1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Rolên kambax û Ocalan
Rolên kambax û Ocalan,rolên,kambax,û,ocalan

Rolên kambax û Ocalan

A+ A-

Tu kes bi qasî birêz Abdullah Ocalan wiha sîstematîk û bi biryarên polîtîk nehatiye reşkirin. Lê dîsa tu kes jî, bi qasî wî, li gel van êrîş û reşkirinan jî, di nav dilê gelê xwe de cî negirtiye.

Demek, herî zêde, di mijara nêzîkayiya wî ya jinan de pir zêde reşkirin, nebû û êrîş hatin kirin. Hin kesên di bin kontrola dewletê de, rabûn pirtûk jî nivîsîn. Lewra Ocalan ji hemû peyamber û fîlozofan bêtir û kûrtir nêzî pirsa jinê bû. Di daxistin, bêkesayetkirin û tunekirina jinê de, daxistin, bêkesayetkirin û tunekirina civakê dît. Ocalan rahişte çi û di ku de bi serû pêş ket, hêzên tarî, dijminên tevgera azadîxwaz û loqoyên wan, di wir de êrîş bi ser Ocalan ve birin.

Herî dawî di mijara Egenekonê de, dîsa pir sîstematîk û bi biryarên polîtîk, hin derdoran dane axaftin, bi wan dane nivîsîn, propogandekirin. Hin malper, li gel bi dehan nûçe û nivîsên manîpulatîf û derew, bi ser de anketan jî kirin ku gelo Ocalan mirovê Ergenekonê ye an na. Bêyî rastiya ku Ergenekon bi xwe jî, dîsa bi saya serê Ocalan û nêzîkayiyên wî yên polîtîk deşîfre bû, bibînin. Armanc kuştina rezvan e. Kî bixwaze çi bibîne, çewa bibîne, wê dibîne û wisa dibîne. Di vir de niyetên subjektîf, hesabên ferdî ne yên xwe didine der, ne rastiyên jiyanê ne!.. Û ev di bin navê ”welatparêziya resen” de têne kirin. Ez ê bême ser wê mijarê jî.

Di van de, li gor min çar rastiyên bingehîn derdikevine holê: Yek jê hêz û mezinahiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Lewra li gel van hemû êrîşan jî, bi felsefe û fîlozofiya xwe ya kûr, bi rawestana xwe, girêdana xwe ya mezin a bi nirx û rûmetên mirovahiyê û azadiyê ve, bû Dîcle û Firat di nav dilên çolkirî de. Axên ziwabûyî û qelişî hatin avdan û êdî şîn bûne, kulîlk vedidin. Ji lewre ye ev girêdana mezin a bi Ocalan ve. Gel dema navê wî diqîre, xwe bêtir azad hîs dike û digihêje çêja azadiyê. Lewra di kesayetiya wî de, pêşeroja xwe ya azad dibîne. Di tu demên dîrokê de û di nav tu civakî de, gelek, bi vî rengî, bi serokê xwe ve nehatiye girêdan. Ji bo tu peyamber an serokî, tu kesekî xwe neşewitandiye.

Ya duduyan: Yên di çarçoveya êrîş û reşkirinên sîstematîk û polîtîk ên bi taybet DYA û dewleta tirk de êrîşê Ocalan dikin, ne vala ne!.. Ez bahsa kesên ku di bin bandoran de dimînin û bi hestyarî û nezanî êrîşan dikin, nakim. Ji xwe hejmara wan jî ne zêde ye. Lê ez bahsa kesên mîna Kemal Burkay, Yaşar Kaya, Îbrahîm Guçlu, Selîm Çurukkaya, Şemdîn Sakik, A. Melîk Firat, Umît Firat, Şerafettîn Elçî û sazî, dezgeh, partî, rêxistin û weşanên nêzî wan dikim. Angaşta çi bikim, ez ê wê vekirî bêjim û tenê dibêjim ku polîtîkaya van kes û derdoran, angaştên wan ên bê binî û pûç û vala, nêzîkayiyên wan ji têkoşîna azadiya gelê kurd re û rawestana wan a jiyanê balkêş in û bêtir nêzîkê daxwaz û polîtîkayên hêzên li dijî tevgera azadiya gelê kurd in. Tenê ji destpêka wan ve mirov li helwest û kiryarên wan bikole, dê mirov çêtir û zelaltir bibîne. Ya herî grîng jî, tu kesekî ji wan, tu berdêlên giran nedane. Piraniya wan dewlemend in, ji welat ev 30-40 sal in dûr dijîn, an jî jiyan û piştre ji bo qaşo ”siyaset” bikin vegeriyan. Lê gelo kesek difikire ku ka çima dewletê hin karsazên kurd bi angaşta ku nêzî PKK’ê ne dikuştin û di heman demê de îhale didane hin karsazên kurd ên ”welatparêz”? An çima sempatîzanek PKK’ê dema ji Ewropayê biçûna, dihate girtin, êşkencekirin, hinan bi salan di girtîgehan de girtin, lê hin kesên ku serokatiya rêxistinên îlgal dikirin û qaşo dozên mezin dikirin, lê milê xwe hejandin û çûne welat. Ew kes tew ji her kesekî bêtir tûjtir diaxivin, kesekî naecibînin, bi vir de wir de êrîşan dikin û êvarê diçine mala xwe, li ser serê rehet. Ev çewa dibe gelo? Du pirsên pir piçûk in ev, hîn dikarin bi dehan pirsên weha bêne kirin.

