Serokayetî Pergal û Rastiya li Rojava
Ji derketina holê ya çînayetiyan heya roja me, ji hêla derdor û aliyên ku bi sedemekê dûrî pergala desthilatdariyê mane an hatine hiştin ve, her dem lêgerînek li dijî an ji derî pergalê, hebûye.
Reng, armanc, wate û radeyên van lêgerînan li gor rengê çînayetiyan cuda bûye, lê armanc her, ji heyîna di bin destê pergalê de xwedîparbûyîn, an jî, bi hevparî li civakê dabeşkirin bûye. Ev têkoşîn her çendî, caran bê xwîn û bi alavên cuda hatibe meşandin jî, pirê caran, alava herî sereke çek bûne û di encam de xwîn rijiya ye.
Têkoşîna kêmparan an bêparan an jî bi gotineke klasîk, a bindestan, a li dijî pergalê, caran kelijiye, caran sar bûye, caran mîna ku rawestiya ye, caran li hemî cîhanê bi rengê xwe yê herî erjeng û kambax belav bûye, lê bê rawestan domiya ye.
An di demên herî kelijî, an jî di sarî û bêdengiya mirinê de, hin kesayet derketine holê û di nava civakê de bel bûne. Pirê caran ev kesayet ji aliyê pergalê ango desthilatdaran ve zû hatine dîtin û bêdengkirin, an jî wendakirin. Lê caran jî ev pêkan nebûye. Lewra dema kesayetiyên derketine holê, ramanek afirandibin û li derdora wê ramanê rêxistinekê ava kiribin, an di nav wê rêxistinê de cî girtibin, êdî têkbirina wan ewqasî hêsan nebûye. Her wiha girêdanî, kûrahî û armancên ramanê û bibiryarbûyîna li ser bingeha wê ramanê jî, di têkçûn an serkeftinê de rola sereke lîstine. Pergal jî, ji xwe dema hewl dide wê ramanê û rêxistina li ser bingeha wê ava bûye têk bibe, di kesayetiya rêber, kadro û endamên van rêxistinan de, li valahiyên bi vî rengî digere û hewl dide ji wir berfireh bike û têk bibe.
Yên di dîroka çînan, an gelên bindest de rola herî sereke û grîng lîstine, her wiha mora xwe li dîrokê dane jî, ev kesayet, ev şêwe raman û rêxistinî ne. Ew, bi rawestan, bawerî, bibiryarî û fîdakariya xwe, di nav civakê de bûne sedema gelek guherandin û pêşkeftinan. Gel, bi bandora van pêşkeftinan, her ku çûye, bêtir bi van rêxistinan ve hatiye girêdan û bi awayekî, bi rengekî, tevlî têkoşînê bûne.
Tişta di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de bûye jî, bi kurt û kurmancî, her ev e. Ji lewre ye ku îroj ne tenê li bakur, lê li her çar parçeyên Kurdistanê jî û bi taybet jî li bakur û rojavayê Kurdistanê, gel xwedî li keda zarokên xwe û Rêberiya xwe derdikeve, li dora wan kom dibe. Lewra baş dizane û yek bi yek di nav de dijî û dibîne ku ev keda ku dibe sedema van pêşkeftinan, li ser raman, xeta serokayetî, rêberî û keda Rêberê Gelê Kurd şîn dibe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 20 salan li Rojava ma. Ger ne xwedî raman û xeteka rast bûna, dê nekarîbûna ew qas sal li ber xwe bidana. Kêmasî, dê nekaribûna xwe bi gelê Rojava bidana hezkirin, pejirandin û wan ew çendî bi rêxistin bikirana. Eger îroj ciwanên canfîda yên Rojava, di bin dirûşma ”Bê Serok Jiyan Nabe” de bi ser mirinê ve dimeşin û axa welatê xwe bi xwîna xwe sor dikin û ji bin lingê dagirkeran û barbaran diparêzin, ev îsbat û nîşana rastiya xeta serokayetiya Rêberê Gelê Kurd e.
Tişta ku ji aliyê derdorên ji derveyê PKKê ve nikare bê pejirandin û êrîş lê tê kirin jî, her ev e. Eger ne xeta serokayetiyê û keda 20 salan bûna, îroj li rojava dê ev berxwedan nebûna û rojava niha di bin lingê barbaran de dê bipelçiqiya û kurd dê ji welatê xwe careke din derbider bibûna. Lewra ”hêz”ên ji derveyê PYDê û YPGê, ji destpêkê ve amade bûn di nav Artêşa Azad de ku tu mafên gelê kurd nas nake, cî bigirtana. Di bingeha dijayetiya wan a li dijî PYDê de, ev rastiya kambax razayiye. Û ev rastî bi xwe jî, têkiliya wan a bi pergala kedxwar û dagirker re dide der, lewra di rastya xwe de, ev daxwaz, ya wan e.
