1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Kemal Burkay û Kurê Pîrê
Kemal Burkay û Kurê Pîrê,kemal,burkay,û,kurê,pîrê

Kemal Burkay û Kurê Pîrê

A+ A-

Ez bawer im kêm kes heye ku mesela Kurê Pîrê nizane, lê dîsa jî ez dixwazim bi kurtî bahsa mesela kurê pîrê bikim, lewra xweş li bejn û bala Kemal Burkay tê:

Li gundek Kurdistanê kesek hebûye, lê hebûn û tunebûna wî ne diyar bûye, lewra hîn tu kesayet negirtiye û bi tu rengî nezaniye xwe di nav civakê de çewa bide xuyakirin, ji lewre jî kesek navê wî jî nizanibûye, an jî di nav demê de navê wî hatiye jibîrkirin û jê re bi tenê gotine Kurê Pîrê, lewra bi dayika xwe ya extiyar re, di nav gund de hejar û bi tenê bûne. Her êvar tevlî şevbihêrkên gund jî bûye Kurê Pîrê, caran hewl daye hin tişt jî bêje, lê tu kesek hay ji hebûna wî nebûye ku bi tu awayî lê gohdar jî bikin, an bibihîzin ka Kurê Pîrê çi dibêje, an dixwaze çi bibêje, ew jî ne tu xem bûye ji kesên li nav civatê re. Ev rewş demek wiha berdewam dike, lê rojek êdî dide qirika Kurê Pîrê û dixwaze bi awayekî hebûna xwe bide nîşandan û gundî êdî bahsa wî jî bikin. Ev êdî di jiyana wî de dibe armanca wî ya yekane û sereke. Li ser dirame ka dikare çi bike ku nav ji xwe berde. Quletenga gund ku hemû gundî jê avê vedixwin û pêdiviyên xwe yên rojane pêk tînin tê bîra Kurê Pîrê. Bi derbekê re mîna ku êdî ji vê ramanê çêtir nîne, ber bi quletenga gund ve diçe, li ber çavên gundiyan şalê xwe dişiqitîne û bi ser quletengê ve dirî. Ev kiryara kurê pîrê wisa dengek vedide ku li nava gund bi rojan bahsa kurê pîrê tê kirin û di nav demê de ev deng xwe berî ser hemû herêmê dide. Her carê ku navê kurê pîrê tê gotin ”bi ser quletenga gund ve rî” ango ”bi ser kaniya gund ve rî”, kurê pîrê şahiyeke mezin dijî. Ev bûyer ew qas deng dide û dibe mînak ji hin kiryarên bi vî rengî re ku piştî ew qas demên dirêj jî, em hîn bahsa kurê pîrê dikin û ez bawer im dê hîn çend sedsalên din jî ev mînak ji ber kiryarên bi vî rengî dê bê dayîn. Ma ev jî ne kapasîteyek, an qabiliyetek e?! Bi ya min belê.

Îcar em bên ser Kemal Burkay û kiryarên wî: Min nivîsek nivîsî bû derbarê Burkay de. Heya ji min hat min bala xwe da hin sînoran, lê camêr diyar e tu sînor jê re nînin, mîna Kurê Pîrê, hema bila bahsa wî bê kirin, êdî sînor ne grîng in. Weke tê zanîn, demek berê Serokê Konseya Rêveber a KCKê birêz Murat Karayilan, derbarê Burkay de hin rastî anîn ziman. Ez baş dizanim ku PKK heya niha hewl daye xwe ji polemîkên bi vî rengî dûr bike, lewra her kes jî bi vê yekê baş dizane ku li gel ew qasî êrîşên reş, bêbext û qirêj ên li ser Serokatiya wan jî, wan caran bêyî ku navan bidin, an muhatab bigirin, hin nirxandin û rexneyên giştî kirin, lê heya pekan bû jî, raste rast di kesayetiya tu kesekê de nirxandineke bi vî rengî nekirin. Lê divê bê pejirandin ku helwestên Kemal Burkay ên bi taybet van sal û mehên dawîn ên çi li dijî bi taybet Serokatiya PKKê û PKKê, çi jî li dijî hin rêhevalên xwe yên berê, derketiye ser radeya bêrêziyeke mezin û êrîşeke qirêj.

Ez ê yek bi yek bahsa êrîş, nebû, çêr û bêkalîtetiya gotinên wî yên di nav gotara xwe ya bi tirkî ya bi sernivîsa ”Cêwiyên Siyam: Dewleta Kûr û PKK” de kirine, nekim, lê tenê dixwazim balê bikşînim ser pêşniyaza wî ku di dawiya gotara xwe de li şervanên HPGê kiriye.

