Troyaya nû ya sîstemê; Fethullah Gulen û Dibistanên wî!..
Çi tiştek ku bi destê dijminên kurd bên kirin, divê pişt pê neyê girêdan û rastiya wê çi dibe bila bibe, ji raya giştî re bê aşkerekirin. Lewre di tu demên dîrokê de kurdan tu xêrî ji tu siyaset û îdeolojiyên dijminên xwe, an yên bi destên dijminên wan hatine birêxistinkirin, an fînansekirin, an destekkirin, xêr nedîtine. Her hatine bikaranîn. Bi îdeolojî û baweriyên sexte mezelê kurdan bi destê wan dane kolan. Îroj jî tişta tê kirin her ev e û li gel ders û tecrûbeyên salan pêk tînin.
Ez li ser para xwe dibêjim ku ne baweriya min bi oldarên wan tê ku di serî de jî ew û ya herî xetere jî ew in; ne bi demokratên wan, ne bi sosyalîst û komunîstên wan tê. Bê guman ku îstîsna hene, lê îstîsna ne. Mala wan ava, em minetdar in, lê hema xwezî ew jî nebûna. Lewra em bi xêra başiya wan bi gelekên din jî xapiyan û me çi kar ji wan dît, bi vê xapê me zêdetir zirar ji yên din dît. Her wiha bawerî bi tu rengî bi îdeolojiya wan a fermî nayê ku komunîstî, faşîstî, oldarî, kemalîstî û hemû ’îst’ên wan di rastiya xwe de ji bo îdeolojiya fermî kar dikin.
POLÎTÎKAYÊN DEMA ŞERÊ SAR
Di dema şerê sar a navbera welatên kapîtalîst ku pêşkêşiya wan ji aliyê DYA û Îngilistanê ve dihat kirin û welatên sosyalîst ku rêberiya wan jî ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve dikat kirin de, projeyek bi navê ’Projeya Kembera Kesk’ ji aliyê DYAyê ve hat bi pêşxistin. DYAyê dixwest bi vê projeyê re Yekîtiya Sovyetan ji aliyê Başûr ve bi rêya dînê Îslamê ku li wê herêmê serdest bû dorpêç bike. Ji xwe bloka sosyalîst ji rojava ve bi kembera mezaxê ya kapîtalîzmê ve hatibû dorpêçkirin. Di salên 1980an de li Tirkiyeyê jî îdeolojiya ’Rastgirên Nû’ û ’Kembera Kesk’ bi taybet li dijî pêşketina tevgera rizgariya gelê kurd ku bi motîfên çepgirî û sosyalîstî pêş diket, hatin avakirin. Îdeolojiya ’Rastgiriya Nû’ bingeha xwe ji Îngilistan û DYAyê digirt. Bingeha vê projeya ’Rastgiriya Nû’ ew bû ku dewlet bi temamî ji aboriyê dest vekişîne û bi tenê erka xwe ya ewlekariyê pêk bîne. Di vê çarçovê de jî ji bo jiholêrakirina muxalefeta civakî hêmanên populer ên mîna dîn ku civak li ser bihîstyar in, hatin bikaranîn.
Projeya Kembera Kesk ji aliyê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê DYAyê Jimmy Carter, Zbigniev Brzezinski ve hat bipêşxistin û di sala 1977an de jî dest bi pêkanîna vê projeyê hat kirin. Ev proje li ser bingeha ku dê îslam li dijî komunîzmê bibe mertalek hatiye rûniştandin. Her wiha ji bo rê li ber Yekîtiya Sovyetan bigirin ku li dewlemendê petrolê Kendava Besrayê ji xwe re hevalbendan çêneke û nekeve herêmê, hat pêkanîn. Bi dagirkirina Afganistanê re jî, di çarçoveya vê projeyê de gavên yekem hatin avêtin. DYA dixwest bi rêya îslamê bikeve nav Komarên li herêma Asyaya Navîn û li dijî ”Xetereya Sor” ket nav hewldanên hilberîna ”Jehrkujek Kesk”. Lê rêveberiya Carter li gel vê jî xwe ji îslama radîkal dixwest biparêze û îslama nerm û ya radîkal ji hev veqetîne. Lewra bi qasî Yekîtiya Sovyetan rêveberiya Xumeynî ya Îranê ku rêberiya îslama radîkal dikir û rêxistinên fundementalîst û radîkal ku ji aliyê Îranê ve dihatine destekkirin jî, ji bo sîstema wan gef û xetere bûn.
