1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. HER ÇI JÎ HEBE!..
HER ÇI JÎ HEBE!..,her,çi,jî,hebe

HER ÇI JÎ HEBE!..

A+ A-


 

Ev gotar, a ku li jêrê pêşniyarî bala xwendevanên hêja tê kirin, rojekê berî pêngava rizgarkirina Şengalê li ser rûpelên malpera kurdinfo.ru bi rûsî hate weşandin  (http://kurdinfo.ru/?p=18244 )… Helbet, ne pêngava rizgarkirina Şengalê di rojekê da hatye plankirin, û ne jî ev gotara di rojekê da hatye nivîsîn. Bi rastî min kurdîya wê jî êdî amade kiribû, dema agahîya pêngava rizgarkirina Şengalê gihîşte me. Û min dot: Xwedê  neke, ji nişkêva, ev gotar nebe sedema dilsarîyekê! û bi dilşadî ew danî hêlekê, lewra ku ez bi bawer bûm, ku, va-va ye, hêzên pêşmergeyên Başûr, ên gêrîla û yên Şengalê dê mil bi mil beşdarî çalakîya rizgarkirina  Şengalê bibin…Lê, her çiqas ez bi bawer bûm, ku biraderên PDK bi serkêşîya kek Mesûd, dijar helwesta xwe biguhêrin, dîsa jî hebûna hinek agahîyan dihiştin, ku ez bi başbînî li pirsê binihêrim.
Weha, yek ji wan: ez di întênêtê da dixwînim:

...Nûçegihanê NRT, ê ku li gorî çavkaniyên pêbawer diaxivî, radigihîne, ku li Şengalê hemahengiyek hevbeş di navbera hemû aliyên kurdî da heye û kesek ne li ser kesî ra ye, hemû wek hev di wê hemahengiyê da di nava koordînekirinekê de ne…” – Û mirov  ji bo vê çawa dilşad nebûya?!

Min got: “Mala Xwedê ava, ç’avê me r’onî, di Şengalê da li ser r’êya avakirina Yekîtîya Net’ewî gavên girîng tên avîtin!…”

Lêbelê, piştî xwendina daxwîyanîyafermandarê Giştî yê YBŞ-ê Mazlûm Şengal min bi xwe ji xwe ra got – dibe ku hê zûye, ku em şad bibin!? Weha, di wê daxwîyanîyê da çi tê gotin: “…Me çalakîya rizgarkirina Şengalê destpê kir! …Berî vê çalakîyê me ji navê YBŞ-ê ji bo beşdarbûnê  bang li gelek hêzan kir. Fermandarîyên HPG, YJA-Star, HPŞ û Fermandariya Hevpar a Êzidxanê bersîv dan vê bangê û piştgirî dan me… Ji bo destek û piştgirîya wan, em spasiyên xwe li van hêzan dikin. 

Tevî vê yekê em li bendê ne ku hêzên koalîsyonê destekê bidin pêngava me ya Azadkirina Şengalê…

Lê, her çi jî hebe, heya demekê em hemû dilşad bûn, ku her tişt baş e, hemû hêzên me yên net’ewî (pêşmerge û gêrîlla) dê di vî şer’î da bi hevr’a di nav yekîtîyekê da t’evbiger’in...

Lê derk’et holê, hêzên pêşmerge yên Başûrê K’urdistanê, di bin serfermandarîya kek Mesûd da ji hêzên dinê cuda çûne, û di r’agîhandinên xwe da heya behsa hêzên hevbeş ên HPG/YJA-Star/YBŞ/HPŞ jî nekirine – qey bibêjî, ewana hîç li holê jî nînbûne... Heya kek Mesûd gotye, ku ji xeynî pêşmergeyên qareman t’u kes nek’etiye Şingalê û Şingal r’izgarnekirine û nabe, ku ji xeynî ala Başûr t’u al bête hildan. – Û heya gotinek jî ji bo t’evkujîya Silîvan, a ku van r’ojan r’êjîma faşîst a T’irkîyayê di wî bajarê K’urdistanê yê kevnar da pêk tîne, ji ser zarê wî derneket  

Ev tiştên weha, ev helwesta van biraderana, helbet, şanê siyasetmederên p’ayabilind  nak’eve, û evê bi net’ewî me di ç’avê cîhanê da biç’ûk dêxe – ma, xwe ev cîhana koran nîne? Ma, xwe mirov nikare r’astyan veşêre?

