke. Hemû parlamentar rayedar û alîgirên partiyên weke AQP û MHP di nava vê tewanê de ne û hem jî bêbavan bi serbilindî vî dikin û diparêz in. CHP, Kominist û çepgirên wan jî mîna ku vê erê bikin, her bêdeng dimînin, carnan jî bi hin gotinên gilover vê tewanê diparêzin. Ew cihana ku li hemberê Hîtler bû, îro li hemberê vê tewana li Tirkiyê bêdeng e jî, di nava tewana mirovî de ne.
a) Banga min li hemû kesên ku xwedî li mafên mirovan derdikevin eve; di vî warî de têkevin nava tevgerê, rayedarên dewleta Tirk jî di dadgehên navnetewî de bidarizînin, daku wîjdana mirovahiyê ji vê şermê rizgar be.
b) Hêvî dikim ku hemû partî, kom, ramanwerên bi navnetewî nasrawên Kurd; di vî warê tewana dij mirovî de teqez têkevin nava tevgerê ku bikanin vê tewana dij mirovî di nava qada navnetewî de bidin pejirandin û darezandin.
c) Divê herkes vê bizane dewlet û rêveberiya di warê aborî, dad û ehlaqêde wisa ketî, hatiye ber têkçûnê, dema mirov li Rewşa Rojhelata navîn û vê rengê rizîna dewleta Tirk mêze dike, bi hêsanî dikane bibêje; ev dewlet têk diçe, Rêvebiriya Hewlêrê jî her wisa. Divê em ji bo Kurdistaneke Serbixwe yê ji mîr û hestên Emîratî dûr bi rengê modern amade bin, lewre pêşveçûnên cihanê vê nîşanê me dide.
Hin Çavkanî
Nirxandin, gotar û lêkolînên min ên nivîsandî
1- Augé, Marc. (2020). Unutma Biçimleri, çev. Mehmet Sert, İstanbul: Yapı Kredi Yayınları
2 - James, W. (1950). The Principles of Psychology, onaylanmış baskı, cilt 1, New York: Hendry Holt,1890; yeniden basım, New York: Dover, 1950, s. 680-681.
ERAYDIN Selçuk,Tasavvuf ve Tarikatlar, İstanbul: İFAV Yayınları, 1994.
https://www.mahfiegilmez.com/2019/03/tukenmislik-sendromu-ve-sosyolojik.html
https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/824571
https://www.perspektif.online/sagci-enkaz-islamciliga-boca-edilemez-2/
https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/475599
https://www.indyturk.com/node/635421/ya%C5%9Fam/irk-bak%C4%B1m%C4%B1ndan-saf-toplumlar-var-m%C4%B1
https://www.ihd.org.tr/turkiyede-nefret-suclari-ve-son-donemde-yasanan-irkci-saldirlar-ozel-raporu/
https://turkiyeraporu.com/arastirma/turkiyede-irkcilik-var-mi-1834/
67 Hüseyin Sadoğlu, Türkiye’de Ulusçuluk ve Dil Politikaları, 2. bs., İstanbul Bilgi Üniversitesi Yayınları, İstanbul, 2010, s. 20.
Kwame Nkrumah, Neo-Colonialism. The Last Stage of Imperialism, International Publishers, New York, 1965
Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kürdistan. Doz Yayınları,