Ya sisiyan ev e: Di her demên dîrokê de kesên ku rastiyan anîne ziman û li gor wan rastiyan jiyane, di dema xwe de bi taybet, timî hatine kevirkirin, çamûrkirin, zîndankirin, îdamkirin, bijahrkirin û heta şewitandin û gurandin. Bi dehan mînakên weha hene di dîrokê de, lê yek mînakeke bi tenê jî tune ku ev kes ji ber sedemên rast û di cî de ev zilim dîne û van zilman heq kirine. Dijberî vê, yên ku ev zilim li van kesan kirine, timî hatine lanetkirin ji aliyê mirovahiyê ve. Niha kesek navên wan zaliman jî nizane, tenê navê zilma wan maye. Lê yên zilmê dîne; Sokrat, Bruno Guardian, Hellacî Mansur, Galîle û bi sedan yên mîna wan heya mirovahî hebe dê bi hezkirin û minet bêne bibîranîn.

Ya çaran û ya herî grîng: Eger birêz Abdullah Ocalan ne kurê gundiyekî jar û ji rêzê bûna, lê ji malbateke dewlemend, axa, şêx, an arîstokrat hatibûna, dê gelek kesên ku niha êrîş dikin, kêmasî hinek din bi sînor û pîvan bûna. Yek ji sedemên herî grîng ên van êrîş û dijayetiyên gemar jî, ev piçûkdîtin e. Ango ev kompleksa mezin a kambax a wan e. Lewra ew bi filanbinîbêvaniya xwe ve di nav civaka kurd de nebûne tu tiştek, lê kurê Omerê ’jar’, ’xizan’, ’bêkes’ û ’nezan’, çewa dikare bibe Serok û ew dê çewa bikaribin bi wê xezeb û kompleksa nava xwe bikaribin wî mîna Serok bipejirînin.

Li dîroka me binihêrin; serokên me timî mezinên eşîran, beg, axa, şêx û arîstokrat bûne. Yekem car e di dîroka me de kurê gundiyekî jar û xizan weha bilind dibe û ji hemû serokan bêtir tê hezkirin.Ya herî grîng jî, tiştê ku tu serokekî kurd nekiriye an nekariye bike, birêz Ocalan kiriye. Hemû cudahiyên olî, mezhebî, heta zayendî li hev kom kirine, ew bilind kirine, bi rûmet kirine, wan li dora yek armancî kom kirine û gel jî, li dora wî, bi girêdan û germahiyeke bêhempa kom bûye. Hema yek mînakek bi tenê: Dema kurdek musulman, kurdek êzîdî dibîne, êdî nema ne dikuje û ne jî ya herî xirab, tuf dikê. Di milê hev de ne, bi hev re şehîd dibin, bi hev re govend digerînin, bi hev re diqîrin, bi hev re digirîn, bi hev re têdikoşin ji bo pêşerojeke azad. Ev bi serê xwe şoreşeke mezin e û ya ku ji aliyê van derdoran ve nayê daqurtandin û ji ber wê jî vedireşin, ev in… Ew qasî giran tê ji hinekan re ku êdî ne grîng e ji bo wan ka di çemê dijmin de avjeniyê dikin, an bi kiryarên xwe xizmeta polîtîkayên dijmin dikin.

Yên herî zêde bi dengê bilind dibêjin ’Kurd’ û ’Kurdistan’, yên herî ’dilsoz’ û ’welatparêz’ ew in!. Lê yên qet bedêl nedane, êş nekişandine û li ser zikê têr û serê rehet radizên jî her ew in!.. Ev rasttiya kambax di her civakî de heye, ne tenê di nav me de. Mînaka herî balkêş jî tirk bi xwe ne. Binihêrin; yên ku herî zêde diqîrin ”Vatan, Millet, Sakarya’, nîjadperestên herî tûj û sereke, yê bi vir de wir de êrîşan dikin, provakasyonan dikin ew in, lê yên ku qet bedêl nedane, herî zêde ranta vî şerî bi dest dixin û naxwazin ev şer bi dawî bibe jî, ew in û dema li wan teng dibe, yên herî zû hemû nirxan difiroşin û direvin, dîsa ew in. Yên me jî heman mînak in. Tu ferqa wan ji hev tune.

Yên ku di çavên gel de demekê filanbinîbêvan bûn û bi erzanî Koçero bûn, bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, erzaniya wan û netutiştiya wan aşkere bû. Ocalan nîşanê dost û dijminan da ku ev doz dozeke mezin û giran e, divê bedêlên wê jî giran bin, bi erzanî dozên giran nikarin bêne ragirtin, ev xapandin e û xweerzanjiyandin e. Ev kîn û xezeba wan derdoran ji ber van hemû sedeman in.

Ev şer şerê Prometheus û Xwedawendên gemar û tolaz e. Di vir de aliyê mirov pir grîng e. Niyet, armanc û daxwaz in yên aliyan diyar dikin. Ev ne rastiya kesekî ye, rastiya jiyanê ye.

Em dîsa gotina me ya pêşiyan bi bîr bînin: BERXÊ NÊR LI BER KOZÊ KIFŞ E!

Mahabad F. ARDA 2009-10-25 [email protected]


Gotinên miftehî :