Û ji bo çi?

Sed heyf û mixabin!

Lêbelê, bala xwe bidinê, t’erefê PKK-ê vê bûyera dîrokî çawa r’adigihîne:   

“...Hêzên Kurdî hemû, li gor dihat xwestin, nebûn yek, lê belê armanc yek bû – Azadiya Şengalê! Gerîlayan ji aliyekî va û pêşmergeyan jî ji aliyê dinê va êrîş kirin. Hêzên Koalîsyonê bi pêşengiya DYA di serî de rêya derdora Şengalê û paşê hêdî-hêdî bajar dorpêç kirin. 

13-ê mijdara 2015-an gerîlayan ji rojavayê bajêr û pêşmergeyan jî ji aliyê rojhilat va ber bi navendê ve çûn. Çeteyên DAIŞ-ê, yên ku ji şevê dinê va bajar hiştibûn, li pey xwe mayînên çandî hiştibûn. 13-ê Mijdarê di seatên derê sibê da fermandarê HPG-ê yê Şengalê Egîd Civyan ji raya giştî, gelê kurd û ji hemû cîhanê ra mizingî ragîhand, ku navenda Şengalê bi giştî ji çeteyan hatye rizgarkirin (http://rojnews.net/KU/drejey-hewal.aspx?id=37875&LinkID=26&Ji-Fermanê-heta -azadkirina-Şengalê...Dosya).

Ji bilî vê, divê bê gotin, îro ev cîhana me wisa biç’ûk bûye, ku hemû haş ji hev hene, û t’u kes nikare tiştekî ji kesekî dinê veşêre. Yên ku dîtine, ji xwe dîtine, yên ku nedîtin, fermo, bila di  vîdêoyê da li van dîmenan binihêr’in (http://kurdinfo.ru/?p =18261), k’a di pêngava r’izgarkirina Şengalê da t’enê hêzên pêşmergeyan hebûne, an...?  

– Ev hemû ji k’u tê, çima wisa ye, ev çi ye, ku îro li ser r’êya Yekîtîya Net’ewî bûye kelem, nahêle, ku em bibin yek? – Van pirsana careke dinê serî hildan, û ez dîsa veger’yam r’amanên wê gotara xwe.

Wek ku min êdî li jorê jî gotye, ev gotar berî pêngava r’izgarkirina Şengalê hatye nivîsar... Hemû nirxandinên bûyerên berê destnîşan dikirin, ku hêzên pêşmergeyan dê wisa zû bi zû dest bi r’izgarkirina Şengalê nekin... Ji xwe daxîyanîyên r’ayedarên PDK-ê jî ev diyardikirin... Lê çi bû, çi hate guhar’tin, ku jinişkêva...?

Ya yekem, hê ji dawîya cotmehê va hêzên hevbeş ên HPG/YJA-Star/YBŞ/HPŞ gav bi gav gundên dora Şengalê r’izgar dikirin û berbi bajêr va diçûn û armanca xwe ya r’izgarkirina bajêr jî ji kesekî venedişartin... Ji ber wê jî, di sêrî da hinekan bi hinek daxwîyanîyên xwe  xwestin ev yek negihîje armanca xwe, paşê, xwastin vê pêngavê bikişînin bin sîwana xwe...

