Li ser qedexekirina kurmancî û rola dewşormeyan
Ji destpêka parçekirina Kurdistanê ve û heya niha, dijmin û dagirkerên Kurdistanê her ji bo parçebûna civaka kurd tevgeriyane û ji bo vê çi ji destê wan hatiye kirine. Ew cudahiyên mîna mezheb, dîn û zarava ku dikarin ji bo neteweyekê bibine rengîniyek û dewlemendiyeke pir mezin, xêrnexwazên kurdan timî ev cudahî ji aliyê neyînî ve kûr kirine, kirine nakokî û berî hev dane. Ew tiştên ku dikaribûne bibine dewlemendî, kirine çek û dane destên me, berê me jî dane hev û du.
Yek ji van jî bê guman zaravayên kurdî ne ku bi taybet dewleta tirk timî xwestiye ji bo parçebûna yekîtiya kurdan bikar bîne û vê hewldana xwe jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, bi taybet li Başûrê Kurdistanê jî bi giranî pêk aniye.
Her wekî tê zanîn, dewleta tirk di bêesilkirin ango dewşormekirinê de pispor e. Hîn di salên 1362an de dest bi bêesilkirina zarokên xirîstiyanan ango ewropiyan kirin û di Ocaxên Yenîçeriyan de ji bo xwe kirin leşker û bi ser ewropiyan ve dîsa şandin.
Sîstema Yenîçerîtiyê heya 1826an berdewam kir. Piştre ji binî rabû gelo? Bê guman ku na. Ew sîstem heya îroj jî bi rengên cuda didome. Eger îroj jî di artêşa tirk de milyonek leşker hebin, ji van kêmasî ji sedî 70 ne tirk in û heya bigire bi serfermandarê wan ê giştî bi xwe jî ne tirk e, dewşormeyekî yahûdî ye. Ya rastî, sîstem, dewlet bi temamî niha êdî di destê dewşormeyan de ye ku loma jî ray li wan nabe. Lewra dizanin çi ne û dizanin ku dema ev dewlet, ev sîstem, an ev derfetên ku niha di destê wan de ne biçin, êdî nema bikaribin xwe bi tiştekî ve girê bidin, dê belav bibin, tune bibin. Loma jî ji dengên cuda re, ji yên ku naxwazin di nav vê sîstemê de bibine mîna wan û bihelin re, ji yên ku dixwazin li gor rastiya xwe bijîn re, ew qasî sil û sîrqûn in. Û ji xwe loma jî biratiya bi wan re ne pêkan e!.. Biratî bi bêeslan re nabe. Divê tu jî bêesil bibî ku bikaribî biratiyeke sextebe jî bikî, lewra ew ji nû ve êdî bi esil nabin, hele ku heya hêz di destê wan de be, ev ne pêkan e, tenê xwexapandin e.
Mijara ku ez dixwazim li ser rawestim ne ev e loma jî ez ê dirêj nekim. Niha ev devşorme ji berê ve ji bo tunekirina me têdikoşin û bi taybet ev 85 salên dawîn çi ji destê wan hat li dû xwe nehiştin, bi hemû gemariya xwe pêk anîn. Di her xerabiyê de destê wan heye.
Ez bêm ser mijarê: Îroj di Amîda Kurd de nûçeyek ku ji ANFê hatiye girtin bi sernavê ” Tirkî Heye Kurmancî Nîne: Li Zanîngeha Salahaddîn tirkî serbest e lê hîn jî destûr nedane kurmancî!” belav bû. Gerînendeyê Zanîngehê Dr. Mihemed Sidiq îdîa dike ku beşa tirkî li ser daxwaza hemwelatiyên Herêma Kurdistanê hatiye vekirin û ji bo vî karî jî spasiya Koleja Işik dike. Bê guman ku ev ne rast e û ji vê spasiyê jî aşkere ye ku ev li ser daxwaza dewleta tirk û bi hevkariya Cemaeta Gulen hatiye kirin. Lewra li van dibistanan li gel dersên bi tirkî, dersên ku îdeolojiya fermî ya tirk fêrî zarokan dike tên dayîn, wêneyê Atatirk li van dibistanên li Başûrê Kurdistanê têne daleqandin û di destpêk û girtinên dibistanan de Marşa Netewî ya Tirk bi zarokan didine xwendin.
Di salên 1980yî de ku ez bi xwe şahidê wê demê me, li bakur jî heman polîtîka dihatin meşandin, li dibistan û kursên taybet ev cemaet di bin navên cuda de li bakur xwe birêxistin dikirin, hîn zarokên navbera 8-16 salî de perwerde dikirin. Piştre ew zarokên ku çûn wan kurs û perwerdeyan hemû bûne ”Hîzbullah” û di bin kontrola dewletê de û bi talîmata dewletê birayê xwe kuştin. Yenîçeriyên demê bûn ew jî. Yek ji lîderên wan ên herêma Farqînê û derdora wê, di lîseyê de di sinifa min de bû û bi malîtî jî em cîranê hev bûn, ji lewre jî ez wê pêvajoyê pir baş dizanim û ez ê li ser wan deman jî binivîsim navberekê.
