Kurd û Swêdî
Çend roj berê min pirtûkeka bi swêdî xwend. Pirtûkeka balkêş e. Navê wê ”Typiskt Svenskt” ango ”Swêdiyek Tîpîk”. Anders Westerberg ku nivîskarê vê pirtûkê ye, di heman demê de wêneçêker û karîkaturîstekî jîr û jêhatî ye. Vê pirtûka xwe jî, li gor mijaran, bi hunera xwe ve hona ye û ev pirtûkê balkêştir dike û di xwendinê de jî hêsantir dike. Ango bi dilekî xweştir mirov dikare pirtûkê bixwîne.
Pirtûk, li ser çewabûna swêdiyekî/a ji rêzê hatiye nivîsîn. Ango swêdiyek normal dikare çewa be. Ne ji aliyê fizîkî ve, lê bêtir ji aliyê giyanî, jiyanî, civakî, kesayetî, nêzîkahî, nêrîn, bawerî, dilxweşî, hêrs, henek, moral, ehlaqî, tirs, hêvî, xiyal, daxwaz, nexwestin û hema bêje hemû aliyên mirovî ve. Dema mirov demek li swêdê jiyabe û karîbe çavdêriyeke jiyana civaka swêdiyan kiribe, ev pirtûk ji mirov re pir xerîb nayê, lê dîsa jî xweş tê. Lê dema mirov civaka swêd nas nekiribe, ev pirtûk dibe alîkar ku mirov di vî warî de bibe xwedî agahiyên berifireh.
Di naveroka pirtûka ku ji 129 rûpelan tê pê û bi dehan wêne û karîkaturan hatiye honan de, bi kurtî ev hene:
Swêd wiha dixebite: Welat, Weneya swêdê, Swêdî û dewlet, modela Swêdê, li Swêdê bac, Şer û nakokî, Partiyên siyasî, Keyê Swêdê, Swêdî ji çi bawer dikin û ji çi nakin.
Swêdiyê rasteqîn: Îteetkar, serbixwe, pir-hindik hesûd, demnas, xwedî agahî, çiqûs, ewle, paqij, di dorê de dimîne, rengên swêdê, swêdî û mirin.
Hûn bi xêr hatin malbata swêdî: Swêdî û evîn, swêdî dev ji hev berdidin, hevaltî, dê û bav, li zarokxanê, li dibistanê, û tu çi karî dikî wê demê?, li kar, civînên swêdiyan, rewşa malê çewa tê dîtin, mal, swêdî û kuçik, swêdî di trafîkê de.
Xweza û çanda swêdiyan: Filmên swêdiyan, Xelata Nobelê û wêjeya swêdê, muzîka swêdiyan, tv û radyo, her bijî swêd, swêdî ji xwezayê hezdikin, li havîngehan, daristanên swêdê, nêçîr, demsal.
Bi swêdiyan re pîrozkirin Bi swêdiyan re xwarin û vexwarin Bi swêdiyan re axaftin: Deng çewa ji swêdiyek derdikeve, swêdiyek dixwaze çi bêje, çêrên swêdî, tiştên ku swêdî naxwazin derbar de biaxivin Bixêrhatinî û xatirxwestin Û gelek tiştên din...
Pirtûk yekalî û bi kompleksên nîjadperestî nehatiye nivîsîn. Dijberî wê, bi nêrîneka tazî, bi başî û nebaşiyên wê ve Anders Westerberg civaka xwe nirxandiye û cî bi cî, tiştên ku bi rastî jî swêdiyek dê nexwaze tu carî li ser biaxive ango bipejirîne, nivîsiye.
