1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Nefreta li dij Kurd û xeta serbixwe
Nefreta li dij Kurd û xeta serbixwe,nefreta,li,dij,kurd,û,xeta,serbixwe

Nefreta li dij Kurd û xeta serbixwe

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Min hinek li nirxandin û gotarên ku hetanî radeyekê rengên sûçê nefretê vedikin nêrî, li gel wê nirxandinên zanyaran yên di vî derbarî de ser û bin kir. Anegorî nirxandinên zanistî û şiroveyan; di bîran de reng girtindayina wan bi cûda cûda awayî ne. Serkar û dagirker her dem xwerû bi rêya xwenda, pîr, îmam, rahîb û birwarên xwe ve bi metoden cûda û mejîşuştinan di mejiyan de didin çandin. Bi taybetî jî bi rêya kesên wê netewê yên ku di dibistan û nava siyaseta xwe de baş dane perwerdekirin, vê sîxwiriyê birêvedibin.

 

Mînak: Li Amêrîqaya Latînî papazên xiristiyanan bi azînên gelek îşkenceyên bêbav xiristiyanî û zimanê dagirkeran (Îspanyolî, Portugizi) di mejiyên Îndigenan de dan runiştin, bi rêya kesên perwerdekirî, hemû bawerî û têgîhîştinên gelên cigehî û tevgerên bi navê wan bi destê van kesên perwerdekirî reş dikirin, bi taybetî jî ew weke nezanî û cahîlîyê destnîşan dikirin, li gel wê tiştên çand û bîra wan ên baş jî mîna malê wan be, bi çand û baweriyen xwe ve girêdidan: Kesayetiyên reastiya nirxên civakê derdixistin pêş jî, bi her awayî hewl didan ku wan ji nava civakê tecrît bikin. Di vî warî de bêhêjmar mînak hene.

 

1 - Dewleta Tirk jî ev kirinên wan kolonyalîstan li ser xaka Kurdistanê dadixistin qada jiyan. Xwerû jî bi aliyê serkerên dewletê ve gelê Anatolyayê li dij Kurdan dihat sorkirin û bi têgîhîştina sûçê nefretê ew li dij Kurdan gij dikirin. Çend mînak:

 

Mustafa Kemal gotibû; „Tirkek hêjayê tevahiya cihanê ye!“ (ev rasterast nijadperestî ye) wan ev di hemû dezgehên dewletê de weke şiyarekî dan rûniştin.

 

Mahmut Esat Bozkurtê di dema serokomariya M. Kemal de wezîrê dadê bû; li her derê wiha gotibû: „Tirkê herî xirap ji kesên herî baş ê ku ne tirk e, çêtir e!. Yên ku ne Tirk in, li vî welatî tenê mafekî wan heye, ew jî xizmetkariya Tirkan e!“

 

Dîsa wî kesî di axaftineke xwe de jî wiha gotibû: „Kurdê bênirx dikane zimanê me payeberzan baş fêrbibe, baş biaxive û bibe xwediyê nirx!?“

 

Ev biryar, qanûn û bangaşiya li dij Kurdan li wir ranewestiya, hê jî bi reng û xiniziyên rûpoşkirî weke helwesteke bêdawî didome.

 

 Dewleta dagirker piştî darbeya leşkerî ya 1960 î bi rêya Wezareta karê hundir di bin navê “ T.C. içişleri Bakanlığı (Wezareta karê navxweyî) di bin hêjmara „Vi.İd.G.Md.   2.Ş.B. Sayı (hêjmar): 22315/1/6383“ de talimatnameyek ji hemû walîtiyên li Kurdistanê re şandibû: Di naveroka wê de ev hebû: „Ji ber ihmal û reveberiya xirab; li Rojhilat û Başûrêrojhilatê welatê me girseyeke mezin ya gel bi zimanekî nêzîkê tirkî diaxivin û di nava cehaletê de ne.... Divê em bi wan bidin bawer kirin ku ew ji neslê Tirk hatine. Ev erkê bingehîn û pîroz jî erkê rewşenbîrê Tirk e. Divê serbazên Tirk, rêveberên Tirk, mamosteyên Tirk bi dilzîzî li ser vê mijarê rawestin û bi gel bidin pejirandin!“

Li ser vî bingehî wan bi pêşgotin û pêşkêşkirina Cemal Gürsel Pirtûka M. şerif Firat ya bi navê „Doğu Illeri ve Varto Tarîhî“ di sala 1961 an de cardin bi xemilandineke nû çapkirin û ji hemû dibistan û pirtûkxaneyan re şandin.

