1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Talana dîroka Kurdistanê û Meya Farqîn
Talana dîroka Kurdistanê û Meya Farqîn,talana,dîroka,kurdistanê,û,meya,farqîn

Talana dîroka Kurdistanê û Meya Farqîn

A+ A-

Weke ku tê zanîn, ji gelek deverên cîhanê bêtir dîrok ji axa Kurdistanê difûre. Lewra dîroka jiyana dêmanî ya mirovahiyê û dîroka şaristaniyê ji ser axa Kurdistanê dest pê dike û ji vir li cîhanê belav dibe. Ji ber vê taybetiya xwe, erdnîgariya xwe û dewlemendiya xweza, ser ax û binaxa xwe, Kurdistan di dîrokê de gelek caran bûye hedefa êrîşan, hatiye dagerkirin û li ser axa Kurdistanê gelek şaristaniyên mîna Sumer (B.Z. 3500 – B.Z 2000) ku mîna destpêka dîrokê tên pejirandin, Akadî (B.Z. 4000 – B.Z. 2100) ku ji Nîvgirava Ereban yekem qewmên Samî ne ku hatine li Mezopotamyayê bi cî bûne, Babîl (B.Z. nêzî 2000 – B.Z. 539) ku ji aliyê Sargonê Akadî ve bi bidestxistina desthilatiya Qesra bajarê Uruk a Sumeran tê damezirandin, Asûrî (B.Z. sedsala 1900 – B.Z. 612), Hîtît (B.Z. nêzî 1700 – 1200), Medî (B.Z 612 – 550) ku pêşiyên kurdan in, Persî (B.Z. 550 – B.Z. 330), Sûbarû, Hûrî û Mîtanî (B.Z. 3000 – B.Z. 1260) ku pêşiyên kurdan in, Urartû (B.Z 1000 – B.Z 600), Îskîtî (B.Z 680 ji Asyaya Navîn ber bi Asyaya Pêş ji ber xelayiyê koç kirine, împaratorî ava kirine û B.Z 250 de bi temamî wenda bûne. Qewmekî barbar bûne), Îskenderê Makedonî (B.Z. 323 – B.Z. 281), Selevkosî (B.Z. 312 – B.Z 63 qewmekî Helenî ne), Partî (B.Z 150 – B.Z. 224), Tîgranê Mezin (B.Z. 100 – B.Z. 64), Sasanî (224 – 651), Artûqî (1102 – 1409), Eyûbî (1171 – 1250), Moxolî (1206 – 1294), Osmanî (1299 – 1922), Romayî û Bîzansî (B.Z. sedsala 1 – P.Z. 1453), Hûnên Spî (530 – 567), Merwanî (985 – 1096) ku dewleteka kurd bûye, Emewî (661 – 750), Ebasî (750 – 1258), Oxuzî (Sedsala 10an – 1153 qewmekî tirk e, paşê mîna selçûkî tê binavkirin.), Selçûqî (1071 – 1318), Aqqoyunî (Sedsala 14 – 1507), Qereqoyunî (1380 – 1469) hatine avakirin. Li gel van, gelek begîtî, mîrekî, qewm û eşîrên piçûk û herêmî jî li ser axa Kurdistanê hesp bezandine û bi awayekî şopa xwe hiştine. Gelek ji van, berhemên şaristaniyên beriya xwe hin tişt xerab kirine, lê li ser ya kevin hin tiştên nû jî ava kirine. Dagerkerên mîna Îskîtî, Moxolî, Hûnên Spî, Oxuzî, Osmanî, Aq û Qereqoyinî jî, bêtir talan û wêran kirine. Eger hin bermayiyên ku îroj mîna yên wan têne nîşandan hebin jî, ya rastî ne yên wan in, bermayiyên şaristaniyên beriya wan in ku wan yan guherandine û navê xwe li ser kirine, yan jî xirab kirine û li ser tiştên çelexwarî ava kirine û lê xwedî derketine.

Yên xerabkirî dîroka me ya wenda ne û yên nûavakirî jî dewlemendiyên me ne. Lewra ev hemû li ser axa me ne.

