1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Başûr ber bi kur ve?
Başûr ber bi kur ve?,başûr,ber,bi,kur,ve

Başûr ber bi kur ve?

A+ A-

Xiyala hemû kurdan bû ku bibine xwediyê parçeyeke axa azad. Bi taybet jî ji berê ve ji bo kurdên bakur ne pir grîng bû ku pêşî kîjan parçe azad bibe. Ji ber wê jî dema livek li başûr an parçeyek din dibû, kelecaneke mezin diket nav kurdên bakur. Ev giyana netewî ez wisa bawer im ku di nav kurdên rojhilat û rojava de jî heye, lewra ew jî kîjan demî tevgerek li parçeyek Kurdistanê dîtibin, berê xwe dane wî alî û fedakariyên mezin kirine, bedêlên giran dane. Lê gelo mirov dikare heman tiştî ji bo giraniya kurdên başûr jî bibêje? Li gor min na! Lewra hêz û rêxistiniya ku kurdên başûr bi hev ve girê daye xwedî giyaneke eşîrayetî û feodalî ye, ji lewre jî bêtir li xwe ye û ji bo xwe ye ku loma jî berê wan nikare bikeve aliyekî din.

Çi dibe bila bibe, Başûr nirxê me, rûmeta me ye ku divê em hemû lê xwedî derkevin, biparêzin, lê çewa?

Mirov çima welatek azad dixwaze? Mirov çima dixwaze bibe xwediyê axa xwe? Ma ne ji bo mirov bikaribe serbest û azadtir, bêyî tirs û pirs, him ji aliyê madî û him ji aliyê giyanî ve bi dilekî rehet bijî? Hemî jî ne ji bo mirovan, pêşerojê û hemû nirx û rûmetan in ku pê gihîştine, teşe girtine û bûne mirov? Di dawîyê de hemû ne ji bo jiyaneke xweş û pêşerojeke azad in? Her tişt ne ji bo mirovan e? Mirov ji bo van xwe nadine ber gulan? Hemû êş û azar û êşkence gelo ne ji ber vê têne kişandin? Ma dîroka mirovahiyê ne bi şer hatiye honan? Şeran ji dîroka mirovahiyê derxînin gelo çi dimîne? Ev şer ji ber çi hatine kirin ma ne mijara serdestî û bindestiyê ye? Ev hemû jî bi jiyanê ve ne girêdayî ne gelo? Belê ev hemî wisan in. Baş e dema ku ev hemî rast in, çewa mirov bikaribe bipejirîne ku li ser axa azadkirî jî bi jarî, perîşanî û ji hemû mafên mirovahî û demokrasiyê bêpar bijî? Ma ew xwîn hemî ji bo çend malbat û eşîran hat rijandin? Ew êş û azar hemî ji bo çend kes baştir bijîn hatin kişandin?

Hin şaşî û kêmasiyên ku li başûr bi destek û rêveberiya Hukûmeta Başûr dibin ez ê xal bi xal li jêr binivîsim. Ka gelo dê kî bikaribe bêje ku ev ne rast in. Min li ser hin xalan çend gotar jî nivîsîn heya niha.

1- Başûr li gor lêkolîn û îstatîstîkên Amnesty International, di sala 2009’an de di warê girtîgehan û mafên girtiyan, êşkence, tijîbûna zîndanan û muameleya xerab li girtiyan de, piştî Tirkiyeyê bû welatê duyemîn.

2- Li Başûr rojnamevanî: Di vî warî de jî mixabin ku ji Tirkiyeyê jî xerabtir e. Lewra tu rojnamevanekî nikare derbarê mala Barzaniyan û Talabanî de tu tiştek neyînî binivîse, li ser aliyên hukûmetê yên neyînî lêkolînek bike û biweşîne, an ramanek xwe ku li xweşiya hukûmetê û malbata Barzaniyan û Talabanî neyê, an rexneyek bîne ziman û binivîse. Yên anîn ziman jî, hema piştî nivîsên wan, cenazeyên wan ên êşkencekirî li kuçe û kolanan hatin dîtin ku hîn jî kiryarên van kuştinan ne diyar in, çewa ku di salên 90î de li Tirkiyeyê dibû.

3- Ji sedî 60 hemû îhaleyên başûr yan di destê OYAKê de ne yan jî di destê hin şirketên tirk de ne ku bi awayekî bi OYAKê re di têkiliyê an hevkariyê de ne. OYAK şirketa artêşa tirk e û yek ji çavkaniya herî grîng a fînansekirina şerê li dijî kurdan e.

4- Li Başûr kurmancî qedexe ye, lê tirkî serbest e. Gelo mirov dê bikaribe vê sosretê bi çi rengî şirove bike, ez bi xwe nizanim. Tenê dilê min li hev dikeve. Mirov nikaribe li ser axa xwe ku ji bo wê, xwîna xwe rijandiye zarokên xwe bişîne dibistanên ku bi zimanê mirov perwerde bibin û ev maf li mirov û zarokên mirov û pêşeroja mirov bê qedexekirin, lê rê li ber zimanê dijminan bê vekirin.