 

Cemal Gürsel tenê bi vê kirina xwe re jî nema, bi niyeta piçûkxistina kurdayetiyê wiha jî gotibû: „ Tifê rûçikên kesên ku ji we re Kurd dibêjin bikin!?“

 

„Erdogan di 2016 de li ser Musul û Kerkukê wiha gotibû: „...Kerkuk û Musil berê yê me bû, dema ez -Misak-î Millî- dibêjim; çima hin kes di ber xwe de diqehirin? (Rasterast bi qasta Rêveberiya Herêma Kurdistanê) Hele li wan binêrin, rabûne dibêjin; „Kerkuk yê min e!“ Niha çi karê te li Kerkukê heye?....“

 

Erdogan di 4 gulana 2020 de jî wiha gotibû: „Her çendî li welatê me hêjmara wan kêm jî bûbe, em rê nadin çend kesên paşmayîyên ji ber devê şûrê (kiliç artiği) me mayî.“ Yanê wisa ji edeba mirovûnê der û zîşt...

 

Li Aliyekê ji bo teşvîkirina jixwe û ji neslê xwe şermkirinê pesna kesên wek M. Şerif Frirat û berhema wî „Dogu illeri ve Varto tarîhî“ didan vê re bi fermana generalan kesên wekî wî derdixistin pêş û ferman didan ku herkes ku wê berhema wî bixwîne û bi wê berhema wî bawer bikin. Lê li aliyê din jî rewşenbîrên xwedi li xwe û rastiya xwe derdiketin digirtin, weke mînaka koma 49 an di dadgehên xwe de bi cezayên giran didan darezandin.

 

Di encamê de wan ev „hestê xwe piçûk dîtinê“ û Kurdan ji şarestaniyan dûr wekî wehşan nîşandan, Tirk û tirkayetî jî weke şareza, aqildêr û perwerdekar raber kirin, mixabin ku ew di vî warî de hetanî radeyekî jî bi ser ketin. Yanê ev siya koloniyal di gelek giyanan de bû weke nexweşiyeke rahêjî û di giyanan de rûnişt.

 

Li ser vê bandora dagirkeran yan jî hêzên kolonyal gelek nirxandin hene. Mînak: Anja Fres, Frenk Otto û J. R. Berg  di berhema xwe ya „der Kolonialismus“ de wiha dibêjin: „Dagirkerî dikeve nava her tiştî. Bi rastiya xwe ve ew fenomeneke cihanî ye. Gelek rûçikên wê hene û xwe di rengên cuda cûda de ger bi dizî û ger bi aşîkarî dide der. (1)“

 

Di xebateke radyoya Alman de ev mijara bangaşiya kolonyal wiha tê nirxandin: „...Xwe ji bo raman û têgîhîştinê ji bandora têgîhîştina dagirkeran rizgarkirinê dem dixwaze....(2)”

 

2 – Gotineke di nava gel de heye; dibêjin; “eslê hû neslê hû!” bi taybetî neteweyên ne li ser çand û nijadeke qedîm rûniştî, ji gelek pêhateyên cûda pêk tên; dîroka netewê, têgîştina nijadî, her rengê netewîbûnê li ser bingehê çîrok û derewan didin rûniştin. Kesê ku rastiya vê bingeha wan bîne bîra wan jî, weke dijmin tê binavkirin, her dem bi tirsa têkçûnê nêzîkê awayê netewbûna wan tîne bîra wan dibin. Lêkolînên genolojiya li Anatolyayê nîşanê me dide ku ev netewa Tirk li ser kîjan bingehî rûniştiye. Tirs bingehîn ji wir e.