Dixwazim bi van ve girêdayî li ser bajarê xwe Farqînê çend tişt bêjim, lewra Farqîn bajarek pir kevn e ku beriya zayînê hatiye avakirin. Li gor hin çavkaniyan B.Z. di 500 de hatiye avakirin, lê hin çavkanî jî dibêjin ku bajar pir kevintir e. Farqîn di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re paytextî kiriye, Dewleta Merwaniyan li ser hatiye avakirin ku sînorên wê ji Wanê heya Rehayê dirêj bûye û seriya sed salî ev dewlet li piyan maye. Farqîn bûye navend û paytexta vê dewletê. Wekî din jî, ji gelek şaristaniyan re paytextî kiriye. Ji dîroka kevnare ta niha jî, gelek navdar û şexsiyetên kurd lê gihîştine ku bi awayekî bandor li ser dîrok, wêje û siyaseta kurd kirine. Lê armanca vê nivîsê ne ev in. Bi vê nivîsê armanc bêtir vegotina nirx û rûmetên dîrokî ne. Mînaka herî balkêş jî Kela Farqînê ye ku îroj êdî hema bêje tiştek ji ber nemaye û ez dixwazim hinek bahsa vê kelê bikim:

Dîroka avakirina kela Farqînê nayê zanîn. Lê li gor Ewliya Çelebî, bi kêmayî bi qasî kela Amedê kevn e.

Sûrên Farqînê du qat hatine avakirin û di navbera her du sûran re ava Kaniya Mezin û Kaniya Navîn derbas dibe. Stûrî û firehiya sûra hundir 4.5 mîtro û ya derve jî 1.93 mîtro ye. Sûra derve niha hindik be jî, ji aliyê deriyê Amedê ve tê dîtin. Kele çargoşe ye. Ji rojhilat ber bi rojava ve 600 mîtro, ji bakûr ber bi başur ve jî 500 mîtro, bi giştî 2200 mîtro dirêjayiya kelê ye. 50 birc û kulek di kelê de hene. Dirêjiya bircan ji der ve 10.5 mîtro û berên wan jî 7 mîtro ne. Bilindahiya wan li seriya 25 mîtroyî ne. Di navbera du bircan de dîwarek ji bo destekê heye. Mesafeya di navbera du bircan de ji 20 mîtroyî zêdetir e.

Kevirên ku pê kelê avakirine pir mezin in, ji kevirên kela Amedê gelek mezintir in û dirûvê kevirê Maltayê didê, spî û hişk in. Kevir bi hostatiyeke mezin hatine şekirin, ango birîn.

Ewliya Çelebî ji bo avakirina kelê weha dibêje: "Ev kele di navbera çemê şatê û Batmanê de ye û li ser daxwaza Hz. Cercîs, ji aliyê pêgirtiyê wî Melîk Handîk ve hatiye avakirin."

Li gor çavkaniyan neh deriyên kelê hebûne. Çar ji van li başûr, du li bakûr, du li rojava û yek jê jî li rojhilatê bajêr bûye. Ji van deriyan ên ku neha têne zanîn ev in: Deriyê Meyxanê, Deriyê Boşatê, Deriyê Qulfayê, Deriyê Taxa Jêrîn, Deriyê Amedê, Deriyê Zuxrê Qurniyan (ev derê Kela Zembîlfiroş e), Deriyê Deştê, Deriyê Dahlê, Deriyê Masê (Kaniya Masê li ber e)

Li ser dîwarên kelê nivîstekên ji dema eyyûbiyan, artûkiyan û merwaniyan hene. Herî zêde di dema Hulagu de, kela Farqînê hatiye rûxandin. Di sala 532yan de jî ji aliyê împaratorê bîzansî Justîniyen I. ve hatiye restore û qewîkirin.

Ev agahî di nivîsa min a "Meya Farqîn (Silîvan)" de jî hene, lê çima car din van dibêjim? Lewra dixwazim bêjim ku niha ji xeynî çend bircan ku ew jî texrîb bûne, bircên kelê û kel bi xwe jî nemane.

