1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. GIRTINA HEYDER ŞEŞO NAK’EVE XIZMETA YEKÎTÎYA NET’EWÎ
GIRTINA HEYDER ŞEŞO NAK’EVE XIZMETA  YEKÎTÎYA NET’EWÎ,girtina,heyder,şeşo,nak,eve,xizmeta,yekîtîya,net,ewî

GIRTINA HEYDER ŞEŞO NAK’EVE XIZMETA YEKÎTÎYA NET’EWÎ

A+ A-

Di çapemanîya k’urdî da agahî hatibû belavkirin, ku fermandarê Hêzêmn P’arastina Şengalê Heyder Şeşo ji hêla k’omeke ne diyar va hatye girtin û k’uda birine, hê nayê zanîn… Di vê r’ewşê da ya here xeter, ku dihate ber heşê mirov, ew bû, ku ew k’arê destê dijminê gelê k’urd e… Û kesekî hêvî jî nedikir, ku li pişt wî k’arê r’eş va dikare k’urd bi xwe sekinîbin.

Lê piştî demekê di daxwîyanîya daxwîyanîya Civata navendî ya YNK da hinek zelalî kete nava pirsê. Di daxîyanîyê da tê gotin, ku şeva 5- ê Nîsanê fermandarê HPŞ-ê, parlamenterê berê yê Iraqê û endamê civata navendî yê YNK-ê Heyder Şeşo li k’omelgeha Xankê ya qezaya Sêmêlê ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a K’urdistanê (PDK) ve hatye r’evandin… Û di dawîya vê agahîyê da şiroveyek jî tê dayîn: “Dema Şengal hat r’adestkirin, êzdî bi jin, mêr, pîr, ciwan, zar’ok û keç’an ve r’astî k’omkûjiyê hatin û hatin windakirin; Heyder Şeşo û hevalên xwe diçin ç’iyayê Şengalê û ç’eka berxwedanê hildigirin. Ji bo p’arastina Şengalê, êzdîyan û xaka K’urdistanê gelek şehîd û birîndarên wan çêdibin. Ev cihê ecêbmayîn û pirsyarê ye? Li şûna wana ên ku Şengalê û êzdiyan dip’arêzin, wekî k’omeke derveyî destûrê tên binavkirin û tên r’evandin”. – Helbet di daxwîyanîyê da ev buyer tê şermezarkirin jî, lê…

Tuyê bibêjî di vê daxwîyanîyê da her tişt hatye gotin, helbet eger pirs t’enê ev r’evandina Heyder Şeşo be. Eger mirov li vir t’enê li ser vê bûyerê biaxivê, wê ne ku t’enê kêm bimîne, lê wê, her weha, tiştek neyê gotin.

Heya bigihîje vê buyerê, ji hêla r’êvebirîya Herêma Başûrê K’urdistanê va hinek gav hatine avîtin, hinek helwestên wan derk’etine hole, li ser wan jî hatye nivîsîn, lê bi sedemên cuda civaka me ew hemû bi ker’î bihurandine û avîtine pişt guhê xwe.

Binihêr’in, r’adestkirina Şengalê û bi wê yekê vekirina r’ê li pêşîya tragêdîya bi hezaran kurdên êzdî, bi serê xwe sûc e, û ne t’enê sûcekî li hember gelê kurd e, lê, her weha, ew sûcê li dijî mirovahîyê ye jî…

Wê demê heya di nav gel da hinekan ev bûyerên tragêtîk bi hêçxemî, bêt’evgerî û neamadebûn dihatin şirovekirin. Û kesekî negot, ku, em bibêjin, heya wisa be jî, ev bi serê xwe sûc e! Dûr’a Hukumeta herêmê bi fermî bang li maldar û bazirganên k’urd dike, ku fînansan berevkin, ji bo paşda “k’ir’îna” jin û zar’okên k’urdên êzdî yên ji hêla DAÎŞ-ê va r’evandî… Û hew! Ma, çawa dibe, lê hukumet, lê wisa mezin-mezin xwe dewlet navkirin?

Ma dewletbûn weha dibe? Û, ji bilî vê, li vira pirs dertê hole: eger jin û zar’ên wan bihatana r’evandin, ewanayê wisa bikira? Gelo wê helwest û nekarîn û bêç’aretîya wan wisa bûya?

