Yaşar Kaya û Dibistanên Fethullah Gulen
Destpêkê bêjim ku heta ji min bê ez hewl didim li ser kesan nenivîsim û nekevime tu polemîkan, lê carnan mirov bi xwe nikare. Ji doh ve li ser vê nivîsê diramim, lê dawî min bi xwe nekarî û biryar da binivîsim, hêvîdar im xweş bê dîtin.
Doh (30yê cotmehê) nivîseke Yaşar Kaya bi sernivîsa ”Şerm Bikin” di malpera Kurdistan Post de hat weşandin. Pêwîst nake bêjim nivîs bi tirkî bû, lewra Yaşar Kaya heya vî temenê xwe jî hewl nedaye bi zimanê xwe binivîse. Dema ew Serokê PKDWê bû, ez jî demek li Brukselê bûm. Li wir bi xwe bûm şahid ku jina wî û kurê wî jî di nav de, bi herkesî re bi tirkî diaxivî û bawer im kurê wî ji xwe bi kurdî jî nizanibû. Ew mijareke din e.
Nivîsa min a beriya vê li ser dibistanên Fethullah Gulen bûn ku li Başûrê Kurdistanê vekirine û bi rêya wan qaşo dibistanan dixwazin çi bikin. Kaya jî, mîna ku mizgîniyekê bide me, bahsa van dibistanan dike û dibêje: ”Li Dewleta Federal a Kurd ji xwe gelek dibistanên navîn ên Fethullah Gulen hene, niha jî yekem zanîngeha tirk bi navê Işik li herêmê vekir. Bi vebûna vê zanîngehê re hejmara dibistanên li herêmê derket 11yî. Ev 14 sal in li herêmê kreş, dibistanên sereta û lîseyên koma Şirketên Gulen hene û dê zanîngeha wî jî ji çar fakulteyan pêk bê. Dr. Salih Hoşoglu jî kirine rektor. Zanîngeh bi kurdî (diviya bigota bi tenê zaravayê soranî. Her wiha kurdî û tirkî bi hev ve zeliqandiye û tenê ji bo îngilizî bêhnok kiriye navê; kurdî-tirkî, îngilizî, gotiye) tirkî, îngilizî perwerde dide.
Ji xwe kesên biçin Hewlêrê bi modernî û paqijiya xwe dê Koleja Işik di cî de bala wan bikşîne. Ji Amerîkayê heya Kanadayê, ji wir heya Asyaya Navîn, gelek dibistanên Gulen hene û diyar e 14 sal berê jî hatiye li herêmê dibistana xwe ava kiriye.”
Di berdewama nivîsê de jî dibêje ku li restorandekê rast li kesên ji cemaeta Fethullah Gulen in bûye, wî ew nas nekirine lê wan bi rêzdarî silav dane wî, paşê têgihîştiye ku kî ne û dibêje ”Eger ev zanibin min di xweşiya seydayê wan Seîdê Kurdî de wî diye û destê wî maç kiriye, teqez dê bihatana destê min jî maçî bikirana, lewra li gor terîqeta nurciyan, her kesekî ku destê wî bi seyda bûye jî, pîroz e”.
Pişte jî dibêje bila dewleta tirk şerm bike ku destûra dibistanên kurdî nade, lê kurd demokrat in, ji bo bi gelên cîran re bibine dost gavan davêjin.
Eger kesek din van gotinan bikira, dê qet ne xem bûna ji min re, lê kesek mîna Yaşar Kaya ku tu kesî di ser xwe û welatparêziya xwe re nabîne bibêje, wê demê hêja ye li ser bê axaftin. Gelo Kaya nizane ku di wan dibistanan de çi tên kirin, armancên wan dibistanan çi ne û ev lîstika çi ye? Gelo nizane ku tu ferqa wan dibistanan û Ocaxên Çeriyan ji hev nîne, heman tişt in, tenê li gor mercên demê hatine modernîze kirin? Gelo nizane ku ev lîstik di salên 1980yan de li bakur jî hatin lîstin û ew ên di wan kurs û dibistanan re derbas bûn paşê hemû bûn ”hîzbullah” û bûne kujerên gelê xwe? Baş e nizane welatekî mîna Rûsyayê jî xebatên vê cemaetê li welatê xwe qedexe kir, çima? Baş e haya wî ji têkiliyên Fethullah Gulen û DYAyê û hesabên avakirina îslamiyeteke nerm li Rojhilata Navîn jî tune? Baş e ku tunebe, çewa dikare ji xwe re bêje ez siyasetmedar im û li ser siyasetê analîzan bike û mirovan mahkûm bike, bêtir jî her carê berê çeka xwe bide kurdekî? Lê ku haya wî ji van hemuyan hebe, çewa dibe ku van hemû hewldanên vê cemaetê yên malxirab û kambax di bin navê demokratiya kurdan de veşêre û qaşo ji dewleta tirk jî hesabê bixwaze ku çima heman demokratiyê nakin? Madem ku bahsa dibistanên Gulen ên li Başûr kiriye, çima tenê aliyên qaşo erênî derdixe pêş û qet qala pîlan û programên wan ên demdirêj, xwendina merşa tirkî, dersên îdeolojiya fermî ya tirkî û dîroka derew û çelexwarî ku ji aliyê vê îdeolojiyê ve hatiye nivîsîn li dibistanan bi şagirt û xwendekaran didine xwendin nake? Çima qet qala kurmancî û zaravayên din ên kurdî nake ku li dibistanan hatine qedexekirin û tenê destûr didine zaravayê soranî?
Xaniyek, Jîpek, mehanetî, şofêr û parastvanan danê, dê wan wenda bike, gelo nebe ji ber vê be? Ew hêz û kesên ku niha van derfetan didinê, demek dirêj armancên êrîş û gotinên neçê yên Kaya bûn, baş e ew vê yekê nizanin? Bê guman dizanin. Baş e li gel ku dizanin çi kara wan heye di Yaşar Kaya de ku van derfetan didinê? Bi hêvî û armancên çi ne ev hemî?
Roja ku biryara girtina Parlamenta Kurdistanê li Derveyê Welêt (PKDW) hat girtin, Yaşar Kaya reng guherand, lewre êdî tu kursî nema ku li ser rûnê. Ji bo pêşerojî jî kesî hêviya kursiyeke din jî nedidayê.
Razên jiyanê bi pirsan dibişkifin, divê mirov zanibe û karibe pirsan bike, zelalî pê re tê.
Mahabad F. ARDA [email protected] 2008-11-01