Diyalogên Xwedênenasekî
Xwedê heye, heke ji qesta xwedê em "çêker" qesd dikin. Tiştek bûye
sedema çêbûna vê gerdûn û vê cîhanê. Bê sebeb nabe. Mele Ehmedê Xanî jî
tevahiya van pîvan, qanûn û zagonên xwezayê wekî "xweda" bi nav dike.
Jixwe "Xweda" ev e, xwe daye. Yanî ji xwe dest pê kiriye, kesî ew
çênekiriye. Belkî jî di wateya "xwedî" de be. Bav û kalanên me ev nav bi
kîjan armancê lê kiriye em baş û ji %00 nizanin.
Lê wekî Ehmedê Xanî yê gorbihuşt jî gotiye, xwedayek heye û ew xweda ye
yê ku bûye sedema çêbûna gerdûn û cîhanê. Lê dîsa jî em li ser "xweda"
li hev nakin. Xwedayê min cuda, yê hinekên din cuda ye. Bi sedan, bi
hezaran ol û mezheban li gor xwe xweda derxistine holê. "Yên herî baqil
xweda derxistine jor". Lê xweda li her derê ye. Dema ev nîqaşa jêrîn
çêdibû, xweda li wir bû, ew di nav xweda de bûn, xweda di hundirê wan de
bû, ew di hundirê xweda de bûn. Lê dîsa jî nîqaş dikirin.
- Yanî tu ji xwedê bawer nakî?
- Berî her tiştî, pirsa te çewt e. Tu pirsek wisa dikî, wekî ku
xwedê heye, rastiyek gotiye û ez jî ji wê bawer nakim. Lê pirsgirêka min
ew e, ku ez bi hebûna xwedê bawer nakim.
- Erê, te xwedênenasiya xwe baş anî ziman, min jî xwestibû wê bêjim.
- Na! Dîsa te çewt got. Ez, kesekî ku heye înkar nakim, tenê dibêjim, haya min jê heye ku tune.
- Haya te jê heye!? Ma tu ji zanistan zanyartir î?
- Belkî quretir...
- Çawa yanî? Quretir!
- Zanist di laboratuvarê de kar dikin, diceribînin. Ez jî encaman şîrove dikim. Belkî şîroveya min hinekî qure be.
- Haa! Îcar min fam kir, tu xwe ji fîlozofan felsefevantir dibînî.
- Fîlozofên ku dibêjin “xwedê tune” pir in, ne ez bi tenê me, îcar te pê li heriyê kir.
- Wele, we hemûyan pê li gû kiriye birako, ya min herî be jî tişt
pê nayê. Îcar hela tu ji min re nabêjî, ku çawa haya te jê heye ku xwedê
tune. Madem haya te jê heye, ji felsefeyê wêdetir, qey agahiyek li ber
destê te heye ku zanist nizanin.
- Te medrese xwendiye?
- Erê min baş xwendiye, haya min ji her tiştê olî heye.
- Ev baş bû. Min medrese nexwendiye, lê min her çar olên mezin baş xwendine. Nexwe ez şerê me didim destpêkirin.
- Baş e, dest pê ke, hela çi kevirên te hene, dayne ber xwe.
- Ka hela rahêle darikekî û li wê ava hewd bixe.
- Ew çima?
- Yano pevçûna me dest pê dike.
- Haa, wekî zengil, temam, aha min av çelqand.
- Dengê çelqînê hat?
- Erê hat, ma nehat te ?
- Hat, lê çima hate birrîn ?
- Çawa hate birrîn? Min av çelqand, dengê çelqînê hat û hew, ma îcar karekî min tune hey avê biçelqînim?
- Na na, çima deng nadome, çima deng qediya.
- Law tu çi cahilê xwedê yî lo, kuro lawo ma deng berdewam dibe, deng tê û hew. Diqede.
