1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Diyalogên Ber Dîwaran
Diyalogên Ber Dîwaran,diyalogên,ber,dîwaran

Diyalogên Ber Dîwaran

A+ A-

Soro: Roj baş, tu çawayî, ya kurd!

Jîr: Spas, ser çavan. Tu jî baş î ?

Soro: Bila hûn hebin, ez baş im.

Hadî: Soro tu van rojan xuya nakî?

Soro: Ji derdê we DDKD'yiyan ez dernakevim heyra.

Hadî: Îcar ev çi bû? Çi zerara me gihaştiye te? Xuya ye birînek te heye.

Jîr: Ma we birîn li kê çênekiriye, heta niha!

Hadî: Li ber birînên we Apociyan, birînên me belkî derman bin.

Soro: Birînên we DDKD'yiyan li min tune ne heyra. Hema serê gotinê nebêjin “qey birînek te heye?”. Heke doz û dawe birîn be, ji birînên Apociyan bêhtir birîn tune.

Hadî: Aha wisa haaa, ku reha te ya rastiyê digire tu dişubî camêran.

Soro: Reha min a rastiyan tu caran bernedaye ku rabe ji nû ve bigire.

Jîr: Çi ne ew rastî Soro?

Soro: Yek jê ew e ku niha te dema hîtabî min kir, te negot “hevalê Soro”. Di çanda Apociyan de ku te ji yekî re negot heval, tê wateya ku tawan û sûcên wî kesî pir in.

Jîr: Tu herdem me rexne dikî, ez ê çawa ji te re bêjim “heval”.

Soro: Di materyalên partiyê de bi sedan caran hatiye gotin, rexne karê hevalan e, karekî hevaltî ye.

Hadî: Lê xuya ye Apocî rexneyên te wekî êrîş qebûl dikin. Dema tu di nav refên wan de cih negirî rexneyên baş û xerab namînin, hemû li ber çavên wan dibin êrîş.

Soro: Heyra, Hadî tu huş be. Dema tu behsa Apociyan dikî tu bi gotinên gelemperî diaxivî. Ev gotina min jî daxil, hemû gotinên gelemperî çewt in. Apocî rexneyên herkesî wekî êrîş qebûl nakin. Kesên ku wekî Apocî duxuyin, lê di rastiya xwe de ne Apocî ne wisa dikin. Mirov di Îslamê de ji kesên ku wekî musliman xuya dikin û ne musliman in re dibêje “munafiq”. Di siyasetê de ji yên wiha re li rojava “oportunîst” tê gotin.

Hadî: Heylooo! Yanî tu dîsa nahêlî mêş xwe li ser Apocîtiyê dayne.

Jîr: Ji bo mêş bikaribe li ser dakeve, jixwe divê hinekî qirêjî hebe.

Hadî: Yanî tu jî dibêjî nobedarên mêşan ên wekî Soro ne lazim in, em têra xwe hene.

Soro: Apociyê heqîqî dibêje “ez pir jêhatî bim û zana bim jî ez nabim %100 û encax %99 bim. Ji bo bibim %100 her dem pêdiviya min bi kesekî ku asta wî %1 be, heye.” Lê Apociyê ne heqîqî herdem xwe têr û tijî dibîne, ji xwe ew bi partiya xwe jî dide windakirin.

Hadî: Heyra jixwe camêr aşkere dibêje “ji me dûr bisekine, îcar tu çima wisa li devê deriyê wan diherî û tê?”

Soro: Ha ha ha ha! Li devê deriyê Apocîtiyê tu kes nikare bibe nobedar û nehêle kes derbasî hundir bibe. Ew ne devê deriyê cehnimê ye û kesekî Apocî jî nikare bibe zebanî.

Jîr: Belê ew devê deriyê cinetê ye û nobedarên wê jî nahêlin kesên xwediyên kiryarên xerab derbasî hundir bibin.

Hadî: De îcar bersiva xwe bide haaa, Sorooo! Camêr dibêje berjewendiyên me pir in û em nahêlin tu jî bi me re bixwî. Ma wekî din çi kiryarên te hene?!

Merwan: Em katan baş!

Hadî: Ser çavan.

Jîr: Be xêr bên.

