Parastina cudahiyan û man û neman
Dîrok: 25 Cotmeh 2007
Gel bi cudahiyên xwe ve hene:
Li Başûrê Efrîkayê cudahiya reşikan ji serdestên wan ne ol û ne jî zimanê wan bû, lê rengê çermê wan bû. Li Yugoslavyaya kevin, cudahiya navbera sirbî û bosnayiyan ne ziman û ne jî rengê wan bû, lê ola wan bû. Wan jî ev cudahî parastin, li ser bingeha vê cudahiyê xwe birêxistin kirin û têkoşiyan. Yê me û dijminê me, her çendî dema ji Asyaya Dûr hatin cudahiyeke fîzîkî hebû jî, di nav hezar salî de ev cudahî jî nema. Ji xwe ola me ev hezar sal in yek e. Yek cudahiyek me tenê dimîne ku ew jî zimanê me ye. Loma jî em divê wê cudahiya xwe bi hesûdî û rikeke mezin biparêzin, an na em ê mahkûmên wendabûnê bin û tu hêz jî dê nikaribe rê li ber vê rastiya bi êş bigire.
Li şûna ku em cudahiyên xwe biparêzin û sînorek bikin navbera xwe û dijminên xwe, em cudahiyên xwe ji holê radikin, grîng nabînin. Yên ku dixwazin van cudahiyan bijînin, biparêzin û bipêş bixin jî, li ser navê "biratiyê" mîna nijadperestên hoveber "ilkel milliyetçî" tên binav kirin û tewanbar kirin. Parastina cudahî, nirx, rûmet, çand û zimanê me, ji bo me dibe tewanbarî û em serê xwe bi ziman, çand û wêjeya çelexwarî û dewşorme ya dijminê xwe "bilind" dikin.
Çand, ziman, rabûn, rûniştin û heta siyaseta me jî, rengê dijminê me girtiye. Bi tenê maye ziman ji me re ku me û dijminê me ji hev diqetîne. Lê mixabin gelek kes naxwazin bibînin ku ev cudahî li ber têkçûnê ye. Lewra zarokên me êdî bi kurdî nakenin, nagirîn, xiyalan danaynîn, bi kurdî najîn û ji xwe bi kurdî nizanin jî.
Nifş, bi taybet û berî her tiştî divê zimanê xwe, çand nirx û rûmetên xwe yên netewî dewrî nifşên li dû xwe bikin. An na nikarin ji tunebûnê xilas bibin. Ji bo vê jî hînkirin û axaftina kurdî bi zarokan re, ji bo me ji her tiştî grîngtir e. Em divê bi tu sedem û bahaneyî, bi zarokên xwe re bi zimanekî din neaxivin.
Di vir de divê tiştek din bê gotin: Dema bazar, dibistan, siyaset, xwendin û nivîsandin, danûstendinên rojane û masmedya bi giranî bi tirkî bin, ev tofaneke mezin e ku dikare her tiştî li ber xwe bibe. Ku em jî bixwazin li ber wê tofanê li ber xwe bidin, li piyan bimînin û têk neçin, têr nake ku malbat di nav malê de bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê ev zarok bibînin ku dê û bavên wan di têkiliyên xwe yên rojane de zimanê xwe bikar tînin ku ji malbatên xwe mînak bigirin û ew jî bi xuşk û birayên xwe û bi hevalên xwe re bi kurdî biaxivin, bi kurdî bilîzin, lîstikên kurdî fêr bibin, çîrok û xeberoşkên ku ji mezinên xwe hîn bûne, ji hev re bêjin.
Berî bîst salî sînorên kurdî piştî Dîlokê (Entab) dest pê dikir. Di nav demê de ev sînor hat heya Amedê û niha bajarek mîna Farqînê jî ku axaftina bi tirkî lê şerm bû, daye ber xwe û ev sînor çûye li Şemzînanê rawestiya ye. Niha, heya nêzî sînorê Başûrê Kurdistanê jî, dengê kurdî nayê mirov.
Di destpêkê de rûspî û rewşenbîrên kurd di malên xwe de, bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Di danûstendinên wan ên rojane de tirkî desthilatdar e. Gelek ji wan, salên dirêj têkoşiyane, berhem dane, bedêl dane û "kurtçî"yên kevin in, lê mixabin ku zarokên gelekan bi kurdî nizanin û gelek ji wan ji giyana kurdîtî jî dûr in. Eger zarokên wan hinek zanibin jî, zarokên zarokên wan, ango nebiyên wan bi kurdî qet nizanin. Heta hinek ji wan li ser ziman û çanda kurdî xizmetên bi rûmet kirine, lê ev rastiya tal ne dûrî wan e jî!.. Ev çi paradoks e gelo? Gelo gel an netewek din dikare xwe bike nav rewşeke weha trajî-komîk? "Kurdçî"yên kevin in, lê zarokên wan ji ziman û giyana kurdayetiyê dûr in. Rêberî, rewşenbîrî, şoreşgerî kirine, lê rastiya xwe ya netewî, nirx û rûmet û zimanê xwe ji zarokên xwe dûr girtine. Sedema vê tirsê çi ye? Divê lêkolîneke sosyolojîkî kûr li ser vê rastiya kambax bê kirin. Ev çi psîkolojî ye ku tu ji bo tiştekî têdikoşî, bedêlan didî, ew tişt pîroziya te ya herî mezin e, lê tu zarokên xwe ji vê pîroziyê "diparêzî"?
