Pirs, Helwest û PKK
Niyet, pirs û helwest di jiyanê de têgihên grîng in ku rewş, reng û rawestana mirovan a li jiyanê diyar dikin, li gor van mirov pîvan û teşe digirin û aliyên xwe diyar dikin. Piştî ku teşe hat girtin û alî jî diyar bûn, êdî şikandina wan pir zêde zahmet e. Ji ber van hemuyan jî grîng e ku mirov bikaribe pirsên rast bike, lê têre nake, bikaribe bersivên rast bibîne û li gor van jî helwesteke rast li jiyanê deyne, bibe xwedî rawestaneke rast, yan na niyeta mirov çi dibe bila bibe, mirov dikare xwe di xeta dijminê xwe de jî bîbîne an di heman xetê de biherike ku mixabin gelek kes hene îroj di vê rewşê de ne, bi helwestên xwe yên şaş. Pirê wan jî li gor baweriya min ji hestyariya xwe, bandora derdora xwe û lênekolaneke objektîf a bi her alî ve, dikevin nav helwestên şaş. Pir sererû dimînin û hestyar tevdigerin. Gelek jî hene ku niyetên wan ji xwe ji destpêkê ve ne pak û paqij in, êş û berjewendiyên wan ên şexsî hene û tenê xezeb vedireşin, di bin navê ”welatparêziya resen” de.
Serok, milîtan, şoreşger û hema her tiştên sexte bi vî şerî re aşkere bûn. Hesabên gelekan serobino bû, çewa ku hesabên dewletê serobino bû. Lewra hesab ew bû ku ji 1980an heya 1988an, kurdan bi her awayî dejenere û tune bikin, Rêberên civakê hatibûne kuştin û girtin, gelek derketibûn derveyê sînoran, yên mayî jî di bin destê dewletê de dê bihatana tunekirin, bi polîtîkayên gemar ku salên pêşîn di vî warî de pir jî serkeftî bûn û gav bi gav pêş diketin. Herdu alî jî bi wê êşê lê aliyê kurd di bin navê ”berjewendiyên kurd” de, aliyê dewletê jî, di bin navê ”berjewendiyên dewletê” de, êrîşê PKKê û bi taybet jî Serokatiya PKKê kirin. Di vî 30 salî de dijmin û ”Welatparêzên resen” di dijminayetiya PKKê û Serokatiya PKKê de pirê caran gihîştine hev.
Li nivîsên qaşo hin nivîskarên kurd binihêrin û li nivîsên hin nijadperestên tirk û nirxandinên dewleta tirk binihêrin, di navberê de tenê ferqa bilêvkirina pirsa kurd û qaşo welatparêziya kurd heye, wekî din di êrîş û çêr û tewanbarkirinan de, hema hema mîna hev in. Armanc û niyet çi dibe bila bibe, encam ev e.
Xwedîderketina li ziman, TRT 6 û Helwestên cuda
1- Ez pir bawer im eger PKKê bigotana ”TRT 6 di encama têkoşîna me de derketiye holê, înkariya polîtîkayên 85 salî ye, loma jî destkeftiyek e û divê bê parastin û dewlemendkirin.” An jî di vê çarçovê de bi armanca piştgiriyê daxuyaniyek bidana, helwestek danîna, dê ev derdorên ku TRT 6ê mîna gaveke erênî dinirxînin û ji ber helwesta niha ya PKKê û hin derdoran rexneyên tûj dikin, dê wê demê jî, dijberî vê, bigotana: ”Binêrin PKK TRT 6 diparêze ku bi destê dijmin ji bo xapandina kurdan hatiye vekirin. PKKê têkiliya xwe û dewletê bi vê helwestê aşkere kir” û hîn gelek tiştên neyînî û êrîş dê bikirana. Lewra xezeb û dijminayetiya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKKê çav, dil û mêjiyên wan kor kiriye. PKK çi bike û bêje, dê li dijî wê bikin û bêjin, tew ku helwest û gotinên wan û dijmin hev û du bigirin jî, wê nabînin ji xwe û napejirînin jî. Armanc ne xwarina tirî lê kuştina rezvan be jî, lê rastî mîna rojê aşkere ne û dê ew bi ser bikevin, mîna her carî.