 

Ji ber van sedeman netewperestiyek nijatperestiya bê bingeh di nava gel de dane rûniştin. Bandora vê xweber li ser kesayetiya gelê bindest jî bi awayê nexweşiyekê rûniştiye. Yanê bi methodên cuda şuştineke bîr û mêjî heye. Lema ev pêvajoya mejî ji bandora dagirkeran rizgakirinê jî, piştî rizgariyê demên dirêj yan jî perwerdeya bi salan  dixwaze. Yanî ne karekî hêsan e. Heta her ferdê netewê dema nirxandinekê dike, divê carê li ser vê rastiyê bifikire, ka çiqas xwe ji wê têgîhîştina kolnyal rizgar kiriye.

 

3 - Ev rastî jî heye: Dagirkeran welatê me gelê me û welatê me  ne weke kolonî yanê metîngeh jî pejirandine. Wan me û gelê me; li gel tine nîşandanê “bi awayê kesên nezan, li çiyan mayî, faf, ji xapandinan re amade, maşeyên destên dijminan û û....” dane destnîşankirin, bêguman dagirkeran kesayetiya xwe jî weke baqil û aqilmend dane ber me, ji wê mirov gelek caran vê gotinê dibîhîse; “Tirk baqil in!?” Wan ev mejî bi perwerdeyeke sedsalî di nava me de hem jî bi kotekê dane rûniştin. Bi film û şano, bi roman û çîrok, bi pêkenok û qeşmerî bi çapemeniya nivîskî û dîtnêrî bê navber weke berçavikên koraniyê dane ber çavên me. Ji ber vê rastiyê jî îro yên helyane bûnin Tirk ne têde, herî kêm nîvê gelê me yê hê dizane ew Kurd e, êdî bi vê têgîhîştinê li xwe û li gelê me dinêrin, baqiliyê di tirkayetîyê de dibînin, ji xwe, ji kalên xwe û têgîhîştinên kurdayetiyê şerm dikin. Xwe Tirk dîtin weke şerefekê têdigîhîjin.

 

Her çendî dewleta Tirk di bin siya Îngîlîzan de hate damezrandin, têkiliyên wan, Îngiliz, Alman û Sovyetê yên qirêj aşîkar e jî, wan hemû Serhildanên li Kurdistanê weke dek û dolabên Îngîlîzan û dijderketina paşverûtiyê nîşan dan, ya herî malkambax jî wan ev di mejiyên piraniya xwendayên Kurd de jî dane rûniştin. Mînak hîna jî Kurdên çepgir serhildana 1925 an di kesayetiya Şêyx Said de weke - li dij şoreşa Atatirk derketina paşverûtiyê- nîşan didin. Belgeyên wan tenê û tenê gotinên dagirkerên Tirk in. Xwerû jî Kurdên di nava komên çepgirên Tirk de bi metodên dagirkeran nêzîkê Kurdan dibûn û dibin. Ew jî gotinên heqaretê /suçê nefretê yên wekî “Kürt manyaklığı, Kur, kiro, gundî, nezan, paşverû, sarıklı!” bikartînin.

 

Di dawiya salên şêstî û destpêke salên heftêyî de piraniya tevgerên çepgir ên Tirk xwerû li deverên Kurdên Rêya Heq (Elewî) û cigehên normên pêşverûtiyê hebûn xwe birêkxistin kirin. Mînak : Maraş, Meletî, Dêrsim, Varto. Faşîst û îslamîstan jî xwe li deverên siya dînê îslamiyetê weke mijekê rûniştî, ketin nava tevgerê. Mînak: Erzurim, Elezîz, Bîngol û û. Lê herdu alî jî ji realîteya heyî betîr bi metodên bangaşiya dagirkeran yan jî serkarên dewleta xwe ketin nava tevgerê. Yanê gişt bûn berdevkên sûçê nefreta li dij Kurdan.

