Hunermendî û Ozan Şîyar
Di serdema ku em tê de dijîn de, mîna her tiştî pîvanên hunermendiyê ji aliyê neyînî ve guherîne û hunermend bi xwe jî xwe ji dejenerasyonê bi giranî rizgar nekirine. Niha dema hunermend û bi taybet jî hunermendê muzîkê tê gotin, kaprîs, ezezî, xweşnebînî, pozbilindî, hesûdî, xwedî îradeyeke lawaz, rawestaneke bi lerz û pir tiştên din ên neyînî tê bîra mirov. Ne tenê di nav kurdan de, lê li seranserê cîhanê hunermendan bi taybet van 20 salên dawîn bi giranî wêneyeke weha di serê mirovan de çê kirine. Piştî demekê ev wêne, şûna wêneya rastîn girtiye, wêneya rastîn di nav toz û dûmana demê de wenda bûye, ji bêxwedîtî ji hev peritiye, Ji ber vê yekê jî, yên nûhatî eger hunerek di wan de hebe jî, li vê wêneyê dinêrin û diçin li ber neynikê, hewl didin ku xwe bikin timtêla wan. Piştî demekê ew jî dibin mîna wê wêneya xerabûyî û êdî safî jî nabin. Malkambaxiya herî xirab jî ew e ku di nav demê de gel jî û nifşên nûhatî jî weha tên honandin û weha ji rastiya çand û hunera xwe bi dûr dikevin. Ji lewre jî hunermendên ku divê rêberî û pêşkêşvaniya bi taybet pêşvebirina çand û hunera xwe ya neteweyî bikin û gel jî li ser wê bingehê bilind bikin, dijberê vê ne çand dihêlin, ne wêje û ne jî huner. Malê talanê ye, zeviyekî beyar e, kî çi bixwaze wê diçîne, tenê ji bo xwe têr bike, an li ser bilind bike. Lê di vir de jî şaşiyeke mezin tê kirin, lewra mirov li ser tiştên rizî şîn nabe, têr nabe, tenê dikare xwe û piştî demekê jî bi xwe re civaka xwe bixapîne. Lê xwediyên rastîn ên vê çand û hunerê jî hene, bawer nakim destûra vê yekê bidin!..
Hunermendên tirk ku devê min nagere ez ji wan re bêjim hunermend, kopiyeke xerab a hunermendên cîhanê ne ku ji ber rengên civaka xwe, cografyaya xwe û dîroka xwe ya bi taybet 2 sed salên dawîn rengê şolî yê erebeskê jî li nav wê wêneya kopî xistine. Îcar hûn bifikirin ka çi sosret jê derketiye. Hunermendên me kurdan jî, bi taybet ên van 10-15 salên dawîn, îcar kopiya, kopiyê ne û çiqasî rengekî şolî û gemarî jî hebe bi ser de di xwe dane û bi navê "muzîka kurdî, hunera kurdî" derketine pêşberî me û dibêjin ha ji we re bixwin. Na em vê nexweşiyê naxwin. Ne deng deng e, ne muzîk muzîk e, ne gotin tu gotin in, bi çend qurişan ji xwe re klîbek an albumek çê dikin û navê hunermendiyê li ser ê xwe zêde dikin; "hunermendên kurd". Ya rastî, bi rengê muzîka xwe, mala muzîka kurdî xirab dikin, bi rengê sekna xwe jî, hemû ew taybetiyên neyînî yên ku me li jor gotin, ji hunermendên gelên din hîn pir xeraptir, di xwe de dijînin û dibine sosretên sosretan. Îcar em bên ser hunermendî û stranbêjiyê: Niha kî bêje dengê min xweş e û dest bi gotina stranan bike, navê hunermendiyê jî pê re li xwe dike. Lê ev jî mîna gelek tiştên me yên din wêneyeke şaş e ku di mêjiyan de ava bûye. Lewra hunermendî, afirînerî ye, ne stranbêjî!.. Divê mirov bikaribe di warê xwe de biafirîne, li gor rastiya xwe, li ser bingeha xwe, tiştên nû ava bike. Bê guman dikare modernîze jî bibe, lê ne ku dejenere bibe ku ev jî girêdayê çiqasî bi orjînalîteya xwe ve girêdayî maye. Reforme kiriye, an deforme kiriye, ev grîng in. Ya din jî, di bin navê afirîneriyê de dizî tê kirin. Muzîkên ku berê hebûne, hinek li gor xwe çelexwarî dikin, di hin ciyan de diguherin û dibêjin "ev muzîka min a nû ye". Jiwantirê, her kesek nezan e û dê tu kes fam neke ku ji ku derê diziye û deforme kiriye, ji nû ve pijandiye. Lê mirovên ku hinek ji xwarinê hez bikin, dikarin bêhna xwarina genî zû bigirin. Mirov gelek caran naxwaze li wan gohdar jî bike, lê carnan ji neçarî li wan gohdar dike, yan jî dixwaze bizane ka ev çewan e, lê ne pêkan e ku mirov bixwaze cara duduyan li wan gohdar bike. Gelo çend hunermend hene îroj ku mirov bixwaze timî li wan gohdar bike? An li straneke wan bixwaze gelek caran gohdar bike û her carê jî çêja cara yekem jê bigire?