Pîlana ku DYAyê li dijî Yekîtiya Sovyetan di salên 1980yî de li Rojhilata Navîn pêş xist, paşê bû bela serê DYAyê û sîstemê bixwe, lewra destê îslamîstên radîkal xurt kir, ango bû sedema avakirina bingeha îslamîzma radîkal û ji bo xerabûna Yekîtiya Sovyetan jî karek mezin nekir ev proje. DYAyê di salên 1980yan de li Afganistanê, li dijî Yekîtiya Sovyetan, piştgiriya mucahîdan kir. Her wiha di salên 1990î de li dijî bandora Îrana Şîa, destekê da Talîbana Sunî. Ya rastî hîn di salên 1980yî de ev Talîban bi destê Usama ku mirovê wan bû, dihat pêşxistin û amadekirin. Li gor hinan ev tevger paşê ji bin kontrola DYAyê derketin û berê xwe dane xwediyê xwe, lê li gor hinekan jî ew hîn jî têne bikaranîn. Lê rastî ji van herduyan kîjan be jî, di dawî de rastiyek heye ku Talîban di cîhana bi taybet li rojava û di çavê kesên ku ji îslama radîkal û fundementalîzmê acizin de deşîfre bûye û nayê hezkirin. Her wiha DYA dixwaze bi rêya Îslameke nerm di nav herêmê de bandorek bike, ne bi rêya îslameke radîkal. Lewre car caran radîkalîzma îslamê ji bo xwe bikar jî bîne, radîkalîzm bi xwe antîpatîiyek çê dike û pir bi hêsanî dikare derkeve derveyê kontrola wan û ji bo wan jî dem bi dem bibe xetere. Ji ber vê rastiyê jî, eger hîn di bin kontrola DYAyê de be jî, nikare êdî xizmetê mîna ku tê xwestin ji polîtîkayên sîstemê re bike. Rola radîkalîzmê mîna agirê kayê ye. Demek gur dibe, êdî bi ser dikeve an nakeve, lê piştre bandora rola wê dişikê. Di nav demek kin de divê rola xwe bilîze, piştî wê eger rê li ber neyê girtin, dikare derkeve derveyê kontrolê û bêyî kontrol mala xwediyê xwe bi xwe jî bişewitîne.
TALÎBAN
Piştî şerê Yekîtiya Sovyetan û Afganistanê û piştî ku rûs di 1989an de paşve kişiyan, Talîbanê ji lawaziya hukûmeta navendî ya Afganistanê sûd girt û li ser piraniya welat bû desthilatdar. Endamên Talîban li medreseyên li Pakistanê bi fînans, birêxistinkirin û kontrola DYA perwerde dîtin û bi giranî penaberên Peştûn bûn ku ji şer reviyabûn. Talîban tê wateya Xwendekar ku demek li Bakurê Kurdistanê jî bi taybet ji xortên şoreşger û welatparêz re digotin ’Telebe’. Lewra şoreşgerî û welatparêzî li dibistanan, bi taybet jî li zanîngehan pêş diket û belav dibû.
Rêxistina Talîban, ji leşkerên ku li dibistanên şerîetê û kampên penaberan kom bûne pêk tê. Cara yekem di sala 1994an de xwe nîşan da. Di sala 1996an de kontrola Kabîlê ku navenda hukûmeta Afganistanê bû, kir destê xwe. Piştî wê demê bi welatên hevalbend ên Bakur ku li bakurê welat bi cî bûbûn re, ket nav şerê navxweyî. Di dema desthilatiya xwe de ji Pakistan, Suudî Erebistan û Emîratên Ereban piştgirî girt, ji sedî 70yî Afganistanê di bin destê xwe de girt. Piştî êrîşa 11ê îlona 2001î ya li dijî DYAyê, DYAyê Usama Bîn Ladîn ji van êrîşan berpirs girt û bi hinceta ku Usama diparêzin, li dijî rêveberiya Talîban, dest bi operasyonan kir û di encam de, di mijdara 2001î de Talîban ji ser desthilatiyê hat xistin.
