Nizanim Helebçeyê*
Bi hesreta kilên ku di çavên keçên te de zuha bûye te hembêz dikim. Nizanim ez ê bi kîjan nav û nasnavî navê te hildim. Lê belê vê yekê baş dizanim ku hemû nav û nasnavên te bi kul in, bîrîn in, qîrîn in… Zêmareke piştî ewrekî fetisokî û cûnik e. Erê qîza di destê ereban de ber jiberçûyî ye… Wekî niha tê bîra min; gava ku xwişk û birayên min li stargehên ser sînga te zingilzava ji bo ciwaniya xwe çêdikirin…. Lê yek jî ji wan bi miradê xwe şa nebûbû. Hemû ji bo guliyên te bûbûn gorî… yek bi yek, hezar bi hezar, heta pênc hezaran!..
Ev hijdeh sal in ku gulî li gerdena keçên te geriyanê, qîza di destê ereban de ber ji ber çûye! Nizanim ew lêvên keç û xortên te yên ji wê bêhna fetisokî hişkolekî bûbûn bi xwe hatine? Nizanim kilên di çavên keçên te de dîsa diherikin Mezopotamyayê, nizanim kulîlkên wan zingilzavayên ku yarên wan ên qederqemer bi hêvî ji bo wan guliyên wan ên li qirikê geriyayî dihûnan, ji nû ve şîn tên an na?!. Nizanim azadiya te êşa di dilê te de aş kir an na, nizanim tu hatiyî ser derba xwe stûxwara min!
Belê, dibêjin Helebçe azad bûye. Hê jî bawer nakim. Bi tirs im.
Dibêjin Helebçeyê xwe ji nû ve dixemilîne, rast e gelo? Gelo ev hêviyeke yan rastiyek e, goristana pênc hezar batînokan?!
Zarok bûm, digotin Helebçeyê bûye cangoriya welêt tevli zarokên xwe. Êdî ji bilî mirinê tu nasnav nedihat ber navê te yê ricifokî.
Helebçeyê! Ka ji kerema xwe bipeyive lê!.. Ka ji min re qala çavên xwe bike, qala hevtemenên min bike, qala kilên di çavên banûyên te de hişk bûye bike. Qal bikî û bila biskên banûyên gulî li qirikê geriyayî rûyê min mist bidin, da ku ez bawer bikim ku tu azad bûyî, da ku tirsa di dilê min de pûç derkeve.
Erê Helebçeyê! De ka bibêje, gelo bilbizêq dîsa şîn hatine li gerdena te?!. Dîsa bêhna endilko tê ji gerdena keçên te yên ku stûxwar mabûn?
Bibêjî Helebçeyê bibêjî… bibêjî û bibilînî strana azadiyê. Bila darbestên zarokên te yên ku li Amedê, Qamişloyê, li Mehabadê bi kulîlkan dihatin xemilandin jî bibihîzin Helebçeeee!..
Tu dizanî, gava agir li wir dibariya, tiştê herî xerab hatibû serê xwişk birayên te yên li jor û li jêr, hemû dîl bûn di destê maran de… devê wan maran li kevirên reş bikeve! Tu dizanî çiqas zor e ku mirov ji bo te tenê bikaribe bigirî. Girî jî di qirika mirov de dibû wekî kilora maran. Mirov nikarîbû biliviya…
Gelo li Santiagoyê haya tu kesî ji pênc hezar batînokan çêbû, yan jî li warê dadgêran li Berlînê? Gelo tabloya te jî wekî ya Guernîcayê li rûyê
Cîhane hate xistin? Na Helebçeyê na, dizanim ku tu yê bibêjî –NA.
Helebçeyê, ev cara pêşîn e ku min bi wêrekî ji te re, bi tirs çend rêzik nivîsiye. Nizanim çima hijdeh sal şûnde.
Nizanim te bihîst Helebçeyê? Hijdeh sal şûnde li jorê dilê min jî bi dehan cangorî hebûn di meha Adarê de. Hîna sê-şeş-heşt salî bûn Helebçeyêêêê!.. Mîna wan pitokên ku devê wan di pêsîra dayika wan de û li ser sînga tê hişk bûbûn. Darbestên wan jî bi kulîlkan hatin xemilandin û çûn cem berxikên ku ji ber te çûbûn. Ew jî mîna pênchezaran bêsewt û bêxweda û bêxwedîbûn!
Belê, Helebçeyê belê… Nizanim piştî ku tu xwîn giriyayî û şûn de, te çavên xwe bi xwînê kil kiriyî gelo, serê biskên te yên ku te bi ser pênchezaran de kur kiribû gihîştiye ser sînga te dîsa? Nizanim bêhna sêvan ji lêvên te çûye yan na?
Nizanim çima dipirsim, lê belê dizanim ku keçên kurd di hijdehsaliya xwe de agir bi dilê evîndarên xwe dixin Helebçeyê. Û tu îro hijdeh salî yî…
Bi hesreta kilên di çavên keçên te de ziwa bûne têm çavên te yên tijî agir.
*Ev name di 16’ê Adara 2006’an de li Amedê hatiye nivîsandin.
17.03.2014 Azadiya Welat