Lê hin hunermend hene ku bi awayê jiyana xwe, bi kesayetiya xwe, di rengê hunera xwe de ne. Hin hunermend hene ku di zeviya beyar de li ser tovên kevnare yên yekhebmayî, şîn bûne û xwedî bingeheke xurt in. Hin hunermend hene ku di hunera xwe de veşarî ne û her ku mirov li ser wan vedibe, bêtir bi wan ve tê girêdan. Hin hunermend hene ku mîna şerabê ne, her ku kevin dibin, xweştir û xweşiktir dibin, mirov ji çêja wan têr nabe û her vedixwe, bi wan serxweş dibe, bi wan xweş dibe. Hin hunermend hene ku giyana kurdewariyê ne û vê di huner û kesayetiya xwe de dikine yek û didine der. Hin hunermend hene ku mîna stranên xwe dijîn û bi xwe dibine stran.
Ozan Şiyar, yek ji wan hunermendên bêhempa bû. Bi sekna xwe ya welatparêzî û şoreşgerî, bi kesayetiya xwe ya xurt ku jê tu carî tawîz nedida, bi bihîzyariya xwe ya hunermendî, bi afirîneriya xwe ya hunerê, yek ji pîvanên hunermendiya rasteqîn a kurd bû. Hunermendên mîna Şiyar, bi taybet di dema me ya îroj de, ne tenê di nav kurdan de, lê li hemû cîhanê, pir kêm in. Ew qas ku bi tiliyan dikarin bên hejmartin. Lê mixabin ku şiyar di nav vê toz û gemara "hunermendiya hemdem" de fetisandin. Şiyar di xweşiya xwe de rûmeta ku layiq bû nedît. Giyayê hewşê bû. Bi ku ve bigotana, bi wir ve baz dida, bêyî ku tu tiştek ji bo xwe hêvî bike. "Xizmet e" digot û dikir. Lê ev helwesta wî ya esîl, dibû sedema piçûkdîtina wî jî, ji aliyê mêjiyên piçûk, çavên kor ve. Ya ku herî zêde Şiyar diêşand jî ev bû û heya mirina xwe jî wî xwe bi van tiştan êşand. Bi xwe gelek caran digot "sebeba min cixare ye û ev helwest in". Pozbilindî nedikir, bi taybet ji têkoşînê re. Ne bazirgan bû ku bikaribe malê erzan biha bifiroşe. Ji xwe malê wî yê erzan jî tunebûn, hemû malên wî biha bûn û wan jî bê bihayek pêşkêş dikir. Ew bi vê helwesta xwe jî nîşana welatparêziyê bû.
Min Şiyar ji zarokatiya xwe ve nas dikir û ji wê demê ve jî pir jê hez dikir. Di sala 1977an de (min digot 1978 e, lê rojek şiyar got na Mahabad, şaş tê bîra te, 1977 bû) ez wê demê 10-11 salî bûm, bavê min xwest kaseteke taybet û bi saz re tijî bike. Bavê min qesîde, beyt û klamên xwe bêyî enstruman digot û kaset dadigirt, mîna her dengbêjekî. Lê wê carê xwestibû bi saz bike û ji Şiyar rica kiribû. Em li Farqînê bûn, Şiyar hat mala me, di destê wî de saza wî, destê din de teybeke nû û di ber de jî damançeya wî ya astra desta mezin, ango çardexwir hebû. Hin detay ango kitekit ji bîra min tu carî naçin, lê ez ê bahsa wan nekim. Min jî di wê kasetê de bi bavê xwe re got. Yek jê strana şiyar bi xwe bû "Ku de diçî lawo", min û bavê xwe li hev digerand û ya din jî stranek bû, lê niha nayê bîra min ya kî/ê bû, min bi tenê got "Riya min ket gundekî bi şîn". Şiyar ji me re li sazê dixist. Ew kaset pir xweş bûbû û Şiyar ji bavê min tika kir ku ji ber zêde bike û belav bike. Bavê min jê re negot na û ew kaset wê demê hema bêje ket mala her kesekî.