 

 

Çepkirên Tirk û siya wan ya di nava Kurdan de

 

Ji bo ku em rengên Çepgirên Tirk û bandora wan ya li ser hin tevgerên Kurd baş binasin; divê em berê hin rastiyan derxin pêş. Çepgirên Tirk serkarên xwe xwerû jî leşkerên xwe weke xwedan mîrateya Kemal didîtin, ji wan hêvî dikirin. Û mîna ku erkek şoreşgerî pêkbînin, bi aşîkarî lê xwedî derdiketin, heta gelek caran ji bo darbeyê bang leşkeran dikirin. Hin kesayetiyan li ser çepgirên Tirk xwerû yên salên heftêyî nirxandinên hêja anîne. Mînak ev nirxandin: „Şoreşgerên Kemalîst dixwastin tevgerên ciwanan û çepgiran  li pey  qaşo “cuntaya çepgir!?” bixin. Mixabin ku gelek bi ser jî ketin, lewra bi vê bangaşiyê gelek ji wan ketin bin siya stratejî û taktîkên serbazên ji ber tirsa têkçûnê darbe kiribûn!“

 

Têgîhîştina „Çepgirên Tirk“ jî li ser birdoza nijadperestiya tund ya di dema Îttahat Teraqî de li ser  bingehê projeya netew-dewletekê afirandinê û ji teoriya Kvargîç ya nijadperestiyê rengê xwe girtibû rûniştiye. Ji ber ku rewşenbîrên Kurd yên wê serdemê bi piranî li dij vê têgîhîştina ji mirovahiyê der, bûn; nijadperestiya tirkbûnê ya di rengê çepgiran de ta wê serdemê rengekî kîndarê dij kurdayetî wergirtibû. Ne tenê serkarên tirk yên koloniyal, çepgirên Tirk jî ji bin kontrola xwe derketina mijara Kurd weke têkçûna xwe didîtin, lema jî: Wan ew wekî serkarên xwe bi ajaniya hin dewletên derve tewanbarkirinê bigire, hetanî cehalet û xiyanetê dibirin.  

 

Li ser mijara çepgirên Tirk gelek nirxandinên berfireh hene, lê ezê nekevim nava wê serêşê. Tenê dive ev bingehê nijadperestî baş were têgîhîştin, lewra ev di qada siyasetê de bingehê gelek nexweşiyan e û xwerû bingehê nexweşiya Suçênefretê ya li dij her rengê Kurd û kurdî ye. Hima bigire hemû çepgirên tirk bi gotin, tewanbarkirinên serkarên xwe nezîkê her têgîhîştinên Kurdan bûne û dibin. Heta di cihana wan de tirkiyebûn pêşverûtî, zimanê tirkê wek înternasyonalîzim tê dîtin. Li gel wê mîna serkarên xwe her rengê Kurd û kurdî wek netewperestî û cudaxwazî derdixin pêş. Bi gotineke kurt dema mijar bû mijara Kurd û kurdî; di têgîhîştina siyasî di navbera çepgir û serkarên tirk de ti cudahî namîne. Ji ber ku hin kom û partîyên Kurd jî, di bin perên van çepgiran de rengê têgîhîştinên xwe yên siyasî û exlaqî kemilandine, li dijberê siyasetên Kurd yên ne di rengê xwe de helwesta koloniyal nîşan didin. Lema em berê pir kurt hin xetên çepgirên Tirk vekin:

1 – Xeta TKPê : Dema mijara „çepgirên Tirk“ tê rojevê di destpêkê de M.Mustafa Suphî tê bîra mirov. Ew berê di nava Îttahat Teraqqiyê nijadperet de cih digire, wê serdemê gotarên wî yên bi rengê nijadperestî dagirtî di rojnameya Tirk „Tanin“ de hatine weşandin. Du re derbazê Rûsyayê dibe, li wir berê wek dîlê şer tê girtin. Li Rûsyayê di nava „(qaşo) koministên misliman“ (!?) de cih digire. Ew di 10 îlona 1920 de li Bakuyê bi fermana sovyetê tevê damezrandina TKP ê dibe. Di nivîsên wî de jî xuya dibe ku ew xwedanê têgîhîştina Îtihat Teraqî ye û netewperestiya Tirk bingeh digire. Jixwe vê partiyê di serdema serhildana Kurdan ya 1925 – 38 an  de bi navê „Kuvay-î mîlîye“ piştgiriya serkariya Kemalîst kiriye. Yanê ji sosyalîzm /kominizmê betir wek baskê çep yê kemalîzmê ye. Piştî kuştina M. Suphi TKP hê zêdetir dikeve bin siya kemalîzmê û bi tevahî bi rengê kemalîzmê nêzîkê mijara Kurd û Kurdistanê dibe.