Û ya dinê, ya ku, dibe, ji ya yekem kêmtir girîng nînbe jî, ew faktora Amêrîkayê ye. Wek ku tê xuyan, piştî ku R’ûsîya bi hêzên xwe yên hewayî di herêmê da di nav têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê da bû xwedî gotin, hemû planên Amêrîkayê yên dirêjkirina vî şer’î û bi wê  yekê berfirehkirina k’aosê serûbinî hev bûn... Û, dema p’êwendîyên r’ayedarên payebilind yên oldarîya êzdîyan li ser asta fermî bi nûnerên dewleta R’ûsîyayê r’a çê bûn, heya şandeke wan jî hate R’ûsîyayê, DYA k’ete lezê... Nebe, ku R’ûsîya berî wan bik’eve wir jî û piştgirîya r’izgarkirina Şengalê bike!? ...Ma ne, îro di derbarê alîk’arîya leşkerî ya R’ûsîyayê ji bo Îraqê jî êdî tê govtûgokirin?!

Û li vir dîsa pirseke heşmendî dertê holê, ya ku gotinên berî vê piştrast dike:

– Eger dikaribûn wisa hêsan, di nava du r’ojan da Şengalê r’izgar bikin, heya naha çima pêngava r’izgarkirinê r’oj bi r’oj paşva davîtin?...

Her çi jî hebe, k’ê bi çi awahî û çiqasî jî beşdarî pêngava r’izgarkirina Şengalê bûbe, k’eda şer’vanên azadîyê (HBŞ/HPŞ, HPG/YPG, Pêşmerge!) biencam bû:  

ŞENGAL AZAD E!

BILA AZADÎYA ŞENGALÊ LI HEMÛ K’URD Û K’URDISTANÊ PÎROZ BE!..

 ...Û BILA EV R’ÊZEÇALAKÎYÊN R’IZGARKIRINA GUND, BAJAR Û HERÊMÊN T’EVAHÎYA K’URDISTANÊ HEYA SERK’EVTINÊ – HEYA AZADÎYA MEZIN, BIDOMIN!

E.C.

14. 11. 2015

 

 

 

 

 

 

 

 

TÊKOŞÎNA SIYASÎ, YAN BI ZANEBÛN

LÊPOVAJÎKIRINA RASTÎYAN?

 

Nigên derewan kin in.

(Gotina gelêrî)  

Ezîz ê Cewo

 

Ji bo nivîsîna vê gotarê r’agîhandinek bû sedem, a ku bi sernivîsa “Çalakîya r’izgarkirina Şengalê ji ber desttêwerdana PKK-ê hatye paşxistin”, a ku li ser r’ûp’elên malp’er’a   kurdistan.ru hatibû weşandin (http://kurdistan.ru/2015/11/05/news-25203_Operaciya_po_osvoboz.html ). Di vê r’agîhandinê da tê gotin, xwedêgiravî: “Hêzên pêşmergeyan jinûva neç’ar mane, çalakîya r’izgarkirina Şengalê paşbixin, ji ber desttêwerdana Partîya K’arkerên K’urdistanê (PKK)...” 

Helbet, ew mirov, ê ku hema hinekî haş ji bûyerên trajîk ên Şengalê heye, dema vê agahîyê bixwîne, dê bi heşmendî destxweda bipirse:

– Ev di derbarê çi desttêwerdanê da tê gotin? Ma ne, hêzên PKK (Hêzên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Gel ên Rojavayê Kurdistanê) ji roja yekem va, hema ku yekîneyên pêşmergeyê PDK ew dever hiştin û revyan û bajar li ber “rehma” çarenûsê hiştin, û çeteyên DAÎŞ-ê wî bi hovîtî veçirandin, li wira ne û bi lehengî li dijî peranîya wan radîkalan şer dikin?!

– Û, ya dinê,  ma ne, PDK bi xwe di dema xwe da ev navçeya êzdîyan derî sînorên heremê hiştye û îro jî dihejmêre, ku ew li bakûrê Îraqê ye û ne beşekî Başûrê Kurdistanê ye… Û nayê têgiîştin, ka pey  ewqasî ra ev camêranin çi û ji kê dixwazin?

