Aştî,aştî

Aştî

A+ A-

Beriya ku dest bi mijarê bikim dixwazim pir kurt li ser bêjeya “aştî” tiştek bêjim: Ev bêje jî, mîna gelek bêjeyên din şaş tê bikaranîn.

Bi taybet di xwepêşandanan de, li ser pankart an afîşan û di drûşman de, ne mîna rastiya xwe “aştî” lê “aşitî” an jî “aşîtî” tê bikaranîn ku ev şaş in. Lewra koka bêjeyê ji “aşt”ê tê; aştbûn, aştkirin, di aştê de bûn. Her wiha tê wateya lihevkirin, tebitîn û arambûnê jî. Mînak: Dema zarokek netebite, dibêjin “ka wê zarokê aşt bike”. Yan jî dema du kes şer bikin û paşê aramî bikeve navbera wan, dibêjin “li hev aşt bûne, li hev hatine”.

1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Artêşên dewleta alman di 1ê îlona sala 1939an de Polonyayê dager dikin û ew roj mîna destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem tê pejirandin. Di 50. salvegera Şerê Cîhanê yê Duyem de (1989) jî, ev roj mîna Roja Aştiya Cîhanê tê pejirandin û ji wê rojê ve wisa tê bibîranîn û pîrozkirin.

Şerê Cîhanê yê Duyem di 1ê îlona sala 1939an de dest pê kir û heya 15ê tebaxa sala 1945an domiya, lê şer, huqûqî di 2ê îlona sala 1945an de bi dawî bû. Di vî şerî de li aliyekî di bin rêberiya Josef Stalîn de Yekîtiya Sovyetan, di bin rêberiya Franklin Roosevelt de DYA û di bin rêberiya Winston Churchill de jî Îngilistan hebûn û li aliyê din jî, di bin rêberiya Adolf Hîtler de Almanya, di bin rêberiya Hidekî Tojo de Japonya û di bin rêberiya Benito Mussolini de jî Îtalya hebûn. Her çendî navê van her 6 welatan derbas bibe jî, hemû welatên cîhanê bi giranî beşdarê vî şerî bûn û aliyên xwe diyar kirin. Yên ku tevlî nebûn jî, di rastiyê de bi aweyekî alîgiriya aliyekê kirin û ew jî, bi awayekî di bin bandora vî şerî de man.

Di şerê 6 salî de, bi giştî 97 milyon kes mirin. Ji van 50 milyon leşker û 47 milyon jî sivîl bûn. Ji van hejmaran jî bi 23 milyon û 100 hezarî Yekîtiya Sovyetan û bi 20 milyonî jî Çînê wendayiyên herî mezin dan. Her wiha 7 milyon yahûdî jî bi rengekî hovane ji aliyê naziyan ve hatin kuştin. Lê di dawî de welatên hevalbend û bi taybet jî Yekîtiya Sovyetan li dijî faşîzma Naziyan bi ser ketin.

Ji bo Roja Aştiya Cîhanê, rojeke weha ku bûye destpêka êşên mezin, hatiye hilbijartin. Ev di destpêkê de ji mirov re mîna paradoksekê bê xuyakirin jî, ya rastî ji bo Roja Aştiya Cîhanê hilbijartina rojeke weha, li gor min pir di cî de ye. Lewra mirov timî li ser êşên xwe gihîştine rastiya tiştan. Ger mirovahî êşeke weha mezin nekişandana, pêkan e ku dê nekarîbûna grîngiya têgihên mîna demokrasî, azadî, aştî û mafên mirovan jî bizanîna. Mirov bi êşên xwe digihêjin, civak jî wisa. Bê guman ku ev nayê wateya parastina wan êşan, lê di her xerabiyekê de mirov dikare aliyên erênî jî bibîne.

Belê aştî têgiheke pîroz e û divê mirov her tim biparêze, lê çewa? Aştbûn, lê çewa? Bi kê re? Li ser çi bingehî? Kî ne yên herî zêde aştiyê dixwazin û kî, çima ji aştiyê direve? Gelo aştî dikare bi her kesî re bê kirin? Ev pirs girîng in. Lewra tu tiştek heya negihêje bersivên xwe, nikare bigêje wateya xwe jî. Loma jî grîng e ku mirov bikaribe û bizanibe pirsan bike, bikaribe û bizanibe li bersivên pirsan bigere û bi wan re rûbirû bibe, bi rengekî objektîf bê guman.