2- 35 sal in rêxistin in, partî ne, sazî û dezgeh in qaşo; legal in, illegal in û hema her tişt in, lê hejmara hemuyan bidî ser hev, bi qasî tenê xebatkarên ziman, çand û wêjeya kurdî ya saziyên nêzî PKKê tune, ev rengê çiye gelo? Mirov dikare vê yekê tenê bi antîdemokratiya PKKê û rêlibergirtina wê ya li ber rêxistin û partiyên ji bilî xwe, rave bike? Eger wisa bê ravekirin jî, ev dê çiqasî rast û objektîf be û dê çend kes bi vê bixapin gelo?
3- 17 sal in rojnameyeke xwerû bi kurdî derdikeve û ev du sal in jî ev rojname rojane derdikeve. Çend rojnameyên rojane û xwerû bi kurdî û ew qasî demdirêj derketine di dîroka Kurdistanê de gelo? Kovarên ku derketine, em ji ber rûmeta kurdî û çanda kurdî hîn jî mîna weşanên pîroz radihijine wan ku ev ne helwesteke şaş e bê guman, lê çima ev dewê din tirş e ku 17 sal in li gel hemû êrîş, qedexekirin, êş û azaran tê kulandin? Herçendî em ji ber zêdayiya zimanên din rexne jî bikin, yekem TV ya kurdî kê ava kir gelo? Çewa ava bû? Çi êş hatin kişandin? Ez dikarim binivîsim, lewra di destpêka wê de hebûm û di rêveberiya wê de bûm, lê ne ciyê wê ye niha. Baş e ku xizmeta ziman û çanda kurd nake û bêtir bi tirkî ye û bûye mîna ’tewla kemalîstan’, bi gotina hin kesan, çima kemalîst ew qasî ji bo girtina vê TVyê hemû derfetên xwe dane ber welatên Rojava û dîplomasiya wan bi giranî ji bo girtina vê kanalê tê kirin? Nema ku Roj TV jî û MMC jî, ne mîna berê ne û ji berê hîn pir çêtir in, di warê kurdî de jî. Niha her du kanal jî bi giranî bi kurdî ne. Eger pir meraq dikin bila rojeke xwe bidine van kanalan û saetan bigirin ka rojê çend saet bi kurdî ne. Ji 1995an û vir ve bi qasî şoreşekê xizmetê kir ev kanal, înkariya vê dikare mirovan kor bike. 13 sal in ji xwe ji bo Kemalîstan bi Ey Reqîb TVyê vedikin û digirin ne? Dîsa sazî û dezgehên ku xizmeta çand, ziman û wêjeya kurdî dikin ev bi salan in berhemên ku derdixin, di dîroka 500 salî ya kurd de ew qasî berhem derneketine holê. Belê aliyên ku divê bêne rexnekirin jî hene, lê em di xewa çi de bûn heya sala 1984an jî? Di salên 1940-50-60-70-80’yî de bi çend kesan Newroz dihate pîroz kirin? Kesek êdî navê Newrozê jî zanibû, bi taybet ji kurdên ji rêzê? Ka îcar li Newroza par a di serî de Amedê û ya li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê biramin. Cara yekem kê di meclîsa tirk de bi kurdî axivî û berdêl çi bû? Îroj dem bi dem diaxivin êdî, ev kevneşopiya çi ye, ji ku derê tê? Encamên çi ne ev? Parlamentera AKPê derdikeve bi kurdî klam dibêje di kanala dewletê de, ew wê klamê û kurdî hîn nû hîn bû gelo, berê nizanibû ku nedigot? Civakek weha ji her alî ve hatiye xistin û dor lê hatiye girtin û di dengek nizim de jî pê li ser serî ne, ew qasî hêsan e gelo di nav demeke weha kin de bi her awayî, ji sedî sed mîna ku em dixwazin bikaribe xwe bide hev? Bêyî ketin û rabûn û şaşî, pêkan e ku her tişt li gor dilê mirov bimeşe? Ne em li ser şaşiyên xwe yên dîrokî ji nû ve şîn nabin? Ma ev tev pêvajo nînin? Mirov, partî, rêxistin, serok, sazî, dezgeh û her tişt, nikarin di van pêvajoyan de şaşî bikin gelo? Kîjan rêxistin, serok, sazî, dezgeh û partî heye ku şaşî nekiriye û hîn jî nakin? Şaşiyên wan bi vê halê xwe jî ji yên PKKê pir pir zêdetir in, lê gelo ku bi qasî PKKê mezin bibûna me dê çi xwelî li serê xwe bikira?
