LÊGERÎNA HEQÎQETÊ
Li ser rûyê vê dinya gewrik gelo rastî yan jî jiyan, rastiya jiyanê çi ye? Rastî ango heqîqet çi ye?
Li gorî çi tê pîvan?
Li gorî hêz, zilm, înkar, nedîtin, fêhmnekirin, pere, derew, mewqî, ked, wekxweyî, xwezayî, wekhevî, edalet, aştî, azadî, demokratî, zanistî, zanîn, xeyal, xewn, gerdûn, hebûn… çi, çi tê aqilê we?
Li gorî min pîvan hebûn e; hebûna wekxweyî û xwezayî. Heqîqet ev e; hebûn. Ji bonî fêhmkirina vê jî ramana azad lazim e ku ev jî bi evînê ve girêdayî ye. Mirov ne evîndarê hebûn û heqîqeta hebûnê be, azad jî nabe û rast nafikire. Ku mirov li ser bingeha edalet, aştî, azadî, demokrasî, ked û wekheviyê rast û azad yanî bêyî bandora zilm û berjewendiyê bi awayekî felsefî, civakî, derûnî û zanistî nefikire ne dibe evîndar, ne azad dibe ne jî dikare bibe lêgerê rastiyê yanî lêgerê heqîqetê û lêgerîna heqîqetê pêk nayê. Ji bonî lêgerîna heqîqetê wijdanê saf, aqilê paqij î rind î xwezayî divêt e. Ku wijdanê mirov ne paqij û mirov bi rastiyê, rastiya xwezayê û gerdûnê ne bawer û girêdayî be hebûnê jî fêhmnake û nikare bibe lêgerê heqîqetê yanî rêwiyê azadiyê.
Em wek kurd û kurdistaniyan li ser bingeha mirovahiya resen, li dergûşa mirovahiyê ketine lêgerîna heqîqetê. Rêber û tevgerên me tev rêwiyê vê rêyê ne.
Îro jî li ser bingeha bidestxistina vîn, azadî, çarenûs, welat û nasnameya xwe em têdikoşin û ev di bingeha xwe de lêgerîna heqîqetê ango lêgerîna azadiyê ye. Lewra înkar û tunedîtin ne heqîqet e, li ser vê bingehê heqîqet, azadî, demokrasî û rastî ava nabe. Lê Modernîteya Kapîtalîst xwe li ser bingeha tunekirin û tunedîtina azadî, wekhevî û inkar û qirkirina qelan û heqîqetan ava dike ku ev çewtî, şaşî û jirêderketin û jirêderxistine.
Lê gelê kurd bi paradîgmaya Rêberê xwe, bi Şaristaniya Demokratîk berê xwe daye heqîqetê li ser bingeha xwezayî û rastiya hebûnê ku ev wek Modernîteya Demokratîk e jî û li ser hîmê rastiya jiyanê rûdinê.
Îro ku em bi dirûşmeya “Bi rêveberiya xweser ber bi nasnameya azad ve” dixwazin xwe bigînin rêvebertiya herêma xwe, di bingeha xwe de li gorî paradîgmaya Rêberê xwe em dixwazin li ser jiyan û qedera xwe bibin xwedî gotin. Û ev lêgerîna heqîqetê ye ku lêgerîna azadiyê ye jî… Ev coş û kelecanê dide ku şoreşa bêdeng a pêla binî ku jiyanê dirêse ye. Lewra divê em hê bêhtir bi zaneyê li vê hilbijatinê binêrin. Ne dema ezezî, çikûzî, teng û biçûkfikirînê ye. Ne dema berjevendiyê biçûk û watenedana demên dîrokî ye.
Îro 24 sal qediyan ku 13 lehengan li Girê Şêran xaka pîroz ji bo vê heqîqetê himbêz kirin û îro Serhildana wan aj dide û azadiyê divejîne. Em deyindarê wan in û şopdarê wan… Ew dil û mejiyê me ne…
Vê derbê ew ê Surgiçya tola Seyitxanê Ker ku digot ev der “Welatê Çî Min Jê Ye!” hilîne bi dengên xwe û xiyaneta Kamil Begê Ewînî paqij bike ji ser vê xakê, ev vîn diyar e û gel xebatkar û evîndarê xak û azadiya xwe ye, ew ê deynê xwe yê dîrokî bide û bi lehengî qefla guliyên azadiyê bigire, lewra ev hişmendiya dîrokî heye. Nexasim ciwan û jin. Azadî di bîbik û rohniya çavên wan de dibiriqe. Ken û awirên zarokan û tilîkên wan î biçûk mizgîna vê ye. Gelê me dizane ku ew bi kê û kê re û bi çi û çi re şer dike, ma tu dizanî hevalo! Yê, ya, yên ku ji koma xwe veqetiyane û di gola ezeziyê û bencîltiyê de avjeniyê dikin! Bes e, werin ser koka xwe û şên û şîn bibin bi azadiyê…
Ev lêgerîna heqîqetê, ev lêgerîna azadiyê ye, bêrî nemîne! Bêrî nemînin!
Bihara azadiyê nêzîk e
Te/We hew dît ku va bihar hat…
Feratê DENGIZÎ