Cudabikaranîna hin tîp û bêjeyan
Divê bêjim ku ev yekem car e ez li ser ziman dinivîsim. Li gel ku ji sala 1992an û vir ve bi karê nivîsandina bi kurdî ve carnan çalak û carnan giran, mijûl im. Ev 5 sal in jî, ji ber bi taybet malpera me Amîda Kurd, bêtir bi nivîsên kurdî re mijûl im û rast li gelek tiştan têm. Lê li gor baweriya min, divê her kesek karê xwe bike û karê ziman ne karê min e, lewre ev kar divê bêtir bi akademîkî û zanyarî bê kirin. Ez dixwazim li vir spasî ji hemû kesên ku bi zanistî serê xwe li ser vê mijarê êşandine û bi gotarekê, an pirtûkekê an berhemeke din du kevir bin jî danîne ser hev ji bo zimanê me, bikim. Dest, dil û mêjiyên wan xweş û mala wan hezar carî ava ku vê xizmetê ji bo me dikin.
Îroj bi taybet li Bakur û Başûrê Rojavayê Kurdistanê, dîsa hinek li Başûr û Rojhilat jî, tê zanîn ku alfabeya latînî, ango ya ji aliyê Mîr Celadet Alî Bedirxan ve hatiye amadekirin, tê bikaranîn û bi sedan berhem, pirtûk, kovar, rojname bi vê alfabeyê çap bûne, bi sedan malper bi vê alfabeyê weşana xwe dikin. Her wiha li Ewropayê û bi taybet jî li Swêdê ev nêzî 30 sal in bi hezaran zarokên kurd bi vê alfabeyê li ser zimanê dayikê hatine perwerdekirin û bi sedan materyalên dersan dîsa çi li Ewropa û çi li welat, bi vê alfabeyê hatine çapkirin. Bi kurtayî mirov dikare bêje ku êdî ev alfabe di nav giraniya kurdên li welat û derî welat de rûniştiye ku ev jî ciyê dilxweşiyeke mezin e. Her wiha kurdên Sovyeta Berê jî, li gel ku berê bi alfabeya krîlî kurdî dinivîsîn, niha ew jî bi giranî bi alfabeya latînî ya ji aliyê Celadet Bedirxan ve li gor zimanê kurdî hatiye amadekirin, dinivîsin.
Li gel vê rastiyê jî, hîn jî problemên bi taybet alfabe û rêzimana kurdî bi temamî nehatine çareserkirin. Li Başûr bi taybet hin derdorên ku di rayedariya hukûmetê de bi hêz in, di bikaranîna alfabeya erebî ango aramî de jî bi îsrar in. Bê guman ku pirsgirêka wê derê ne tenê bi alfabeya erebî ve girêdayî ye, mijara ji wê grîngtir, qedexekirina zaravayan e, lê ew mijarek din e.
Dîsa ji mêj ve ye ku alfabeyek ji aliyê birêz Mehmet Zekî Bozarslan ve hatiye amadekirin û her wiha birêz Dr. Celadet Çelîker jî di pirtûka xwe ya bi navê ”Çend Pisên Alfabeya Kurdî” de tîpa ”î” mîna ”i” ya ”i” jî mîna ”ı” bikar tînin. Pir zêde nebe jî, hin berhemên kurdî, kovar û rojname jî, li gor vê alfabeyê bi taybet jî ji aliyê derdoreke siyasî ve, hatine çapkirin û çend nivîskar jî hene ku hîn jî li gor vê alfabeyê nivîs û berhemên xwe dinivîsin, lê li gel van jî, ev alfabe di nav civaka bi taybet kurdên Bakur û Başûrê Rojava de cî negirt. Her wiha, çend rewşenbîrên mîna Huseyîn Kartal jî ku li Ewropayê dijîn, di mijara tîpên ”ş” û ”ç”yê de bi pêşniyazeke nû derketin û ”ş” mîna ”sh”, ”ç” mîna ”ç” bikar anîn. Ev jî her çendî ji aliyê derdorekê ve hîn jî tê bikaranîn, lê hîn cî negirtiye di nav civaka kurd de.