- Na, naqede. Berdewam e. Lê hêza wî lawaz bûye, êdî perda guhê me
nalebitîne û ji bo wê em nabihîzin, ew deng niha li valahiya xwezayê
belav bû û çû. Heke sist nebûya, dê deng biçûya wî şivanê li guhera Heko
jî.
- Ê ?
- Yano tiştek winda nabe, ji holê ranabe, li pey xwe dîrokekê dihêle.
- Rast e, ez jî qebûl dikim.
- Ya duyem jî, em li ser pîvanekê li hev bikin.
- Fermo!
- Di cîhanê de zanist ne di destê tu kesî de ye û luksa tu
zanistên dewletekê tune ku di ceribandinekê de derewan bikin. Yano
zanistên dewleteke din, dê rojekê miheqeq wê derewê derxin holê. Ji bo
vê yekê, dema me encamên ceribandinên zanistî anî mijarê, bila kes ji me
nebêje “ew derew e”. Divê em baweriya xwe bi zanistê bînin.
- Baş e, ez ne cahil im. Fermo, delîlên te çine ku goya xwedê tune?
- Niha li gor îslamê, mirovahiyê çend hezar sal berê dest pê kiriye?
- 10 hezar sal.
- Her bijî, agahiya min jî ev e. Li gor îsewiyan çiqas sal e?
- Nizanim!
- 8 hezar û hinekî zêdetir.
- Baş e, nêzî hejmara îslamî ye, ez tiştekî nabêjim.
- Li cîhanê term û cesedên mirovan ku derdikevin holê, nîşan didin
ku mirov berî me bi milyonan salan jiyane. Mirovên baqil herî kêm 100
hezar sal li ser vê axê jiyane. Ji asta amûran xuya dike ku bi hezaran
sal berê mirov li vir jiyane. 10 hezarê îslamî û 8 hezarê îsewî li ku
man ?
- Di qurana pîroz de, nabêje berî Adem jî mirovahî tunebû. Îhtimal
e ku xwedê mirovahî ji holê rakiribe û 10 hezar sal berê mirovahiyek nû
bi bavê me yê Adem dabe destpêkirin.
- Lê birako, tu ji bîr dikî ku di çîroka îslamê de dibêje “me roja
şemiyê dest bi çêkirina cîhanê kir û roja pêncşemê me qedand û roja înê
jî me wekî westane (betlane) qebûl kir.” Piştre jî cenet û cehenem
hatiye çêkirin û Adem hatiye çêkirin. Di wir de çîrok nabêje piştî bi
hezaran salan me Adem çêkir, demekê naxe navberê, jixwe zir gerdûn û
cîhan di 6 rojan de çêkiriye. Yanî li gor zanistê çêbûna gerdûnê 14
milyar salan dom kiriye, ev çawa çêdibe?
- Ev nabin delîl ku xwedê tune. Ez jî bixwe meraq dikim ku berî
Adem jiyanek hebû an na, heke tunebe çima ew cendek ewqas dîrokî û kevin
xuya dikin, hîn nizanim.
- Baş e, birako. Di vê çîrokê de çewtiyek teknîk jî tune?
- Wekî çi?
- Mînak dibêje me ji bo we erd çêkir û li ser we jî wekî xeml ê xêl jî asîman çêkir.
- Belê, rast e, wisa dibêje. Îcar çewtiya teknîk çi ye, min fam nekir.
- Ez û tu jî dizanin ku asîman ji cîhana me firehtir e û bi
milyonan gelawêj (galaksi) di gerdûnê de hene û li wan gelawêjan roj
hene û li dora wan rojan gerstêrk hene. Li gor zanistan jî îhtimala ku
zindiyên ji me baqiltir, teknolojiya wan çêtir li wan gerstêrkan dijîn
pir zêde ye. Yanî li gor zanistan îhtimal heye ku li hezaran gerstêrkan
zindiyên gelekî moderntir hene, û hev îhtimal jî ji %99.99 e.
- Nexwe li gor te UFO rast in.
