1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERBI DÎKTATORÎYÊ VA DIDEFÎNIN?..
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERBI DÎKTATORÎYÊ VA DIDEFÎNIN?..,başûrê,kurdistanê,berbi,dîktatorîyê,va,didefînin

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERBI DÎKTATORÎYÊ VA DIDEFÎNIN?..

A+ A-

RAWESTIN!

Ezîz ê Cewo

…Ji Başûrê Kurdistanê agahî tên, ên ku hêwarzeyekê di dilê her kurdekî da radikin: hêzên taybet ên PDK, ên ku xwe wek xwedîyên welêt dibînin, maf didin xwe, rê li pêşîya parlamênterên partîyê dinê bigirin û nehêlin, ku ew herin ser karê xwe. Ji navenda PDK ji wezîr û parlamênterên ji partîyên dinê yên Başûrê Kurdistanê ra têlêfon dikin û dibêjin, ku ew ji kar hatine dûrxistin û divê êdî neçin ser karê xwe… Û sosretîya dawîyê: hêzên taybet ên PDK Serokê Parlamêntoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed li bazgeha Pirdê radwestînin, nahêlin, ku ew here Hewlêrê, ser karê xwe û wî vedigerînin Silêmanîyê… 

 Belê, ji hêla hêzên partîyekê va (PDK) rê li pêşîya nûnerê gel, serokê Parlamêntoya Welêt, tê birîn, û nahêlin ku ew here, erka xwe ya nûnerîya gel û Serokatîya Parlamêntoyê (=vîna gel) pêk bîne. 

 Ev tê çi wateyê? 

Ma, ev ne zevtkirina (usurpation) desthilatê ye? Ango, dixwazin bibêjin, ku ew îradeya gel nas nakin? Ku îrade ew bi xwe ne? Ku hedê hîç kesî nine li dijî wan gotina rastîyê bibêje?... Belê, ew Kurdistan, a ku hemû kurdan xiyal dikir, îro gîhandine rewşekê, yak u bi tu awahî ne di berjewendîyên gelê kurd da ye, û rewşa wê cîhê metirsîyê ye… 

Ev krîz û alozî jî domandina helwesta PDK ya li hember pirsa serokatîya herêmê ye… Ew bi biryar li ser ya xwe ne û dengê hîç rêxistinekê, hîç kesekî naxwazin bibihên. Ya wana her tiştek di serê wan da heye: kek Mesûd dive dîsa dewrekê li ser karê serokatîya herêmê bimîne. Ji bilî wî – hîç kes… 

 Ev pirsa bûye wek kula gihîştî û netavetîyê dide her kurdekî. 

Min di derbarê vê krîzê da ji çend welatîyên Herêma Başûrê Kurdistanê pirsî, û encam jî ev derket: hem di herêma Behdînan, hem jî ya Soran da gelek kurd dipirsin, ka, gelo gelê başûr ewqas xwîna xwe rêt, ku bigihîjin vê dîktatorîyê? Ew dibêjin, ku DYA bi biryar dixwaze Somosayekî (Anastasîo Somosa – dîktatorê Nîkaragûayê…) di Başûrê Kurdistanê da li ser serê wan çê bikin… Ku ev jî dê ji wan ra li hev neyê! Ne ji ber wê, ku tenê gel wê naxwaze, lê ji ber wê, ew, ê ku DYA dixwaze rola Somosa bidê, vê role nikare rake… Gelek lêpirsyar dibêjin, ku ew pirsa Başûr e, pirsa gelê kurd e, ne ya derva ye, ku nûnerên DYA û Anglîyayê beşdarî civînên çar partîyan dibin, zextê li wan dikin, ku ew carekê jî erka kek Mesûd dirêj bikin. Ji bo çi? – Ew dipirsin. – Ma serokê herêmê dive nûnerê wan be, an yê DYA û Anglîyayê be? 

Û dengê gel jî dive bê bihîstin! 

Ji bo ku ev alozî û krîz çareser bibe, divê guh bidin hêvî û daxwazîyên gel, û sedemên van bûyeran li wan deran negerin, li ku ew nikarin hebin. Li vir pirs ne tenê rewşa aborî ye, gelê başûr rojên girantirîn ra derbaz bûye û bi berxwedanîya xwe gihîştye mafekî, û îro divê ji wî mafî ra rêz bê girtin… Dîsa di Başûr da gelek dipirsin, eger pirsa aborîyê jî tê hole, divê bê zanîn, ku gel her tiştî dibîne… Îro di Başûr da ewqas derfet hene, ku ew dikarin bersîva hemû pêdivîyên welatîyan bidin û her tiştî navêjin ser Bexdayê… Nevta Kurdistanê bêyê Bexdayê diçe Tirkîyayê û dihatûyên ber wê va jî di bankên Tirkîya Osmanîya Nû da berv dibin û dîktatorîya wî welatî bihêztir dikin... 

Û, ya dawîyê, bala xwe bidinê, alozîyê li Tirkîyayê û Başûrê Kurdistanê hertim di nava hevdengîyeke demî da pêk tên. Ev ji çi ye? Gelo ne ji ber wê ye, ku pêvajoyên herdu cîhan jî ji navendekê va tên rêvebirin?.. 

Dem e, ku kurd hişyar bin, pirsên xwe bi govtûgoyên dualî binirxînin û çareser bikin. Hîç hêzeke derva jî yekîtîya kurdan (û ne tenê ya kurdan!) naxwaze! Eger pirsgirêkên me hene, dive em di nava xwe da bigihîjin têgiîştinekê û wan çareser bikin! 

Û li vira jî girîngîya Yekîtîya Netewî dertê pêş. Hemû pirsên gelê me yên navxweyî û yên derva dikrin bên çareserkirin, eger em bi netewî yek bin, eger em nebêjin ev pirsa herêma min e, ev pirsa partîya min e… Dem e, ku em îro tê bigihîjin, partî her tenê wê demê di dlê gel da cîhê xwe digirin, dema gel dibîne, ku ew rêxistin ji bo wî kar dike, di xizmeta berjewendîyên netewî da ye...

12. 10. 2015