 

2 – TKP ML – Tiko her çendî behsa Mustafa Suphî jî dikin, ew li ser têgîhîştina Mao yanê Çînê dimeşe. Bes di mijara Kurd û Kurdistanê de ji TKP ê ne pêşketîtir e, Ew jî di çarçoveya kemalîzmê de nêzîk mijara Kurd dibûn. Heta Aydinlikçiyên ji nava wan qetiyan di mijara Kurdan de resmen ajantîya dewleta xwe dikirin û dikin.

 

3 – THKO ev xet dû re bi rengê li ser xeta Arnavutluk Enver Hoca derkete pêş. Dû re bi giranî weke “Halkin Kurtuluşu” tê zanîn. Di mijara Kurd û Kurdistanê de ev jî li ser xeta kemalîstan ma û ew reng u têgîhîştin hiç neguherî.

 

4 -  Tevgera Mahîr Çayan ku

 weke “Türkiye halk Kurtuluş partîsî (Li Tirkiyê eniya rizgariya gel) tê zanîn, du re ev parçe bû û bi awayê “Dêv Yol û Dêv sol” kete piyasayê. Lê ew jî ji xeta Kemalizmê bi qasê misqalek neqetiyan.

Hikmet Kivilcim di hin mijaran de mijara Kurd derxistibe rojevê jî, pir melûl maye Yanê hemûyan bi rengên serkarên xwe yên kemalîst li mijara Kurd û tevgerên Kurd nêrîne. Ji xeta nijadperestiyê neqetiyan, her tevgerên kurd weke gasikên destên emperyalîstan nîşan dane.

 

 

Kom û partiyên bi navê Kurdan.

 

1 - TKDP ya di 1965 an li ser prensîbên PDK - Iraq hate damezrandin jî, Di dîroka siyaseta Kurdistanê de bi serê xwe diyardeyekê ye. Piştî pêşangên şoreşê yên di rêveberiya Dr. Şivan, Çeko û Brusk de ji partiyê qetiyan û xwastin xeteke şoreşgerî – netewî pêş bixin, Barzaniyan li ser daxwaziya serkarên Tirk berê Sait Elçî kuştin û kuştina wî kirin Stuyê Dr. Şivan û hevalên wî Çeko û Brusk. Wan bi wî boneyî ew girtin, piştî îkenceyên giran di zîndanên xwe de kuştin û bi vî awayî pêşî li tevgereke şoreşgerîya ku bikaniya girseyên gel rakirana ser piyan girtin. Ev têkiliya Tirk û PDK - Iraqê hê îro jî neguheriye, heta bi hatina serkariya Erdo qaşo bi rengê dînê îslamî derbasê nava hev bûye. Piştî vê komkujiya şoreşgeran hin kom ji nava TKDP ya bi PDK - Iraqê ve girêdayî, yanê yên bi fermana PDK.I di bin siya dagirkerên Tirk de dimeşiya, qetiyan.

 

R. Maraşli  vê têkiliya bi Barzaniyan re  wiha tîne ziman: “... Rastiyekê heye, divê teqez bête gotin; gelek qelsiyên KUKM (tekoşîna rizgariya netewî ya Kurdistanê) yên wê serdemê hebûn. Weke mînak; ev tevger demeke dirêj tenê bi awayê baskeke yêdekê /pareke tevgera Barzaniyan man!...”

Îro endamên hemû kom û komikên têkçûyî heta yên li dij wê jî bûn weke baskê PDK.I bi serkariya Tirk ya qaşo îslam re tevdigerin.

 

2 - Di salên şêstî û hefteyî de gelek kom û partiyên bi navê Kurdistanê hatin damezrandin. Piraniya endamên van koman demekê di nava çepgirên Tirkiyê de mabûn. Piraniya wan jî berê di nava TÎP a (Partiya karkerên Tirkiyê) legal de bûn. TÎP di warê îdeolojiyê de; ji aliyekê ve bi rengê kemalîst yan jî bi zimanê wan Kuvayî mîlîye, li aliyê din li ser xeta Sovyetê wê serdemê dimeşiya. Ev xet jî ji xeta TKP ne cuda bû.