- Na, ne rast in. Lê ew mijareke din e. Li vir em dibînin ku
asîman ji bo me ne xeml û xêl e, em di hundirê asîmanê de tenê misqalê
zerre ne. Ev jî nîşan dide ku mirovan di nivîsandina quranê de jî xwe
kirine navenda her tiştî. Ev psîkolojiya her mirovî ye, xwe wekî navenda
her tiştî dibîne. Jixwe Hz. Muhamed bixwe jî wisa kiriye. Dibêje “dema
Adem ji cinetê hatiye avêtin, li ser deriyê derve yê cinetê dîtiye ku
Hz. Muhamed hatiye nivisandin.” Yanî ev gerdûn, ev cîhan, ev mirovahî
hemû ji bo wî hatine çêkirin. Ev jî careke din nîşan dide ku Hz. Muhamed
xwe dike navenda her tiştî û ev taybetiya hemû mirovan e.
- Heqaretê neke û bêje.
- Min heqaret nekir, ev taybetiyeke mirovan e, rastiyeke psîkolojîk e, kesî înkar nekiriye ku tu bikaribî înkar bikî.
- Dîsa jî li hember pêxemberê ometê bi hurmet be.
- Min bêrêzdariyek nekiriye, birakê min. Mijarê belav neke. Li gor
te gelo çawa çêdibe ku asîman ji bo cîhana me xeml û xêl e?
- Helbet xeml û xêl e, ma êvaran temaşekirina asîmanan ne tiştekî xweş e?
- Îcar ji ku wisa ye, ji bo ku temaşekirina wan xweş e li asîmanan mirovên ji te baqiltir hatine çêkirin? (Dikene)
- Dibe. Xwedê çawa bixwaze wanî dike.
- Dê ew mirovên ji me zanatir, li axretê ji xwedê re nebêjin “ev neheqî ye”.
- Na! Nikarin. Xwedê bi serê xwe ye, çi bike jî bi zanebûn û hêza xwe dike, mafê darizandina tu kesî tune.
- Yanî dad û dadgeh tune.
- Tenê xwedê dikare hesab bipirse.
- Gelo ji bo ku hêz hemû di dest wî de ye?
- Zana û zanyar jî ew e, yê dîrok û pêşerojê dizane jî ew e, ma ez û tu çawa dikarin ji wî çêtir bizanin.
- Tu wisa aqilê xwe bi zincîran girêdidî. Baş e, dad û dadgeh
tune, kes hesab jî nikare bipirse û xuyaye li asîmanan ewqas cîhanên
heyî û baqilên li ser wan cîhanan jî ji bo xeml û xêla me temam bikin
hene. Ez fam nakim, xwedê dikaribû ew cîhan bê zindî jî çêkira, ji bo
xeml û xêlê.
- Ez jî fam nakim, tu çawa %100 dizanî ku zindî û hem jî baqiltir li wan cîhanan dijîn?
- Helbet ne %100 birako, lê li gor pîvanên zanistî, ku em dibêjin
cîhan û gerdûn wiha çêbûne, îhtimala ku di vê gerdûnê de li gelek
cîhanên din jî jiyanê dest pê kiribe, heye û ev îhtimal ewqas pir e, ku
dibe bi milyonan cîhanên zindîwer hebin.
- Îhtimal. Guh medê.
- Baş e. Lê delîlên me yên bingehîn ev in, ku cîhan pir kevn e,
mirovahî ne karê 10 hezar sal berê ye û bi sed hezar salan e heye, di
navberê de qutbûnek tune, hemû ji hev in, bi hezaran salan li cîhanê
belav bûne. Ya din em dizanin ku kalanê wan bêaqil bûne, wekî heywanan
dijiyan û berî niha bi 100 hezar salî, di bedena mirovan de bingeha ku
mejî bikaribe agahiyan çêtir tomar bike çêbûye. Ev jî bûye sedema ku
dîrokek bi mirovan re çêbibe, dîrok jî bûye sedema ku çêtir karê xwe
bikin û tecrûbeyên xwe bidin zarokên xwe. Bi vî rengî gelek 10 hezar sal
derbas bûne û mejî gelekî pêş ve çûye.