”Di dawî de pêşniyaza min ji we re ku hûn êdî di destê kesekê de nebine lîstik û beriya ku hûn zêdetir zirarê bidine têkoşîna kurd, ji wan çiyan peya bibin û rê li têkoşîna siyasî bi temamî vekin. Hûn çekên xwe jî radestê Hukûmeta Başûr bikin, wê demê rîska ku hûnê bikevine girtîgehên Tirkiyeyê jî namîne. Bi vî rengî hûn dê çeka herî grîng a li destê mîlîtarîzma tirk û statukoparêzan demogojiya terorê ji wan bigirin û rê li çareseriyeke aştiyane jî vekin. Ev jî piştî ew qasî xirabiyên we, belkî bibe yekane başiya we ku hûn dê ji gelê kurd re bikin.”

Dema mirov navê Kemal Burkay li binê vê ”pêşniyaz”ê nebîne, dê mirov bêje ev ji aliyê generalên tirk an jî wezîrê wan ê hundir Beşîr Atalayê mirovê herî xas ê dewleta kûr ango Ergenekonê ve hatiye kirin, ev banga dewletê ye. Lewra ev bang ji tu kurdekî re xerîb nîne ku bi salan e ji aliyê dewleta tirk ve li PKKê tê kirin û îroj di bin navê ”pêşniyaz”ê û başiya gelê kurd de, ev bang ji aliyê Kemal Burkay ve tê kirin.

Li gor min pir ecêb nîne û êdî dem hatiye ku hin rastî bêne ziman: Gelo kengî wezîrek dewletê birêz Ocalan muhatab girtiye û heta navê wî jî raste rast li gor ûsûl û pîvanên edebê aniye ziman? Mînakek heye gelo? Baş e çewa dibe di her demên wiha grîng de kesên mîna Kemal Burkay derdikevine holê û wezîrên dewletê bi rêz bahsa wan dikin? Çewa dibe ku rêvebirê şerê taybet Beşîr Atalayê mirovê herî xas ê dewleta kûr bi telefonê li Kemal Burkay digere û banga vegera welat lê dike? Eger tê bîra we, di salên navbera 91 û 93an dema hukûmeta Demirel de, îsmet Sezgîn wezîrê karê hundir ê Tirkiyeyê bû. Di navbera wan salan de çi wahşet û hovîtî bûn, gelê kurd baş dizane. Dema şerê qirêj ê herî qirêj û bilind bû ku li ser gelê kurd dihate meşandin. Di wê demê de îsmet Sezgîn vî şerî koordîne dikir û ew îsmet Sezgîn di programeke Fatîh Altayli de ji bo birêz Ocalan digot ”Terorist başi”, ji bo Kemal Burkay jî digot ”Sayin (birêz) Kemal Burkay” û bang lê dikir û digot ”Ji bo birêz Burkay her tim deriyên me vekirî ne.” Gelo ev çi hîkmet e ku li gor Burkay Ocalan mirovê wan e, lê ew ”teroristbaşi” ye û Kemal Burkay ”Xêrxwazê kurd” e û ”birêz” e ji bo wan? Gelo ne balkêş e ku di her demê de kesên ku li dijî gelê kurd şerê herî qirêj dane meşandin, payeyek dane bi taybet Kemal Burkay? Îcar ka em li daneyên berçav binihêrin û kumê xwe bidine ber xwe, ji hemû berjewendiyên ferdî bi dûr, eger teneyek welatparêzî û dilsoziya vî gelî di giyana me de mabe bibêjin ka gelo kî ji bo vî gelî çi kiriye û kî ye di rastî de mirovê Sererkaniya Dewleta Tirk û dewleta kûr? Pirs jiyanê dibişkêfin, divê mirov zanibe û wêribe pirsan bike.

Baş e tu çuyî du sê mehan li Kurdistanê mayî, bahsa wan sê mehan dikî, lê çima bahsa 30 salên xwe yên li Ewropayê nakî? Şerm nîne mirov ji kesên ku ev 25-30 sal in li serê wan çiyan bê teled û weled, bêyî tu jiyaneke ferdî û di nav bombebaran û gulebaranan de por weşandin û spî kirin re bahsa her sê mehên xwe bike? Kî divê rê li ber çareseriya siyasî û aştiyane veke? Baş e tu çima bahsa du hezar siyasetmedarên kurd ku ji bo çareseriyeke siyasî, demokratîk û aştiyane têdikoşiyan û ji ber vê jî niha di zîndanan de ne nakî? Tu çima bahsa zarokên kurd ên di bin wê êşkencê de ne nakî? An ku li şuna navê Ocalan diqîrin navê te biqîriyana te dê bahsa wan bikira? Lê ka ji bo navê te bê qîrîn te çi kiriye? Te çima ev 35-40 sal in nekarî rê li ber çareseriyeke aştiyane û demokratîk vebikî? Ha sedem PKK bû ne? Ew qasî basît e? Rast e, PKK sedem e, lê sedema deşîfrasyona kesên mîna te ye ku astengên li ber şoreş û têkoşîna gelê kurd in. Ew qasî xezeb di dilê te de ye ku te di bîranînên xwe de hevalên xwe yên 30 salî kir binê erdê, çima ku ne mirîdên te ne êdî û tu nikarî li ser wan hukum bikî.