 

Di wê serdemê de xwerû derdorên di bin siya partiya TÎP a Tirk û hin rewşenbîrên serbixwe bi navê „Devrimcî Dogu Kültür Ocaklari DDKO (Komên çanda rojhilatî yên şoreşger)“ gihîştin hev û ketin nava hewldanên nû. Lê hê nediwêrîn rasterast navê Kurdistanê bikarbînin. Recep Maraşli di gotara xwe ya li ser vê mijarê de wiha dinîvîse:

 

“...Bêgûman ne tenê -Rzgarî- mîratxwir û peyrevê DDKO yê ye. Yên ji nava wê derketin wek kadroyên bingehîn di damezrandina Ozgurlik Yolu, Devrimcî Demokratlar, KUK, KAWA û gelek rêxistinên din de jî wan mîna qadroyên sereke cih girtin....”

 

Ev newêrîna navê Kurdistanê bikaranînê ne îddia min e. Her kesên ku wê serdemê dinirxîne, vê bi aşîkarî dibêjin. Mînak R. Maraşli di heman gotara xwe de vê mijarê wiha tîne ziman.

“...Her çendî muhalefeta Kurd ya wê serdemê li keviya -gelê me yê rojhilatê Tirkiyê yê di bin çewisandinê de- bi tirs diçerixî jî, bi damezrandina DDKO re ketibû nava pêngaveke girîng. Wan egera paşvemayîna Rojhilat (Bakûrê Kurdistanê ) bi mijara bindestiya netewa Kurd ve girêdidan...”

Bi gotineke kurt û kurmancî kom û komikên ji nava çepgirên Tirk derketibûn, her wiha yên ji xeta PDK.I. dihatin jî, hima bigire bi tirs nêzîkê rastiyên kurdistanî dibûn, bi her awayî di bin siya şovenîzma serkarên tirk û çepgirên Tirk de mabûn. Heta li serhildanên li Kurdistanê nêrîn jî ji wan ne cûda bû. Bi gotineke kurt û kurmancî ew qopyaeke çepgirên Tirk yên hinek bi rengê Kurdî boyaxkirî, yan jî di bin siya PDK.I bûn. Bi heman têgîhîştinan nêzîkê xetên redîkal û ji têgîhîştina çepgir û yên ji serkarên Tirk qetyayî dibûn.

 

3 - Bes di nîva salên heftêyî de xeteke ev awayên têgîhîştinê red dikir, bi redîkalî xeta serxwebûna Kurdistanê derdixist pêş deng veda. Birêz Receb Maraşli li ser xeta ku bi tevahî ji van têgîhîştinan dûr, her têgîhîştinên dagirkerî red dikir û tenê serxwebûna Kurdistanê dixwxest, yanê li ser xeta PKKê jî wiha dinivîse:

 

“... Li dijê komên xizmênhev û ji hev qetyayî -tevgera Apocî- li ser xeteke ji van tevgeran cûda derket qada polîtîkayê.... Apoyî bi nasnameyeke li ser şopeke hem li dij çepên tirk û hem jî dijberê komên Kurd bi rengê dijber- şerkar, redkar karekterize bûbû.... Komên din bi helwestên ne erênî nêzîkê vê xetê dibûn, ew weke -burjuvaziyên piçûk ên maceraperest, anarşîst, netewperestên Kurd, komeke provokatîf- bi nav dikirin. PKK piştî tekoşîneke dirêj piştgiriya gundî û bi giştî gelên Kurd girt, bû xwediyê girseyan, herwiha sempatiya welatparêzan jî wergirt. Yên din jî her çûn têkçûn û parçe bûn...”

 

Bi baweriya min pêdivî bi şiroveyek din ya di vê derbarî de tine.