Ev xal hîn jî baş zelal nebûye ku gelo êrîşa 11ê îlonê jî ji aliyê DYAyê bi xwe ve hatibû pîlankirin û bi destê taşeronan dan kirin, ji bo ji êrîşên xwe yên li Rojhilata Navîn re bikine bingeh?!.. Ji ber di tu dem û serdemên dîroka desthilatdariyê de xwîna mirovan nebûye xem ji desthilatdaran re û desthilatî timî li ser xwînê bilind bûye, bi xwînê jiya ye. Êdî ne pir grîng e hemwelatiyê wê ye an na. Têgihên mîna ”mirov”, ”maf”, ”hemwelatî” , ”ziman”û hwd. Ne grîng in ji bo vê sîstemê. Her tişt û her têkilî û dostanî û şer, li ser bingeha berjewendiyan şîn dibin.
ŞERÊ ROJHILAT Û ROJAVA
Her çendî Sîstema Sovyetan belav bûbe û tê gotin ku dawî li şerê sar hatiye jî, di rastiyê de ev şer tu carî ranewestiya ye. Dem bi dem bilind û nizim bûye, lê ev şer ji dîrokeke pir kevin ve heye. Ev şer Şerê Rojhilat û Rojava ye!.. Di dîrokê de mînakên wê gelek in. Kengî li Rojhilat hêzêk bilind bûbe, berê xwe daye Rojava û kengî li Rojava hêzek bilind bûbe berê xwe daye Rojhilat. Ji Asûriyan bigire ku berê xwe dane Anatoliyê û xwestine ber bi wir ve berfireh bibin û heya Medan ku wan jî bêtir berê xwe dane ber bi Rojavayê xwe ve, Moxolan, Osmaniyan ku berê xwe dane rojava, Împaratoriya Romayê, Îskenderê Mezin, Xaçparêz ku berê xwe dane rojhilat. Ji destpêka sedsala 19an ve jî, bi taybet Îngilistan, Almanya, Fransa û DYA, berê wan her li Rojhilat bûye. Loma jî ev şer çi sar çi germ, di rastiyê de tu carî ranewestiyaye.
Di nav vî şerî de, bê guman ku her hêz li gor xwe û ji bo serdestî û berjewendiyên xwe polîtîkayan, pîlan, projeyan çê dike û têkiliyan datîne, rêxistinên çi aşkere, çi veşarî diafirîne an bi yên heyî re têkilî datîne, dîsa çi aşkere çi veşarî. Dîsa divê kes jî neyêne jibîrkirin ku bi kesan re jî li gor berjewendiyên xwe têkilî datînin an jî hin kesên ku li ser rêya xwe asteng dibînin bi awayekî ji çav dertînin.
NÛRCÎ
Piştî di dawiya sala 1991î de dawî li Yekîtiya Sovyetan jî hat, li Tirkiyeyê hêdî hêdî komek serî nîşan da. Ev kom li ser qaşo bingeha felsefeya Seîdê Kurdî ku mîna Bedîul Zeman jî tê binavkirin xwe birêxistin dikirin û serkêşiya wan jî ji aliyê Fethullah Gulenê erziromî ve dihat kirin. Ev kom di rastiya xwe de komeke devşîrme bû û ji aliyê dewletê ve dihate destekkirin ango raste rast bi dewletê ve girêdayî bû. Wezîfeya wan devşîrmekirin û çelexwarîkirina felsefeya Bedîul Zeman Seîdê Kurdî bû û xapandin û xirandina ciwanên kurd bû, bi taybet!.. Van salên dawî jî bi belge îsbat bû ku (ANFê di nûçeanalîzekê de ev belge aşkere kir û me jî di amîda de weşand) Fethullah Gulen bi çi rengî û çewa bi nivîs û naveroka berhemên Seîdê Kurdî lîstiye, ji navê Kurdistanê bigire heya mafên kurdan, zimanê kurdî û her tiştên ku derbarê kurd û Kurdistanê de têne gotin, hatine guherandin û mîna ku seydayê mezin ew gotibin, ji nû ve hatine çapkirin û pêşkêşkirin. Ev kom ji xwe re digotin ’Nûrcî’. Destpêkê gelek kurdên ku him bi gelê xwe him bi ola xwe re dilsoz bûn jî di nav wan de cî girtin, lê paşê her ku ruyê vê komê aşkere bû, yên dilsoz ji wan veqetiyan.
