Bêhikûmetbûna Başûr û kantonên Rojava
21'ê meha Îlona 2013´an hilbijartinên herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatin. Lê hîn jî hikûmeta nû nehatiye sazkirin û parlemana nû ne aktif e. Ji bilî sondxwarina endamên nû tu karek nekirine. Ev rewş bandoreke neyînî li ser jiyana gel kiriye. Ji ber ku gel bi mûçe ve girêdane û tevî hikûmeta demborî a herêmê çavên her kesî li ser Bexdayê ye ku pere ji wan re bişînin. Serokê Hikûmet û Serokê Herêmê jî ji PDK´ê ye, ji rewşa heyî berpirsyar in, nikarin bi behaneyên cûda vê berpirsyariyê bavêjin ser partî û rêxstinên din. Ji hevdîtinên navbera partiyên ku ser pêkanîna hikûmetê danûstandinan dikin, mirov fam dike ku êdî her tişî weke berê ji PDK re nikare herê serî. Partiyên din, bi taybet tevgera Goran û YNK weke berê nakin û eger beşdarî hikûmetê bibin, dixwazin hin paye û wezaretên ku di destê PDK de ye bi wan re parve bike. Bi taybet cîgirê serokwezîr û wezareta karûbarê navxweyî ku ji aliyê tevgera Goran ve tê xwestin. Lê pirgirêkeke din ew e ku her tişt di vê meseleyê de kilît kirine heya astekî ku tevgera Goran neçar bikin ku paş de gav biavêje û careke din bibe hêzeke muhalefetê. Di vê rewşê de bi vê gavê dixwazin ji gel û alîgirê wî re bêjin ew sozdan dema werin desthilatdarî guhartin çê bikin, lê soza xwe pêk neanîn û weke xwe man. Lê ihtimaleke din nîşan didin ku tevgera Goran dema bikeve hikûmetê ji xwe pêkhatiye niha pir ne hêsan e ji bo guhartinê ji ber ku her tişt li gora berjewendiyên hizbî a desthilatdaran hatiye şekilgirin û hatine parve kirin. Lê belê paye û parvekirina rêveberiyan ji aliyê deselatdaran ve hatine destnîşan kirin. Ew bi serê xwe rewşa kaos a Başûrê Kurdistanê nîşan dide. Ji xwe PDK ne amadeye dest ji Wezareta Petrol û Wezareta Karûbarê Hundûr berde. Pirsgirêkeke din jî, destwerdana berdewam a hêzên derve li pêkhateya herêmê ye. Ji ber ku çavkaniyên aborî , petrol û bazirganî tevahî girêdayî hin şîrketên malbatî ne. Girêdayî vê yekê li Başûrê Kurdistanê, bi tevlîbûna partiyên din li hikûmeta herêmê hevsengiyeke ku 23 sal e dewam kiriye, tê guhartin, an neçar dibin bi hev re parve biken. Lê di her rewşê de jî ji sîstemeke demokratîk wê dûr be. Hîleyeke din a hikûmeta niha ew e ku beyî ku meşrûyeta wê hebe, beyî ku agahî bide partiyên din û parlemanê li derve qanunên nû bi Tirkîye re îmza kiriye. Li aliyeke din Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malîkî zextê li hikûmeta herêmê dike ku jimêrkar li ser xeta petrolê ku ji Başûrê Kurdistanê petrolê dişîne Tirkiyê werin danîn, pereyên hatina wê jî bişênin Bexdayê û hemû hatinên petrolê li yek banka ya bi navê "Banka Somo" a Îraqê werin komkirin, dû re jî li gora butçeya salane pere ji wan re bê şandin. Lê ji ber ku hikûmeta herêmê yek ji wan mercan jî pêknayîne, ji bo dayîna mûçeya gel şandina pere hatîye seknandin û gel jî vê rewşê weke cezakirinê dibînê. Ji ber helwêsta hikûmeta herêmê gel dibe qurban.
Niha ev bê hikûmetî dibe ku di demek kin de bi kêrî PDK were, her kes jî dizane ku dem derbas dike, lê dema gelê Başûrê Kurdistanê şoreşa Rojavayê Kurdistanê dibîne ku bê pirsgirêk 11 partiyên siyasî û pêkhateyên cuda a gelên Rojava tevlî rêveberîya 3 kantonan bûn, ew rewş ji bo wan dibe paradoksekê û di rewşekê weha de pir zehmete ku rewşa Başûr bê qebûl kirin. Weke ku ev ne bes bê, PDK bi tenê û li ser navê hikûmetê ku tu rewabûna wê di nava gel de nemaye dibêjê ''Em kantonên Rojava nas naken''. Niha pir kes di nava gel, rewşenbîr, partî û saziyên Başûrê Kurdistanê de dibêjin "Destpêkê tu hikûmeta xwe sazbike, pirsgirêkên bê pereyî a gel çareser bike, reng, cudahî û nêrînên din qebûl bike, piştre berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê". Xaleke din a herî girîng jî ewe ku hîn jî di danustandinên sazkirina hikûmeta Başûrê Kurdistanê de yek jin jî nîne, lê di kantonên Rojava de hem hejmareke pir zêde jin hene û hem jî Seroka Desteya Rêvebir a Kantona Efrînê jin e. Ev paradokseke dine a gel e û bi taybet ji aliyê jinan ve nikare were qebûlkirin. Ev rewşa ku gel dibîne hikûmetekî piştî 23 sal tecrube nikarin bi lihevkirinê sazbikin û her roj rewşa Başûrê Kurdistanê girantir dibe. Îro li Rojava sê kanton hatine sazkirin û ber bi hilbijartinê ve diçe. Gelê Başûr her ku van mînakan bibîne, wê rastiya li Başûrê Kurdistanê zêdetir bibîne û ev rewşa tije paradoks ji bo PDK wê encamên gelek giran bi xwe re bîne; hem ji ber tinebûna gutareke netewî û demokratîk, hem jî ji ber dûrbûna ji berpirsyariyên dîrokî...