Soro: Wey hemû katetan baş. Kek Merwan hal û rewş çawa ne ?

Merwan: Zor spas. Her hebîn.

Jîr: Xuya ye êdî divê em sormancî biaxivin.

Merwan: Serbestîn kaka, min têdegehem. Kurmancîş dezanem.

Soro: Hinekî jî em zilmê lê bikin, birayên me yên Duhokî zarezar in ji destê van soranan, niha jî em bi kurmancî bikin qulteqult, bila ew guhdar bin. Ma jixwe em çi jî bêjin ew bi kurmancî bersiv nade, ji ser soraniya xwe danakeve.

Hadî: Şerm e Soro, te soranî kir ker.

Jîr: Ew çi bû?

Hadî: Ma hûn nabihîzin çi dibêje: “ji ser soraniya xwe danakeve.”

Soro: Ey bila wisa be birayê Hadî, xuya ye çavên te lê ye li dereke terş û telaş tu min ji kerê de bixî.

Jîr: (Di ber xwe de) Ooox, dê çi xweş bûya.

Hadî: Deng hat te Soro?!

Soro: Erêêêê! Yê ku gava din li ber deriyê cenetê bû û nedihişt kesên wekî min derbasî hundir bibin.

Jîr: Ma ne wisa ye Soro? Herkes bikaribe derbasî hundirê partiyekê bibe, dibe?

Soro: Na! Nabe, her partiyek xwedî pîvan û rêzikname ye.

Jîr: Êêê, çima hûn li dij derdikevin?

Hadî: Ez bêjim.

Soro: Tu pişt re bêje heyra, ev şerê me herduyan e. Niha hevalê Jîr, notirvaniya te ya devê derî li ser seran, lê xuya ye tê pîvana derî ne li gor pîvanên partî û rêziknameyê bimeşînî?

Jîr: Ew nihêrîna te ye, wekî hemû rexneyên te parçeyekî êrişên te ye.

Hadî: Te xwaaar?

Soro: Na, min ji te re hişt. Niha ez ê bêjim hûn bi hev re bixwin. Cîhan ewqas zû diguhare ku mirov nikare xwe bigihîne pêşketinan. Dê û bavan hewl didan ku serê keçên xwe girê bidin, nihêrîn pantolên kont derket, dest ji serî berdan û xwe avêtin pantolonên kont û gotin “ev çi ye hûn li qûna xwe diçirçirînin?!”. Lê piştre ku badî dîtin hezar xwezî bi pantolonan anîn. Niha jî dinihêrin ku an derzika qûna wan xuya dike, an jî navika wan li pasê ye. Yanî bavê ku bi pêşketina cîhanê re kete pêşbaziyê top avêt.

Di warê îdeolojîk de jî yên ku li pêşiyê nemeşiyan wisa hate serê wan. PKK partiyeke sosyalîst bû, bi das û çakûçê dest bi kar kiribû. Hîn camêran das û çakûç fam nekiribûn îcar PKK'ê das û çakûç danî û rahişt xetîre (pêtal-meşale) û rojê. Di 1990'an de ku PKK bû partiyeke girseyî çiqas gundî hebûn hemû bûn sosyalîst. Hêj sosyalîzma reel nas nekiribûn û çewtiyên fam nekiribûn, îcar sosyalîzma zanistî derket holê. Bi revandina birêz Ocalan re jî demeke nû dest pê kir û parêznameyên siyasî sosyalîzm pîne û pîne pêşve bir.

Jîr: Kin bibirre, qey em ê dersa PKK'ê ji te bigirin ?

Soro: Pîne û pîne, sosyalîzm li holê nema. Li ser bingeha sosyalîzmê îdeolojiyeke nû derket holê. Sosyalîzm ne demokratîk bû, dîktatoriya karkeran bû. Sosyalîzmê jin danenîbû cihekû nû, birêz Ocalan jin wekî neteweyeke bindest bi nav kir. Sosyalîzmê mijara îqtîdarê çareser nekiribû, konfederalîzmê ew jî li komelan belav kir, xist destê gel. Sosyalîzmê modernîteya kapîtalîzmê fam nekir û hinekî bû xizmetkarê wê, Ocalan ew jî formule kir. Wekî encam kesên ku îro xwe Apocî dibînin kîjan Apocî ne, ew mijara nîqaşê ye?