5- Gelo zimanên dijminan bi tenê? Lê çanda wan a çelexwarî ku li Başûr niha desthilatdar e. Bi rêzefîlmên xwe yên çelexwarî, bi muzîk û hunermendên xwe yên çelexwarî ku dibine mînak û xiyalên ciwanên kurd ên Başûr û pêre hezkirina hînbûna zimanê tirkî dikeve dilê wan.

6- Baş e mirov ji bo dibistanên Fethullah Gulen çi bêje? Ez ê tenê lînka nivîsa xwe bidime vê xalê, dema we hebe bixwînin dê baş bibe. http://www.amidakurd.com/qunciknivis/troyaya_n%C3%BB_ya_s%C3%AEstem%C3%AA_fethullah_gulen_%C3%BB_dibistan%C3%AAn_w%C3%AE

7- "Xwekuştin"ên jinan?! Trajdiyeke mezin e ku divê li ser lêkolîneke pir mezinî zanist bê kirin. Pirê wan têne kuştin û piştre têne şewitandin ji bo neyê tesbîtkirin ka çi li wan hatiye. Piştre navê ”xweşewitand” li wan tê kirin. Ya ku rastiya vê mijarê herî baş jî dizane Hukûmeta Başûr bi xwe ye, lê bi tu rengî ji bo rêlibergirtina vê malkambaxiyê tiştek nake ku ev jî cesaretê dide mêr, malbat û eşîran. Li Başûr jin di asta herî ketî de ne.

8- Li şûna ku destekê bidine mafên jinan, jinan di civakê de bikine xwedî gotin û rûmet, lewra dema heya beşa herî ketî ya civakê neyê rakirin, civak nikare ne rabe ne jî azad bibe û ne jî tu rengên demokrasiyê bijî, lê bi qanûna çarjiniyê jinan bêtir daxistin jêr ku ev qanûn li gor min hemû sîstema wan diyar dike, ango nîşana bingeha sîstema wan e ku li ser mêjiyê serdestiya mêran û hin hêzan hatiye honan. Dema rewş ev be jî, mirov nikare hêvî bike ku ev sîstem ji bo xweşkirin, demokratîzekirin û azadkirina tevayê civakê kar û xebatan bike, ev ne pêkan e.

9- Bêyî malbata Barzaniyan li Başûr pel naheje. Kî bixwaze karek bike, divê yek ji malbata Barzaniyan bide kêleka xwe, yan na ne pêkan ku ew kar bibe. Û eger mirov yek ji malbata wan bide kêleka xwe jî, dîsa jî ne garantî ye ku dê ew kar ji mirov re jî bimîne.

10- Dewlemendiya başûr li tirkan tê belavkirin, lê li hundir bi dehhezaran malbat jar û birçî ne.

Bi rastî, di demek wiha kin de, di temenek weha kin a welatek ku hîn bi temamî nebûye dewletek fermî de, ev qasî kêmasî, şaşî û xerabî pir zêde ne.

Çare çiye? Me got Başûr nirx û rûmeta me ye, ev rastiyek e. Îroj gel li dijî sîstema Başûr serî hildide û heya niha mixabin ku bi sedan kes birîndar bûne û hîn baş nayê zanîn ku çend kes jî hatine kuştin. Ev rûreşiyek, şermek mezin e ji bo welatek ew qasî teze. Ew ên ku niha têne kuştin û gulebarandin, heya doh jî ji bo azadiya wî welatî xwîn dirijandin, gelo dê wiha bihatana bixelatkirin? Êşek mezin e. Bê guman çareserî ne ev e. Lê divê bê zanîn ku dema mirov ji bo daxwazek radibe ser lingan, divê bi rêxistin be li şûna tiştê ku dixwazî biguherî alternatîfeke teyî pir baştir jî hebe û amade be. Lewra piştî van serîhildanan dê çi bibe? Hukûmeta heyî bê daxistin dê çi bikeve şûnê? Kurdistan hîn mîna dewlet nehatiye naskirin mixabin. Welatên ku mîna dewlet hatine naskirin lê tu rengê dewletbûnê di wan de nemaye, mîna Somalîa, mîna Afganistanê, lê ji ber bi fermî hatine naskirin, hîn li ser lingan in, lê gelo Başûr wiha ye? Divê li ser vê jî bê fikirandin.

Hukûmeta Başûr bi hemû aliyên xwe ve divê êdî kumê xwe bide ber xwe û vê rastiyê bibîne ku bi kuştin, tehdît, zext û zordariyan ev pirsgirêk çareser nabe, bi tenê kûrtir dibe û dikare bibe sedema xirabkariyeke hîn mezintir, tiştek li ser vê zeviyê şîn nabe. Lê dikare Kongreyeke Neteweyî bibe çareseriyeke baş ku ev demek dirêj e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û KCK vê bangê bi taybet li hêzên başûr û hemû hêzên Kurdistanî dikin. Roj roja yekîtî, biratî, wekheviyê ye. Roj roja pêşxistina demokrasiyê û mafên mirovan e. Civak bi van nirxan bilind û temendirêj dibin û dibine mînak jî ji der û dora xwe re. Wekî din malxerabî û malkambaxî ye. Em divê dijminên xwe bi xwe nekenînin.

Mahabad Felat Arda
[email protected]


Gotinên miftehî :