Niha tişta ku li başûr tê kirin ne cuda ye. Lê beriya ku ez vê bêjim, dixwazim mînakekê ji hevpeyvîna Berpirsyarê Weşanxaneya Spirîzê û Endamê Meclisa Akademiya Kurd a Hewlêrê Nivîskar Mueyed Teyîp ku di Amîda Kurd de hat weşandin bidim. Birêz Teyîb li ser mijara soranî û kurmancî weha dibêje: "Niha hind soran ji fermîbûna kurmancî nerazî ne. Naxwazin kurmancî li dibistanan bê hînkirin. Wekî sedem jî angaşta 'Soranî ji kurmancî standarttir e'. Yên kurmancî jî diaxivin bi israrin ku kurmancî jî wekî zimanê perwerdehiyê bê hînkirin. Di destê min de îstatîstîk tunin lê piştî sala 1991'an heta niha li derdora 800 pirtûkên kurmancî hatine nivîsandin. Bingeha vê yekê pir kûr e. Dema Musil di 1926'an de bû perçeyek Iraqê, îngîlîz û tirk li hev hatin. Rastirîna wê, tirkan ji îngîlîzan xwest ku ziman û çanda kurdan nas nekin. Ji ber ku tirk ditirsiyan hemû pêşveçûnên li Başûr dê bandorê li ser Bakûr jî bikin. Îngîlîzan jî soz da tirkan ku zaraveyan wisa ji hev veqetînin ku kurd ji hev fam nekin. Mixabin bi soranî xwestin yekîtiya zimanê kurdî perçe bikin. Ev polîtîka li Silêmaniyê hate destpêkirin. Ji ber vê yekê kurmancî bi zanîn hate qedexekirin. Ev yek di dema avakirina Iraqê de li ser daxwaza Tirkiyeyê pêk hatiye. Piştî wê demê di medreseyan de soranî hate dayîn lê kurmancî hate qedexekirin. Li deverên kurmancî lê dihat axaftin jî dersên erebî hatin dayîn.”
Gotin pir vekirî ne û kiryarên îroj jî, gotinên birêz Mueyed Teyîb piştrast dikin.
Demek dirêje ku li ber guhê me dikeve, zarokên fermandarên pêşmergeyan û yên gelek rayedarên Hukûmeta Başûr zarokên xwe dişînin dibistanên Cemaeta Fethullah Gulen. Diyar e ev gotin jî rast in û em dizanin ku bi taybet derdorên soran vê bêoxiriyê dikin. Rêberiya vî karî jî divê bê gotin ku Celal Talabanî bi xwe dike. Talabanî têkiliya xwe ya AKPê û cemaeta Gulen pêwîst nabîne zêde veşêre ji xwe. Lîstikeke mezin li Başûr tê lîstin û mixabin ku piyonên vê lîstikê di serî de Talabanî ye û ciyê daxê ye ku divê mirov bêje niha yek jê jî Nêçîrvan Barzanî bi xwe ye. Sedem çi ye? Bê guman ku berjewendiyên ferdî ne. An na dê kurê Talabanî çewa bikaribe 15 milyon dolar di rojekê de ji bo daweta xwe serf bike?!
Niha dema mirov hin keviran dide ber hev, wêneya rastîn çêtir û zelaltir dibîne. Ew kesên ku ji bo malbata Bedirxaniyan digotin: ”ajanên împeryalîzmê ne, yên ku bi ya wan dikin, ew bi xwe jî ajanên împeryalîzmê ne û kemalîst in.” Gelo çima niha li hemberî vê kiryarê û van hewldanên dewleta tirk û wêneyên Atatirk û Merşa Netewî ya Tirkan ku li nav dilê Başûr bi zarokên kurdan didine xwendin bê deng in? Nebe ku ji xwe ev mîsyona wan kesên li dijî kurmancî û tîpên latînî ew çend tûj in, bi xwe be?!
Birêz Gerînendeyê Zanîngehê Dr. Mihemed Sidiq îdîa dike ku beşa tirkî li ser daxwaza hemwelatiyên Herêma Kurdistanê hatiye vekirin. Em bawer bikin ku wisan e. Baş e ew hemwelatî ne ku bi tirkî dixwazin, lê yên ku bi kurmancî dixwazin, ew çi ne?! Li gel vê daxwazê jî hûn zimanê xwe bi xwe, di encama van polîtîkayên dijminan ên qirêj de, ji bo kursiyên xwe, berjewendiyên xwe qedexe dikin, navê vê çiye gelo?! Baş e ez ê pirsek ji her kesekê bikim: Rast e ku mirov li hember rewşeke weha kambax bêdeng bimîne û hema temaşe bike? Bê guman ku em dibêjin na û ji ber vê yekê jî me biryar da ku li dijî vê kiryara kambax û polîtîkayên qirêj ku dê sibe pir xerab li me vegere, kampanyayeke îmzeyan a protestokirinê bidine vekirin û bişînin ji Hukûmeta Federe ya Başûrê Kurdistanê re û bi taybet ji Zanîngeha Salahaddîn û ji hemû zanîngehên din ên Başûrê Kurdistanê re. Her wiha em hêvî dikin ku her kurdek, bi taybet jî kurdên ku bi zaravayê soranî diaxivin, li ser vê mijarê nêrînên xwe bînin ziman, nerazîbûnên xwe bînin ziman û soran nebin alet ji vê polîtîkaya kambax û malxirab re û pêşeroja me nekin gorî ji berjewendiyên hin kes û derdoran re.
Em her wiha ji Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî daxwaz û hêvî dikin ku çi li hember vê polîtîkaya li dijî zimanê kurdî û parçekirina civaka kurd û çi jî lîstikên li ser Kerkûk û bajarên din ên Kurdistanê, bêtir rola xwe bilîze, giraniya xwe deyne, vê tenêtiya ku bi zanebûn lê hiştine, dîsa bi zanebûn û biryar bişikêne.
Silav û rêz.
2008-10-08 Mahabad Felat Arda [email protected]