Baş e ew qasî şaredarî û ev çend sal in festîvalên ku têne kirin, bi dehan çalakiyên curbecur ên ji bo çand, ziman, dîrok, wêje, huner û muzîka kurd, ev tev çi ne û di bin rêberiya çi hêzî de û bi kîjan derfetan têne kirin? Baş e berdêlên ku ji bo van xizmetan hatine û hên jî têne dayîn? Ev hemî taktîk in û ji bo berjewendiyên partiyekê ne ku tenê dixwaze Serokê xwe rizgar bike û hew?!.. Ew qas xort û keçên kurd ku neynoka wan bi cîhanekê ye û herî bijareyên civaka kurd in, ciwaniya xwe, jiyana xwe didin, bi qasî we rastiyan nabînin gelo? Baş e hûn çi didin bi rastî jî? Rastî çiye gelo ka ji wîjdanên xwe pirs bikin ku nebûbe kevir? Berê xwe dane Başûr ku di nav wê azadiyê de jî, bi qasî bakur di van aliyan de nikarin xizmetê bikin û derfet û berheman biafirînin, encam li holê ne. Hîn jî kurmancî li dibistanan qedexe ye li Başûr û berhemên ku dertên jî li holê ne. Dîsa çalakiyên di vî warî de têne kirin bidine ber hev, gelo kîjan zêde ye!..
4- Dev davêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hin helwestên pir qirêj hene ku ez ê bahsa wan jî nekim ji xwe,lewra ne hêja ne. Gelek jî hene ku bêyî lê bikolin, bêyî ku bixwînin, guhê xwe didine gotegotan û çavên xwe ji rastiyan re digirin, lewra rastiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide pêş, rêyeke zahmet e, giran e, bi êş e, berdêlên giran divê. Binihêrin li yên ku herî zêde êrîş dikin, yên ku herî kêm bedêl dane, ya rastî yên ku qet tu bedêlî nedane, ew in. Saetek ji xewa xwe nadin, gelekên wan di malên xwe de bi zarokên xwe re bi zimanekî din diaxivin ku ez dikarim yek bi yek nav jî bidim, lê yan daxwazên wan ên şexsî ji aliyê PKKê ve nehatine pejirandin, yan jî rûyê wan ê rastî hatiye aşkerekirin, êdî bi hemû hêz û gemariyên xwe êrîş dikin û ev kesên ku lê nakolin jî, bi van dixapin mixabin. Ez bi rastî meraq dikim ka çend ji van çend pirtûkên Rêberê Gelê Kurd xwendine? Daxuyaniyên ji giravê tên narevînin û li gor xwe ji nav derdixin. Niyet pir grîng e. Ez mînakek bidim: Nûçeyek hebû ku heya niha 900 pirtûk û 2000 kovar gihîştine Girava Îmraliyê. Me jî di nûçeya xwe de jî weha da. Di berdewamiya nûçeyê de ev hebû: ”Di nav pirtûkan de qet roman tunebûn”. Ji ber vê yekê, malperek vê kir manşet: ”Ocalan 9 sal in qet roman nexwendine”. Yê ku vê manşetê bibîne dê çi bifikire di gava pêşîn de? Belê niyet pir grîng e, ew nêzîkayiya mirov jî û armanca mirov jî diyar dike. Mirov bixwazin çi bibînin, wê dibînin mixabin ku loma jî wenda dikin. Rastî tal be jî, divê bêne dîtin û pejirandin ku mirov bikaribe li gor wê rastiyê helwesteke rast bi pêş bixe û pê re jî jiyanê. Ma paşverûtî çiye gelo?