Sedema ev pergala ku cîhanê bi rê ve dibe ew qasî bi ser Rêberê Gelê Kurd de çû û diçe ew e ku wî pir dûrî xwe û ji bo xwe xetereyeke mezin dibîne. Sedema dijayetiya derdorên ji derveyê PKKê li her çar parçeyên Kurdistanê û derî Kurdistanê jî, nêzîkayiya wan a vê pergalê ye. Lewra PKK tevgera înkariya pergala dagirker û kedxwar e. Ne tenê înkarî lê yekane alternatîfa vê pergala kambax e. Ji ber vê yekê, çi kurd û çi ne kurd, her çi kes, derdor, rêxistin, partî, sazî û dezgehên nêzî pergalê ne, an çerxeka pergalê ne, an bi awayekî naxwazin an nikarin xwe ji pergalê qut bikin, dijayetiya PKKê û bi taybet jî Serokatiya PKKê dikin.
Radeya dûrbûn û nêzîkbûna li pergala desthilatdariya cîhanê û welêt, rawestan û helwesta mirov a li jiyanê diyar dike. Ev di nav PKKê bi xwe de jî wisan e. Her çendî di nav PKKê, an sazî û dezgehên legal ên nêzî PKKê de bin jî, dûrbûn û nêzîkbûna wan a pergalê, raste rast bandora xwe li kar û xebatên wan dike. Lewra di giyan, mêjî û jiyana xwe de çendî dûrî pergalê bûbin, ew çend jî berhemdar in û dibin sedema pêşkeftinan. Dijberî vê jî, dibe sedema pirsgirêk, paşkeftin û heta cî bi cî têkçûnan.
Piştî ku xeta Serokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan red û alternatîfa pergala desthilatdar û kedxwar e, dostanî, dijminahî, dûrbûn an nêzîkbûna mirovan a ji Tevgera Azadiyê re jî, nîşana çendîn dûrbûn û nêzîkbûna wan a vê pergalê ye.
Min di destpêka vê pêvajoya nû de jî, di gotareka xwe de anîbû ziman ku ev pêvajo ji pêşkeftinên li Rojava ne qut e. Dema pêvajoya nû bê nirxandin û pêşkeftinên li rojava û bakur bi hev ve neyêne girêdan û bi polîtîkayên pergala cîhanê û yên kedxwaran yên li ser Rohilata Navîn re neyîne nirxandin, dê nirxandinên derbarê Rojava de jî û derbarê pêvajoya nû ya bakur de jî, ne objektîf û rast bin.
Li bakur, tu alî, dev ji tu armancên xwe yên bingehîn bernedaye. Ne dewlet dev ji xiyal û hewldanên tunekirina Tevgera Azadiyê û gelê kurd berdaye û ne jî Tevgera Azadiyê dev ji armanc û hewldanên azadkirina Kurdistanê û gelê kurd berdaye. Tişta bûye û dibe, şêwazên têkoşînê diguherin. Lewra jiyan bi xwe guherîn e. Yê neguhere, dê têk biçe. Ev dîalektîk e ku tu kesek nikare li ser û derbar de biryarê bide an bandorê lê bike.
Li Rojava jî, di encama kedeka bêhempa ya 20 salan de, gelê Rojava di bin xeta Serokayetiya xwe de, ber bi azadiyê ve, bi gavên mezin û xurt dimeşe. Tişta dikeve ser milê dilsozên gelê kurd û Kurdistanê jî, destekkirin, şabûn û hembêzkirina vê rastiyê ye. Wekî din, xizmeta pergalê ye.
Pêşkeftinên dawî jî êdî pir aşkere didine xuyakirin ku yekîtiya gelê kurd, ji her demê bêtir pêdiviyeke jiyanî ye. Li gel hin şaşî û kêmasiyan jî, li her çar parçeyên welêt jî di vî warî de, pêşkeftinên xweş dibin, Belê lîstikên mezin jî hene û divê hişyarî jî li gor wê mezin bin.
Tîr êdî ji kevan derketiye û ber bi armanca xwe ve dibeze. Veger ne pêkan e. Ji vir û bi şûn ve bila êdî dijminên gelê kurd li ser biponijin.
Mahabad Felat Arda 2013-07-21