Gotin Tîr bû!
"Di destpêkê de Gotin hebû; Gotin jî bi Xweda re bû û Gotin Xweda bû. Heman tişt di serî de bi Xweda re bû. Her tişt bi rêya wê hate afirandin." (Jn. 1: 1-3 – Di Încîlê de beşa yekem a Yuhannayê).
Dema Xuda tê gotin, Xuda(yê) min dibêjin, lê dema Gotin be, Gotin(a) min dibêjin. Gotin bi xwe mê ye, ji lewre jî, "her tişt bi rêya (wê) hate afirandin."
Di yunanî de "Logos" tê gotin û ev peyv di yunanî de nêr e, lê di fransizî de jî "Segond" tê gotin ku, "la" ye, ango mîna "la parole" tê binavkirin û ev jî tê wateya ku mê ye. Di almanî de "Luther" tê gotin û ew bi xwe vêya mîna "das worth" bi nav dikin ku ew jî notr ango bêalî, yan jî ne mê û ne jî nêr e.
"Gotin" ew tişt e ku mirov wê bi rêya bêje û peyamên din dide der û dîtinên xwe yên hundirîn tîne ziman.
.........................
Destpêkê Gotin hebû, di rengê Xuda de bû, di delaliya Xuda de!. Destpêkê Gotin hebû, di rengê jiyanê de bû!.. Jiyan li ser Gotinê ava bû, gotin bingeha jiyanê bû.
Xuda got "Bibe!" û bû her tişt. Em berhemên Gotinê bûn û bûne xwediyên Gotinê. Em bûne pêgirtiyên Gotinê, girtiyên Gotinê, kuştiyên Gotinê, dildarên Gotinê.
Gotin rengê kesayetiyê bû. Berî nivîsê û her tiştî, Gotin hebû. Gotin, bû şanenavê me û pê re jî şanaziya me, kesayetiya me, rûmeta me ya herî mezin, hebûna me ya jîyanî. Yek ji armanca me ya herî grîng bû Gotin.
Mirin hebû lê veger tunebû. Lewra carek ji nav diranan, ji nav du lêvan derketibû û wek tîrê bû, veger tunebû.
Destpêkê, zayenda Gotinê tunebû, lê Gotin çekeke mezin bû. Dema mêr bûne serdest, wê çekê kirin bin destên xwe. Gotin, bû "malê mêran" û Gotinê derbeya xwe ya yekem wê demê xwar. Lewra êdî çeka li destê "mêr"an bû û rengê mêran.
Gotin, bû gotina "mêr"an, malê "camêr"an. Di destpêkê de Gotin Xuda bû, lê êdî nîvê mirovahiyê jê bê par bû. Lê hîn jî mirin hebû, lê veger tunebû, lewra Gotin tîr bû.
Demek hat, Gotin di devereke dîrokê de asê ma. Gotin, bû "Sozê mêrê berê". Êdî mirov li dû tetmînkirina egoyên xwe baz didan. Civak, nirx û rûmet guherîn, mirov jî bi wan re.
Mirovan baweriya xwe wenda kirin û nedikarîn êdî "Soz"ên xwe bidin, "Sozê mêrê berê" didan!..
Gotin bûbû rûpoş êdî. Xwedatiya xwe wenda kir. "Mêr"an, tu camêrî nehiştin û Xuda ji nav mirovan avêtin der. Gotin, Xwedantiya xwe, pîroziya xwe wenda kir. Gotin, bû amûrê destê sextekaran, tirsonekan, necamêran, derewkaran, çavnebaran û loqa devê cinawirên nav mirovan. Ne Xuda bû yê ku rê nîşan dida êdî, egoyên mirovan, bûne serdest. Xuda di mirovan de têk çû, xirabî bi ser ket. Gotin gemirî. Gotin bû derew, bû rûpoş, bû kevirê xwepaqijkirinê, bû mertal, bû bêbextî û şûrê li destê "dost û evîndaran" a di nav dilan de çikandî.
Gotin, ava nake, çê nake, rê nîşan nade êdî, gotin bûye xapînok, dixapîne û nirxên mirovahiyê, keda mirovan di nav xwe de dihêre; hewar û gaziya mirovahiyê ye, lê mirov bi xwe nabihîzin!..
Dema "mêr"an jiyanê weha gemirand, ”Soz” pê re gemirî. Ne mêranî ma êdî û ne jî camêrî. Xweda rengê xwe wenda kir. Me Xwedayê xwe bi egoyê, bi hesûdî û nezaniyê, bi hêrs û çavbirçîtiyê gemirand. Me Xudayê xwe ji xwe xeyîdand û bi navê Xuda, em bûne ”Xuda”!..
Jiyan bi Gotinê ava bû, bi "gotin"ê digemire û ber bi têkçûnê ve diçe.
Gotin tîr bû, ji kevanê derketa, veger nebû êdî, dawî mirin bûna jî, Û Gotin bûye bûmerang, bi ku ve jî here, li xwediyê xwe vedigere.
Lê hîn jî hene xwediyên Gotina Xudayî. Hene ku bi Gotina xwe diafirînin û ji bo gotina xwe dimirin, gotina xwe tu carî nagemirînin. Jiyan hîn jî, ji bo xatirê wan, bi keda wan li piyan e. Û Ew Hêvî ne di rengê Xuda de!..
Mahabad Felat Arda