Tê gotin ku di salên 90î de di hevpeyvêneke xwe de Ocalan gotiye em ê hîn 40 salî zimanê tirkî bikar bînin. Belê gotiye û dema wê gotinê got, fizîk jî azad bû. Lê çima nayê dîtin ku di mercên girtîgehê de, di nav lepên dijmin de jî Ocalan weha got: ”Bê Kurdî Namûs Nabe. Kesê ku nikaribe li zimanê xwe xwedî derkeve, nikare li tu tiştekî xwedî derkeve, nikare li mirovahiya xwe jî xwedî derkeve. Divê rewşenbîr li dij asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê derkevin, ev erka wan e. Ziman bingeh û sereka civakbûnê ye. Amûra dan û stendina mirovan, civakan û çandan e. Sedema hebûna mirovan e. Ji ber mirovbûna xwe, divê mirov li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û pêşve bibin. Kesê ku nikaribe li zimanê xwe xwedî derkeve, nikare li tu tiştekî xwedî derkeve, nikare li mirovahiya xwe jî xwedî derkeve. Kesekî ku bi zimanê xwe nizanibe, pêşve nebe, nîvco dimîne, nikare bi kesekî/ê re têkiliyek rast û baş deyne û pêşve bibe. Xwedîderketina li zimanê xwe, wezîfeya herkesî ye. Kesê ku li ziman û çanda xwe xwedî dernekeve, ez wî/ê mîna mirov nabînim". Ha dema ku dibêje em ê hîn 40 salî zimanê tirkî bikar bînin wê demê ya dilê xwe dibêje, lê dema van gotinên li jorê dibêje, taktîk dike ne? Li gor çi hûn dizanin ku ya dilê wî çiye û taktîkên wî çi ne? We çend pirtûkên wî xwendine gelo? An hûn ê dîsa bêjin ”ma hemî mîna hev in, em ê çi bixwînin”? Baş e ku hûn nexwînin, hûn dê çi zanibin ka çewa hemû mîna hev in? Hema bi tenê pirtûka wî ya du cild a Parastinên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (Ji Dewleta Rahîban a Sumeran ta Şaristaniya Demokratîk) bixwînin, lê bê alî û bê pêşderazîbûnî û bi armanca têgihiştinê, wê demê hûn dê bibînin ka welatparêzî û kurdayetiya mezin çi ye û di kî de tê temsîlkirin.
5- Gelo kîjan partiya siyasî ya Bakur grîngî daye zimanê kurdî û kî ji wan ev 30 salî zêdetir in çi kiriye, ji bilî çend kovar û pirtûkan? Gelekên wan piştî ku ji 12ê îlonê reviyan Ewropayê, xwestin li vê derê hin tişt bikin, hin rojname û kovar derxistin, hin şev û xebatên çandî kirin, lê piştî demekê di nav xwe de jî li hev nekirin, salê partiyekê ava dikirin, ma ev hatin jibîrkirin gelo? Her sal û partiyek!.. Êdî bi xwe bi xwe henekê xwe dikirin bi karîkator û pêkeniyan, di kovarên xwe de. 30 sal in xebatên li ser ziman, çand, wêje, huner, muzîk û dîroka kurdî yên hemû partî, rêxistin û saziyan bidine hev gelo digihêje hema bi tenê xebata mehekê ya Roj TV jî? Ku Roj Tv her şevê xwe digihljêne bi milyonan, lê xebatên din çend kes jê sûd werdigirin gelo? Îstatîstîk dibêjin ku îroj jî pirtûka kurdî ya herî zêde tê firotan ji hezarî derbas nabe. Ku bigihêje hezarî serkeftî tê dîtin. Eger bawer nakin hûn dikarin ji weşanxaneyan vê pirsê bikin, bi xwe lêkolînekê bikin. Ya din gelêkên van partiyan navê wan bi xwe jî bi tirkî bû, pirê wan piştî salên 1980yî, li Ewropayê navê xwe guherandin. Rizgarî hebû ku ew jî nav bi kurdî bû lê rêxistina ku herî zêde di nav xwe de bi tirkî re mijûl bû dihat nasîn ku hîna jî wisan e. Êdî kî ji kê gazinan dike gelo? Lê ’PKK taktîk dike, ji bo berjewendiyên xwe van hemuyan bikar tîne.’ Rastî ev e?