Niha ev tiştên min li jor nivîsîn ji xwe têne zanîn, ji lewre jî ez zêde li ser wan ranawestim, tenê dixwazim bêjim ku ez ne li gel wan pêşniyaz, ango guherandinan im jî. Lê dixwazim tiştek din bêjim. Van demên dawîn bi taybet, di bikaranîna hin tîpên kurdî de hin pêşniyazên nû hene û ev di hin berhem, an gotaran de li ber çavên meriv jî dikevin. Ez dixwazim bi taybet du mînak bidim. Yek jê li ser bikaranîna tîpan û ya din jî bikaranîna bêjeyan e: Birêz Beyhanî Şahîn ku yek ji nivîskarê Amîda Kurd e û gelek xebatên wî yên akademîk û zanist li ser zimannasiya kurdî û farisî hene, dîsa li ser mîtolojî û folklora kurdî lêkolînên wî yên hêja hene, van lêkolîn û berheman jî, dem bi dem bi me û mêvanên Amîda Kurd re parva dike, van demên dawîn bi taybet, hin tîpên di alfabeya kurdî de, cuda bikar tîne. Mînak: ”ş” mîna ” ś ”, ”ç” mîna ” ć ”, ”j” mîna ” ź ”. Lê ya rastî ez tênagihêjim ka gelo çi ferq heye ku ew nîçik li bin e an li ser e?!.. Gelo çima ew qasî grîng e ku di mijareke weha hesas de dibe sedema guherandinekê? Birêz Ezîzê Cewo jî ku yek ji nivîskarên mêvan ên Amîda Kurd de, di bikaranîna bêjeyan de, li gor min sedem çi dibe bila bibe, şaşiyeke mezin dike. Lewra tiştek wisa dike ku min bi xwe di tu zimanî de nediye û bi taybet di kurdî de jî tu pêwîstiya wê yekê nîne, tew ji pêwstiyê wirdetir, ji tevlîhevkirin û zahmetkirina ziman pêştir bi kêrî tiştekî nayê. Bila birêz Cewo ji ber van gotinan li min bibore, lewra rêza min ji xebatên wî re heye û hêja dibînim, mala wî ava, lê rexneya min di bikaranîna bêjeyan de ye, hêvîdar im ev jî rast bê dîtin ku tu niyeteke din tune di vê rexnê de. Ez ê bi tenê çend mînak ji nivîsa wî ya dawîn a di Amîda Kurd de bidim: ” R`ÊYÊN PÊŞK`ETINA WÊJEÎYA K`URDΔ, ” nivîsk’arîya k’urdî” Ez bawer im pêwîst nake mirov dirêj bike, ji ber divê ez hemû gotarê li vir mînak nîşan bidim, lewre birêz Ezîzê Cewo bi temamî nivîsa xwe weha nivîsiye. Lê ez tênegihiştim ku çima dabir ango apostrof dike navbera bêjeyê, ango navê taybet? Bêjeyeke bi serê xwe, ango navekî taybet çima bi apostrofê tê birîn, wateya vê çi ye, ya rastî min fam nekir û dîsa ya rastî sedem çi dibe bila bibe, ev ne tiştekî rast e. Çima ne rast e ez wê bêjim li gor baweriya xwe:
Çi birêz Ezîzê Cewo, çi birêz Beyhanî Şahîn, çi Dr. Celadet Çelîker, çi, M. Zekî Bozarslan û çi jî Huseyîn Kartal, ev kes ji bo min navên hêja ne, lewre xwedî ked û berhemên hêja ne û ji bo çand, folklor, wêje û zimanê kurdî xizmetên baş kirine û hîn jî dikin, em car din bêjin dest û tiliyên wan ter, dil û mêjiyên wan xweş, mala wan ava. Lê ez ne li gel wan û bi vî rengî bikaranîna tîp û bêjeyên kurdî me û şaş dibînim. Lewra li gor min ne pir grîng e kîjan dengê ku derdikeve bi kîjan tîpê tê nîşandan. Di encam de hemû tîp bi awayekî hatine çêkirin û di nav demê û xwezaya xwe ango di encama lêkolînên akademîk û guftûgo û nîqaşên zanist de guherî ne û di nav gelan û wêje, vekît, rastnivîs û bi giştî zimanê wan de rûniştine. Ez ne li dijî guherandinan im, lê bi taybet guherandinên di mijara ziman de, di mercên îroj de ne li gor rastiya me ne. Ji ber ku hîn saziyên me yên bikaribin ji aliyê hemû kurdan ve bêne pejirandin, nînin. Sazî li aliyekê, em hîn di nav xwe de hev û du napejirînin. Îcar mala wî hezar carî ava Celadet Bedirxan başiyeke mezin bi me kurdan kiriye ku ev ji aliyê giraniya kurdan ve hatiye pejirandin, divê heya ku em jî negihêjin merheleya dewletbûnê û sazî û dezgehên ku bikaribin bi biryarên xwe hemû kurdan girê bidin, dest nedine vê başiya Celadet Bedirxan. Alfabeya Celadet bûye bingehek, divê em dest nedine wê bingehê, lê li ser şîn bikin, bi lêkolînên zanistî û akademîkî. Yan na, em çi bikin, dê bi tenê bibe sedema serîlihevdanê, tevlîhevî û gengeşiyan û bi kêrî tu tiştekî din neyê, bi raya min.
Li gel rêz û silavan 2009-05-31 Mahabad F. ARDA [email protected]