 

 

Weke encam:

 

Bi taybetî ew suçê nefreta li dij Kurdan ya ku dagirkeriya Tirk bi hemu dezgehên xwe ve di mejiyan de daye rûniştin, ne bes bû, wê dagirkeriya hov li ser bingehê wê têgîhiştinê bi rêya çepgir, îslamîst û siya hin partiyên Başûr xwerû li dij tevgerên derê kontrola xwe derketîye, daye û dide sorkiririn. Ew bi hemû dezgehên xwe û derdorên bendê wan di destê xwe de bi her awayî li ber çav û bala giştî reşkirine û reş dikin. Wê ev hêza dijberê xwe wek kom û dezgehê dijmin daye rûniştin, tevahiya dijbangaşiya xwe li ser vê hedefê civandiye. Wê ev bi hemû hevalbendên xwe jî, daye pejirandin. Mînak Bi dostaniya Rusyaya Sovyetê re hemû tevgerên wê serdemê (serhildana 1925 an, Agrî û Dersim) weke paşverûtîya feodalîzmê ya li dij reforman daye pejirandin. Dîsa qedexeya PKK ya li hin welatên Ewropayê jî pareke vê bêbextiyê ye. Gelek rengê vê bangaşiya tarî hene, çend mînak:

1 - Her çendî bi xwe endamê NATOyê ye, heta serokkomarê wan ê demê Cevdet Sunay gotibû; “hetanê derpê we jî ji Amêrîqayê tê!” jî, wê weke emperyalîst û dijmin binav dike. Di nava gelê xwe û çepgirên xwe de bê navber bangaşiya “lîstikên emperyalîstan” dikin, bi rêya wê her tevgerên Kurd reş dikin. Lê li aliyê din bi alîkariya wê têkiliyê hewldide ku bi navnetewî pêşî li her bîr û daxwaziyên Kurdan yên ji rêzê jî bigire.

 

2 -  Di nava Kurdan de jî li dij xetên redîkal yên bi awayekî sîstematîk hewl didin ku bingehên dewletbûnê biafirînin; bangaşiya “evana ajanên dewletê ne!” (ajanê me ne) derdixin pêş. Bala xwe bidinê hemû kom û komikên têkçûne, marjînal in, bi vê methodê nêzîkê “Tevgera Azadîyê” dibibin. Hewl didin ku her çalakiyê bi ajaniya dewletê ve girê bidin, daku, di nava gel de weke hêza tarî bidin pejirandin.

 

3 – Kuştin, sotin, talankirin, zilm û zordestiya li ser gel jî, bi rêya dezgehên xwe yên bangaşiyê, hin derdorên qaşo bi navê Kurdan derketine, her hewl didin ku vê ji rêçên demokratîk derketin û ketina xizmeta dijminên welêt û emperyalîstan ve girêbidin.

 

4 – Mijara dînê îslamê li ser bingehê azmûnên osmaniyan li dij tevgera Kurdistanê wek çekeke kêrhatî bikartîne. Hem jî li ser parçeyên din jî. Mînak; wekî tîpîyeke qum û xîsa çolistana Ereb derketina wehşên Daişîyan. Wan hovan li ser fermana serkarên Tirk bi giranî Kurd  û baweriyên Kurdan hedef girtibûn.

 

5 – Dagirker bi têkiliyên xwe yên di nava kom û komikên Kurd yên têkçûyî, xwerû jî bi rêya PDK.I ê hemû rengên wan li dij Tevgera Azadî sor dikin. Ev derûdorana ji bo rastiyên xwe porkirinê ji bejnên xwe mezintir gotinên redîkal bikartînin. Dagirkerên ku wan di bin hêşiya konên xwe de diparêze; bi gotinên redîkal yên wan derdoran (Kesê ti hêzeke xwe ya afirandinê tinebe û rabe behsa serxwebûnê bike, bêguman kenê nezanan jî pê tê.) ku qaşo bi wan Tevgera Azadî reş dikin bi bilqikên bêteşe dikenin. Di vî warî de tişta herî balkêş jî ev e: Ev derdorên qaşo bi navê Kurdan li cem polîsên wan de jî bêjin “Kurdistana serbixwe!” polîsên wan dikenin û pişta xwe di wan de dikin, lê dema ji derdorên HDP /DEM (her çendî partiyeke Tirkiyê ye jî) yanê wê xetê, yak mafekî ne li dij qanûnên wan jî bêje, wi/wê hima digirin, bê darezandin davêjin zîndanê.

