1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Çand û Kevneşopiyeke trajîk
Çand û Kevneşopiyeke trajîk,çand,û,kevneşopiyeke,trajîk

Çand û Kevneşopiyeke trajîk

A+ A-

Gelek tiştên gelan ên mîna çand, wêje, dîrok, kevneşopî, nirx û rûmetê hene ku bi giranî li gor rewşa civakî, cografî, avhewayî û aboriya wan gelan bi pêş dikeve û dibe parçeyek ji jîyana wan. Ji lewra jî, li gor guherandina van şert û mercan, gelek ji van nirx, rûmet û kevneşopiyan jî an bi temamî ji holê radibin, an jî diguherin û rengek din digirin.


Ji aliyê cografî, avhewayî û civakî ve rewşa gelek gelan ne mîna hev e, loma ku nirx û rûmet û kevneşopiyên wan jî ji hev cuda ne. Lê aliyek heye ku ya hemû gelan mîna hev in û loma jî çand û kevneşopiyên ku li ser wê bingehê şîn dibin jî, pir hindik nêzî hev, an jî mîna hev in ku ew jî rewşa aborî ye.

Çendek berê em li bajararekî Swêdê Norrköpingê mêvanê nivîskarekî bûn. Nivîskar 73 sal temenê wî ye û her sibe zû hişyar dibe, berî taştê diçe di gola sar de avjeniyê dike, li wan çol û çiyan digere û ber bi nîvro jî tê taştêyek sivik dixo. Hîn gelek li ser xwe ye. Em du roj û şevek mêvanê wî bûn. Serê sibê ku em rabûn, wî em jî bi xwe re birin ber golê û digot "Ev gola min e". 

Rojek berê ji me re bahsa çiyayek û li serê wî çiyayî jî zinarek dêwîn û li binê wî zinarî jî kendalek pir kûr, kiribû. Pê re, bahsa kevneşopiyeke Swêdiyan jî kiribû ku heya 300 sal berê jî ev kevneşopî hebûye di nav swêdiyan de. Piştî avjeniyê, me berê xwe da wî ciyê ku ji me re bahs kiribû, lê berî wê dixwazim bêjim ku ka ev kevneşopî çi ye: Nêzî 300 sal berê, swêdiyên ku li wê herêmê jiyane, kal û pîrên xwe yên ku êdî tu kar ji wan nehatiye, bûne bar ji malbatê re, birine serê wî zinarê bilind û bi saxî avêtine xwarê. Ev erka kurê mezin bûye ku bike.

Bajarê Norrköpingê 625 sal berê hatiye avakirin. Åby, taxek Norrköpingê ye. Li wê taxê ciyek bi navê Ättertorp heye. Hemû çiya ne û cî bi cî çiyayên bilind jî lê hene. Ew ciyê ku extiyarên xwe jê avêtine jî, zinareke ku li serê çiyayek bilind e û herêm hemî daristan e, dahl û newal û kendal in. Em jî çûn serê wî çiyayî û serê wî zinarî ku extiyar jê hatine avêtin. Lê zinarek oval e û ne pêkan e ku mirov bikaribe ji nîvê zinarê pê ve hinek ber bi kêlek ve biçe, lewra mîna hêkê ye û mirov dişemite. Loma jî me kûrahî û bilindiya kendal û zinar ji wir nedît, lê dema em ji wir ber bi jêr ve çûn, ji nîvê zinar pê ve ciyek heye ku mirov dikare biçê û bilindahî û mezinahiya zinar û kûrahiya kendal bibîne. Tiştek sosret e, hişê mirov diçe.

Li serê wî kendalî, li ser vê mijarê me dest bi sohbetek kir. Êdî roj jî xwe ji ewrên reş rizgar kiribû û ji me re dikeniya. Me xwe da ber rojê û dest bi sohbetê kir.

Diyar e ev ne tenê kevneşopiya swêdiyan bûye. Lewra aşkere bû ku heman kevneşopî di nav kurdan, eskîmoyan û japonan de jî hebûye. Ez bi dû vê mijarê ketim. Hîn em li ser zinar bûn, min ji hevalekî re telefon kir û pirs kir. Li gor agahiyên ku min jê girtin, bavê zirbavê diya wê, bavê xwe kiriye nava selikekê û biriye ji ser zinarekî bilind bi saxî avêtiye. Ev di nav gel de wê demê timî hatiye gotin "Tê ji aliyê kurê xwe ve bêyî avêtin" Lê zirbavê diya wê ji aliyê kurê xwe ve nehatiye avêtin, lê her tim bi wê tirsê jiya ye û dema li ber mirinê bûye, ji kurê xwe re spasî kiriye ku hiştiye bi emrê Xweda bimire. Dema miriye jî, 120 salî bûye.