Pêdiviya kê bi çi hebe, wê dixwaze!.. Dema pêdiviya mirov bi tiştekî tunebe, an ew tiştê ku tê xwestin bibe sedema wendakirina destkeftiyên mirov ku her çendî ew destkeftî ne mafê mirov bin jî, mirov xwe nadin ber wan dawazan û ji bo ew daxwaz pêk jî neyên, ji destê wan çi bê dikin. Loma jî, daxwaza aştiyê ji dijminê xwe, an serdestê xwe, tiştekî zêde bi wate nîne, lewra ew dijmin û serdest, ji xwe ne pêkan e ku wê daxwazê pêk bîne. Lewra pêkanîna wê daxwazê wendakirina wî ye û wendakirin di qirika tu kesekî re derbas nabe.

Tê gotin ku dîroka mirovahiyê dîroka şerê navbera serdest û bindestan e, ango şerê navbera çînan e. Her çendî mirov divê dîroka mirovahiyê bi wir re bi sînor neke jî, lê rastiyeke vê gotinê jî heye. Û ji wê rojê ve ku ev 5 hezar sal in, hinek bi ser dikevin û bi dest dixin, hinek jî wenda dikin û bi bin dikevin lê tu carî yê ku bi ser ketiye doza aştiyê nekiriye, heya ku jê re bi awayekî çep negeriyaye û neçarî aştiyê nebûye.

Wê demê divê çi bê kirin? Ez bawer im, beriya her tiştî divê kesên birçî û neçarê aştiyê ne û pêdiviya wan bi aştiyê heye, bi aştiya navbera xwe, xwe xurt û bi rêxistin bikin û di her warî de ji doza aştiyê bêtir, doza mafên xwe bikin, ji dijmin û serdestên xwe. Em bi destê rastê guhê çepê nîşan didin. Tenê dema mirov bi hêz be û yê hemberî mirov ji mirov fikaran bike dikare wateyek ji daxwazên mirov re hebe, an ew daxwaz li ber çav bên girtin. Wekî din ne pêkan e. Û ji xwe di rewşa me kurdên bakur de ev pir zahmettir e jî. Ji ber ku dijminê me ne xwediyê tu tiştekî ye ku niha li ser rûdinê. Ne li ser koka xwe ye jî û ji xwe her çendî dema ji Asyaya Navîn hatin kokeke wan hebû jî, niha êdî zêdetir ji %90î dewşorme ne û tu koka wan jî nîne. Komara Dewşormeyan li ser talanê hatiye avakirin. Hêstir (Qantir) û Hespê Boz ê Rewan li heman tewleyî nabin û nabezin jî. Ew dizanin dema tiştek bidin, dê tiştên din jî herin û ev dê bibe hilweşîna wan. Lewra hebûna xwe li ser tunabûna gelan û bi taybet jî li ser tunekirin û talana gelê kurd ava kirine. Nikarin tu tiştek ku dê wê hebûnê ji nû ve derxe pêşiya wan bipejirînin. Polîtîkayên ku li ser vê bingehê jî têne kirin, ji ber vê yekê bi ser nakevin, tenê em xwe dixapînin û dem ji kîsê me diçe. Bi talankeran re aştî nabe. Talanker, talanker e, ew talanê dike û talanê dixwe. Talan wate û sedema hebûna talanker e û em dibêjin bila ev sedem ji holê rabin û em vê daxwazê jî ji talanker bi xwe dikin!.. Pirsên rast mirov digihêjînin bersivên rast. Analîzên rast mirov digihêjînin encamên rast.

Hêvîdar im mirovahî êdî gihîştibe û ji bo xwe bigihêne encamên rast, pêdivî bi kişandina êşên weha mezin û heta yên piçûk jî, nebîne. Hêvîdar im em kurd bikaribin hev û du ragirin, bipejirînin û li ser vê bingehê jî beriya her tiştî aştiyekê di nav xwe de ava bikin û li ser bingeha aştiya navxweyî bilind û bi hêz bibin. Roja Aştiya Cîhanê li gelê kurd û hemû kesên ku pêdiviya wan bi aştiyê heye, pîroz be.

Mahabad Felat ARDA [email protected] 2008-08-31


Gotinên miftehî :