Bi Alastinê Naqede
Li leşkeriya tirkan çûna "Mala Mezin" çandek taybet e. Rojek ji rojên destûra geryanê, leşker hemû li baregehê vedigerin. 3 leşker pir dereng vedigerin. Fermandarê wan li devê deriyê baregehê bi hêrs dibêje "kerxanecî, hûn çima ewqas dereng man?" Erebê mêrdînî dibêje "fermandarê min bibore, em careke din wisa nakin."
Tirkê Stenbolê dibêje: "Fermandarê min em li siwareya çewt siwar bûbûn."
Kurdê amedî dibêje: "Em pir dereng nemane, 30 deqe bi ser ketiye."
Fermandar ji gotina yê kurd hêrs dibe û fermandê dide: "Haletê van hersê kerxaneciyan jî jêkin." Eman, zeman lê fermandar ji ser a xwe danakeve. Ji yê ereb dipirse: "Te li jiyana sivîl çi kar dikir?"
Ereb dibêje: "Ez berber bûm, fermandarê min."
- Hateyê yê ereb bi meqesê jêkin.
Ji yê tirk dipirse, "te li sivîliyê çi kar dikir?"
- Ez êzingvanî bûm, fermandarê min.
Fermandar dibêje: "Yê wî jî bi bivir jêkin."
Hingê kurdê amedî dikene, tiq tiq tiq. Yê tirk dibêje: "Tu bi çi dikenî, dê gavek din ê te jî were jêkirin."
Yê kurd dibêje: "Min bestinî (dondurme) difrot, ma dê çawa bi alastinê yê min biqedîne?"
R. Gorî