Gelo Dê Osman Baydemîr Çi Bike?
Şeva 14’ê gulanê resepsiyona cejna Kurdî hebû li navenda çand û hunerê ya Cegerxwîn. Birêz Osman Baydemîr jî di nava vexwendiyên wê derê de bû. Birêz di axaftina xwe de qala girîngiya zimên kir û ziman şiband stûna ciyê ku resepsiyon lê dihat lidarxistin. Osman Baydemîr di dawiya axaftina xwe de spasiyên xwe kir ji her kesî re û qala pirsgirêkeke girîng kir û got:
“Du zarokên min hene. Yek jê du sali ye, yê din çar sali ye. Dema ku zarokê yekemîn ji me re çêbû, me li nava malê zimanên din qedexe kir û me got divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û me wisa jî kir, zarokê me yê yekemîn ji xeynî Kurdî hînî tu zimanî nebû, bi Kurdî mezin bû; lê….”
Dema ku Osman Baydemîr got “lê” ji nava min tiştek qetiya…. Ez axaftina birêz ji ciyê ku ji nava min tiştek qetiya dîsa ragihînim ji we re:
“Lê; îsal min ew şand pêşdibistanê. Piştî demekê min dît ku ez çi jê dipirsim ew bi Tirkî bersivê dide min. Ji ber ku ev tişt hat serê min, min bêtir fam kir ku çareseriya vê pirsgirêkê ew e ku; divê zimanê me di dibistanan de bi awayekî fermî bê dayîn û têkeve fermiyetê.” Her kesî çepik lê xist û birêz got karê min hene, lêborîna xwe xwest û ji wê derê derket. Çend roj in ku ez li ser wê rewşê difikirim. Belê, em jî dibêjin çareseriya pirsgirêkê ew tişt e, divê Kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin û perwerdehî bi temamî divê bi kurdî be. Lê ez dixwazim li ser rewşa Osman Baydemîr çend tiştan bibêjim û berê pirsê bidim her kesî.
A rast û di cî de divê Osman Baydemîr kurê xwe neşanda pêşdibistanê. Ji ber ku zarokên ku diçin pêşdibistanê gavek zûtir tên pişaftin û jixwe armanca pêşdibistanan jî ew e li herêma me. Divê birêz zanibe, dema ku mirov zarokên xwe bişînin wê derê dê zarok bên pişaftin. Jixwe ew der ciyên pişaftinê ne. Divê Kurd van pirsan ji xwe bikin: “Ma em mecbûr in ku zarokên xwe bişînin pêşdibistanê û bidin pişaftin? Pêşdibistan li herêma me di nava çend salan de çima ji sedî ‘sêsed’ zêde bûn? Çima pêşdibistneke Kurdî tune ye li Amedê? Em li Amedê milyon û nîv Kurd bin û pêşdibistanek tune be, ev ji bo me şermeke mezin e.
Divê em bizanibin ku “Pêşdibistan” ji bo çi li herêma vebûne û her ku diçe zêde dibin. Li ciyên çiyayî û bilind “Dibistanên Leylî”(YIBO) ji bo vê armancê hatin çêkirin; li bajaran jî ji bo pişaftinê “Pêşdibistan” hatin vekirin. Çawa Osman Baydemîr zarokê xwe dê neşanda dibistanên leylî(YIBO) wisa jî divê neşanda pêşdibistanê jî. Dema ku mirov zarokên xwe bi Kurdî mezin bike û bişîne pêşdibistanê dê keda mirov ya çar salan jî bi avê de here. Birêz dikarîbû vê pirsgirêka kûr û ya her kesî di şexsê xwe de ji raya giştî re ragihanda û têxista rojeva dewletê û dinyayê. Ez meraq dikim li dinyayê serokekî/e şaredariyê heye ku nikare zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde bike û wan dişîne dibistaneke ku zimanê zarokên wî li wê derê tune ye.
Miheqeq dê Kurdî têkeve fermiyetê jî; lê heta wê çaxê(ku em nizanin çend sal bi şûnde dê ev pêk were) em ê zarokên xwe bi destê xwe bidin pişaftin? Divê Kurd zarokên xwe neşînin pêşdibistanan, a niha di van şert û mercan de divê Kurd zarokên xwe heta 7 saliya wan biparêzin. Dibe ku weke alternatîf mirov zarokên xwe qet neşîne dibistanê jî. Dema ku li gorî zagonan dewlet hat devê derî û wê got ev sûc e, divê mirov karibe li dewletê vegerîne û bibêje,” Tu bi zimanê min perwerdehiyê bidî ez ê bişînim; an na ez naşînim, tiştê ku hûn dikin sûc e!”
Ev pirsgirêk di şexsê Osman Baydemîr de me hemûyan eleqedar dike, weke yek ji pêşengên vî gelî, gelo dê Osman Baydemîr çi bike? Dê ji bo zarokê xwe pêşdibistanê bidomîne û zarokê xwe bi destê xwe bide pişaftin, an ew ê vê rewşê qebûl neke û wî neşîne? Ew ê banî çapemeniya vî welatî û dinyayê bike û vê rewşê bi awayekî aşkera û zelal nîşanî her kesî bide? Gelo dê Osman Baydemîr çi bike..?
Bahoz Baran
[email protected]
Nîşe: Ev nivîs di Azadiya Welat de hat weşandin.