Ji aliyê din ve, ev 15 sal in rojnameya Welat û 12 sal in Med Tv zimanê xwe pêşve nebirine, bêtir paşve ketine. Ziman giran û nexweş kirine ku mirov êdî naxwazin lê gohdar bikin an bixwînin, lewra fam nakin. Ji wêje û çanda kurdî bi dûr ketine, bûne bulten û weşanên fermî.
Bi hezaran malperên kurdî hene, ew jî rola xwe nalîzin. Bi êrîşa hev û du bi sînor dimînin. Bi giranî kurdiyek şikestî, giran, çelexwarî û xirab bikar tînin.
.........................
Em bi kurdî najîn. Baş e! Ku em bi kurdî najîn, em doza çi dikin? Derdê me çi ye? Mera bavê me tê de şikestiye an derziya diya me wenda bûye? Em li çi digerin, li dû çi ne? Çi ye ev? Ev xwîn, ev êşkence, ev bedelên pir pir mezin, bo çi? Em divê van pirsan û gelek pirsên din bikaribin bi dilêrî ji xwe bikin ku bikaribin bigihêjine encamekê, ev gava yekemîn e.
Herkes divê pêşî jixwe û ji malbat û der û dora xwe dest pê bike.
Em bên ser zimanê siyasetê:
"Îroj li Bakur tenê qorîcî (cahş) bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin." Celîle Celîl.
Ev gotin rastiyeke rût û tazî ye ku nayê veşartin. Baş e ev çi ye?
Çend daxuyaniyên ku di van demên dawî de hatin dayîn ne tê de, tevgera mezin a Bakurê Kurdistanê di nav xwe de grîngî nedaye ziman. Ev daxuyaniyên ku vê dawiyê hatine dayîn jî cî negirtin û li hewa man. Lewra wan bi xwe zimanê xwe neguherand.
Serê gotinê, binê gotinê "heval" ê lê ew qas. Ji wê pê ve hemî bi tirkî ye. Navê weşana fermî ya tevgerê "Serxwebûn" e, lê naverok bi temamî bi tirkî ye. Perwerde bi giranî bi tirkî ne. Dan û stendinên rojane li hemî sazî û dezgehên ku bi wan ve girêdayî ne, bi giranî bi tirkî ne. Baş e dema rewş ev be, dê bi daxuyaniyan çiqasî ev rastiya malxirab bikaribe bê guherandin?
Bê guman ku ev ne tenê kêmasiya tevgera mezin e. Hemî partî û siyasetên çi legal, çi yên din ên kurd, ziman, weşan, perwerde û danûstendinên wan ji berê ve jî bi giranî bi tirkî bû û heya niha jî bi tirkî ye. Heta, navê partiyên wan jî bi tirkî bû, gelekan piştî 1990î guherandin, lê wekî din her bi tirkî ma.
Bandora mezin a tevgra siyasî ya li ser bi taybet gelê kurd ê Bakurê Kuristanê tê zanîn. Ji lewre jî, heya zimanê siyasetê li Bakur nebe kurdî, dê kurdî nikaribe ji nû ve bikeve nav malan û bibe zimanê civakê, zimanê rojane.
Divê li seranserê Bakur, di nav kurdên li metropolên Tirkiyê dijîn û Bakuriyên ku li Ewropa an welatên din dijîn de lêkolînek bê kirin ka gelo ji sedî çend zarokên kurd ên temenê wan 15 û berjêrtir in dikarin bi kurdî biaxivin. Ez bawer im dê ji %30 ne zêdetir be. Dema wiha be, dê kurdî herî zêde bibe zimanê rewşenbîriyê û rewşenbîran, ew jî herî zêde nifşek din dê wenda bibe û biçe.
Me ji destpêka amida ve ku ev du sal û nîv in, balê kişand ser çerxa kambax a asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê ku li ser serê me digere. Me ji destpêka amîda ve got ku "DAYIKÊN KURD DEV JI ZIMANÊ XWE BERDAN." Li ser vê bingehê jî ev du sal û nîv in em hewl didin ku çend kevirên piçûk bin jî, ji bo zimanê xwe deynin ser hev. Ji niha û bi şûn ve jî dê ev karê me yê herî bingehîn be. Ji bo vê em ê her tim li hêviya destek, rexne, pêşniyaz û nirxandinên we xwendevanên hêja bin.
Silav û rêz
2007-10-25
Mahabad F. Arda