Tirk Doza Zimanê Xwe Dikin!
Tirkên ku li Almanyayê dijîn, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ketine nav tevgeran. Doza mafê zimanê dayikê dikin û dibêjin ku divê li gel sorbî û ost frîzî, tirkî jî mîna zimanê hindikayiyan mîna derseke mecbûrî li dibistanên Almanyayê bê dayîn.
Her wiha balê dikşînin ser mijara asîmîlasyonê û entegrasyonê ku her du ne heman tişt in û gotina Serokwezrîrê xwe Tayîp Erdogan bi bîr tînin ku dema çûbû Almanyayê li ser mafê zimanê dayikê axivîbû û gotibû ”Asîmîlasyon li hemberî mirovahiyê tewanbarî ye”.
Tirkên ku ketine nav vê hewldanê, sedemên vê daxwaza xwe weha rave dikin: ”Tirkek ku hatiye asîmîlekirin, ji tirkîtiya xwe şerm dike û heya bikaribe bi tirkî naaxive. Ji porê xwe yê reş û çavê xwe yê qehweyî şerm dike. Bi kinayî ew xwebûn û kesaniya xwe red dike û bi temamî dibe xwediyê nasnameyeke din ku ev jî dibin sedema xerabûna psîkolojî û sosyolojiya wî kesî.” Her wiha, di bin navê ”Em çima zimanê xwe yê dayikê, tirkî dixwazin?” de, 13 xal destnîşan kirine:
1. Ji ber ku dê kesayetî û jixwebaweriya zarokên me bi pêş bixe, em tirkî dixwazin. 2. Ji bo zimanek duyem û sêyem hêsantir hîn bibin û di dibistan û jiyana xwe de bêtir serkeftî bin em tirkî dixwazin. 3. Ji bo zarokên me bi dê, bav, xizim, cîran û hevalên xwe re bêtir li hev bikin, bêtir bikaribin xwe vebêjin; ji yên xwe piçûktir hez bikin û ji yên xwe mezintir re rêz bigirin, em dersên bi tirkî dixwazin. 4. Ji ber nelihevkirinên ku ji ber xwe baş îfadenekirinê rû didin û zarok ji malbatên xwe bi dûr nekevin, têkilî bûyerên krîmînal nebin, nekevin dafikên narkotîkê em dersên bi tirkî dixwazin. 5. Ji bo em fersendê nedine komên radîkal ku bi bahaneya hînkirina tirkî nêçîra zarokên me dikin, em dersên bi tirkî dixwazin. 6. Ji bo zarokên me têkilî bûyerên şidetê nebin, zirarê nedine xwe û derdora xwe û nekevine girtîgehan, em dersên bi tirkî dixwazin. 7 Ji bo baş hînê nirx û rûmetên xwe yên neteweyî bibin û ji çandên din re jî rêz bigirin, ji bo dîroka tirk, wêjeya tirk û nirxên çandî yên tirk baş hîn bibin û bi cîhanê bidine nasîn, em dersên bi tirkî dixwazin. 8. Ji bo berhemên wêjeya alman û Ewropayê bikaribin bikine tirkî û bi vî rengî ji aştî û dostaniyê re xizmetê bikin, em dersên bi tirkî dixwazin. 9. Ji bo girêdana wan a bi Tirkiyeyê re zindî bigirin û dema vegeriyan welêt zahmetî nekşînin, xizmeta turîzmê bikin, welatê me li derve baş bidine naskirin, em dersên bi tirkî dixwazin. 10. Ji ber pêdiviya 3 hezar şirketên alman ên li Tirkiyeyê û 26 hezar karsazên tirk ên li NRWyê yên bi kesên duzimanî bê dîtin, em dersên bi tirkî dixwazin. 11. Ji bo zarokên me bikaribin bi 250 milyon cîhana tirk re têkiliyên civakî, çandî û pîşeyî deynin, em dersên bi tirkî dixwazin. 12. Ji bo bi xwe bijîn û bibînin ku Almanya welatek ji mafên mirovan re rêzdar e, ji bo hestên xwejidervetînê nejîn û dostaniya navbera tirk û almanan bi pêş bixin, em ji bo zarokên xwe dersên zimanê tirkî dixwazin.