Peyr’a di p’ayt’exta Herêma Başûrê K’urdistanê Hewlêrê da Kongrêya erebên sunnî pêk tê (tuyê bibêjî qir’a welat û bajarên ereban hatibûn!), û t’erefdarên “Dewleta îslamî” (DAÎŞ) jî beşdarî wê kongrê dibin… Û tê gotin, ku di nav r’ayedarên sîyasî û serokên eşîrên erebên Mûsilê da wisa jî nûnerên eşîra bi nave “tîya” şêx Sebah Gazî Xînş hebûye, yê ku piştgirîya DAÎŞ-ê dike û mirovê nêzîkî r’êberê DAÎŞ-ê Ebûbekir el-Bexdadî ye... (Ev jî bi serê xwe r’ê li pêşîya pirsan vedike!)

Em bibêjin, wek kurd em daxwîyanîyên r’êvebirîya Îraqê yên di derbarê wê da, ku “Hewlêr piştgirîya têr’orîstan dike û wan vedişêre, ku Bexdad daxweza r’adestkirina wan dike, lê Serokê Herêma Başûrê K’urdistanê r’adestkirina r’êberên erebên sunnî, yên ku têkilîyên wan bi DAÎŞ-ê r’a hene, r’ed dike”, bawer nekin, lê xwe nikarin r’astîyên ku li holê ne veşêrin?

Dibe ku ji nedîtî va nîne, ku di nav k’urdan da tê gotin, ku li vir pirsa k’irîvtîyê heye. Ê, başe, k’irîvtîyê dikin, bila bikin, lê ne li ser xwîna gelê me...

Lê ew têatroya “r’izgarkirina Şengalê”? Lê peyr’a vek’işandina hêzên pêşmergeyan? Lê ew hewar û hêwarzeya li dijî mafên xwerêvebirîya êzdîyan? Lê ew êrîşên li ser xwepêşandarên êzdî? Lê ya berî girtina Heyder Şeşo, pirsa ala hêzên êzdîyan? – Ev çi zikr’eşî ye, ma welatên cîhanê da heya her fîrmayek (şîrket) ala xwe heye (êdî em di derbarê bajar û herêman da nebêjin), çi ye, armanc çi ye... Ev çiye, em gihîştine çi dewranê, em di çi welatî da dijîn, ma êdî ne bes e? Yan ev jî domandin k’arên dagerkeran e di Kurdistanê da?

Û li vira pirs dertê hilê: ma, ne r’êvebirîya Herêmê jixwe Şengal ji Bexdayê r’a hiştye (û dema van r’êzebûyeran tînî bîra xwe, dibêjî, dibe ku ya xêr jî ev bûye), îro ew herêm (ne bi daxweza wê bi xwe!) derî sînorê K’urdistanê hiştine, û hela ser da jî...

Çi dibe, bila bibe, k’î dibe bila bibe, divê r’evandina Heyder Şeşo ji helwesta giştî ya r’êvebirîya Herêmê ya li hember Şengalê – bi taybetî, û li hember k’urdên êzdî – bi giştî, neyê nirxandin. Û divê gelê K’urdistanê (ne t’enê yê Başûr!): r’ewşenbîr, siyasetmeder, k’arker û cotk’ar vê pirsê li r’êvebirîya Başûr bikin (bi net’ewî!) û daxwaz bikin, ku ew Heyder Şeşo û hevalên wî bê derengîxistin serbest bikin û berê xwe bidin ç’aqreserkirina pirsa Şengalê û herêmên dinê yên K’ursdistanê û wê pirsê bi aştî û dêmokrasî ç’areser bikin, lê eger ç’ek û hêza wan heye, li şûna gelê xwe, berê wan bidin dagerkerên welatê me...

Lê k’urdên êzdî jî bi van bûyeran divê dilê xwe ji welatê xwe sar nekin, divê bi kevneşopîya berxwedana pêşîyên me, heya dawîyê li ser r’êya r’izgarîyê bimeşin.

Ev e erênîya demê û ya berjewendîyên gelê k’urd û yekîtîya net’ewî!

07. 04. 2004

P’ampa K’urdan