CEMAETA FETHULLAH GULEN
Cemaeta Fethullah Gulen di nav salên kin de bi propoganda (weaz) weşan, rojname û kanalên televizyonan her ku çû berfireh bû û bi taybet di nav sazî û dezgehên dewletê de pêgirtiyên wî xurt bûn. Cemaet bi taybet giranî dide ser xwendekaran, lewra hêza herî dînamîk ew in û pêşeroj jî di vê dînamîzmê de veşarî ye, çewa ku Talîbanê jî ji xwendekaran dest pê kir!.. Bi dibistan û kursên taybet, bi wargehên xwendekaran û bi pêşkêşkirina gelek derfetên aborî, di nav xwendekaran de jî ciyek grîng girtin. Niha li gor tê gotin, tu sazî û dezgehên dewleta tirk nînin ku Gulen û cemaeta wî di nav de birêxistin nebin. Ji saziya ewlekariyê bigire heya îstixbaratê û heya di nav artêşê de bi rêxistin in. Her wiha di nav sazî û dezgehên dewletê yên sivîl de jî pir bi rêxistin in. Û îroj êdî di Çankayayê de ne û di parlamentoya tirk de jî bi giranî ew in. Lewra AKP û hemû kadroyên wê yên sereke ji cemaeta Gulen in û heya jê fetwa negirin, nikarin tu karî bikin. Di mijara serokkomariyê de jî ev pir aşkere xuya kir. Lewra Receb Tayîp Erdogan xwe ji bo serokkomariyê amade dikir, lê Gulen ji bo wî karî dest neda Erdogan, Abdullah Gul ’munasip’tir dît û derxist pêş.
Li gor hinekan, armanca van a esasî ew e ku xîlafetê bi paş ve bînin û mîna di dema Osmaniyan de, ’tirk’ bibin rêber û pêşkêşên îslamiyetê û cîhana îslamê. Ev di vê serdema me de çiqas pêkan e, ew tiştek din, lê nêrîneke bi vî rengî heye ku dikare bê nîqaşkirin.
PIRS
Niha divê em çend pirsan bikin: Herkes dizane, li Tirkiyeya topavêtî ku nikare faîza deynê IMFê jî bide, bêyî DYAyê pel nikare biheje di rêvebirina dewletê û her tiştên ku dê bikaribin li ser bandorê bikin de, çewa dibe cemaeteke olî, ango dînî bikaribe ew qasî bi pêş bikeve, heta ku serokkomariyê, parlamentoyê, beşek îstixbaratê û beşek mezin ê organîzasyona polîsan bi dest bixe û di nav artêşê bi xwe de jî birêxistin be? Gulen ji sala 1999an ve li Eyaleta Pensîlvania ya DYAyê dijî, lê di gotin de li dijî DYAyê ye, ev çewa dibe? Di gotinê de li dijî Atatirk in, lê li dibistanên xwe wêneyên Atatirk dadileqînin û bi reşikên Efrîkayê jî, di dibistanên xwe de merşa xwe didine gotin, gelo ev çiye? Salê milyar û nîv dolar tenê lêçûna Fethullah Gulen bi xwe ye, ev çem ji ku derê diherike? Ew qasî di nav artêş, hêzên ewlekarî û sazî û dezgehên tirk de bi rêxistin e û bi hêz e, çewa ev qasî bilind bû û çima rê li be rnayê girtin, an çima nikarin rê li ber bigirin? Çima bi taybet li Asyayê û Rojhilata Navîn dibistanan vedike, armanc û hedef çi ne, hizmet a çi ye? Nebe mesela şerê rojhilat û rojava be û ev jî troyayeke ji herêmê be?
Tê zanîn ku cemaet giranî dide ’perwerde’yê û xwe bi vê rêyê birêxistin dike û belav dibe, kok dide. Îroj li Kazakistan, Turkmenistan, Kirgizistan, Gurcistan, Başûrê Kurdistanê dibistan, kolej û zanîngehên wî hene. Heta ku li Brooklynê ku herêmeke New Yorkê ye û bi giranî xizan û biyaniyên ji Rojhilata Navîn û Asyayê lê rûdinên, dibistanekî wî yê sereta heye. Li Rûsyayê jî dibistanên wî hebûn, par ji aliyê dewleta Rûsyayê ve dibistanên wî û hemû xebatên cemaetê yên li Rûsyayê hatin qedexekirin. Ev bi serê xwe mirov dibe hin encaman, Lewra Rûsyayê dizanî serê wan digihêje ku derê û li Asyayê û Rojhilata Navîn dixwazin çi bikin.
