Kurdiya Amedê û niyetên xirab
Demek dirêj e dixwazim li ser vê mijarê binivîsim, ji ber demek dirêj e ku hin kes û derdor kurdiya Amedê di devê xwe de kirine benîşt û gelek caran jî bi ser kurdiya Amedê re êrîşê tevgera siyasî û hin sazî û dezgehan dikin.
Divê bêjim ku ev hemû ji ber nezanî, niyeta ne pak û hin kompleksên kûr tên. Lewra eger hinek niyet baş bûna yên ku rexne dikin, kêmasî dê hinek li rewşa civakî û dîrokî ya Amedê û rewşa kurdî ya li Amedê ya bi taybet ji 85 salên dawî û vir ve lê bikolana.
Em ê bêjin ji wan niyetnepakan re, li gel dizanim dê bi kêrî tiştekî jî neyê, lewra sedema êrîşê êşa dûvikê ye, kompleks in, loma jî zû bi zû çareser nabin. Lê em ê dîsa jî bêjin û her bêjin.
Amed ji aliyê pêşiyên kurdan Hûrrî, Mîtanî û Subaroyan ve hatiye avakirin û ji berê ve ji bo kurdan navendeke pir grîng bûye. Lê li gel vê rastiyê, hin rastiyên din jî hene ku Amed ne tenê ji bo kurdan grîng bûye û ne tenê di destê kurdan de maye. Amed ji ber vê grîngiya xwe, timî bûye hedef ji êrîşên dagirkerên mîna Roma, Bîzans, Asûr, Selçûqî, Urartu, Îskît, Pers, Makedon, Selevosk, Part, Ermen, Sasanî, Ereb, Osmanî û hîn bi dehan qewm, hêz, dewlet û împaratoriyên din re. Her yek li dû xwe tiştek hiştiye. Bermayî tê gotin; ev bermayî ne tenê çend kevir û sûr û peyker an jî nivîstekên li ser keviran in. Her wiha çand e, heta nifş in, mirov in jî. Kî dikare bêje ku niha di nav Amediyan de bi koka xwe bîzansî an romayî, an ermen, ereb, asûr nînin? Mumkun e ew ji me hemuyan jî hîn welatparêztir û kurdtir in jî. Kî dikare bêje ku çanda van bi dehan dagerkerên Kurdistanê çi baş çi xerab hîn jî di nav gelê Amedê de xwe najîne? Kî dikare bêje ku di nav kurdî û heta tirkiya Amedê de, deforme jî bûbin, bêjeyên bi erebî, asûrî, keldanî, erebî, heta hebreyî nînin?
Heya nîvê sedsala bihurî jî, li Amedê hejmara kurdan ji ya ermen, asûr, suryan, keldan, yahûdî û tirkan zêdetir nîn bû. Di nav hev de dijiyan. Bi taybet piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kurdî jî hat qedexekirin û ji bo her gotineke bi kurdî ku bê axaftin 50 quriş ceza dihat birîn. Eger hinek serdestiya kurdî hebe jî li ser wan zimanên din ên wê demê, piştî ku komar bi hemû sazî û zordariyên xwe bêtir xwe nîşan da, ew serdestî jî şikest û di nav demê de zimanê hevbeş ê gelên li Amedê dijîn, ango zimanê derve û bazarê yê li Amedê, bû tirkî. Belê bû tirkî, lê tirkiyeke çewa? Tirkiyeke wisa ku tenê Amedî ji wê tirkiyê fam dikirin. Ji ber, asûr, suryan, keldan, ereb, ermen û kurd, bi tirkiya xwe ya çelexwarî diaxivîn û bi ser de jî her yek ji zimanê xwe gotinan dianîn dikirin nav tirkiya xwe û yegcar dibû sosret. Li ser tirkiya Amedê heya niha hindik tişt nehatine gotin û nivîsîn, ew jî mijareke din e.
Amed, belê her tim dilê Kurdistanê bû, hîn jî wisan e û her diçe vê rola xwe mezintir dike û grîngtir jî dibe, lê li gel vê jî, Amed ji ber kozmopolîtîzm û pirrengiya xwe ku di nav dîrokê û rastiyên bi dîrokê re hatine jiyîn de teşe girtiye, xwedî taybetiyên cuda ye jî. Niha êdî zêde asûr, suryan, keldan, ermen, ereb û yahûdî nemane li Amedê. Leşker, polîs û mamûrên tirk jê derxe, nifûs bi giranî kurd e, lê Amed ji nav rastiya vê kozmopolîtîzmê tê û divê ev neyê jibîrkirin.