Mînak: ”Hemfikirî, ango lihevhatinî ji bo swêdiyek grîng e. Dema mirov ji hev cuda difikirin, li xweşiya wan naçe. Her kes divê ji heman tiştî bawer bike, li gel ku di kûrahiya mêjiyê xwe de hemî jî dizanin ku hemû yên din ehmeq in.”, ”Swêdî ji şer, pevçûn û nakokiyan hez nakin. Dewleta Swêdê jî ji van tiştan hez nake. Di nav hemî welatên cîhanê de herî dirêj Swêd ji şer dûr maye. Ji sala 1814´an ve şer nediye.. Meriv dikare vê jî bêje ku swêdî tirsonek in. Swêdî, ji bo têkilî şer nebin, di hemî pêvajoya Şerê Cîhanê yê Duyem de destûrê dane leşkerên Nazî ku ji ser Swêdê re derbasî welatên din bibin û şer bikin. Swêdî bi xwe naxwazin şer bikin, lê bi dilxweşî alîkariya yên din dikin ku şer bikin. Swêdî çekan çê dikin û difroşin. Her wiha balefirên şer çê dikin û difroşin hemû cîhanê. Swêdî bi dilxweşî şer dixwazin, lê ji xwe bi dûr.”, ”Welatek herî wekhevî lê heye, lê xwedî sîstema monarşî ku ji serdema navîn maye.”, ”Baweriya olî ya swêdiyan zêde nîne. Taetên xwe yên rojên yekşemê li şûna dêran, li IKEAyê dikin.”, ”Ew kesê ku li ser navê wî Xelata Nobelê ya wêjeyê tê belavkirin, bi xwe yek pirtûkeka bi tenê jî nenivîsiye. Îcadkarek dewlemend e Alfred Nobel. Gelek nivîskarên cîhanê, xiyala vê xelatê dikin. 8 Milyon kron mirov digire. Tu nivîskarek swêdî yî? Wê demê şansê te ku vê xelatê bigirî, ji yên din zêdetir e, lewra li gel ku Swêd welatek piçûk e jî, heya niha 8 nivîskarên swêdî vê xelatê girtine. Lê li gel vê jî, nivîskarê herî navdar ê swêdî August Strindberg vê xelatê negirtiye. Tevî ku gelek nivîskarên swêdî vê xelatê girtine jî, swêdî bi xwe ji vê rewşê ne dilxweş in. Lewra ew dixwazin nivîskara pirtûkên zarokan Astrid Lindgren jî vê xelatê bigire, li gel ku êdî ne li jiyanê ye jî.”, ”Ne xema swêdiyekî ye ku tu jêre bêjî ´Ez ê di diya te ...!´ Bi tenê dê girmilê xwe bilind bike û bêje ´Ya, bike û silavên germ bêje!´ lewra seks ji bo swêdiyek ne tiştek dramatîk e.”
Ev ji pirtûkê çend mînakên piçûk bûn. Lê bê guman ku ne bi tenê aliyên neyînî, her wiha aliyên erênî jî hatine vegotin. Lê çi alî jî hatibe vegotin, bi zimanek sivik, xweş û henekî hatiye nivîsîn ku ev jî li gor min pirtûkê balkêştir dike û rûmeta wê zêdetir dike. Ji ber ku lixwemukurhatina aliyên neyînî zahmettir e û vegotina aliyên erênî pir hêsantir e, min çend mînakên kurt ji vegotinên nêyînî dan.
Bi xwendina vê pirtûkê re, mîna ku li jor jî hate ravekirin, mirov derbarê civaka Swêdê û swêdiyan de dibe xwedî agahiyên baş. Nakokiya here zêde ku mirov di nav swêdiyan bi xwe de dibîne, hema bêje bi tenê du zaravayên wan in: Skoni û norrlandi ku ev her du alî gelek caran dikarin ji hev û du fam nekin. Her wiha di pirtûkê de bi dilek hêsan jî hatiye gotin ku ”Xwediyê yekem” ango ”niştecihên yekem ên Swêdê Sam” ku nîjadek bi serê xwe û cuda ne li gel ziman û çanda xwe ve. Lê ji ber mijar ne Swêd lê swêdî bi xwe ne, bahsa sam´an ji vê zêdetir nehatiye kirin.