Bi xwe binihêrin, ka ew bi xwe bajarê êzdîyan – Şengalê çawa tê digihîjin: “...êrîşa mezin, a ku divê li ser tavîyên (mewzî) DAÎŞ-ê li bajarê êzdîyan li bakûrê Îraqê pêk bihata...” Eger   ew bajar li bakûrê Îraqê ye, û Îraq jî vê demê hem bi fermî, hem jî di vê r’ewşa heyî da wek dewlet heye, ji bo çi ji navê r’êvebirîya Îraqê ew daxwîyanîyê didin? ... Ma ne, ew baş  dizanin, ger nêr’îna hukumeta Îraqê bipirsin, ewê ne dijî wê bin, ku hêzên PKK xakên di  bin desthilatdarîya wan da ji DAÎŞ-ê bip’arêzin... bi t’aybet jî, dema ew bi xwe bi bawer  in, ku ne ew, ne jî PDK nikarin wê bi cîh bînin. Û, hem jî, ma ne PKK li ber wê va tiştekî naxwaze!? Ew t’enê erka p’arastana gelê xwe pêk tîne!  Dibe ku, ji ber wê jî  hukumeta Îraqê êrîşên  hêzên hewayî yên T’irkîyayê yên li ser baregehên PKK li bakûrê Îraqê şermezar kirin, lê PDK û r’êvebirîya herêma Başûrê K’urdistanê – berovajî vê, vekirî piştgirîya k’arê barbar ên art’êşa dagerker a T’irkîyayê kirin (di vê derbarê da bi hûrbînî – di gotara “Gambîta  amêrîkî-t’irkî û cîhana îro”  da – http://www.amidakurd.net/ qunciknivis/gambîta_amêrîkî _t_irkî_û_cîhana_îro ). – Û, ji bilî vê, ev êdî salekê zdetir e, yekîneyên Hêzên P’arastina Gel (HPG) ên PKK li wira ne û êdî ne carekê bang li r’êvebirîya Herêmê dikin, ku hemû hêzên k’urd li dijî DAÎŞ-ê bigihînin hev ... Balk’êş e, ev camêrana heya naha li k’u bûne? Ewana bendê bûne, k’a xwedîyên wan ên wî berî okînosê çi dibîjin, an, dinihêr’în, k’a dostên wan ên “stratêjîk” (r’êjîma faşîst a Erdoxan û derdorên wî yên di T’irkîya “dosta” wan da) dê li ser çi ferz bikin?

–Ma, gelo ew yekîneyên HPG/PKK nînbûn, ku Maxmûr, K’erkûk ji DAÎŞ-ê parastin û êrîşên wan hov û barbaran ên li ser Hewlêrê r’awestandin?! Ma, ew ne ji bo wê bû, ku kek Mesûd bi xwe çû Maxmûran û r’astî têk’oşer û fermandarên hêzên PKK hat û ji bo berxwedana bêhemp’a û serk’evtinê spasîya wana kir û ew pîroz kirin?... Ev pirsana hr’êtorîk in, û bersîvên wan li ber ç’avan in! Û di r’êvebirîya Herêmê da jî evê tê  digihîjin... Lê bi wan dijwar tê, ew nikarin li r’ûyê r’astêyê binihêr’in!?.. Ji ber wê jî, ewana hê berê ji bo daxwîyanîyeke weha bingeh amadekiribûn (û ew jî – ne ewqsî bi serfirazî!) Derdorê du hevtêyan berî vê daxwîyanîya mijara gotinê, di çapemanîyê da agahîyek tê belavkirin, xwedêgiravî, “Dê Şengalê berî Mûsilê r’izgar bikin”. Û li wir jî tê gotin, ku: “R’ayedarê p’ayabilind ê PDK gotye, bajarê êzdîyan ê li bakûrê Îraqê (binihêr’in – dîsa li  bakûrê Îraqê! – E. C.), yê ku ji hêla DAÎŞ-ê va hatye dagerkirin, dê berî Mûsilê bê  r’izgarkirin, û gotye, ku hêzên pêşmergeyan dê t’enê bi serê xwe wê yekê pêk bînin...” (http://kurdistan.ru/2015/10/30/news-25167_Sindzhar_ osvobodyat_ranshe_Mosula.html ).