6 – Ka gelo li serok û sekreterên van partî û rêxistinên bakur binihêrin, li ku derê ne û çi dikin? Tenê objektîf bin!.. Ev jî dê bibe bersiva gelek pirsan. Hin ji wan çûn û niha liAmedê qaşo siyasetê dikin. Wek wezîfeyeke wan heye, êrîşkirina PKKê û Serokatiya PKKê. Ev erkeke ji bo wan. Gelo dema mirov pirs bike bi taybet jî ji wî kesî û bêje tu serokê partiyeke îlegal bûyî û te doza qaşo Kurdistaneke serbixwe dikir, çewa dibe tu piştî salên dirêj vegeriyayî û neçûyî bajarê xwe jî, çûyî li Amedê bi cî bûyî, çend roj, ne çend meh û sal, çend roj di girtîgehê de mayî û te çi bedêl da ji ber ku tu serokê partiyeke îlegal bûyî? Baş e çima sempatîzaneke ji rêzê yê PKKê jî dema vedigere kêmasî di îşkenceyekê re derbas dibe û çend mehan di girtîgehê de dimîne? Hele ku wêneyek an delîlek ku beşdarê çalakiyekê bûye bibînin, êdî bi salan ceza jî didinê û çewa dibe te milên xwe hejandin û çûyî li Amedê bi cî bûyî û niha jî siyaseta herî tûj dikî, ev çewa dibe? Dê bikaribe çi bersivî bide ez meraq dikim.
Ji hinekan re adet e ji hinekan re qebehet e!..
Li 60 salên PDKê û nêzî 35 salên YNKê binihêrin û hinek bikolin ji kerema xwe re. Heya doh jî navê Celal Talabanî ne ”Cahşê 66an” bû ku ev nav ji aliyê PDKê ve lê hatibû kirin, çima? Çima Mustafa Barzanî ku ez bi xwe jî bi navê wî mezin bûme û jê hez jî dikim, Aşbetal kir ku bi dehan pêşmerge ji behecan xwe kuştin, nekarîn vê biryarê ragirin? Mustafa Barzanî çima 13 salan li Sovyetê ma? Çima PDK û YNKê di rojekê de li sînorê Colemêrgê ji hev nêzî 800 pêşmergeyî kuştin ku di nav wan de fermandarên mîna Elî Eskerî jî hebûn û ev şer bi provakasyona dewleta tirk û hin nokerên kurd bû, lê di encama kîjan bazariyan de û kê jê kar kir? Saît Elçî, Saît Kirmizitoprak, Çeko û Brûsk ji aliyê kê ve û çima hatin kuştin? Hîn ewrên reş û tarî li ser Helepçeyê digeriyan, hîn laşên zarokên kurd sar nebûbûn, Mesûd Barzanî û Celal Talabanî çûn serdana Saddam Huseyîn û tew Talabanî ew maç jî kir, çima? Yan me ew dîmen ji bîr kirin gelo? Dema li qîma mirov neyê, mirov dikare bi hêsanî her tiştî jî ji bîr bike, an tune bihesibîne. Baş e çima derbasbûna paralela 36an ji hêzên Seddam re qedexe bû jî, lê di 1996an de hêzên PDKê Silêmaniyê bi desteka tang, top û leşkerên Saddam ve girtin û Jina Talabanî Hîro Xan jî dîl girtin, çima? Baş e kê pêşî helwest nîşan da li hember vê kiryarê ku dîl serbest bêne berdan û di çanda me de şerm e mirov jinan dîl bigire? Ez bêjim: PKK. Lê ku mirov bi desteka çek û leşkerên dijminê xwe êrîş bibe ser birayê xwe, navê vêya dibe çi gelo? Lê operasyona Sandivîç ku dewleta tirk vî navî lê kiribû? Ji aliyekê ve dewleta tirk, ji aliyekê ve hêzên PDKê û ji aliyekê ve jî hêzên YNKê. Çend gerîlla şehîd bûn gelo haya we jê heye? Sedem çi dibe bila bibe, ev kiryar dikare bê pejirandin? Lê tiştên ku îroj têne kirin li ser axa azad? Qedexekirina kurmancî, qanûna pirjiniyê, xûgî û nelirêbûnên bazirganî û aborî ku dibin? Wargehên MÎTê û leşkerên tirk li ser axa Başûr? Dibistanên Fethullah Gulen? Lê