1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Xwe bi PKK'ê Şîrînkirin
Xwe bi PKK'ê Şîrînkirin,xwe,bi,pkk,ê,şîrînkirin

Xwe bi PKK'ê Şîrînkirin

A+ A-

Li ser hemû pêvajo û sedemên bingehîn ên dijayetiya li dijî Tevgera Azadiyê û bi taybet jî Serokatiya wê, divê pir tişt bêne nivîsîn û ez bawer im ku dê bêne nivîsîn jî. Min bi xwe nivîsek dirêj (Pirs, Helwest û PKK) li ser mijarê û çend nivîs jî li ser helwestên kambax ên hin kesan nivîsîn ku bi sedemek xwe ji PKK’ê dûr kirine, an qet nêzîk jî nebûne û dijayetî an dijminayetî dikin.

Ev derdor dijayetiya xwe ya li dijî PKK’ê bi xwe jî dîsa bi xêra PKK’ê dikin, lewra dê tu kesek qurişek bi postê wan nedana, lê îroj bûne ”siyasetmedar”, ”Zimanzan”, ”Programçêker”, ”Rewşenbîr” û hema ”her tişt”. Li gor van derdoran, dîsa kesên ku bi awayek, an bi çi sedemî dibe bila bibe ku ji PKK’ê veqetiyabin, divê dijayetiya PKK’ê bikin. Lewra yên ku veqetiyane timî vê malxerabiyê kirine û dema kesek mîna wan neke, ev pir ecêb tê dîtin, an jî dixwazin ecêb bibînin û nîşan jî bidin. Lê rastî ne ew e ku mirov sedemên tirs, hesabên şexsî û lawaziyên xwe di bin êrîşên li dijî PKK’ê de veşêre û kurdayetiyeke erzan û derî ji dijminan re vekirî, bike. Ji xwe hin ”rewşenbîr û zimanzan” hene ku di jiyana xwe de 10 carî palan qelabtine û li gor demê reng guherandine. Di roja teng de êrîşê Serokatiya Tevgera Azadiyê kirine û îroj car din xwe nêzîk dikin û li ba wan bi awayekî 'cî digirin' û dikevin nav hewldanan ku bi xezeba dilê xwe hinan bi PKK'ê bidine kuştin. Pirî palan qelibandine êdî cî jî ji wan re nemaye li gelek ciyan. Dê sibe çi bikin, ew jî ne diyar e. Lê rastiyek heye ku dê tu carî ne bi xwe, ne bi gelê xwe û ne jî bi Tevgera Azadiyê re rast nebin, lewra ewqas in!.. Roj bê dê nav jî bêne dayîn, bila niha ev li ba min bin. Lê bila zanibin ku dê zimanê me ji yê hemuyan dirêjtir be, lewra di tûrikê me de pir tişt hene ku ew bi xwe jî texmîn nakin!..

Her wiha li gor heman derdoran, kesê ku dijayetiya PKK’ê û Serokê PKK’ê neke nikare bibe kurd jî!. Meriv bikene bigirî, nizanim bi rastî jî. Lê ji qeşmeriyê pêve tiştek din nîne ev!. Loma jî ku ji ber wan nivîsên min dibêjin: ”Xwe bi PKK’ê şîrîn dikin.”

’Ji dizantirê dinya diz e’

Bi nirxandineke weha erzan û sivik nêzîk dibin, lê ez ecêb namînim, lewra kî çi be ew e û nikare, ji xwe zêdetir, bibe tiştek jî. Ji erzan û sivikantirê qeyî her kes mîna wan e, ji ber nikarin ji rastiya xwe zêdetir ango ji rastiya xwe û bi wir ve bifikirin ku loma jî pêşiyên me pir xweş gotine: ’Ji dizantirê dinya diz e’. Eger min bixwesta xwe bi hin derdor û hêzan şîrîn bikim, min dê mîna wan bikira. Piştî penaberiya 18 salan û cezayê giran ê li ser milên min, ez ê ji agir bireviyama, lewra PKK agir e û dişewitîne. Lê ya herî paqij û pîroz jî agir e. Eger em kurdên resen in, divê em bizanin ku ji dîrokeke pir kevin ve em bi xêra evîna vê pîroziyê ve li ser lingan mane û me xwe li hember hemû êrîşên barbar, talankar û dagirkeran karibîye biparêzin. Serokatiya PKK’ê vê rastiyê diye û îroj êdî bûye ew rastî bi xwe!.. Bêyî pîrozî û rastiya jiyanî ya vî agirî jî dê mirov bi tenê bikaribe di nav tarî û zilûmeta kîn û xezeba xwe de, mîna şevşevokan dijminayetî û êrîşê ronahiyê bike.

Ev îdeolojî ye!.. Ev baweriyek e ku bi dil û mêjî ve girêdayî ye, ne bi tirs û lawazî û ajoyên mirovan ve. Yên bê dil û mêjî her çendî ji xwe re bêjin em ”nivîskar”, ”Rewşenbîr”, ”Zimanzan”, û ”hema her tişt” in jî, pir normal e helwestên bi dil û mêjiyan ve girêdayî, mîna ”şorekî” ango ”şîrînî” binirxînin, bibînin. Lewra her kesek tenê dikare bi qasî xwe bifikire, ne ji xwe zêdetir!..

Em bên ser ”nivîskarî”, ”rewşenbîrî”, ”siyasetmedarî”, ”zimanzanî” û ”hema hertişt”iya hin kesan:

Bi sedan salan çavkanî û çemên nirx, rûmet, kûrahî, dîrok, wêje, zanyarî, mîtolojî û felsefeya kurdan bi toz, qirêj û gemariyên dagirkeran ve hatine girtin û xitimandin û bi sedan salan ew çem û çavkanî êdî neherikîn. Lê di kûrahiya wan gemariyan de cewher veşarî ne. Ew nirx û pîroziyên me razayî ne. Bi têkoşîna Azadiyê re, hin bi hin ew gemarî der bûn û hêdî hêdî av diherike. Bê guman ku heya demekê dê bi vê avê re gemarî û çamûr jî biherikin, heya ku ji hev belav dibin. Dê ew av bêtir biherike û dê her ku biçe zelaltir bibe, ev pêvajoyek e. Normal e ku niha piyase vala ye û hema her kesek Filîtê Quto ye!.. Lê ev dê weha nedome. Çamûr û ava zelal dê ji hev veqetin bê guman, lewra çem û çavkanî her diçe li xwe dixin û bilind dibin. Gure gura vî çemî ye zirav bi hinan re nehiştiye, ev bêperwatî ji ber wê ye!..

Ya rastî dema min îroj pênûs da destê xwe, di serê min de mijarek din hebû, lê pênûsê bi xebera min nekir û bi vir ve şemitî. Êdî carek din jî li ser wê mijarê ez ê binivîsim û dizanim dê dîsa hin derdor diranan li min qîç bikin.

Mahabad F. ARDA 2009-10-10 [email protected]


Gotinên miftehî :