Felsefe' ya Jîyana bi rûmet /di helbestên Cizîrî da
A+
A-
Di vê helbestê de Mela ji bextê xwe û gelê xwe gazindeyan dike û dibêje; hege ku kesek li perîşanî û belengaziya me nepirse, gilîkirin û hewar çi dike?. Yanî hege ku dîlberek li perîşanî û belengaziya me ya di evîndariya wê de nepirse û li me xwedî dernekeve, em çiqas bikin qêr û hewar jî beyhûde ye û gilîkirin jî bê wate ye. Lewra kesekî jibo ku tu hewara xwe bigihînê tunebe, beyhûde feryad û hewara te wê çi bike?
Ev gotina Mela her çiqas di derbarê gazindeya ji dîlberê re be jî, bi gelemperî xwediyê watedariyeke pir giringe. Yanî dema kesekî ku li pirsgirêkên te bibe xwedî tunebe, tu beyhûde neke qêr û hewar. Wê demê divê tu bi serê xwe li çareseriya wê pirsgirêka xwe bigerî û çareser bikî.
Ramana şîroveker
Gava ku mirov li naveroka vê helbestê û rengê rêzkirina wê dinihêre, mirov dikare bibêje: Mela di vê rêzehelbesta xwe de, ji rewşa bê xwedîtî û bê pêşewatiya gelan û civakan di peyive û dide diyarkirin: ku kesên li ser nexşeya vê cîhanê bê serwerî û serokatiyeke neteweyî nikarin bi hêsanî, bê zehmatî, bê dijwarî, bijîn. Hem, wan kesan, an wan civakên bê serwer û serokatî nikarin kêşe û pirsgirêkên xwe yên civakî û neteweyî bigihînin tu kesî û bidin çareserkirinê. Her wisa Mela di vê babetê de, bi zimanekî zanistî û felsefî! rewşa civaka bê xwedî û bê serwerî tîne ziman û dibêje; ew armanca te ya ku bi rengê Şirîna Ferhad bi nav, deng û hêja ye, ger tu leheng û cengawerekî bi rengê Rostemê Kurê Zal jî bî, nikarî bê serok û serwerek xwe bigihînî wê armanca xwe.Mela:bi naveroka vê helbesta xwe,rengê jîyana bê civak û bê serwer,radixe ber çavê me xwendevanên helbeta xwe û bime dide zanîn ku tu dem û gavan,civakên jihev belav û nehevgirtî; nikarin kêşe û pêdivî yên xwe yên civakî,çandî,netewe yî, bi serê xwe; binde careserkirinê.Mela bi gelemperî jibo her bindest û belengazên liser qada Cîhanê re,bi taybetî jibo gelê xwe'yê Kurd re,dide nîşan û zanîn,ku xwedîderketina li nirxên mirovahî, neteweyî,bê hevgirtin û serwerî ya taybetî nayê bidestxistinê.Bi vê raman û mebestê;dibêje: Te nebit “dadîresek”beyhûde feryadî çikit?”.Mela bi rengê ramana Mamosta yê mezin!(Ehmedê Xanî)bi zimanekî felsefî dibêje:pêwîstî ya Gelê me;wek gelên di Cîhanê de,bi serwerî ya netewe yî heye.Lê jiber ku kesek ji rewşenbîr û zanayên gelê Kurd, bala xwe bernedane ser watedarî û felsefe ya di helbesta Melê de;perdeya liser helbesta wî jî nehatî ye rakirinê û Mela nehatî ye naskirinê. Çawa me lijor da dîyarkirin:bêguman em dikarin bibêjin:Seyda Mel Ehmedê Cizîrî jî wek Mamosta Xanî,bi hewarek ramanî û felsefî bang li gelê xwe kirî ye û gotî ye:hege tu nebî xwedî Serok û serwerek;beyhûde hewar û feryadê neke.
Mela divê helbesta xwe da wek Seyda Ehme'dê xanî, ji serokatî û serwerî ya gelê xwe û her gelî di peyîve.Lê mixabin Melayên me xwe ne gîhandine watedarî û felsefe ya helbestên Mele Ehmedê Cizîrî.
Mela Li pey selbesta xwe ya bi nav:(Kes bi dada me ne pirsit )ra helbesta ku watedarê bi vê helbestê ye daye rêzkirinê û gotîye:
Bi Şirînê negehit dest, eger Rustemî bit
Dê bi bazo û milan,şubhetê Ferhadî çi kit?
Bi şirînê: Şirîn keçikekî ji nijadê Ermenîye û jina "Xosrew perwîz" padîşahê Îranêye.Negehît destê:Yanî destê te nagehîjeŞirînê.Eger rustemî bit:Yanî hege tu di pehlewanî û jêhatîbûnê da,wekî "Rostemê cengawer û pehlîwanê kurd bî jî".Dê bibazo:Bazo: navê baske.Yanî mirov bi baskê xwe.- Û Milan:Bi milên xwe.Şubhetê:Wekî.Ferhadî çiket:Wê wekî Ferhad çibike.Ferhad navê xorteke û bûye evîndarê Şirîna bermalîya “Xosrew paşa “yê Îranê û jibona wê bidest û milên xwe,di çîyayê “Bêsitûn” de kevir birîye û koşkekî jibona Şirînê amade kirîye.Dîsajî nekarîye bi vê xebata dest û milên xwe,bigehîje Şirînê û bidest xwe va neanîye.
Tu kesek bi hêza dest û milan, bi jîrbûn û zeximbûna beden û xurtiya laşê xwe; nikare bigihîje miraz û evîna dîlberan.Hege ew kes di mêranî, jêhatîbûn û pehlewantiya xwe de, wekî Rostemê kurê Zal be jî. Herwiha hege ku di berxwedan û zeximbûna xebata bi dest û milan de wekî Ferhad be jî dîsa xwe nagehîne armancan. Lewre Ferhad jî digel zeximbûna hêza xwe ya bi dest û milan, qesrek di çiyayê(Bêsitûn) de ji bo evîndêra xwe Şirînê çêkir. Lê dîsa jî xwe negihande wê. A, dema ku mirov bi awayekî zanistî û hemdemî nikaribe xwe bigihîne armanca xwe, bi hêza dest, milan, pehlewaniya wekî Rostemê Zal jî nikare xwe bigihîne wê armancê. Yanî tê zanîn ku her tim ji mirovan re ji hêza dest û lepan bêtir! hêza rewşenbirî û zanistî pêwîst e.
Celalettin YÖYLER
Gotinên miftehî : felsefe,ya,jîyana,bi,rûmet,di,helbestên,cizîrî,da