 

Dagirker bi her awayî ji Kurdên ku ji bin siwana wan derketîne, mîna ruhistînê xwe dîtibin ditirsîn. Ji ber vê tirsê êdî mijara Kurd û Kurdistanê xwerû ya bi rengê xeta Tevgera Azadî li wan bûye fobuyake tirsa têkçûnê. Ji ber vê tirsê tenê bi sûçê nefretê nêzîkê mijara Kurd û tevgera Kurd dibe, gelê xwe jî bi xwe re gij dike. Hima helwesta wan ya li dij Rojava bi tena serê xwe vê rastiyê li ber çavan radixîne. Di rojnameya „Yenî Yaşamê“ de gelek gotarên li ser sûçê nefretê ya li dij Kurdan û Tevgera Azadiyê derketine, ji wan paragrafek balkêş û tevahiya sûçê nefreta li dij Kurdan bê kêmasî zelal dike ev e:

 

„....Naqede, xuyaye ku naxwaze biqede jî, Dijminahiya Kurd û kurdayetîyê ya mislimanên sexte, komînîstên sexte, çepgirên rengçilmisî û demoqratên qelp naqede. Kurd çi dikin çi nakin kîna dilê wan sar nabe. Her çendî ewqas komkujî pêkanîn, êrişên ji etîka mirovî der, bêbextî û çewisandina ji hişên mirov der pêk anîn jî, ev gira dijminahiyê naqede. Her kurd di hedefa û nişanga gulleya wan de ye. Dema li çengeyeke cîhanê tiştekî bi navê Kurdan olan dide, porê serê wan gij dibe, mûyên canê wan wekî qîtên jehrîn di canê wan re diçe, xewnên wan ên şevan diherime......“

 

Hima bigire qaşo zana û nezanên wan li her derê di her rewşê de çawa gotina „Kurd“ dibîhîsin, hima bi vê gotina erzan kîna dilê xwe direjin: „Ez ne nijadperestim, lê lê ev Kurd, ev Kurd hene... dest bi axaftinê dikin. Kurt û Kurmancî li hemberê Kurdan bîra wan ya empatiyê jî xitimîye.

Wan ev di bîra hin Kurdên rasterast û veşartî bi xwe ve girêdayî jî wisa li dij Kurdên berxwidêr sorkirine. Hin derdorên qaşo bi navê Kurd û kurdewarî tevdigerin jî, ne rasterast bi zimî jî be, siya bangaşiya dagirkeran e. Bi hestê tewana nefreta ku dagirkeran bi rengên cuda di bîra wan de daye çandin, tevdigerin. Heta ev gotinên „Yenî Yaaşamê“ Mîna ku ji bo kom û komikên têkçûyî hatibe gotin. Ew jî bi vê dijminahiyê û sûçê nefretê nêzîkê xeta PKKê dibin. Bi gotineke kurt nav çi dibe bilabibe, ço û gotinên devê dijmin in. Bi wê fobî û sûçê nefretê nêzîkê xeta PKKê ya yekem alternatîfa êdî bûye hêvîya gelê Kurd dibin.

 

Kom û komikên di salên heftêyî de pêkhatibûn, lê ji ber bendê xwe yên di bin vê bangaşiya teşvîkkirina sûçê nefretê de rizya, wek kom têkçûn, hinan hêvîyên xwe li gel kontrayên weke Huda parê rawestanê ve girêdane ji wê ev têkçûyana bi ziman û azînên sûçê nefreta ku dagirkeran weke nexweşiyekê zerkê mêjiyan kiriye nêzîkê her hewldanên Tevgera Azadî dibin.

 

 

Hin çavkanî

 

Gotarên min yên li ser mijarên cuda û vê mijara sûçê nefretê hatine weşandin.

Têbiniyên min yên ku min bi salan civandine.

 

(1)https://www.geo.de/wissen/21459-rtkl-bilanz-wie-der-kolonialismus-die-welt-bis-heute-praegt

https://www.deutschlandfunkkultur.de/gesellschaftliche-debatte-entkolonisiert-euch-100.html (2)

https://www.dengekurdistan.nu/arsivabere/dk-yazilar/fehmi_atmaca_gecmisi_bilmeden.htm

https://trockist.net/index.php/2019/01/28/rizgarinin-sosyalist-hareket-ve-kurdistan-ulusal-kurtulus-mucadelesindeki-yeri-uzerine-bir-deneme/

https://yeniyasamgazetesi5.com/kurt-dusmanligi-bir-irkci-tekerlemedir-somurgecinin-dilinde/

kovara bîr