1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Pêvajoya nû û Yaşar Kaya
Pêvajoya nû û Yaşar Kaya,pêvajoya,nû,û,yaşar,kaya

Pêvajoya nû û Yaşar Kaya

A+ A-

Di destpêka salên 90î de, mîna îroj, dîsa çareseriya pirsgirêka kurd ketibû rojevê û wê demê Turgut Ozal Serokkomarê Tirkiyeyê bû. Yên wê demê dizanin, divê bê bîra wan ku Ozal hîn pir bêtir ji Tayîp Erdogan ku îroj qaşo ji bo çareseriyê hin tiştan dibêje, wêrektir bû û gavên wêrektir diavêt, gotinên wêrektir dikir. Heta ku digot: “Ji bo çareseriyê federasyon jî dikare bê nîqaşkirin.”

Ozal ne dostê kurdan bû. Lewra di dema serokwezîriya wî de li Kurdistanê Rewşa Awarte, Cerdevanî û Tîmên Taybet hatin pêşxistin û ji bo bi rêyên leşkerî û kontrayî pirsgirêkê çareser bike, ew û ekîba xwe çi ji destê wan hat kirin. Lê mirovek jîr bû, pêşiya xwe didît û pişta wî jî ji aliyê DYAyê ve hatibû xurtkirin. Sedemeke vê wêrekiya wî jî ev destek bû. Dizanî bi vî rengî dê bêtir wenda bikin.

General Eşref Bîtlîs hebû û digot: “Di destê me de çekên wisa hene ku em bi kar bînin, 50 salî li wan axan tiştek şîn nabe.” Lê ew jî çû ser xeta Ozal û her du jî di dema ku êdî dê hin gav bihatana avêtin de, ji aliyê dewleta kûr û tarî ve hatin kuştin. Her wiha kesên mîna Wezîrê Maliyê Adnan Kahvecî û Serheng Ridvan Ozden jî hatin kuştin. Heman hêzên tarî, dîsa di 1993an de, di navbera Çewlik û Elezîzê de 33 leşkerên tirk ên bê çek bi destê provakatorên mîna Şemo dane kuştin û gelek bûyerên bi vî rengî wê demê qewimîn. Ev hemî bi armanca rêlibergirtina pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd bûn.

Ji 1993an heya 2009an 16 sal derbas bûn. Îroj em di nav heman pêvajoyê de ne. Lê aktor guherîne. Kurd jî îroj êdî xurttir in. Wê demê parlamenterên kurd bi çema stuyê wan digiritin û davêtine zîndanan, lê îroj diçin meqamê parlamenterên kurd. Her çendî li xwe daneynin jî, êdî kurd muhatabê wan in, ev jî pêşkeftin û destkeftiyek e grîng e ku divê bê gotin.

Doh Ozal bû, îroj Receb Tayîb Erdogan û Abdullah Gul in. Di bin perdê de jî, Fethullah Gulen heye. Ev ekîb, bi biserxistina projeya “çareserkirina pirsgirêka kurd” hatiye peywirdarkirin. Lê ferqek heye ku vê carê DYAyê ji pêvajoya salên 1990î ders girtiye û ji lewre jî beriya ku hin gavan bide avêtin, pêşî mudaxeleyê “Ergenekon”ê kir. Ya rastî Ergenekon sîstem, ango dewlet bi xwe ye, lê di nav de yên herî tarî û provakator hatin paqijkirin. Hin ji wan hatin kuştin ku navê “Întixar”ê bi dû wan xistin, hinan avêtin girtîgehê û hinan jî girtin, çavtirsî kirin û berdan. Ji bo car din ev pêvajo mîna dema Ozal ji aliyê van kesên tarî ve neyê provakekirin û valaderxistin, ev tedbîr ji aliyê DYAyê ve hatin girtin. Lîstikvanên van kiryaran hukûmeta Erdogan bû.

Pêşveçûnên xweş dibin, gavên baş têne avêtin. Lê lîstik jî hene. Him ji eniya dewletê û him jî ji eniya mixabin kurdan ku bûne lîstikên lîstikan ve. Her wiha di vê pêvajoya nû de jî DYA naxwaze bi rêya PKKê çareseriyek pêk bê ku dewleta tirk jî bi şidet li dijî vê yekê ye. Loma jî ji aliyekê ve ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê û di kesayetiya tevgerê de jî dînamîzm û berxwedana gelê kurd, têkiliyên veşarî bi DYA, Îraq û Îranê re dimeşînin û ji aliyê din ve operasyonên tunekirinê li dijî şervanên kurd didomînin.