 – Û, ya here balk’êş ew e, ku endamê şêwra r’êvebir a PDK-ê Elî Ewnî di wê hevpeyvîna  xwe da, ya ku ewî daye ajansa t’irk a “Anadolû”-yê, bi awyekî, “dostên xwe yên stratêjîk” ên li T’irkîyayê dide bawerkirin, ku “pêşmerge dê hêza k’urd a t’enê be, a ku wê çalakîya r’izgarkirina Şengalê pêk bîne, û di dema êrîşê da dê pêdivî ne bi gêrîllayên Partêya  K’arkerên K’urdistanê, û ne jî bi hêzên PYD-ê – Yekîneyê P’arastina Gel, hebe”. Di  heman cîhî da tê gotin, ku “berî vê nûnerê hêzên pêşmergeyan gênêral Cemal Muhemmed daxwîyandye, xwedêgiravî, wana di derbarê helwesta xwe ya li dijî beşdarbûna wan serokatîyên PKK û PYD agahdar kirine”. Mirov ji elwest û nêzîkbûneke weha t’enê matma dibe. Balk’êş e, çima divê t’enê pêşmerge beşdarî wê çalakîyê bibe? K’î vê pirsê hel dike – r’êvebirîya Îraqê, fermandarîya hêzên koalît’sîona dijî DAÎŞ-ê, an r’êvebirîya Herêmê? Ma ne, ji bo bir’yareke wisa ji wana jî zêdetir mafê wê r’êxistinê (PKK) heye, ya ku êdî ji  salekê zêdetir e, ku li wira ye û bi serk’evtinî berxwedanê pêk tîne – bêyî alîk’arîya wana! Wê dadwerî bûya, eger wana ji PKK-ê bipirsyana, eger em nebêjin, destûr ji wê bixwastana, û hemû gavên xwe bi wê r’a qayîl bikirana...

Wek ku tê xuyan, ev camêrana bi vî awahî dixwazin xwe ji r’ûr’eşîya r’eva ji deşta şêr’ bişon! Wê demê, lê êzdî bi xwe li k’u man? Ma ne, ewana ne t’enê gorî (qurban) bûne, lê, her weha, ewana ew xiyaneta bêr’ûmet li ber ç’avên xwe dîtine?! Dibe ku ji ber wê jî ev camêrana her tiştî dikin, ji bo ku ew çend êzdîyên li Şengalê mane jî, war û meskenê xwe bit’erikînin? Garantî li k’u ye, ku ewana, yên ku duh xayîntî li wan kirine, dê îro jî wan bi destê dijmin va bernedin?

Lewra jî êzdîyên Şengalê dibêjin, ku ewê ç’arenûsa xwe nespêrin destê PDK!  

Ma, gelo wê r’asttir nînbûya, eger PDK, dema amedek’arî û pêkanîna wê çalakîyê (helbet, eger ew dem bê!), planên xwe bi wan r’a qayîl bikira, yên ku êdî li wira ne, yên ku êdî li wir sîstêmekê bi hêz û çalak avakirine û serdestîya wan li ser r’ewşê heye?..

Wek ku tê  xuyanê – na!...

Hevsengîyeke weha ji wan r’a dest nade, lewra ku ewê li xwedîyên wan û  “dostên wan ên stratêjîk” xweş neyê! Ma ne, armanca wana ne ku r’izgarkirina Şengala êzdîyan e, lê tengavkirina PKK ye, ya ku bi serê xwe r’êxistineke t’enê ye, ku dikare bi serfirazî li hember êrîşên DAÎŞ-ê r’aweste. Bi vî awahî PKK dê nikaribe ji DYA r’a bibe asteng, ku ew “k’aosa ku tê r’êvebirin” pêş bixe û berfireh bike (di vê derbarê da bi hûrbînî di gotara “Gambîta amêrîkî-t’irkî û cîhan îro” da - http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ gambîta_amêrîkî _t_irkî_û_cîhana_îro), û ji hêla dinê va ewê bi xwe bikaribin bên û bibin “xwedîyên” k’ed û nav û deng û r’ûmeta wana, yên ku Şengal bi lehengî p’arastine û îro jî  dip’arêzin...