ÎSLAMA NERM Û SÛNÎTÎ!..
Kin û kurt a gotinê; piştî 2001î bi taybet, şûna Usama û Talîbanan, Fethullah Gulen û Cemaeta wî girtiye. Destpêkê tenê mîna herêmî, ango bi Tirkiyeyê û çend welatên bi gotina wan tirkî bi sînor bûn. Sîstemê rol û hedefa wan mezin kir û niha zimanekî nerm û îslamî bikar tînin. Bê guman ku mîna Usama û Talîbanan, yên van jî di nav xwe de hesabên wan hene û DYA bi hesabên wan jî dizane, tenê îroj ji wan re lazim in û divê bêne bikaranîn. Lê nayê wê wateyê ku ev cemaet dê her tim weha nerm be û rojek dest navêje şûr ku li gor min roja keysa xwe bibînin, ev ji xwe rêyeke sereke ye ji bo bigihêjine armanca xwe. Lewra di bingeha îslamiyetê de bi şûr belavbûn heye. Her kesê ku li gor wan di rêya ’şaş’ de be, dê ji bo wan hedef be, çewa ku îroj Talîban dike. Pêvajo û rol yek in. Tenê ev niha negihîştine merhele, keys û hêza ku dixwazin, ew qas!..
DEVŞÎRME
Armanca wan bi xwe dikare çi be di nav xwe de?! Li gor min ew tiştê li jor hatin gotin, ne dûrî mantiqê ne. Devşîrme pêşî li ser kavilên Împaratoriya Osmaniyan ji xwe re dewletek ava kirin û xwe pê ve girtin, niha jî bi taybet çi li bakur û çi jî li başûr bi pêşketina kurdan û bîr û boçûna kurdayetiyê re, di nav tirs û fikaran de ne, loma jî li rêyan digerin. Rêyek jî û li gor wan ya herî baş, dîn e. Lewra di dîn de netewayetî û nîjad û cudahiyên bi van ve girêdayî tunin. Hemî musulman in û bes. Û bê guman ku divê devşîrme rêberî û pêşvaniya herkesî jî bikin. Bi kinayî ji bo li hember pêşketina kurdan tune nebin, hewl didin xwe bilind û mezintir bikin û vê jî bi rêya dîn dikin, çewa ku di dîrokê de jî gelek caran heman tiştî kirine. Li sala 1071î Şerê Melazgirê yê navbera Selçûqiyan û Bîzansiyan binêrin ku çewa bi navê dîn piştgirî ji Merwaniyan girtin û heya roja îroj jî çewa dîn bikar anîne li hemberî kurdan, dê baştir bê famkirin.
Niha dikare hinek bêjin ku ”De bavo madem bi destê DYAyê ev tên kirin, bihêlin bila bibe, lewra DYA îroj dostê kurdan e” Na xêr. DYA tu carî nebûye dostê tu kesekî, nikare bibe jî. Dostanî ji rastiya desthilatiyê dûr e. Desthilatdar di her demê de dostên berjewendiyên xwe ne ku ev sedema jiyana wan e jî. Ya din divê neyê ji bîr kirin ku DYA xêrê li kurdan nake ku berê du carî jî xiyanetê li kurdan kiriye û di encama her xiyanetê de çi bobelat bi serê kurdan de hatine, tên zanîn. Ya din DYA eger îroj tiştek dike ku li berjewendiyên kurdan jî tên, ew tenê li beşeke welat derbas dibe. Lê Bakur. Ha dê bêjin sûcê siyaseta PKKê ye. Baş e dema DYAyê li Başûr jî kurd du carî xapandin, sûcê siyaseta kê bû?! Lê parçeyên din?
Mina ku min di destpêka vê nivîsê de jî got, divê tu carî bawerî ne bi sosyalîst, ne bi komunîst, ne bi kemalîst, ne bi demokrat, ne bi faşîst û ne jî bi dîndarên tirkan bê, lewra hemî jî di encam de xizmeta îdeolojiya xwe ya fermî dikin ku ew îdeolojî jî, li ser tunekirina gelê kurd ava bûye û hebûna me dê bibe tunebûna wan, ew vê rastiyê ji me pir baştir û ji zûve ye dizanin.