Hadî: Min tu jehr fam nekir.

Jîr: Jehrek mirov fam bike tune jixwe, li gor xwe her tiştî şîrove dike. PKK hîn tevgerek sosyalîst e, kêmasiyên wê hatine serastkirin, ewqas.

Merwan: Kak Soro delê PKK sosyalîstewa, belam Ocalan Apoîstewe.

Soro: PKK jî êdî partiyeke Apoîst e. Ez Apoîzmê wekî sosyalîzma pêşketî bi nav dikim. Ev îdeolojiyek e û ne di bin destê hevalê Jîr de ye, kesê ku xwe Apoîst hîs bike Apoîst e. Êdî çiqas jê fam kiriye û çiqas pêk tîne ew cuda ye.

Ji bo vê yekê, sibe dê li cîhanê gelek partî û saziyên Apoîst derkevin holê. Şîroveyên cuda dê çêbibin. Tew nebe Apoîzm şîroveya sosyalîzmê ya Kurdistanê ye. Çiqas ji vê zêdetir be jî, evqasî herkes dikare qebûl bike.

Hadî: Tu ji min bipirsî ne tu tişt e.

Merwan: Gorînewe.

Hadî: Çi ?

Soro: Rast e, guherîn e, her xwe diguhare. Serkeftin ne ya yê hêzdar e, ya yê guherîner e.

Merwan: Min ewe nelêt.

Soro: Te wisa negot, lê te rast got. Di îslamê de jî mijarek heye. Dibêje Îblîs tu caran ji Adem re neçûye secdê. Di dûmahîka cîhanê de, dê Ezraîl biçe ku rihê wî bistîne û Îblîs dê bireve. Ji bo xwe xelas bike dê bibe kîvroşk û bireve, lê Ezraîl dê bibe tajî û berdê, Îblîs dê bi kevok û bifire, lê Cebraîl dê bibe balinde û berdê. Îblîs dê bibe masî û xwe bavêje avê, Ezraîl dê bibe masiyekî lezgîntir û bide pey. Ji ber ku Ezraîl xwe çêtir diguhare, dê xwe bigihîne Îblîs. Li vir jî hêza Ezraîl bi ser nakeve, taybetiya guhartinê bi ser dikeve. Heke tu Apoîzmê wekî “guherbar” bi nav dikî, nexwe te ji birayê Hadî çêtir jê fam kiriye.

Merwan: Ewe mînake ziyatir mîtolojîkewe. PKK be layen cuda degoharêtewe. Destî xwo le berjewendî kurd û Kurdistan dekêşit.

Berzan: Roj baş.

Hadî: Ser çavan kak Berzan. Qey we îro hemûyan peyman kiriye ku bêne vir, ev konferansa netewî ye çi ye? PDK jî hat desteya me temam bû.

Berzan: Na wele min nezanî hwîn li vir în. Em kêfxweş bîn. Ka hûn çi dibêjîn? Mijara hewe çî ye?

Jîr: Mijara me yekîtiya netewî ye kek Berzan. Ka çima em kurd mil nadin milê hev?

Berzan: Ême amadeyîn.

Merwan: Xalekey yekem ewa ke PKK le xakî Kurdistan derbiçît.

Berzan: Xaka Kurdistan xaka bavê te nîn e kak Merwan. Hûn pêşî helwesta xwo ya Kerkûk zelal bikeyn.

Merwan: Helwestekeman diyarewa.

Berzan: Haya me jê çinîne... Çi ye?

Merwan: Kerkûk şarî kerkûkiyekanewe.

Soro: Hinekî xwe biguharin, biguharin. Ev ewqas sal in hûn gotinên gulover tînin ziman, hinekî bila gotina we reng bide, bila mirov sekna we bibîne.

Jîr: Ême helwesta me diyar e, KCK'ê aşkere diyar kir ku Kerkûk îradeya gelê kurd e û em destûrê nadin ev îrade were şikandin. Li çar parçeyan em ê tofanê rakin.

Berzan: Me tofana hewe jî dît. Serokê hewe avêtin erdê, hewe çalakiya rwîniştinê pêk anî.

Hadî: Hahahaha!