Her çi jî hebe, ewana amadebûn, xwe bicir’ibînin! Bi ya wan – pêk hat – dê baş be! Pêk nehat – ewê PKK gunehk’ar bikin, ku ewê êrîşa wan a “serk’evtî” têkbirye. Û “sedemê” hebe, ji bo ku ew, çqas ji wan tê, bikine qar’eqar’, xwedêgiravî, ewana xwestine Şengalê “r’izgar bikin”, lê PKK bûye asteng!?   

Li vira careke dinê pirs dertê holê:

– Lê r’ojên yekem ên êrîşên DAÎŞ-ê yên li ser Şengalê k’ê ji we r’a bû asteng, gelî camêrana, ku we ber xwe neda, ku we gelê xwe di r’ewşa man û nemanê da hîşt û hûn r’evyan? ...Balk’êş e, gelo k’ê “laqirdîyeke” wisa ya ne baş ji ber xwe derxistye, û, gelo, senarîoya wê li k’u hatye nivîsar – di navendên plankirin û meşandina “şer’ên t’aybet” – yên “dostên wan ên stratêjîk” ên r’êjîma faşîst a AKP/DAÎŞ-ê da, an di yên xwedîyên wan ên wî berî  okînosê da?

Lê, her çi jî hebe, ew kê ji ber xwe derxistibe jî, li k’u ew plankiribin jî, yek e, kêm kes hene, yên ku bi wan daxwîyanîyan bawer dikin! Lêbelê, eger bi r’astî ewana bixwestana (û amade bûna) çalekeşîyeke wisa girîng pêk bînin, dê bi hemû hêzên k’urdî r’a hevdîtin pêk banyana, ji bo ku çalakîya hevbeş koordîne bikin... Lêbelê, yan  hevsengîyeke  weha ya bûyeran ji wan r’a dest nade, ji ber ku ew dixwazin di herêmê da bi serê xwe hêzeke t’ek t’enê bin û bi hêsane çi tê serê wan, wê jî bikin, an jî hîç jî naxwazin Şengalê r’izgar bikin, lewra ku ew nak’eve nava planên stratêjîk ên “xwedîyên” herêmê yên nû!? Ew hemû, çi ku di derbarê r’izgarkirina Şengalê da tê gotin, propagandayeke zelal e û li ber ç’avan e, ya ku li ser lêpovajîkirina r’astîyan hatye avakirin! Eva propagandayeke wisa ye, wek şowa siyasî-şanoyî ya kek Mesûd a di derbarê “r’izgarkirina” Şengalê da...

Helbet, dîsa, heya di r’ewşeke weha da jî hinekan dikaribûn bawer jî bikira, eger hinek derawe û merc  nînbûna! ...

Ma ne, kesekî hê bûyerên r’eşkujîyê yên di başûrê K’urdistanê da ji bîr nekirina, dema p’er’anîya barbarên DAÎŞ-ê bi êrîş k’etine Şengalê û t’evkujîya k’urdên êzdî  pêkanîn, bi hezaran keç û jinên êzdîyan dîl girtin, birin û derxistin bazarên ereban ên k’ir’în-firotina k’oleyan, dîsa bi hezaran jî hê di destê wan barbaran da hêsîr mane... Heya naha t’evahîya cîhanê di vê derbarê da diaxive, di civênên cuda yên Yekîtîya Ewropayê û R’êxistina Net’ewên Yekbûyî da ew pirs hatye govtûgokirin... Lê ji k’urdan çêtir kêm  mirov di cîhanê da dizanin, ku hêzên pêşmergeyên PDK, yên ku erk’a wan p’arastina Şengalê bûye, ji xwe r’a hema wise ew bi destê wan barbaran va berdane, ku ew wê veçirin û zît’ol-zît’olî bikin...