Min di malpera netkurd.com’ê de li hevpeyvîna Yaşar Kaya gohdar kir û ez car din ber ketim ku kurmê darê ji darê ye. Tiştên Kaya dibêje, bi temamî li ser înkariya Têkoşîna Azadiyê, ked û destkeftiyên wê ne. Li ser vê bingehê jî înkariya siyaseta legal a kurdan e.

Dixwazim balê bikşînim ser çend gotinên wî ku di hevpeyvînê de kirine: “DTP ne nûnerê gelê kurd e” Baş e birêz Kaya, kî ye nûnerê gelê kurd? Li gel hemû lîstik û astengiyên dewletê jî dengên ku DTPê girtin diyar in, ev çima nayêne dîtin an tên paşçavkirin? An wekî din kesek, rêxistinek, sazî an dezgehek heye ku bikaribe bibe alternatîf? Xwezî hebûna û bikaribûna pişt bidine hev, vê pêvajoyê bi hev re ragirtana, lê ka? Li gel vê jî, DTP îdîa nake ku muhatab bi tenê ew e û naçe înkariya kes, sazî, rêxistin û partiyên kurd ên din. Dijberî vê, ev çend car in bang li wan dike ku mil bidine hev. Lê mixabin tu bersiv ji banga xwe re nabînin ku ev jî bi mirovan re gumanan çêdike; gelo ev sazî, partî, rêxistin û kes bi îcaze ne û ji bo bi destê wan, bêyî PKKê û li gor xwe pirsgirêkê “çareser” bikin, ji aliyê xwediyê projeyê ve têne destekkirin?!

Birêz Kaya dibêje; “Emîne Ayna şaş diaxive, nizane”. Çima? Ji ber ku birêz Ayna dibêje “bêyî Ocalan û PKKê çareserî nabe, lewra ev şer bi wan re hatiye kirin û bi têkoşîna wan ev pirs ketiye rojeva dewletê û gelê kurd” Ma hûn dikarin bêjin ev derew e? Ku hûn bêjin jî, hûn dê destê xwe ji Xweda nekin? Dê çend kes paxav bi vê gotina we bike? Dîsa ev gotin di kesayetiya Ayna de înkarî û dijberiya Têkoşîna Azadiyê nîne?

Yaşar Kaya: “Dewlet tu kesî muhatab nagire û wê hîn gavan bavêje, ev jî dê ji bo me baş bin” Were li vê ecêbê. Baş e, madem dewlet dikir, çima heya niha nekir? Baş e ku pirsgirêkek hebe, aliyên wê pirsgirêkê jî nînin? Ku aliyên pirsgirêkê hebin divê di çareseriyê de jî ew her du alî li hev rûnenên û danûstendin nekin? Ha hûn dê bêjin ku alî gelê kurd e ku ji xwe we gotiye “Muhatab gelê kurd e” gotinên gilover! Bê guman ku muhatab gelê kurd e, lê kîjan gel bêyî rêxistin, organîzasyon û ya herî grîng jî bêyî rêberî karibûye li hemberî dijminê xwe bibe alî? Ku ev jî rastiyek be ka ji bilî PKKê û DTPê organîzasyoneke kurd ku bikaribe bibe nûner û muhatab heye?

Ji bo Tevgera Azadiyê dibêje: “Rêxistinek teng û îdeolojîk e, nikare bibe nûner û muhatab.” Kenê kijikan jî bi vê gotinê nayê êdî. Heman gel nîne ku nûnerên xwe şand parlamentoya tirk û dibêje “Ocalan Serokê min e”. Ew gel nîne ku ev bi salan in li kuçe û kolanan in û navê Ocalan diqîrin, zarokên xwe li mitîngan, di bin lêdan û guleyên dijminan de mezin kirin? Baş e hûn bahsa kîjan gelî dikin gelo?Çima li gor vê rastiyê helwest danaynin? Hûn dibêjin “teng in” Ma mîrat ev çewa fireh dibe ka hûn dikarin bêjin? Qet nebe em hemî li gor wê rastiya we tevbigerin. Di dawî de armanc ku xwarina tirî be, çi ferq heye kî rastiyê gotiye?

Bi hêviya ku hûn jî êdî dest ji propogandaya Erdogan û AKP û hevalbendî û pesindayina Fethullah Gulen û cemaeta wê berdin û li ba gelê xwe cî bigirin. Em dixwazin we û kesên mîna we wisa bibînin. An na em bikin jî, dê dîrok we efû neke. Divê mirov pişta xwe bide daxwaz, girêdan û hêviyên gelê xwe, ne gornebaşên gelê xwe.

Hêvîdar im di xweşiyê de bimînîn.

Mahabad F. ARDA 2009-08-16 [email protected]


Gotinên miftehî :