Soro: Çalakiya rûniştinê bû, lê deng veda li cîhanê. Nîşan dan ku rûniştina wan ev e, de îcar rabûna wan bifikirin ka dê çawa be!

Jîr: Ev lêlê bû. Tenê çalakiya rûniştinê çênebû, li cîhanê be sedan cure çalakî hatin lidarxistin.

Berzan: Belê ev lêlê bî, kengî serokê hewe kuştîn îcar em ê loloyê bibînîn, gelo hwîn li hêviya wê nîn?

Jîr: Ji wan zêde ye.

Soro: Kek Berzan ez jî bi te re, ez pêşî xwe rexne dikim di wî warî de, diviya me her yekî tiştek bikira. Li wê giravê dibû ku Serokê partiyeke din jî hebûya. Lê mixabin ku we jî helwestek nîşan neda.

Berzan: Kek Soro, bêyî agaha hikûmeta herêmê dezgeyên Duhokê nedikarîn daxuyaniya şermezariyê biden. Lê dan. Ma hikûmeta herêmî dê çawa digel ewqas têkiliyên navnetewî bi fermî şermezar biketin?

Hadî: Dema balefirên tirkan gundên başûr bombebaran kirin we çima ewqas çalakî li dar nexist kekê Jîr? Polîtîkaya we hemû hebe tune be Ocalan e.

Berzan: Te gotineke qelew kir kek Hadî. Aya polîtîkayeke we ya ji Ocalan girîngtir heye, an no?

Jîr: Oooox. Weleh carinan PDK'yî pir durust diaxivin, her bijî.

Hadî: Kek Berzan, qey tu Ocalanî ewqasî girîng dibînî?

Berzan: Mesele ewe nîne, bi gorey min hewe polîtîkayek nîne ko em em li ser nîqaş bikeyn.

Merwan: PDK'yî her eweya. Populîst...

Hadî: Her bijî kek Merwan.

Merwan: Le gorey konjoktûrî niye polîtîkey PDK w PKK.

Soro: Erêêê, konjektur ew e ku AKP were destekirin, ne wisa?

Jîr: Ev 30 sal in hema hey ji me re dibêjin konjektur, tu dibêjî qey em rawestin dê konjektur li gor dilê me biguhare. Kî kar bike konjektur li gor wî vediguhare.

Merwan: Ewe niye!

Berzan: We ye, we ye kak Merwan. Em biryara Kerkûkê li hêviya konjekturê nahêlîn. Kerkûk bajarê Kurdistanê ye, yê kurdan e û konjektora ko Kerkûkê bidîte ereban em nas nakeyn.

Hadî: Nexwe hûn çima Kurdistana Serbixwe naxwazin kekê Jîr?

Soro: Çima Federasyon têra te nekir?

Hadî: Federasyona çi?

Soro: Yaaa! Hîn te muxtariyek bi dest nexistiye îcar tu doza Kurdistana Serbixwe dikî? Were li Kurdistanê şaredariya nahiyeyekê bistîne da em bizanin hinekî pişta me çêbû û em doza tiştekî zêdetir bikin. Hinekî ji Swêdê û virdetir werin.

Berzan: Me armanca Kurdistana Serboxwe nahêlaye, konjoktor derfetê bidet nedet, em amadehiya xwe dekeyn û kengî roja wê hat em radibîn ser xwo.

Jîr: Em tenê serxwebûna sînoran bêwate dibînin. Li gor me divê kurd pêşî serbixwe bin. Ji kesên serbixwe netewe û welatên serbixwe ava dibin. Kurd divê pêşî navika xwe ji derve bikin.

Berzan: Her bijî kekê Jîr. We ye. Ev bo Merwan jî we ye.

Soro: Ka em çima Konferansa Netewî li dar naxin?

Berzan: Ma çi ji destê me dihêt kek Soro? Em çî ne. Em xelq în, em konferansê çêkîn dê çi lê êt?

Hadî: Başûrî bi we re rûnin konferansê dê karê wan jî xera bibe.

Berzan: Ew xêra dê ji emrîka bihêt de bila xera bibît. Xwozî bi wê rojê ko hemî kurd bibîn êk.


Dûmahîk Heye


Gotinên miftehî :