Bê guman ku rastiyeke asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê jî heye. Hîn doh ji gund koçberî Amedê kirine, li nav mala xwe bi kurdî naaxivin. Lê ev çerxa asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê ne tenê li Amedê dizîvire, li çaraliyê Kurdistanê hinek kêm hinek zêde heman tişt e. Tenê ji ber Amed navend e, zêdetir bal dikşîne. An na ka li Reha, Semsûr, Dîlok, Êlih, Qers, Wan û hema hemû bajarên din binihêrin gelo rewş çiye. Kêmasiyên tevgera siyasî jî bê guman ku di vî warî de gelek in, bi taybet di warê zimanê siyasetê de, lê tê dîtin ku di van demên dawî de gelek guherandin jî ji aliyê erênî ve dibin û ev guherandin jî dîsa bêtir li Amedê tên dîtin. Ev rastiyek e ku başî jî xirabî jî dema ku li Amedê rû didin, bêtir di çav re diçin, bêtir bandorê jî li derûdora xwe dikin. Pêşkeftinên dawî jî dide nîşan ku her tiş di serî de girêdayê pêvajoyê ye û pirsgirêk ne tenê bi Amedê ve bisînorkirî ne.
Lê mijara me ne ev e: Mijara me ew e ku yên dibêjin ”Em diçin Amedê kesek bi kurdî naaxive, kurdî li Amedê tune, hemû asîmîle bûne” ku ev gotin pir hatine mezinkirin û werimandin jî, lê mîna ku berê li Amedê kurdî dihat axaftin, kurdî li Amedê serdest bû, her tişt bi kurdî bû, lê niha êdî her tiştê li ser navê kurdî, miriye, tiştek nemaye û sedema vê yekê jî ji sedî sed tevgera siyasî ye, lewra siyasetê bi tirkî dike û tirkî kiriye serdest di nav gel de. Ku hedefa rastî ya vê êrîşê jî ji xwe ev gotinên dawîn in.
Na xêr, ne wisa ye ezbenî!.. Dijberî vê, li gor berê kurd niha pir bêtir li Amedê bi kurdî diaxivin. Saziyên çandî, hunerî, lêkolînî û rewşenbîrî yên bi kurdî, ji her demê bêtir in li Amedê û li gel hemû kêmasiyên xwe jî, ji her demê bêtir kar û xebatan dikin. Tenê ev çalakiyên ku ji aliyê TZP-Kurdî ve ji bo zimanê kurdî têne birêvebirin, bedêlê hemû kar û xebatên wan ên salên dirêj in ku ji bo qaşo zimanê kurdî kirine, çima ev nayêne dîtin û gotin ku?
Tiştekî grîng ê din: Mêjiyê rewşenbîrî yê kurd, berê li sirgûnê bû, niha li Amedê ye. Ev tiştek pir zêde grîng e!.. Ji dema sirgûniya Celadet Alî Bedirxan û birayên wî ve heya van salên dawîn jî, rewşenbîriya kurdan li sirgûnê bû. Rojnameya Kurdistanê, ne li Kurdistanê hat çapkirin, lê îroj Azadiya Welat li nav dilê Kurdistanê û li gel ew çend zext û zora dijmin, li Amedê û rojane derdikeve. Êdî ev çend sal in Ewropa mîsyona xwe lîst û qedand. Êdî kabeya rewşenbîriya kurd jî Amed e. Balkêş e ku ev qaşo rexneyên ji kurdiya Amedê re jî, ji kesên li Ewropa dijîn tê. Ser serê rehet û zikê têr, mîna turîstan diçine welatê xwe, têra xwe fort û zirtan jî dikin û tên li malên xwe li ber kompîturên xwe şûrên xwe dikşînin û her yek heft pehîn li gora Hz. Elî dixe. Ma Zulfîqar çi ye û Elî kî ye li ber qaşo rewşenbîrên me yên Ewropayî!..
Gelo nebe êşek jî ev be?! Lewra Amedê rola wan ji destê wan stend.
Mahabad F. ARDA 2008-09-09 [email protected]