Piştî salên dirêj, min û şiyar li Ewropayê hev û du dîtibû, lê mixabin zêde dan û stendinên me çê nedibûn, ji ber ez li Stockholmê nedimam, heya sala 1999an ku ji xwe wê salê bi nexweşîna xwe hesiya û dest bi dermankirina wî kirin. Bi taybet sala wî ya dawîn, em tim bi hev re bûn. Her heftî em li malek kom dibûn, me ecînê çê dikir, stran digotin, kêf û şahî dikir, ji bo kêfa şiyar û bi rastî jî ew bi xwe ji vê yekê pir dilxweş dibû. Gelek hevalên wî yên din jî hebûn ku jê venediqetiyan, wî bi tenê nedihiştin. Di wan deman de nedixwest em wan şevan, wan şahiyên bi hev re ne bigirine videoyê û ne jî em pê re wêne bikşînin. Me jî îsrar nedikir, lewra me dizanî ku çima naxwaze.
Heya roja ku wefat jî kir, nizanibû ku doktoran bersiva dawî hîn salek berê dane. Pir li ber xwe da. Pir êş kişand,pir zêde êş!!! Ji bo êşên wî yên giran êdî mehên dawî timî derziya morfînê di milê wî de bû û otomatîk ji qasê carekê hinek dişand xwîna wî. Rojek ez û hevalek li balê bûn, dirêjkirî bû timî. Li derve ba û bahozeke ecêb hebû. Weha li derve nihêrî û got: "Wele kevir jî bibare, ev jiyan pir xweş e".
Doktorê wî pir jê hez dikir. Digot "min mirovek weha nedîtiye, ez pir di bin bandora wî de mam" û ji bo wî helbestek bi swêdî jî nivîsîbû. Wê helbestê da zarokên şiyar bawer im.
Şiyar tu carî teslîm nebû. Teslîmê mirinê jî nebû, lê mirina kambax wî bi zor, bi heft bela girt. 10 meh bi ser qewlê doktoran jî ketibû ku hîn mirinê ew ji me girt. Dosyaya wî şandin ji doktorên fransayê re jî. Birêz Kendal Nezan li ser çû û hat, lê tiştên ku doktorên swêdî gotibûn, heman tişt ew jî gotin.
Dema hîn pir neketibû, carnan ew dişandine malê. Dema li mal bû ez pir kêm diçûm balê, lewra doktoran gotibû divê li malê bêhna xwe vede. Min carnan jê re telefon dikir, kêfxweş dibû. Carek ku çûbûm balê, me sohbetek kir û got: "Tu zanî Mahabad, navê min, yanî navê Şiyar kekê te Sadûn li min kir." Min got: "Çawan". Got; "Dema min kaseta xwe ya yekem derxist, min nexwest bi navê xwe yê rastîn belav bikim, min xwest navekî kurdî be û Sadûn li ba min bû, em hevalê hev bûn, min jê pirsî ka pêşniyaza wî çi ye, got bila Şiyar be û li xweşiya min jî çû ev nav û wisa ma, heya îroj".
22yê nîsanê bû. Ez li îstasyona trênê bûm û min kesekî verê dikir Danîmarkayê. Ji wir ez ê bi metroyê biçûma nexweşxaneyê, ba şiyar, mîna her carî. Li benda trêna xwe bûm îcar. Xemgîn bûm, ji ber gelek sedeman. Ne dengê xumîna metroyê û ne jî yê her du kesên li kêleka min rawestiyabûn û bi hev re şer dikirin, nedihate min. Di nav bîrekî kûr û tarî de dikira bifetisiya ma, mîna ku dê tiştek bibe, tiştek pir xirab biqewime. Berê min li trêna min bû, hîn du-sê deqîqe mabûn ji hatina wê re. Bi dengê telefona xwe re hilpetikîm û min nihêrî ku peyamek hatiye. Min peyam vekir û xwend. Qet ne xwezî bi wê gavê, bi wê kêliyê: "Me Hozanê gelê kurd Şiyar wenda kir, bila serê gelê kurd xweş be." Çok li min şikestin, laşê min cemidî, mîna di meha çile de ji nav gola qeşagirtî derketibim, ricifîm û çokên min ez hew ragirtim û ketim. Çi bû, çi qewimî nizanim, lê min dît ku du kes bi milê min girtine û pirs dikin ka ez baş im an na. Min trêna xwe jî revandibû.
Mahabad Felat ARDA 2008-04-22 Stockholm