Li gor axaftina hevalê me Can Şeker ku min jê re telefon kir, wî bi Kamûran Simo Hedilî re demek li ser vê mijarê axiviye û Kamûran Simo gotiye ku wî bi xwe dîtiye ku extiyarên xwe avêtine. Diyar e li hin herêmên Kurdistanê ev kevneşopî heya demek kin jî hebuye.

Eskîmo jî heya demek kin ev kevneşopî didomandin. Lê yê wan hinek xedartir bûye, lewra wan jî birine extiyarên xwe avêtine ber hirçên spî ku hirçên spî ji ajelên herî bi hêz û hov in. Hirçên spî, parçeyek ji jiyana eskîmoyan e û pîroz e ji bo wan. Pêkan e ku mîna qurban jî avêtibin ber wan, lê her, yên extiyar bûne qurban. Extiyarên ku êdî nikarin bi diranên xwe çermên xezalan bidirûn. Çima wisa dibêjim? Lewra fîlmek aktorê mezin Antony Quin heye ku li ser jiyana eskîmoyan kişandiye û di wê fîlmê de jî, extiyarên ku êdî diran bi wan ve nemane û nikarin kar bikin, dibin davêjin ber hirçê spî. Quin, ji bo ku bikaribe li ser eskîmoyan fîlm çê bike, berî kişandina fîlmê şeş mehan di nav wan de dijî û paşê di rola papazekî de ku dixwaze biçe wan bike xirîstiyan, fîlmek bi navê "The Wild Ingnorans" dikşîne. Lê ew dibe qurbanê enenê wan. Lewra li gor enenê wan, xwediyê malê jina xwe şevek dike diyariyê mêvan ku pê re razê û di fîlmê de jî heman tiştî tînin serê Papaz (Antony Quin).

Di nav Japonan de jî heman kevneşopî hebûye û wan jî mîna kurdan û swêdiyan, extiyarên xwe yên ku êdî tu kar bi wan nabe û dibine bar ji malbatê re, birine serê zinarekî bilind û avêtine. Di vê kevneşopiyê de tiştên hevbeş gelek in. Kurd jî, swêdî jî, eskîmo jî û japon jî, ji ber heman sedemî extiyarên xwe dikujin û di nav hemuyan de jî, ev erk ya kurê mezin e. Lê di nav hinekan de ev kevneşopî zû rabûye, di nav hinekan de jî pir dirêj ajotiye. Lê gelo tenê ji ber jar û feqîriyê extiyar hatine kuştin? Na!.. Lewra ne tenê jar û feqîr, lê dewlemend jî extiyarên xwe bi awayekî kuştine. Mîna malbata zirbavê diya hevala min ku ew malbat ne feqîr bûye. Tenê ji ber kevneşopiyek û ji ber nexwestine li extiyarên xwe binêrin, ji wan aciz bûne, ji ber rehetiya xwe ev yek kirine. Ev malbat di nav rûsan de bûye û dewlemend bûye ku ta niha jî malbateka dewlemend e. Lê ev jî ne tenê di nav kurdan de hebûye. Niha jî li Swêdê û li welatên din ên Ewropayê û heya li Tirkiyê jî, extiyaran didine Malên Extiyaran, davêjine ser saziyên dewletê ku ji wan xilas bibin û li rihetiya xwe binêrin. Li welatên mîna Tirkiyeyê, ji bo ew sazî li extiyaran binêrin jî, malbat peran didin. Loma jî malbatên ku rewşa wan a aborî baş e dikarin extiyarên xwe bidine wan saziyan, lê yên jar û fekîr îcar, neçar dimînin li extiyarên xwe binêrin. Ji ber, berê qanûn ew qasî hişk nebûne, an jî tunebûne. Kesek tunebûye ku wê hesabê ji wan pirs bike, ango çandek bû ku her kesî dikir, loma jî bi hêsanî dikaribûn bikujin. Lê niha qanûn hene, "mafên mirovan" hene, ew çand êdî bi xweşbînî nayê pêşwazîkirin; ev dibe kujerî û cezayê wê pir giran e. Loma jî niha kesên jar ji neçarî li extiyarên xwe dinêrin, an davêjine derve, lê yên dewlemend jî didine saziyan ku li wan binêrin û xwe wisa ji extiyarên xwe xilas dikin. Li welatên Ewropayê ev ne wisa ye, lewra dewlet xwedî li wan derdikeve û malbat tu lêçûneke wan li ser extiyarên wan nabe.

Diyar e ev kevneşopî jî ne ku bi temamî ji holê rabûye, lê reng guherandiye. Berê an ji jarî, an ji hebûna zêde û ji bo jiyaneke hêsantir extiyarên xwe dikuştin, lê niha jî didine saziyan ku li wan binêrin, an jî davêjine der. Lewra mîna ku me li jor got, êdî ji ber qanûnan, nikarin bikujin.

Di jiyana her extiyarekî de dîrokek, gelek çîrok û paşeroja me veşariye. Em divê ji wan re bi rêz bin.

2007-09-24

Mahabad Felat Arda

[email protected] 


Gotinên miftehî :