Tîrêja Şevê
Feratê DENGIZÎ
Tîrêja şevê an jî “Şevdank!”
Ku şev para mirov be mala mirov xera dibe. Li vî welatî şev herî zêde para jinan ketiye, ligel bêdengiya şevînî. Sebra min jî pir li jina ku dixwaze betanê şevê biçirîne tê ku Kîbar yek ji wan e. Dilekî tije evîn û hêvî lê bêqeder, ma çima jiyan ewqasî bêbexte li ser vê xakê.
Dema ku hesta “bi rihetî bê dor dihêrî” tê mirov, mirov ji mêraniyê fedî dike. Qala têkçûyîna evînê dike Kîbar bi kubarî û heta jê tê êdî ji evînê direve, lê ma ev heta kengî qeder e! Rewşa welatê bêevîn û bêqeder jî ji bîranake bi van rêzan; “hestiyên te / aaax hestiyên te / darqîtikên zarokên farqîna rengîn in”
Dixwazim pîne pîne wek tevna pînekirî birêsim aheng û hestên hin helbestên deqên dilê min; “Şînbajar” derbirina zilma li ser hestên jinê yan jî li ser jiyanê ye; ma çi heqê me heye ku em vê zilmê li ser dilekî jinê ango li ser dilê jiyanê dikin; “… … …
te hemû rengên temeziyan
û dengê tilîliyên berbûriyan
bi xwe re bir
niha bêdeng û bêreng
mîna gorreke tikûtenê, ya li serê latekî dipîdûr im”(rp. 12)
Bengînî dibare ji helbestên wê ligel hestên tenêtî û zêde hezkirinê, ma ne wisa..! Ligel gazinên li cî ku van dike bingeha afirînêriyê, afirînêreke jîr e, helbestkara me ya kubar. Serhildêriya jinê ya şanaz diherike ji van ristan;
“Sêdar
me go em ji helbestan
hêlînekê çêkin
lê me nizanibû ku
helbest darbesta hestan in(rp.16)
dîroka fedîkar
helbesteke stûxwar im di nav pelên dîrokê de
dikim û nakim rêzikeke min li ya din nayê”(rp.17)
Ev îsyana hebûneke ne li cî ye, lewra tiştek tuneye ji bonî evîn û hebûnê ango ji bona azadiyê, ew azadiya ku mirov û nexasim jî ku jinê xweşik dike. Dengê berxwedana hemdem î jidil e, vê lêdana dilê birîndar. Helbestkar e bi rastîn, Kîbara me. Kazîkura jiyanê ye. Dilekî mişt hezkirin û bengîn e, lê redeksiyon û rûpelsaziyê zêde qedrê wê negirtine, bi ya min.
Bêhêvîtî û hoviya jiyanê ku evîn û hêviya te kuştiye, te bi dilgermî herikandiye ser kaxizê, keça dildelal û berxwedêr. Fêhmkirina jiyanê ku pê re bêçaretiyê tîne, xweşewitêra di evînê de û bi pê ra hêviya hatina evînê te kesirandiye ku ji xapandina evînê re amade yî.
Carekê hatina dinyê û jiyaneke bêdil kesera mezin e di dilê helbestkara me de. Dilekî ewqasî şikestî, gelo çima? Û jibîranekirina wî..! Ewqasî qadirnenasî dibe ji bonî dilekî têrevîn a jinekê, heyirî me! Ewqasî birînên kûr ma hene! Ev çiqasî xemgînî ye! “Tenêbûna bêbext” ev çi kul û derd in… hezkirin û çima veqetîn? Fêhmkirineke dijwar e ev. Qala îxaneta li hezkirinê dike Kîbar; ev e derdekî bêderman. Binêrin; “zarezar
Tu, wek zaroktiya min a bi tenê
Tu, wek jiyana min a bêhêvî
Tu, wek dayika min kelegirî
Cil qirêj î, rih paqij î
Li ber dîware jiyanê
Bi rûniştineke stûxwar
Bi qêrîneke bêhewar
Her bi zarezar î
Her zarezar”(rp.36)
Nav: Şevdank- Helbest
Nivîskar: Kîbar Krîstîn OZBEY
Weşanxane: Ronahî-Berfanbar 2013- 58 rp.
Binivîsin, binivîsin lê, binivîsin lo… bêhêvîtî û hovîtiyê binivîsin ku li ser vê xakê, li vî welatî di aşkiyê dilan de bila evîn şî(ê)n bibe û azadî biseride, jiyan tebût bibe.