Ji roja kuştina Mustafa Suphi li Karadenizê û vir ve, dewleta tirk vê polîtîkayê dimeşîne: Çiye ev polîtîka? ”Ji vî welatî re komunîzm jî pêwîst be, dê dewlet bîne”. Bi vê nêrînê hemû franksiyon û rêxistinên çepên tirk kirin bin kontrola xwe, heta hinekan wan bi xwe ava kirin. Caran ku mîna di salên 70yî de şoreşgerên hêja yên ne di bin kontrola wan de bûn yên mîna Deniz Gezmîş, Mahîr Çayan, îbrahîm Kaypakkaya derketin jî, wan bi awayekî ji holê rakirin. Heman tiştî di nav tevgera kurd de jî kirin. Faîk Bucak dane kuştin, piştre yê ket şûna wî kirin wezîr, bi xelat kirin, niha jî bi îhaleyên dewletê û leşkeriyê bi xelat dikin. Dr. Şivan (Saît Kirmizitoprak), Saîd Elçî bi komployan dane kuştin ku her yek ji wan serokayetiyek bû û dikaribû rolên mezin bilîzin di têkoşîna gelê kurd ê bakur de. Dîsa kesên mîna Ferîd Uzun bi komployê hatin qetilkirin û Necmeddîn Buyukkaya jî bi êşkenceyeke xidar şehîd kirin. Heman tiştî anîn serê rêberên PKKê jî. Hindik ji rêberên PKKê wê demê nehatin qetilkirin, bi destê qaşo hin rêxistinên kurd ku bi destê dewletê hatibûn avakirin û dihatine birêvebirin. Birêz Ocalan vê xeteriyê hîn wê demê dît û tedbîrên xwe li gor wê girt. Dewlet hîn jî êşa wê dikêşe û car caran di hin daxuyaniyên xwe de îtiraf jî dike. Lê kesên mîna Kemal Burkay, îbrahîm Guçlu, Xetîce Yaşar man. Çi bû ji wan? Tu tiştek!. Çend karî bi ser xistin û çend gav karîbûn bavêjin heya niha ji bo têkoşîna gelê kurd? tu tiştek!.. Pirêza her kesekî diyar e, dema ez dibêjim tu tiştek, tiştên berçav dibêjim, tiştên ku ji herkesekî ve aşkere ne. Baş e bi qasî serê derziyê xêra wan ji gelê wan re bûye heya niha? Na. Gel mîna zana û rêberên kurdan wan nas dike, dizane kî ne çi ne? Na. Baş e herî zêde êrîşê dewletê kirine heya niha an êrîşê bi taybet PKKê û rêxistinên kurd ên din kirine? Bê guman ku heya ji wan hatiye hemû deriyên dewletê ji bo xwe nedane girtin û ji bo vê jî kêfa dewletê ji çi re hatiye, wê daxuyaniyê dane ku loma berpirsên şerê taybet jî dikarin bi telefonan li wan bigerin û ”birêz” deynin pêşiya navên wan.

Îcar Kemal Burkay; yê ku ji aliyê dewletê ve ji destpêkê ve ji bo pasîvîzekirin û qibleşaşkirina kurdan bi taybet hatine peywirdarkirin hûn in ku loma jî di çavên pêşengên şerê taybet û qirêj de hûn ”birêz” in û navê xwe li kesên din dikin ku di çavên kesên ji we re dibêjin ”birêz” de ”terorist” û ”xayîn” in, lê di çavê gelê xwe de jî rêber, serok, zanyar, fîlozof û yekane hêviya rizgariya jiyaneke azad in!.. Ev rastiye ku we wiha har dike, ne tiştek din.

Ez bawer im şibandina Kurê Pîrê û Kemal Burkay niha baştir hat famkirin. Rast e dê dîrok bahsa Burkay jî bike, lê bi rengê Kurê pîrê.

Îcar Kemal Burkay, pêşniyaza min jî ji te re ew e ku tu dev ji şêr û pilingên vî gelî berdî, wa pisîkek te tune, ji xwe re biçî bi dû pisîkan bikevî, dikare piştî 40 salî yekane xêra te jî ji vî gelî re ev be!..

Mahabad Felat ARDA [email protected] 2010-08-21


Gotinên miftehî :