Ya din; dîsa hin derdorên kurd ku ji xwe re dibêjin em welatparêzin, propogandaya sunîtiyê û nexşîbendîtiyê dikin. Dibêjin ku ”em sûn-î ne, divê em li sun-îtiya xwe xwedî derkevin”. Ez ne li dijî baweriya tu kesekî me, bi şertê ku ziyanê nede nirx û rûmetên gel û welat û nebe asteng li pêşiya azadiya nêrîn, dîtin, bawerî û olên din, lê ev nêrîn beriya her tiştî li dijî rastiya gelê kurd e. Lewre kurd ne tenê sun-î an nexşîbendî ne. Kurdên êzîdî hene beriya her tiştî ku ola bav û kalan e. Her wiha elewî, şîa, xirîstiyan jî hene. Li şûna ku em propogandaya sûnîtiyê dikin, ji çi ol û bawerî dibe û ji çi siyaset û îdeolojiyê dibe bila bibe, çêtir nîne ku em propogandaya yekîtiya kurdan bikin û li rê û dirban bigerin ka gelo çareserî çiye ji bo nakokî û pevçûnên nav kurdan ji holê bêne rakirin, cudahiyên di nav civaka kurdan jî bikaribin di nav aştî û azadiyekê de bi hev re bi xweşbînî bijîn û dest bidine hev?
NE PIRA DOSTANIYÊ LÊ YA SIRATÊ YE!..
Her tiştê bi destê dijmin û bi taybet jî devşîrmeyan tên kirin, ne ji xêra kurdan re ne. Di dema nêzîk de bi xwe re ji bo hin kes û derdoran hin berjewendiyan bînin jî, di dema dirêj de, ev ne ji xêra vî gelî û ne jî ji xêra wan kes û derdoran bi xwe re ye. Dê mezelê xwe bi destê xwe bikolin.
Ev 14 sal in Fethullah Gulen û cemaeta wî, bi rêya dibistan û mamosteyên xwe ve bi piştgiriya hin rayedarên kurd li Başûrê Kurdistanê bi cî bûne. Di nivîseke xwe ya din de jî min gotibû ev mîna troya ne. Kelehê ji hundir ve digirin. Mînakên vê di dîrokê de pir in. Dema 12ê îlonê pir baş tê bîra min. Ez diçûme dibistana navîn. Bi hatina cûntayê re hemû mamosteyên me guherîn, li şûna wan kesên ecêb hatin, drûvê mamosteyan nedida wan. Di destpêka salên 1980yan de ev ’mamoste’ hin xwendekaran êvaran dibirin malên xwe, bi wan re bi taybet eleqeder dibûn. Piştre hejmara van xwendekaran zêde bû. Di Heftiyê de 3-4 rojan li malekê kom dibûn, heya berdestê sibê di wî malî de diman, li gel wan ’mamoste’yan. Her wiha di bin navê qursên Quranê de dîsa ciwan dihatine perwerdekirin û ev hemî di bin kontrola dewletê de bûn, lewra me bi xwe didît ku polîsên sivîl jî diçin wan kursan û tên. Mamosteyên dibistanan jî bi heman polîsan re di têkiliyê de bûn. Mijar dirêj e, lê ez vê bêjim ku ew hemû xwendekar û şagirt û ciwanên ku wê demê diçûn wan kurs û malan, bûne hîzbullah. Hinek ji wan zû hişyar bûn û jê vegeriyan, lê hinek ji wan jî bûne kujer û çend ji wan jî di nav hîzbullahê de bilind bûn û bûne berpirs ku yek ji wan jî di sinifa min de bû.
Gelo bi tenê ev lîstik bû ku dilîstin? Bê guman ku na. Hemşîre û hin mamosteyên jin anîbûn Farqînê ku her yek ji wan kêmasî 20 xort bi xwe ve girê dabûn û ew xort hemî li ser xwe dîn kirin, bûne erebesk, dest bi esrarê kirin û bûne serserî. Dîsa çanda qumarê û homoseksueliyê ku li nav ciwanan belav kirin û polîs û efser bi xwe diçûn bi ciwanan re esrar dikişandin û qumarê dilîstin. Dîsa futbolê pêş xistin ku ya star, demek wisa bûbû ku ciwan serê xwe xwaribûn li ser futbolê û hîn gelek tiştên din. Zarokên pir kêm malbatan ji wê Tsûnamiyê rizgar bûn. Piranî, bi awayekê ber bi wê tofanê ketin û yan mirin, yan jî di jiyana wan de şopek kûr hişt.