Di sala 1948an de dewleta tirk 5-6 hezar leşker tîne Farqînê. Leşkerên tirk bi taybet kevirên Kela Zembîlfiroş derdixin û dibin pê qişle û avahiyên leşkerî çêdikin. Ev talan heya sala 1952an didome û di nav van 4 salan de avahiyên ku dixwazin, ava dikin. Kela Zembîlfiroş û ew beşa kelê, wê demê tê wêran û talankirin. Di nav demê de dewletê ji bo avakirina saziyên dewletê jî kevirên kelê bikar anîne. Her wiha gelê herêmê, bi taybet jî dewlemendên Farqînê ji bo avakirina xaniyan, kevirên kelê jê birine û bi kar anîne, bêyî ku li sir, dewlemendî, nirx û rûmetên di wan keviran de veşarî bihizirin û bikine xem û derd ji xwe re!.. Niha çend deriyên kelê, çend birc û hin avahiyên dîrokî li piyan mane ku ew jî bê xwedî ne û demek dirêj e ku vê carê jî xaniyên beton li ser wan kavilan ava dikin, bermayiyên sûrê xerab dikin, an li ser wan avahiyên ji betonê ava dikin.

Ji ber nezaniya gel, kêmbûna bîra neteweyî û bîra parastina nirxên neteweyî, gelek farqînî, an kesên dawî hatine li Farqînê bi cî bûne jî, xaniyên xwe ji kevirên Kela Farqînê û avahiyên dîrokî yên farqînê derxistin û çê kirin. Her wiha gelek avahî, ji ber lêgerîna gencîneyan hatin xerab û talankirin. Ev talana nirxên neteweyî bi taybet ev 60-70 salên dawîn in bê rawestan li Farqînê didome û heya niha jî tu tedbîrên berçav nehatine girtin û li ser vê yekê tiştek nehatiye nivîsîn.

Çend Dildarên Farqînê gelek caran bi şaredariya Farqînê re axivîne ku rê li ber vê talanê bê girtin, lê heya niha jî tu kesek tu tiştekî nekiriye û bi vî rengî bidome diyar e dê kesek tiştek jî neke. Ji xwe tiştek ku bê kirin jî zêde nemaye, hezar mixabin!..

Îroj em dikarin bêjin deverek me yê dîrokî heye ku niha êdî bi awayek lê xwedî tê derketin ku Heskîf e. Bê guman ciyê dilxweşiyê ye ev. Lê gelo Zeugma? Xerabeyên Anî yên Qersê?, Amed û dewlemendiyên wê yên dîrokî yên bêhempa? Reha? Xelfetî ku di bin avê de ye niha? Lê zanîngeha kevnare ya Heranê? Wan? Tetwan? Her du Nemrudên li Tetwanê û bi taybet jî ya Semsûrê? Qesra Îsheq Paşa? Bedlîs? Lê Dêra Axdermanê û Birca Belek a li Cizîrê ku kirine Qişla Leşkerî? Û gelek deverên din ên Kurdistanê ku bê xwedî mane? Ev hatine jibîrkirin û kes bahsa wan nake, mîna Kela Farqînê û avahiyên dîrokî yên Farqînê ku êdî kavil bûne. Belê hatine jibîrkirin û ji însafa dewletê re hatine hiştin ku em dizanin ka dewlet çi qasî li hember hebûnên me bi însaf e!..

Bê guman ku sedemên vê yekê hene. Yek û yê esasî; şerên ku ji dîrokeke pir dirêj ve li ser axa Kurdistanê ranewestiyan e, du; polîtîkayên dewletên dagirker, bi taybet jî yên Dewleta Osmaniyan û piştre jî yên Komara Tirkiyeyê yên talan û wêrankirinê, sê; dîsa di encama van şer û polîtîkayan de, parçebûyîn, êş, azar, jihevbelavbûn, birçîmayîn, nezanhiştin, ji her alî ve rêlibergirtina pêşketina civakê, bûne sedema talan û wêrankirina nirx, rûmet û dîroka gelê kurd û Kurdistanê.

Di encam de mirov dikare bêje ku talana ji aliyê gelê herêmê ve tê kirin jî dîsa encama dagirkeriyê û şeran e. Eger bi van yekan, rê li ber pêşkeftina serbixwe ya civaka kurd nehatibûna girtin, niha Kurdistan bihişt bû û gelê kurd jî yek ji gelê herî pêşketî yê cîhanê bû. Lewra ev bingeha cografî, dîrokî, felsefî û zanistî hebû û dîsa ew dewlemendiya madî û manewî hebû li ser wî axî ku civak wisa mezin bikaribe bi pêş bikeve. Lê ew dewlemendiyên me ku dikaribûn bibine şenseke mezin ji bo me, bûne belaya herî mezin, ji ber çavbirçîtî û hovîtiya mirovan.

2008-06-06 

 [email protected]