1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Tu tiştek ji derî diyalektîka jiyan û dîrokê nîne, PKK jî!
Tu tiştek ji derî diyalektîka jiyan û dîrokê nîne, PKK jî!,tu,tiştek,ji,derî,diyalektîka,jiyan,û,dîrokê,nîne,pkk,jî

Tu tiştek ji derî diyalektîka jiyan û dîrokê nîne, PKK jî!

A+ A-

Mahabad Felat

Guhertin zagonek gerdûnî ye ku ji xweza û kesan bigire heya civak, îdeolojî û bûyerên dîrokî her tiştî birêve dibe. Tu tiştek nikare xwe ji bandorên diyalektîka jiyan û dîrokê dûr bigire.  Ev tevgera bêdawî ye ku bi rêya nakokiyan pêşkeftin û veguherandinan diafirîne. Nepejirandin û dijayetiya vê pêvajoyê, caran demeka dirêj bajo jî, encam rizîn û têkçûn e. Tevgerên li gor vê rastiyê xwe li pêvajoyan tînin, ango adapte dibin, dikarin bi pêş bikevin û geş bibin.

 

Diyalektîk çi ye?

 

Diyalektîk felsefeya pêşandan û diyarkirina pêşveçûnan a bi rêya nakokiyan e. Georg Wilhelm Friedrich Hegel prensîbên bingehîn ên diyalektîkê formule dike û angaşt dike ku her tez (pergalek, ramanek, avahiyek) bi antîteza xwe re (nakokî, dijwariyek) rûbirû dimîne û ev bi hev re sentezek (formek nû, pêşkeftîtir) diafirînin. Karl Marx vê teoriyê li ser civakê pêk anî û destnîşan kir ku pêşketina dîrokê bi têkoşîna çînan û nakokiyên aborî pêk tê.

 

Lê, Marksîzm bi xwe jî ne ji derveyê vê diyalektîka guherînê ye. Çawa ku carekê ji formên destpêkê yên kapîtalîzmê derbas bû, dibe ku ew bixwe jî ji hêla pergalên pêşerojê ve were derbas kirin.

 

Tu tiştekî neguherbar (statîk) nîne

 

Her tiştê ku heye girêdayî vê pêvajoyê ye:

 

Di xwezayê de: Evolution formeka biyolojîkî ya diyalektîkê ye ku divê cûre xwe lê bînin an jî tune bibin. Dînozoran bi milyonan sal serweriya dinyayê kirin, lê dema ku hawirdora wan guherî, li vê cîhanê cih ji wan re nema.

 

Di civakê de: Feodalîzmê nikarîbû daxwazên îndustriyalîzmê pêk bîne û li şûna wê kapîtalîzm hat danîn. Kapîtalîzm bi xwe îro bi gelek kêşeyên mîna bêewlehiya aborî û krîzên avhewayê re rû bi rû ye. Ev jî mirovan dikine nav lêgerînên raman û alternatîfên nû.

 

Di îdeolojîyan de: Piraniya sîstemên siyasî û olî di dîrokê de hatine guhertin. Xirîstiyanî û îslam, îro ji destpêka xwe cuda xuya dikin û îdeolojiyên siyasî yên wekî lîberalîzm û sosyalîzmê jî, li şert û mercên nû yên civakî hatine anîn ango adaptekirin.

 

Di aboriyê de: Şoreşa Fransî monarşiyê û feodalîzmê hilweşand, lê di dawiyê de rê li ber pergaleka aborî ya nû ya li ser bingeha aboriya bazarê vekir. Bi heman awayî, dîjîtalîzasyon û globalkirina cîhanê bi modelên têne zanîn re qayîşê dikşîne, ango pêşbazî dike.

 

Berxwedana li dijî guherînê dibe sedema hilweşînê

 

Dema pergal, îdeolojî, an jî mirov hewl didin xwe ji diyalektîka jîyan û dîrokê dûr bixin, ev dibe sedema rawestan û hilweşîna wan. Împaratoriya Romayê ne tenê ji ber êrîşên dijminan, lê ji ber pêkneanîna reformên li gor giyana demê û xweneguherandinê jî hilweşiya. Sîstema apartheîdê li Afrîkaya Başûr hewl da hişmendî û pergaleka hêzê ya kevnar biparêze, lê nekarî li hember daxwazên mezin ên dîrokê û dadmendiyê raweste.

 

Yên xwe li rastiya diyalektîkê adapte bikin, biguherin, mezin dibin çêtir dibin. Swêd mînakek e ku dînamîkên kapîtalîzmê bi ewlekariya civakî ya sosyalîzmê re kiriye yek û pergaleka xweşiya civakî ya domdar afirandiye.

 

PKK û di pevçûnan de stratejiya desthilatdariya klasîk

 

Mînaka niha ya diyalektîka dîrokê di pratîkê de rewşa PKK’ê ye. Rastiya ku PKK ji aliyê gelek welatan ve di lîsteya terorê de cih girt, qada liv û tevgera wê jî bi tevahî guhert. Ev bû astengek stratejîk. Ji ber ku:

 

Ev yek, kiryarên dijminan rewa kir: Tirkiye û dewletên din karîbûn etîketa terorê bikar bînin da ku kiryarên xwe yên leşkerî û yasayî yên li dijî PKKê rewa bikin.

 

Derfetên PKKê hatin bisînorkirin: Fînansekirin, tevlîbûn û têkiliyên dîplomatîk dijwartir bûn, ji ber ku gelek welatan ceza dan.

 

Bandor li ser nêzîkayî û vegotina navneteweyî kir: Li şûna ku PKK weke tevgereke azadiyê bê dîtin, bêhtir bi terorê re hat ser ziman û ev jî piştgiriya wê ya siyasî kêm kir.

 

Di pevçûnan de stratejiyeke desthilatdariyê ya klasîk ev e: Bi vî rengî, berê PKKê bêtir dane şerê çekdarî ango bi şerê çekdarî bi sînor kirin û vê jî kirin hinceta tunekirina PKKê. Ev bû sedema marjînalkirina PKKê û hêsankirin û rewakirina destwerdanên dewletên dagirker.

 

Eger bi biryarên kjongre û konferansên fermî PKK dawî li hebûna xwe bîne, an jî veguhere tevgereke siyasî, ev dê van neyînî û astengiyên li pêşiya wê ku li dijî wê dihatine bikaranîn jî ji holê rake û rê li ber pêşkeftineke ku tê payîn, daxwaz û hêvîkirin jî, veke. Ev yek ji bo Kurdan ji bo çareseriya siyasî dibe wateya derfeteke mezin.

 

Piştî vê wê çi bibe?

 

Jixwe em kelecana nû ji niha ve dibînin ku diyalektîka jîyan û dîrokê pêş de diçe. Pirs ev e: em ê jî xwe li vê pêşveçûnê bînin û pêre bi pêş bikevin an li dijî vê pêşveçûnê li ber xwe bidin û tune bibin?