Hin Hestên Nepenî
Hin caran mirov derhoveyan ango mucîzeyan dijî lê fêhmnake. Jiyan wisa di cihoka xwe de diherike, mirov dibêje belkî her tişt asayî, yanî normal e. Lê ku mirov demên borî û dema ku dijî dide berhev, guhertinan dibîne û hin guhertin dikin ku mirov şaşwaz bibe. Şaşwazî carinan dilêşî û carinan jî kêfxweşî ye.
Lêxwedîbûna cangoriyan mînaka herî bi rûmet e ku em ji ku hatine ku…
Îro ku ez di pîrozbahiya Newrozê de li Stewrê dipeyîvim û li qada gokê govenda Nerwozê li dar e û Zîn û Memên hemdemî di coşiya jiyanê de ne, ez lal im… Ciwan wek hêza jiyanê dibezin û bi germiya evînê çokan dişkînin, Ez li welatekî ya rastî ez li xeyalekek li dûr im, yanî li rastiya demekê… Kerîm li pey gokê ye û niha dîsa bi kişkişandina simbêlên xwe û kenê tinazî çav li min dişkîne, Mirad Akmanê ciwan jî li kêlekê… Ew çi bawerîbû hevalo… Belê, hişberdana dîrokî li hember azadiyê ne pelê çiloye jî, berde bila here Resûlo. Ê/n ku ev roj didîtin ne xalî ne, ev çiya loma ne xalî ne ji roja qad û bela ye. Ew ê her ne xalî bin..
Dema ku Newroz gund bi gund geriya, wek ku cangorî li ger û geşa welatê xwe bin ligel dilteqîna navgenî, dexs, edoqewm û kîndaran. Hêrs û kîna ezez û berjewendîparêzan diheliya di hêza berfa welatê qedîm î pîroz de, bi hezkirina Cumayê evîndarê xaka xwe.
Va Mêrdîno destê dergistiya xwe Zinarê girtiye bi kêfxweşî li ser şikeftên warê Sebrî ku M. Emînê dilê dayika xwe û eyloyê Kela Mêrdînê bû, bal li Rojê ne, eniya xwe dibiriqînin û civata gel digere. Meclîsa zanyar û rûspiyan li ser dahatûya welatê xwe serî diêşînin bi Edûleyên Derweşê Evdî û bi dilcoşiya Apê Sebrî; ew li gorê dilşad in. Xuzlam bi wan ku ev roj didîtin û xwe dikirin parazvanê kendalên li ber kulmişandinê. Bila Mirdesî li govenda Erdalê azad bin.
Îro Selman mêvanê dêya xwe ye. Qoser rojek wiha nedisêwirand, bêhna tirşikê genîbûbû berê, lê îro ava kewserê diherikîne Eliyê min bi qêrîna Ameeeed… De bila hûrgeniyên evîndarê qurîşkan bi destqirêjiyê zikê xwe bifirikînin û qala pirêza bikin. Em çi bikin! Ev ax her kesî xwedî dike û distirîne bi xêra Egîtan. De wele kesera dilê min danayê îro. Ez evîndar im, evîndarekî mîna dilê xortê şanzdeh salî ku berê min weke Siyabendê Silîvî li Xeca Birîvî ye. Xêlya Hecî li qûntaran bi temeziya zerzerî evînê dihone û dilrêsa teşiya dilkeser bal li warê gul û hevrêşimane. Wele evîn kevn nabe û ew ê her hebe li bin vê tava bêdem î bêsînor û ev e çêja jiyan û hebûnê, her kes ne zanyarê van hestên nepenî ye… De bila Baba Tahirê Uryan bibêje derdê min î kevn-nebûyî, ta ji çend sedsalên berê.
“Dilê mi’ j’ bilî te dilber nagire
Li ciyê gewherê gewher nagire
Dil sotemenî û evîna te agir
Bê sotemenî agir her nagire”
Herê Cegerbixwîn im wek bilbilê dilşadî li ser tehtê, lê wele dilzarokê xweşawaza rastiya Zardeşt im, hema bihetikim jî… Ma ne evîna keybanûya dilkevoka Zagrosan wek kêviya li berwara bangawaza min e bi nalîna azadiyê û hêvî diçûrise di heyva çardehîn de wek gula Aptînê Turaptîn û hê jî “Musil” li benda “hasil” e.
Lê ez ê wê rojê bibînim, ey dilnarîna xweşavir î devliken, ez ê li hêviya te bim bi dilê agirketî, bi dilê agirketiya azadiya pilingê li doravê. Herê… jiyaneke nû têristin, bila zeman vêna bizanibe! Ho Mihemedo, de îro bes e û nîsanên Şêx Berhîm şahidên min û te ne, ey gerdengazê! Bila sêngûberên zozanî kesera ser vî dilî be heta axirzemanê….
Feratê Dengizî / Azadiya Welat