Aboriya di Zimên de
Qolçiyekî Tirkî: “Tu bi Kurdî axivî, ka derxe pêncî quriş!” Kurdê cewêlek:* “E bi çi ziwanî qise bikim, qe dizanim?” Qolçî: “Îşê min jê nîn e, qanûn e! Te bi Kurdî xeber da, gere pêncî quriş cezayê xwe bidî!” Kurdê cewêlek: “Serê te bixwe, Tirkiya te jî!..” Di dîroka me (Kurdên Bakur) a nêzik de, diyalogên bi vî rengî hene. Û me jî ji bav û kalên xwe guhdarî kiriye an jî di pirtûkên bîranînan de xwendiye.
Belê, piştî xwendinê em hêrs bûne. Me nalet li vê pergalê, li wan mirovên ku karibûne wisan tevbigerin, anîne. Me debar nekiriye, em pêdetir çûne û ji bo ku bersivê bidin vê “xax”a ku bav û kalên me di nav hatine xistin, me sondên giran xwarine. Lê ji ber ku me ji gelek aliyan ve sedema qanûn û pêkanînên wekî “Axaftina ji bilî Tirkî qedexe ye”, “Kî ku bi Kurdî biaxive, dê cezayê perê bide!” dananiye holê, em hê jî xwediyê sonda xwe ne û dikin nakin ji sondê wêdetir naçin.
Aliyê sereke û girîng ê van pêkanînan ev bû; 1- Bi asîmîlasyonê helandina Kurdan a di nav îdeolojiya komarê de. 2- Digel aboriyê girêdana Kurdan a li zimanê Tirkî. Aliyê yekem bi temamî ji bingeheke siyasî û îdeolojîk e ku hem zimanê siyasetê û hem jî siyaseta zimên ava kiriye. Aliyê duyem jî, ji bo pêkhatina aliyê yekem, wek aliyê alîkar e ku ew jî di bin re, aboriya zimên û zimanê aboriyê ava dike.
Di qonaxa ku em gihanê de, ji aliyê yekem (siyasî) ve, komar û îdeolojiya wê, kêm zêde destketinek xwe heye. Û vê destketinê aliyê duyem jî bi xwe re ava kiriye. Û roja îro, a ku zora me dibe aliyê duyem e. Ji ber ku ji destpêkê ve ye, siyaseta zimên a Tirkan ku di ser aboriyê re hatiye meşandin, kiriye ku Tirkî bibe zimanê Kurdan a aboriyê û Kurdî jî ji sosyolojiya xwe, ji komelîbûna xwe dûr bikeve; di bazarê de ne zimanê aktîv be, pê pere neyê qazanckirin, debar pê nebe û di warê komelî û sosyolojiyê de wekî zimanekî nîvkuştî bimîne; û bi tenê karibe di “sînorê malê” de bêhnê hilde.
Îro ro, li ba Kurdan jî, bazar û aborî ji %90 bi Tirkî ye. Loma jî qazancên siyasî ku bi meşandina têkoşîna piralî û dûrûdirêj, hat bidestxistin, têra xwe û bi qasî ku divê, ber û fêkiyên xwe nade. Ji ber ku qada ku divê pê bê avdan sed sal e beyar hatiye hiştin; ew jî qada aboriyê ye. Min tu hêvî û bendewarî ji zengîn û maldarên Kurdan nîn e ku çav û mêjiyê xwe ji hêlên dîtir ên xweşjiyanê û jiberîktijekirinê bidin alî û bi hiş û mêjiyekî pêşketî rabin û di wateya neteweyî û demokratîk de burjuwabûn’ê pêk bînin û bibin milekî yarmetiyê ji bo destketinên neteweyî û avabûna wê.
Loma jî, ji bo avdana vê qada aboriyê, ne hewce ye mirov zêde dûr biçe. Ji bo vê yekê, vegerîna li kodên sosyolînguîstîka Kurdî bes e. Bîra zimên jî heye; û ev bîr bi kodên ku em hewceyî wan in mişt e. Çi gava me karî car dî vegerin ser wan kodan û kodên Tirkî û lêferzkirina Tirkî a di warê aboriyê –çi kirînûfirotin, çi karpêkirin, çi jî pereqazanckirin- de bişikênin, wê hingê dê Kurdî bigihîje sosyolojiya xwe a asayî û “sînorê malê” jî dê bê rûxandin.
*Cewêlek: Mirovê ne ji çîna serdest e. Jêrçîn. Madun. Subaltern. (Çavkanî: Li Goristaneke Amedê. Sebrî, Osman. Weşanên Lîs. Diyarbekir. Gulana 2007’an. Çapa I.)