ku nasek mirov ji malbata Barzaniyan nebe mirov nikare tu karî bike û tu ciyî bibîne li Başûr, ji vê rastiyê re çi tê gotin? Lê sinetkitina jinan û rêlibernegirtina vê? Lê kuştinên jinan û qaşo ”întixar”? Lê helwesta li hemberî hunermendên kurd ku nêzî PKKê ne? Lê daxuyaniyên Talabanî ku bila kurd piştgiriya AKPê bikin û hîn gelek daxuyaniyên bi vî rengî ku dem bi dem dide? Û hîn gelek tiştên neyînî ku mirov dikare bihêjmêre. Ez vê jî bêjim ku bila şaş neyê famkirin: Çi dibe bila bibe, destkeftiyên ku îroj li Başûr bi dest ketine, divê bêne parastin, bi her awayî, lê ne ku bibe sedema paşçavkirin, ango nedîtina hin rastiyan. Min çima ev mînak dan? Lewre hemû kesên ku PKKê qaşo rexne dikin û êrîşan dikin, Başûr ji xwe re kirine mîna şûr û mertal û hema dihejînin û di pişt mertalê de jî xwe diveşêrin. Kesek nizanibe dê bêje hemû keda wan e. Pirê wan dizanim ku heya beriya van destkeftiyan jî, di bin navê sosyalîstiyê de bi taybet PDKê mîna xayîn binav dikirin, lê piştî destkeftiyan pêşî wan bazda û dest danîn ser hev. Gelekên wan gotin: ”Bavê min jî weha weha di dema xwe de alîkariya pêşmergeyan kiriye, an çend salan pêşmergayetî kiriye” Eger ev rast be jî, vê tiştê pîroz kirin malê bazariyê û hîn jî dikin. Dîsa hinekên ku berê di sazî û dezgehên nêzî PKKê de kar kirine û serokatî kirine, piştî ku di wan saziyan de ji ber şaşî û bêkêriya wan û dîsa pêknehatina daxwazên wan ên şexsî, bûne dijminê PKKê û ”parastvanên Kurdistaneke serbixwe” û li ku rûniştin, gotin ”divê mirov dev ji doza serxwebûnê bernede” niha îcar di TRT 6 de ji xwe re kar dîtine û parastvaniya yekgirtîbûna Tirkiyeyê dikin. Û hin ji wan jî li Başûr ji xwe re cî çêkirine, pesnê Fethullah Gulen û dibistanên wî didin. Îcar ez dibêjim ku ev çima nayên dîtin? Sedem çi ye? Gelo bi rastî jî em li dû xwarina tirî ne? Eger wisa be, çewa dibe ku ew qasî helwestên ji hev dûr meriv dikare deyne. Ji aliyekê re ew qasî bê deng û çavgirtî be û heta parastvaniya wan bike, li gel ew qasî şaşiyên mezin û ji aliyekê ve jî dijminahiya rêxistineke kurd a din bike, ew qasî tûj û tund!!.. Balkêş e!..
Kî ye welatparêzê mezin?
Parastina tiştekî ji hezkirin û dilsoziya li hemberî wî tiştî tê. Bingeh hezkirin e. Eger ez yek bi yek nav û mînakan bidim, divê pirtûkek amade bikim li ser helbestên şairên bi nav û deng ku li ser evînê nivîsîne. Lê bi kinayî dikarim bêjim ku hemû jî evînê bi berdêlê, êş û azara evîndar dipîvin û rastiya evînê, an jî evîna rast bi van berdêl, êş û azaran ve girê didin. Di vê çarçoveyê de îsyanan dikin, pirsan dikin, li bersivan digerin lê encam naguhere: Evîn, ango hezkirin; fedakarî, jixwedan, berdêl, êş û azar e!.. Ka îcar em ji xwe pirs bikin, gelo em çiqasî welatparêz in û yên ku em wan qaşo rexne dikin û êrîşê wan dikin, wan tewanbar dikin, çiqasî welatparêz in. Ew wêrekiya me heye gelo em vê pirsê ji dil û can ji xwe bikin û welatparêziya xwe bipîvin?!.. Eger belê be, ev dê bibe bersiva gelek tiştan bawer im.
Mahabad F. ARDA [email protected] 2009-01-03