- Ew mejî çima îro naguhere, madem?
- Îro jî diguhare. Heta mirovahî hebe dê guhartina bedena mirov û
mejiyê mirov bidome. Mejiyê jorîn ê serê mirovan, lob ên nû çêdike û di
pêşerojê de dê serê mirovan mezintir be. Ev jî nîşan didin ku mirovahî
parçeyekî xwezayê ne.
- Em bêjin delîlên te hemû rast in, wisa ferz bike. Hadê em bêjin
îslam ne rast dibêje. Gelo dîsa îhtimala ku xwedayekî ev tişt çêkiribin
tune?
- Na!
- Çima?
- Tu xweda, li hember evqas zilm û zordarî bêdeng namîne. Tu
xweda, hebûna xwe nake mijara meraqê. Bi taybetî, wekî di îslamê de
hatiye gotin, xwedayekî ku ewqasî ji serdestiya xwe hez bike û xwe di
ser her tiştî re bibîne û biryara xwe ya çewt û rast nede nîqaşkirin,
çima dê xwe ji mirovahiyê veşêre? Çima dê li hember kuştina zarokan,
êşkenceya zarokan, dînan, seqetan, heywanan û hin wekî din bêdeng
bihêle?
- Ev îmtihan û azmûnek e.
- Heke azmûn e, nexwe yê ku êşkence bi zarokê kiriye dê were
darizandin, lê ew zaroka ku ew êşkence kişandiye, ew hinekî jî ne bi
bêdengiya xwedê ketiye wî halî? Hem jî di cinetê de ew zarok dê bibe
heywan. Wê zarokê jixwe li vê cîhanê jiyan nedît, êşkence dît û bi êş
mir, li cîhana din jî ku bibe çûk û heywan, em ê nepirsin, ku ka kê jê
pirsî hela dixwaze bibe çi û çawa bijî. Dîsa tê bêjî xweda wisa dixwaze,
em nikarin darizînin. Ez jî dibêjim xwedayekî zana, hêzdar, haya wî ji
her tiştî hebe dê ne evqasî berketiyê xwe be û wekî delalî,
ji-ser-xwe-çûyî û hezkiriyê hêz û qewetê tevnegere.
- Ev hemû ne delîl in, ku xwedê tune. Te got haya min jê heye, ev e ku haya te jê heye?
- Bi rojan, xal bi xal ez dikarim ji te re tevliheviyên di nav
olan de hene nîşan bidim, lê ne dema min, ne dema te têrê dike. Heyf ku
em ê her yek li gor baweriya xwe bijîn û em ê her yek bi riya xwe ve
biçin. Yek ji me dê zerarê bibîne, yek jî başiyê. Belkî em herdu jî
zerarê bibînin, belkî herdu jî başiyê. Belkî ji me, yê rast xerabiyê, yê
çewt jî başiyê bibîne. Ev jî dibe. Jiyan wisa ye, li gor pîvanên
xwezayî tevdigere û hêza me têra guhartinên pîvanên xwezayê nake, niha.
Ez dikarim ji te re wekî xelekên zincîrekê behsa dîroka çêbûna gerdûn û
gerstêrkan bikim, bînim ziman ku cara yekem çawa zindî (bakteriya
yekmalik) çêbûye û çima piştre bakteriya pirmalik çêbûye, sedem çi ne û
zindî çawa derketine bejayê û li bejayê çawa cureyên wan pir bûne û çawa
bingeha mirovî di zindiyan de dest pê kiriye, bînim ziman. Lê ev hemû
ne bes in ji bo baweriya te biguhare. Ya te bawerî ye.
-Ya te jî bawerî ye, dema ewqas tişt çêbûn tu ne katibê cîhanê bû û
te her tişt nenivîsiye. Ez ê rabim destmêj bigirim, dike ji rûyê te
nimêj li min here.
- Baş e. Ez ê jî biçim karê xwe.
- (...)
- (...)