Bê guman ku demokrasî û mafên mirovan ji herkesî re pêwîst e û divê. Lê ku mirov ne tenê ji bo xwe bixwaze. Wê demê navê wî nabe demokrasî û mafên mirovan, dibe durûtî, nijadperestî û ezezî.
Tiştê herî bi êş jî, bi taybet kurdên ku li Almanya, Hollanda û Belçîkayê dijîn jî, li gel ku li welatên xwe bi zimanê xwe axivîne û dê û bav bi giranî bi tirkî baş nizanin jî, di nav malên xwe de bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin û bi ser de jî ”welatparêz” in!..
Ez li Ewropayê dijîm û min du sal mamostetiya zimanê kurdî jî kir li dibistanên Swêdê. Baş tê dîtin ku dema kurd li Ewropayê jî doza zimanê xwe dikin, an li dibistanan ku derfet hebin vî mafî bikar tînin, tirk dîsa aciz dibin, lê ji bo xwe maf dibînin. Ne tenê tirkên ku li Ewropa dijîn, her wiha konsolonsên wan, ango dewleta Tirkiyeyê bi xwe jî mudaxeleyan dike ku çima hin mafan didine zimanê kurdî û kurdan. Ji bo vê hindik dîplomasî nakin. Heta dikarim bêjim ku dîplomasiya wan a herî bingehîn li Ewropayê li dijî kurdan û mafên ku kurd jî jê îstifade dikin e. Lê Serokwezîrê wan tê li Ewropayê ji bo hemwelatiyên xwe bahsa mafên mirovan, demokrsiyê dike û dibêje ”Asîmîlasyon li hemberî mirovahiyê tewanbarî ye”. Asîmîlasyona ku bi xwe jî dikin, di cî de, rast û wek mafek dibînin û bi wê bêperwatiyê jî qedexe dikin, astengiyan dertînin, ceza dikin.
Lê ya grîng bi ya min ne ew e ku dijmin çi dike. Bê guman ku ew jî grîng e û divê li ber çav bê girtin û jê ders bêne girtin, lê grîngtirîn ew e ku kurd bi xwe çi dikin li Ewropayê.
Pir rexne dikin beriya her tiştî. Dibêjin ku kurd li Kurdistanê bi kurdî naaxivin û mînaka wan a herî mezin jî Amed e. Min li ser vê mijarê nivîsek nivîsîbû ” Kurdiya Amedê û niyetên xirab” loma jî ez ê zêde li ser ranewestim. Bêtir dixwazim bêjim ku kesên ew qasî rexne dikin bi xwe d imalên xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Dikarim ji qaşo rewşenbîr û nivîskaran yek bi yek mînakan jî bidim, yên ku herî zêde li tevgera siyasî ya Bakur rexne dikin, ango dijminayetî dikin.
Di vir de ev durûtî dişibe ya tirkan. Bi xwe nake, lê dixwaze!.. Mîna melê sextekar: ”Bikirina min neke bi gotina min bike”. Çima? Gelo bersiva vê pirsê heye li ba wan? Bawer nakim. Lê her tişt diçe ser rastiya xwe. Dê ew jî di nav rastiya xwe ya durû û bê bingeh de wenda bibin.
Heya ku her kes li xwe veneerqile, li xwe nenêre, rastiya xwe nebîne, nepejirîne û ji bo çareseriyê nekeve nav hewldanan, dê ev nexweşîn hîn bidomin û dê li ber bi her awayî pêşketina civaka kurd jî astengên herî mezin bin.
Mahabad F. Arda 2008-11-30 [email protected]