Min çima ev gotin? Lewra ev bi taybet salên dawîn, heman lîstik li ser Başûr têne lîstin. Ji aliyekê ve dîn, ji aliyekê ve çanda erebesk, gihîştandina ciwanên bê berpirsyar û serserî, fuhuş û bi her cure rêyên xerab pêşxistina jiyan û çandeke dejenere îroj li Başûr bi destê dewleta tirk û bi polîtîkayên profesyonel û tecrûbeyên salan têne pêşxistin. Yê dizane dizane, yê nizane baqê nîskan e. Gelek ji başûriyan vê rastiyê nizanin, nabînin. Heyraniya ziman û ’muzîk’, ’çand’ û jiyana tirk di nav kurdên başûr de li vê Ewropayê jî êdî pir aşkere xuya ye. Hunermendên başûr, bi taybet jî yên soran, bi her awayî di bin bandora muzîka dejenere ya erebesk a tirk de ne. Muzîk, deng, tevger û bi her awayî hunermendên tirk texlît dikin. Dejenerasyon bi her awayî gihîştiye asteke bilind û ev yek bi destê sazî û dezgehên tirk tê pêşxistin.
ZANÎNGEHA IŞIK
Çendek berê Zanîngeha Işik vebû li Hewlêrê. Serokwezîrê Hukûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî jî tevlî vekirina zanîngehê bû û li wir axaftinek jî kir. Barzanî di axaftina xwe de pesnê zanîngehê û xebatên vê cemaetê yên li Başûr da û got; ’Ev zanîngeh ji bo têkiliyên navbera Tirkiye û Kurdistanê pireke nû ye’. Ez jî dibêjim ku belê birêz Barzanî ev pir e, lê ne pirek ku mîna hûn dibêjin yên têkiliyên azad û li ser bingeheke wekhevî ye. Ev pira dejenerasyon û tunekirinê ye. Ev pir ne ji bo dostaniyê lê ji bo dijminahiyê û di encama polîtîkayên navneteweyî de û ne ji xêrê re hatiye avakirin. Divê bê zanîn ku em çiqasî pirên navbera xwe û dijminên xwe xerab bikin, em ê ew qasî nêzî azadiya xwe bibin. Lewra ew pir ne li ser bingeheke azad û wekhev lê bi destê kujerên me, dijminê bav û kalan hatine avakirin. Dijminên bav û kalan jî nabin dostên kuran!..
Dîsa tê zanîn û gelek caran hatiye nivîsîn jî ku mixabin zarokên berpirsan û dewlemendan diçine van dibistanan ku ev talûkê hîn mezintir dike. Lewra em dizanin û yên vê polîtîkayê jî pêk tînin ji me jî baştir dizanin ku zarokên berpirsan û dewlemendan in ku dê sibe Başûr bi rê ve bibin û ji niha ve wan bi xwe ve girê didin. Mixabin ku ji niha ve Başûr bûye mîna tewla hespên tirkan û çewa dixwazin wisa dibezînin.
Em mîna malpera Amîda Kurd di wê baweriyê de ne ku divê ev mijar di rojevê de bê girtin, bal bê kişandin ser xetereyên vî karê malxerab û bi rastiya xwe ve bê aşkere kirin ku bê dîtin êdî kurd nema ew qasî bi hêsanî dixwapin û serî pêl dikin ji kiryarên wan ên bi qirêj re. Her wiha em dixwazin bala Hukûmeta Başûr û berpirsên hukûmetê jî bikşînin ser vê mijarê ku ji bo van têkiliyan û van derfetên ku ji Cemaeta Fethullah Gulen û sazî û dezgehên din ên tirk re têne pêşkêşkirin, car din di ber çav re derbas bikin û li ser car din bifikirin.
Civak tenê dikarin li ser nirx û rûmetên xwe bi rengekî rast bi pêş bikevin û xwe biparêzin. Berjewendî jî her di vir de ne.
Em ji her kesekî hêvî û daxwaz dikin ku li ser vê mijarê nêrîn û zanînên xwe bi me re parve bikin, ji Amîda Kurd ([email protected]) re bişînin.
Li gel rêz û silavan.
Mahabad F. ARDA 2008-12-07