Niha em bêne ser kurdan: Pirsa ku divê li dawiyê bikim, ez ji destpêkê ve bikim: Gelo heye nivîskarek kurdî babaegîd ku di vê çarçoveyê de, derbarê civaka kurd de binivîse? Nivîskarek xwedî ewqasî agahî, lêkolînî û beriya her tiştî jî wêrekî, heye gelo? Wêrekî dibêjim, lewra û hezar mixabin ku kompleks û nexweşînên civaka me pir zêde ne. Parsiyên me hemuyan pir zêde qalind in, kesek ji me mû ji pozê xwe nakişîne û nahêle bê kişandin jî. Ango şûr simbêlên tu kesî ji me nabire, ka dê kîjan gotin bikaribe bi çi wêrekî van simbêlan bibire gelo?!
Beriya her tiştî em bi hejmara xwe ve 5 caran li swêdiyan in û xwedî çar zaravayan in ku her yek di nav salên dirêj de ne bi tenê ji aliyê bêjeyan ve, lê ji aliyê giyanî û mêjî ve jî pir ji hev bi dûr ketine. Dema rastî ev be, gelo dê mirov bikaribe bêje ”kurdek tîpîk” wiha ye û xerîbek dema vê bixwîne, rastî surprîzeka ku dê bikaribe wî/ê biêşîne neyê? Dema mirov bahsa Kurdistanê û kurdan bike, divê ne tenê çar parçeyên Kurdistanê, lê bi dehan herêmên Kurdistanê bike ku bi devokên xwe, bi zaravayên xwe, bi mentalîteyên xwe, bi ken û griyên xwe ve ji hev cuda ne. Ka em dê çewa bikaribin cizîriyekî û liciyekî bidine ba hev gelo?. Yek dema pirsa mirov jî dike, mirov dibêje ka bi daran li nav serê mirov dide, yê din mirov dişêlîne, rût û tazî jî dike, mirov ji zarê şîrîn, bi xwe nahese jî û bi ser de jî spasiya wî dike û bi dilekî xweş jê vediqete. Ne tenê bajar, caran mentalîteya du gundên cîran jî dikare ji hev û du pir dûr û cuda be li Kurdistanê. Îcar divê bê gotin ku ev hemî ne şaşî û kêmasiya me bi xwe ne. Lewra Swêd ev dused sal in ku ruyê şer nediye, li gel ku yek ji welatê herî zêde çek difroşe ye. Lê ev du hezar û pêncsed sal in ku yek nifşek kurd jî, ku ji şer dûr mezin bûbe, tuneye. Dagirkerî bi xwe re gelek malxirabiyên ku dê nikaribin di nav salên kin de çareser bibin tîne. Her wiha li Swêdê bi nêzî 120 ziman û zaravayî dersên zimanê dayikê li dibistanên dewletê têne dayîn û dewlet bi xwe van hemuyan li gel hemû materyalên dersan û mehanetiyên mamosteyan, finanse dike. Em hîn jî nikarin perwerdeya bi zimanê dayikê bi dijminên xwe bidine pejirandin ku heya doh jî, ji xwe zimanek wisa tunebû û hemû polîtîka jî li ser vê dihatine honan. Îroj jî tiştek neguheriye, Bi tenê aşkere înkar nakin êdî û hew. Ya ji wê jî malxirabtir ku hîn kurdên ”welatparêz” û ”siyasetmedarên kurd” bi xwe jî, rastiya zimanê xwe nepejirandine, di jiyana rojane de û bi taybet jî bi zarokên xwe re bi zimanê dijminê xwe diaxivin û xwe pê ”serbilind” dike.
Dema rewş ev be, dê bê guman ku swêdiyek bikaribe derbarê civaka xwe de binivîse. Ne ku karek hêsan e û piçûk e, lê bi kurdan û civaka kurdan re jî nikare bê muqayesekirin. Îcar gelo dê nivîskarek babawgîdî kurd jî rojek derkeve? Ew dê dem nîşan bide. Lê eger rojek derket, pêşniyaza min, arşîvên PKKê bila lêbikole. Lewra cara yekem bi tenê di perwerdeyên PKKê de ew qasî bi berfirehî li ser kesayet û civaka kurd hatiye lêkolan û bişkaftin. Dikare ne ji sedî sed be, lê dê alîkariyeka pir baş jî bike, şika min nîne ji vê.
Mahabad Felat Arda 2013-09-08