Qada Dejenerekirina Kurd Başûrê Kurdistanê
Ev demek e ku Malpera me Amîda Kurd ji ber hin pirsgirêkên taybet û teknîkî xwe nû nake. Ji ber heman pirsgirêkan, min jî nedikarî gotar binivîsim û mîna edîtorê malperê, bi nivîskarên Amîda Kurd re têkilî deynim, an bi malperê re mijûl bibim. Lê me ew pirsgirêk bi giranî çareser kirin û em ê ji niha û bi şûn ve heya derfetên me dest bidin, ji aliyê nûçe û gotaran ve malperê sererast rojane bikin û gotarên xwe jî sererast binivîsin.
Wek ku tê zanîn Amîda Kurd ev 6 sal zêdetir e ku bê navber û bi serkeftin weşana xwe didomîne, ji bilî van çend heftiyên dawîn, ji ber vê jî ez mîna edîtorê malperê ji mêvan û nivîskarên malpera me lêborîna xwe dixwazim.
Me îroj nûçeyek bi sernavê ”Li Başûrê Kurdistanê rêzefilma ’Bêrîvan’ keçikek piçûk kuşt, ji ANF’ê girt û weşand. Ya rastî ev demek bû ku min dixwest li ser vê mijarê binivîsim û îroj ev nûçe jî bû sedemek ku ez vê nivîsê binivîsim.
Berê divê bêjim ku mîna her kurdek dilsoz, ez jî bi destkeftî û pêşkeftinên li Başûrê Kurdistanê şa û serbilind bûm. Hemû destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê nirx, rûmet û serbilindahiyên me ne ku divê em li wan xwedî derkevin, biparêzin û pêş bixin. Ev bê şik wisan e. Lê ev nayê wateya ku divê em şaşî û kêmasiyan rexne jî nekin. Bê guman ku şaşî û kêmasî dikarin her carê bibin û ev ne pir ecêb in jî, bi taybet ji bo me kurdan ku em di dîroka xwe de piştî demeke dirêj dibine xwediyên xwe û fersendekê ku bikaribin xwe bi rê ve bibin. Lê dema şaşî û kêmasî di asta rizandin û têkbirina nirx, rûmet û destkeftiyên ku bi bedêlên giran hatine bidestxistin de bin, wê demê dîsa kar û erka her kurdekî dilsoz e ku rexneyên xwe bi pêş bixe û bala raya giştî ya kurd bikşîne ser van şaşî û kêmasiyên mezin.
Min beriya demekê li ser dibistanên Fethullah Gulen ku min ew mîna ”Troya” bi nav kiribûn û armanc, rol û bandora wan a li ser civaka kurd nivîsîbû; ez ê li vir dubare nekim. Lê ji bilî van jî pir tiştên ku li ser dejenerekirin, ji giyana kurdayetiyê bidûrxistin û tirkkirina kurd dilîzin jî hene ku ev bi polîtîkayên pir sîstematîk û di çarçoveya programeke berfireh de ji aliyê dewleta tirk ve li Başûr têne meşandin.
Bi dehan rêzefîlmên tirkan ên beredayî, vala ku bi taybet ji bo apolîtîzekirin û dejenerasyona civakê hatine kişandin, dûblaja wan bi erebî an jî kurdî hatine kirin û li Beşûrê Kurdistanê di kanalên kurdî de têne lîstin. Mirov dema bi taybet li kanala Nêçîrvan Barzanî Kanal 4 û Vîn TV temaşe bike, vê rastiyê pir aşkere dibîne.
Li hemû firoşgehên Başûr xwarin û vexwarinên tirkan bi pesindan têne firotan. Li taksiyên wê derê ji sedî 70-80 muzîkên tirkî yên hunermendên tirk ên mîna Adnan Şenses û Sîbel Can têne lêdan. Ji kesên faşîst ên mîna Îsmaîl YK re ku li Tirkiyeyê bi xwe jî bi qasî pênc quruşî rûmeta wî nemaye re, li Başûr konserên taybet têne organîzekirin. Hunermendên kurd ên başûrî, bi hemû timtêl, tevger û rengên xwe ve, hewl didin xwe bişibînine hunermendên tirk. Rengê muzîka wan ji xwe li aliyekê, rengê dengê xwe jî hewl didin bişibînine wan û mîna wan bisitirên, lê mixabin ku kena mirov bi wan tê û ji aliyekê ve jî dilê mirov jan dide. Ev jî li aliyekê, gelê başûr bi giranî di nav hewldana hînbûna zimanê tirkî de ne û vê ji xwe re mîna rûmetek, serkeftineke mezin dibînin, pê serbilind dibin. Ne tenê li başûr, mirov van hemuyan ku li jor hatine nivîsîn, li Ewropayê jî di nav kurdên başûr de pir zelal dibîne, hezar mixabin.
Dewleta tirk, dîsa xwe bi rêya şirketan di başûr de bi cî kiriye ku wê rojê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Kurdistana federe Fethî Muhammed bi xwe da zanîn ku li Başûr 1217 şîrketên biyanî hene û ji van 730 şîrket bi fermî ji Tirkiyeyê ne. Dîsa ev 730 şirketên tirk bi giranî li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê di beşê bazirganî û avahîsaziyan de kar dikin. Êdî ne tiştek veşarî ye ku ji van 730 şirketan jî, yên herî pêş yên OYAKê (Saziya Piştgiriya Artêşa Tirk) ne, an jî bi dewleta tirk re raste rast di nav têkiliyê de ne. Bi gotineke din, karê van şirketan ne tenê avakirina avahiyan e ku ji xwe avakirina avahiyan bi xwe jî, karek stratejîk û pir grîng e. Lewra avakirina pir, binesaziya bajêr û bi taybet avahiyên sazî û dezgehên hukûmatê, mijarên stratejîk in ku ev di destê şirketên tirk ên mîna Nurol Înşaat de ne. Nurol Înşaat jî raste rast bi dewleta tirk ve girêdayî ye.
Min berê jî di nivîseke xwe de diyar kiribû ku li Başûr bi taybet birokratên hukûmetê û serbaz zarokên xwe dişînine dibistanên Fethullah Gulen. Û yên ku hinek li ser rol û armancên dibistanên Fethullah Gulen kolabin, baş dizanin ku ev zarok û ciwanên di wan dibistanan de perwerde dibînin, paşê her yek dibine kadroyek terîqeta Gulen û dikevine bin xizmeta tirkîtiyê û tunekirina kurd. Bi gotineke din, dibine kujerên xwe û hemû nirx û rûmetên xwe yên dîrokî û pêşeroja gelê kurd.
Sernivîsa vê nivîsê, dikare ji bo hinekan hişk hatibe, lê bila ji kerema xwe re carek bi tenê be jî serê xwe bikine navbera her du destên xwe, bêyî fikar û hesabên ferdî, bêalî, objektîf û bi daneyên berçav li ser vê mijarê hûr bibin, ka gelo dê ew çi bêjin. Lê vê jî dizanim ku ji bo gelekan, pêkanîna vê yekê pir zahmet e, lewra berjewendiyên wan ên ferdî, li pêşiya her tiştî ye û vê di bin navê dilsozî û kurdayetiyê de dikin. Lê dem her tiştî zelal dike û bi taybet jî kurdên bakur êdî ji 7 saliyan heya 70 saliyan polîtîze ne, li nav çavên mirov dinihêrin, dizanin giraniya mirov çend kîlo ye.