Di derbarê van hemûyan da bi dehan bîranîn, gotar, nirxandin hatine nivîsîn û fîlmên dokûmênter hatine kişandin. Lê r’êvebirîya Başûrê K’urdistanê heya necêr’iband jî, ku yên gunehk’ar “bibêne”. Ma ne, eger bipirsin, divê ji fermandarîya hêzên pêşmergeyan bipirsin, ji serekfermandar Mesûd Barzanî bipirsin... Lewra jî r’êvebirîya Herêmê bi her awahî, hewl daye, ku wê pirsê bêdeng bihêle... û xwe ji ber bersîva wê pirsê bide hêlekê, k’a: “K’ê û çima xayîntî li Şengalê kirin?...”  

A, lewra jî, kesekî bi wan sozên di wê derbarê da bawer nekirin, ku Şengal dê zûtirekê bê r’izgarkirin... Û ji bilî wê, mirov çawa bi wan bawer bike, yên ku ne t’enê  Şemgal firotin, lê her weha, bi r’êjîma faşîst a T’irkîyaê r’a di hevk’arîyeke nêzîk da ne, ya ku li hember k’urdan siyaseta têrora dewletê û tevkujîyê dimeşîne? Mirovê çawa ji wan bawer bike, yên ku dema şêr’ê herî gur’ ê DAÎŞ-ê yê di Şengalê, Kobanû û herêmên dinê yên Kurdistanê da, di p’ayt’exta Herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê da Kongrêya erebên sunnî pêk anîne, û t’erefdarên “Dewleta îslamî” (DAÎŞ) jî beşdarî wê kongrê bûne.

Wek ku tê r’agîhandin, di nav r’ayedarên sîyasî û serokên eşîrên erebên Mûsilê da wisa jî nûnerên eşîra bi nave “tîya” şêx Sebah Gazî Xînş hebûye, yê ku piştgirîya DAÎŞ-ê dike û mirovê nêzîkî r’êberê DAÎŞ-ê Ebûbekir el-Bexdadî ye (http://kurdinfo.ru/?p=15442 ; http://www.amidakurd.net/ qunciknivis/dertê_holê_ku_r_ êvebirîya_herêma_başûrê_k_ urdistanê_piştgirîya_r_ayedarên_dewleta_îslamî_daîş_dike_çima)…

Balkêş e, di cîhanê da ji bîstî jortir dewletên ereban hene, lê di wan da ji bo lidarxistina komcivîna t’erefdarên DAÎŞ-ê cîh “dest nek’etye”, ji ber wê jî van mirovana k’omcivîna xwe di Hewlêrê da pêk anîne – di p’ayt’exta Başûrê K’urdistanê da?

Mirov evê çawa têbigihîje?

Çawa dixazin, wisa jî têbigihîjin!

… Helbet, eger pirsên ç’areserkirina pirsgirêkên net’ewî r’ast bihatana nirxandin, r’êvebirîya Herêmê dikaribû r’olek girîng di warê xurtkirina yekîtîya k’urdan da bilîsta. Hewlêr dikaribû bibûya navenda ç’areserkirina giringtirîn pirsgirêkên net’ewî yên t’evahîya K’urdistanê. Herêma otonom dikaribû bibûya sehneyekê ji bo govtûgoyê û ç’areserîya t’evahîyan wan pirsgirêkan, ên ku, wek ku di Başûrê K’urdistanê da, wisa jî p’arç’eyên K’urdistanê yên dinê da hene.

Lê, wek ku tê xuyan, PDK xeta xwe ferz dike: “An – t’enê em, an – hîç kes!” Hema evê xetê jî gîhandye krîza siyasî di Herêmê da... Ewan gel gîhandine r’ewşeke wisa ya bêhêvî, ku di navçeyên dinê yên Herêmê da dengê “daxwezên” mîna vê tên bihîstin: “...Çêtir e, em otonomîyek bin di nav Îraqê da, ne ku di nav Herêmê da bin!”

Helbet ev daxwazeke p’ir’ ne baş e! Eva weke xwekujîyê ye. Lê li vira divê ne ku ji yên xwekuj bê pirsîn, lê ji wana, yên ku ew gîhandine r’ewşeke wisa. Ma ne, hemû r’êyên dinê li ber wan hatine bir’în û ewana berbi wê va tên defandin?!.. Û çi bikî, eger ji bo  li pêşîya te rêyeke dinê nehiştine, eger r’êvebirên Herêmê yên îro dîktatorîya klanekê (heya – ne ya partîyekê!) li ser hemûyan ferz dikin, eger hîç kesek ne amade ye dengê gel bibihê û  bi wî awahî, ew gîhandine r’ewşeke wisa bêhêvî?!..

Di vê r’ewşê da divê r’ast li ç’avê wan biraderan binihêr’in û r’astîyê ji wana r’a bibêjin, ji bo pêşer’oja (dihatû) Welatê me! Yanê na, hêsan e, ku mirov bi gotinên gulover’ bibêje,  xwedêgiravî, partîyên k’urdan divê li hev r’ûnîn û bi hev r’a Şengalê r’izgar bikin... Balk’êş e, yên ku vê dibêjin, nizanin, k’a gelo k’ê Şengal r’adestî dijmin kirin, lê k’ê ew p’arastin? Ma gelo ewana nizanin, k’î îro li hember êrîşên wan barbaran ber xwe dide, lê k’î li ser van hemûyan hem ji hêla aborî va, hem jî ji hêla siyasî va spêkûlîatsîonan dike?!

Ew, çi ku îro di Herêma Otonom a Kurdistanê da û li dor wê pêk tên, encana ji hêla PDK-ê û r’ayedarên wê va zevtî xwe kirina (ûzûrpatsîon) desthilatê ye. Ew  encama wê ye, dema berjewendîyên k’omeke mirovan li ser yên net’ewî ra tên girtin...

Erê, yekîtîya net’ewî, ji hemû net’ewên cîhanê bêhtir, li me – k’urdan pêwîst e!  Yekîtîya net’ewî me divêt, lê mirov her bi dîalogê dikare bigihîje wê – bi dîaloga net’ewî-giştî! Li vira divê hemû hêzên net’ewî xwedî deng û gotin bin, û divê hemû pirsan li ser bingeha hemû  dîtin û nêr’înên li ser ç’areserkirina dubendîtî û ciyawazîyan, bi r’êya govtûgoyên berfireh binirxînin û ç’areser bikin...

Di pêvajoya hevhatina net’ewî da divê nêr’în û dîtinên hemû t’erfan (yên gewre û yên here biç’ûk!) bên hesabhildan. Lê pirsên ewlek’arîyê divê bi hewlên hevp’ar ên giştî bên ç’areserkirin, û divê beşdarbûna hemû wan hêzan bê misogerkirin, ên ku li dijî r’êjîmên dagerker, ên ku welatê me çarparç’e kirine têk’oşyane û di vî warî da cêribandin û gerfetên wan hene... Û, dawîya dawîyê, divê Navenda Koordînatsîon a Net’ewî ava bikin (ewê Kongrêya Net’ewê nav dikin, an tiştekî dinê, ewqasî jî ne girîng e!), divê Fermandarîya Hêzên Leşkerî ya Hemnet’ewî (tiştekî mîna: Komîtêya Bir’yargehên Hêzên Ç’ekdar ên Net’ewî) bê avakirin, û hemû bi herra ji bo her zoleke xaka nîştîman bitêk’oşin...

Di vê r’ewşê da dem ji me daxwaz dike, ku divê em hemû daxwazî û xwestekên xwe yên klanî (berekî) û partîyî yên teng daynin hêlekê û li dora îdêa hemnet’ewî bicivin û bibin yek.

Yekîtîya hêzên net’ewî girew û garantîya r’izgarîya me ya net’ewî ye!

 

10. 11. 2015                   P’ampa K’urdan

 


Gotinên miftehî :